Pêşgotina Ranajît Guha ya ji bo pirtûka History at the Limit of World-History
2019-07-22 21:42
Helmet Şaho Ciwan Azadî

Ranajît Guha dîroknasekî Hîndu yê ji Asyaya Başurê ye. Ew bi xwe damezrênerê tarza nû ya dîroknûsiyê ye ku jê re “Xebatên Rajêrî (Subaltern Studies)” tê gotin. Ev tarz bi xwe bingeha dîroknûsiya serdema modern guhertiye û Guha, ji 1982’an û vir ve edîtoriya antolojiyan dike ku navê xwe ji komê digire. Di salên 1960an de Guha ji Hîndîstanê derketiye û li Brîtanyayê bi cih bûye. Heya teqawîdiya xwe li welatên wek Hîndîstan, Brîtanya, DYAyXê(?) xebitiye û niha jî li Vîyanayê dijî.

Xebatên Rajêrî (Subaltern Studies) wek ekol dîroknûsiyên ku ji xwe re netewperwerî, liberalizm û Marksîzma Rojavayî rênîş girtine sûcdar dike û dîbêje ku ew dîroknas însanên “ketûber” (ordinary) wek mijar hêjayî xebatên xwe nabînin û di nav xebatên xwe de qala serpêhatiyên wan nakin. Ji ber vê yekê, Xebatên Rajêrî dixwest ku hêmû deverên “rajêr” (ev term ji Gramsciyê hatibû wergirtin) wek karker, gundî û qebîle hwd. tevî li dîroknûsiyê bike û vêgotina xwe (narrative) ji wir ve ava bike. Di serî de Xebatên Rajêrî ji 6 dîroknasan pêk dihat û rêberê wan Guha bû, piştî 6 cildên antolojiyê Guha ev kar ji hevalên xwe re hişt lê dîsa jî piştgiriya wî ji bo antolojiyan dewam kir.

Li jêr em wergera pêşgotina Ranajît Guha ya ji bo pirtûka History at the Limit of WorldHistory pêşkêş dikin.


Ev kîteba ku ji 3 dersan û ji paşgotinekê (epîlogeke) pêk tê, meylekê ku 20 sal berê dest pê kiriye didomîne. Lê belê, di xebatên xwe yên berê de, bi qasî vê carê, ez li vê meylê hûr nebûbûm Wê demê derdê min, rexnekirina elîtîzmê ya diroknûsiya Asyayê Başûr bû. Wexta ku min ew rexne pêş ve dibir, hewldana min ji bo nîşandayîna rewşa resen û ecêb a serweriya Brîtanî li ser Nîvgirava Hîndistanê û hewcedariya Brîtanî ya destdanîn û şixûlandina dîroka Hîndî ji bo avakirina dewletek kolonyalîst bû. Him di bingeha Rajê de û him jî wexta ku Raj hebû1, her tişt bi awayekî giredayî ev pêngava dewletperest -ya kolonyal- bû. Ji komkirina bacan, ji pergala dadê û ji parvekirinên axê bi destê arteşa kolonyal, ji perwerdahiya Rojavayî, heya qebûlkirina zimanê îngilizî weke zimanê resmî ji bo ku çandeke

1 Rêvebiriya kolonyal a Brîtanî ku di navbera salên 1858-1947 de li Hîndîstanê serdest bû.
kolonyalîst bibe serdest, hemû karên îdarî, ango ji bo ku “Karê Brîtanyayê li Hîndîstanê” bimeşe, weke James Mill bi feraset gotibû, pewîst bû ku dîroka Hîndîstanê bê lêvegerandin/qebûlkirin weke ku ew “perçeyek gelek ecêb ya dîroka Brîtanyayê” be. Ji ber vê yekê, mîn îddîa kiribû ku ji bo ku Hîndu dîroka xwe bi dest bixin divê ji nû ve dîrokeke Hîndîstanê ku aîdê Hînduyan be binîvîsin.

Xwendevanên min ên (ku) pirtûka Dominance Without Hegemony (1997) dizanin, vê pirsê ku ji salên 1988-89 ve, di Dersên min ên Deuskarê û di gotarekî Subaltern Studies VI de dûr û dirêj tê niqaşkirin, dibe ku jê hayîdar bin. Lê min ferq kir ku heger banga çarenûsiya dîroknasiyê, di nav pratîkên akademîk, bi awayekî tedricî derkeve holê dibe ku baştir bê fehmkirin. Ev pêşnûma bi xwezaya xwe radîkal e û ji kesên ku hatine kolonîzekirin (bindestan) re pêşniyar dike ku dîroka xwe ya ku ji aliyê kolonyalist û dagirkeran ve hatiye desteserkirin derbînin, ji ber vê jî hewce ye ku pirsên wiha divê bîne bîran. Dîsa ev pêşnuma weke bangekê ye ku dixwaze kesên -yê hember- kirine bêmilk (dispossed/mülksüz), bike bêmilk; biçe heya koka meselê û ji dîroknûsiyê ku ew bi xwe bêmilkkirinek eşkere ye, bipirse da ku dîroknûsî dikare çi aihundirîne û bi rastî jî, bi vê wateya xwe radîkal e.

Dîroknûsiyek bi vî şeklî, him heqîqetê dagirkeriyê him zexta dagirkeriyê û him jî bi her awayî lihevketina diyarde û zanîna kolonyalîst dihundirîne. Fîllolojî an jî îqtîsada siyasî, seyahatname an jî etnografî, an jî qelemeke ji wê lîsteya dirêj yên huner û zanistiyan, dikeve vê saloxê şirîkê vê sûcê bûn. Lê felsefeya ku hemû huner û zanîstiyan dorpêç dike, weke şirîkê herî mezin ê vî sûcî tê hesibandin. Felsefe wekî pêşengekî deyndarê qaweta xwe ya razberkirinê ye ku dikare fealiyet û îdeolojiyên kolonyalîstan di binê Aqil de kom û saz bike.. Nîvîsên Hegel ên li ser dirokê, yek ji van cûreyên razberkirinê yê pir bitesîr in ku em di van rûpelan de ketine pey şopa wan. Bi rastî, biwêja Die Weltgeshichte, tiştê ku Hegel li ser vê mijarê vedibêje, bi awayekî pîrûbend kurtebir dike. Ev biwêja ku di îngîlîzî de hemberiya wê World History e, wê di vê pirtûkê de jî -di nav her du peyvan de bi xêzekî- bi vî şeklî bê bikaranîn. Meqseda me ji kirpandina vê gotinê ev e ku ew bi xwe ji sêwirandinê bêhtir têgînek e.

Bêşik, Hegel ev têgîn ji Serdema Ronîbûnê (The Age of Enlightenment) mîras girtibû. Lê wî ev têgîn wusa şixuland û jê re wusa naverokek nû bexişkir ku, dawiya dawî dîrokaCihanê bû hemwateya “Hişê di Dirokê de”(Mind -in History-, Geist). Ev nêrînek dîrokî ye, fersenda derxistina girgîniya bi her awayî ku cihanê û dîroka cîhanê pêktîne dide. Ev dîtinek
dîrokê ya ku dihêlê hemû rasteqînî ji diyardeyên(phenomena) ku dinyayê û dîrokîtîya(historicity) wê pêk tîne bê derxistin. Marx di hin şîroveyên xwe yên li ser tekstên Hegelî de nîşan dide ka çawa mantiqa Aufhebung, ango "çalakiya lêbuhurînê-biserxistinê" ya ku lê "înkar û parastin-guncankirin digihêje hev", rê dide ev cûre razberkirinê. Weke mînak, ew di Hêmanên Felsefeya Rastiyê de dibêje, biserxistina qanûna medenî yeksan e bi ehlaqê, biserxistina ehlaqê yeksan e bi malbatê, biserxistina malbatê yeksan e bi civaka medenî, biserxistina civaka medenî yeksan e bi dewletê, biserxistina dewletê yeksan e bi dîroka dinyayê.
Encama vê Aufhebung'a zincîre ev e ku van entîteyan(entity) ji "hebûna wan a rast" derdixe û her yekê wan vediguherîne têgeheke felsefî. Lewma jî dibêje Marx, “Hebûna min a dînî ya rast hebûna min a di felsefeya dîn de ye; hebûna min a siyasî ya rast hebûna min a di felsefeya dadê de ye; hebûna min a siruştî ya rast hebûna min a di felsefeya siruştê de ye; hebûna min a hunerî ya rast hebûna min a di felsefeya hunerê de ye; hebûna min weke însan, hebûna min a di felsefeyê de ye. Heman haweyî, hebûna dîn, dewlet, siruşt, û hunerê ya rast felsefeya dîn, dewlet, siruşt, û hunerê ye.”
Bi heman qewlî, dîrokîtî weke(as) hebûna insan ya dîrokî ya rasteqîn bi çalakiya lêbuhurînê( the act of superseding) dibe felsefeya dîrokê û hemû rasteqîniya dîroka însan dibe qurbanî bo têgeha dîroka-Dinyayê. Bo vê yekê, di argumenta ku wê di rûpelên pêşde bihê pêşxistin de, em ê bi vê têgehê û bikaranîna wê ya di felsefeya dîrokê ya Hegel de, mijûl bibin.
Aufhebung teqabilî " lêbuhurîna entîteyek têgehî(transcending of a conceptual entity)" dike, wekî Marx jî destnîşan dike di xwendinên xwe yên rêzeyên paralel ji Encyclopaedia'yê ku tê de her termek ji ya berî xwe dibuhure. "Ji ber vê weke têgeh milkîyeta taybet di têgeha ehlaqê de tê helandin û biserxistin" û hwd. heta ku terma dawî, zanîna mutlaq(absolute knowledge) derkeve meydanê, ku di hiyerarşîya terman de ya herî payebilind e, ku hemû termên din tê de tê helandin û guncankirin. Herwiha rêza lêbuhurînê-biserxistinê di zincîreya li jor hatî qalkirin ya ku ji Felsefeya Rastiyê hatî girtin, wekî Hegel ne tenê di vê tekstê de lê di xebata xwe ya Dersên Hegelî li ser Felsefeya Dîroka Dinyayê de jî aşkera dike, bi lêbuhurîna dîroka-Dinyayê bi têgeha Xweda ya jî Geist digihêje armanca xwe.
Lêbuhurîn-biserxistin, di vê mînaka dawî de, di lehê dîroka-Dinyayê de îddayek ehlaqê ya serdest di nava xwe de dihewîne. Li gorî Hegel bixwe, dîroka-Dinyayê ya ku bi
rêya biserxistinê bûye teswîrek xwedayî "dikare weke teodicy'ek ango meşrûkirina kirinên Xwedê" bê dîtin. Û tişta "em jê re dibêjin Xwedê", bi gotinên Hegelî, " başî ye, lê ne başîyek tenê weke fikrek giştî lê weke hêzek bibandor e jî." Lewma dîroka-Dinyayê, bi gotinek din " daxwaza-'emrê Xwedê", bi pênaseya xwe, dibe kirasê pîrozîyek ehlaqî. Dewlet, ku parçeyek girîng a rêza biserxistinan e û saziya ku vê daxwazê-'emr weke "rûdana berçav(concrete manifestation)" ya "tevahiya rewiştî(ethical whole)" nîşan dide, jiyanae rewiştî(ethical life) bixwe ava dike. Dîroka-Dinyayê bi pişta felsefeyê hilkişiya cihekî bilind ê ehlaqî û bi vî haweyî bi ser ket. Felsefe, bi ya xwe, birastî jê selimand ku ew zaroyê Dewra Emperyalîzmê ye. Heke em ji xwe re çîroka Plutarkhos ya li ser hevdîtina Dîyojen û Îskender li Kolîntosê bikin rêber, zemanek were hebûye ku fîlozof heweskar bûne navberê bikin nav xwe û fatîhên dinyayê. Di dewra pişt-Kolomb de rewş ne wisa ye lewre mimkûn bû yek ji hizirkarên(thinkers) wî çaxî yên herî navdar wiha binivîse: dîroka dinyayê li ser zemînekî ji ya ehlaqê bilindtir tevdigere. Kiryarên kesên mezin ên ku şexsên-endamên dîroka dinyayê ne, ne tenê ji ber girîngiya xwe ya navî lê ji ber sekuleriyê jî mafdar tên dîtin. Lê ji nêrîna sekuleriyê ve, divê ti teswîrên li dijî van kiryarên dinya-dîrokî(world-historical) û kesên van kiryaran dike neyê kirin ji teref kesên ku ne ji vê derdora ehlaqî ne.
Rexneya me, ku di sînorê dîroka-Dinyayê de disekine, poşman nîne ku vê temîya li jor piştguh dike. Ji aliyê kesên ku li derveyî dîroka-Dinyayê hatine hiştin ve, ev temî rasterast teqabilî qebûlkirina van "kiryarên dinya-dîrokî" dike: tecawiza parzemînan, wêrankirina çandan, jehrtêdana siruştê. Û ev kiryar alîkariya kesên mezin ên endamên dîroka dinyayê bûn dikir ku ji xwe re împaratoriyan ava bikin û gelên tabihî wan in hefs bikin di zindana ku zimanê zir-dîrokî yê emperyalîzmê wê weke Pêşdîrok bi nav bikira.
Rexneya jor kêfxweş e, bi pevçûnka bi dîroka-Dinyayê re, bi nebexşkirina ehliyeta ehlaqî bi dîroka-Dinyayê re ku eksê daxwaza Hegelî ya di pasaja jor de ye, û bi piştguhkirina hişyariyên wî yên li ser "dualîtîya di navbera ehlaq û siyaset de, ku hîn jî tê nîqaşkirin û şaşfehmkirin." Eksê vê, armanca me li vir resterast rûbirûkirina "ehlaqê bilind" ê dîrokaDinyayê yê ku ji hêla felsefeyê ve hatî bexşkirin, bi sîyaseta wê re ye bi saya hin pirsên zehmet li ser ehlaqê dagirkeran ku xwe dîroknasên erd û gelên kirine bin nîrê xwe yên dagirkeriyê dihesibînin. Em vê yekê ji bo qeyda siyasî ya rêveberiya dagirker a têkilî nîqaşa me derxin meydanê nakin. Tişta ku me zêdetir eleqedar dike temsîliyeta dîroka mêtingehê ye, ku siyaseta dewletîtî ya ku serqutî hatiye pênasekirin êsîr-dîl girtiye.
Têrnekirina dîroknûsiyê(historiography) haya me ji vê êsîrtiyê dike. Ji perspektîfa dagirkirîyan(the colonized), ev têrnekirin ji pîvanek serdestiyê ya ku bi zanyarîya dagirkeriyê tê sepandin zêdetir ne tiştek e. Bi piştdan û belavkirina Raj, ev zanyarî xwedî bandora guhertina çîroknasîyên(narratologies) xwemalî yên zemanê pêşdagirkeriyê bi yên modern û Rojavayî ye. Ev dewletîtîya xwe di dîroknûsîya Asya Başûr de qayîm kiriye encamek vê şoreşa çîroknasîyê ye, ku ji ber serketina vê şoreşê me dîrokzanan jî vê weke problemek nedîye. Em, yên êdî parçeyek dîroka-Dinyayê, fehmkirina xwe ya dîroka Hîndistanê, sen'eta xwe, û pîşeyên xwe yên akademiyê deyndarê vê şoreşê ne. Em di nava paradîgmaya ku dîroka-Dinyayê ji bo me avakirî de dixebitin û ji ber vê em gelek girêdayî û sadiqî wê ne û ev nahêle em wê bidin ber pirsan û biguherînin. Bêşik rexneya me divê li derek din, di ser bendê re ji bo îlhamê li qadên cîran ên zanyarîyê binêre û vê îlhamê di wêjeyê de bibîne ku di mijara dîrokîtiyê de ji dîroknûsîyê gelek cudatir e.
Wekî di paşgotinê de jî tê nîqaşkirin, dîrokîtî(historicity) bi hizra dewletîyê(statist concerns) di berhemên wêjeyî de nehatiye bişaftin li gorî Rabindranath Tagoreyê nivîskarê herî mezin ê Asya Başûrî yê dewra me. Dîrok, li gor wî, xwe bi haweyek afirîner nû dike di wêjeyê de, berovajî di dîroknasîya akademîk de ya ku bi 'ins e serpêhatiyên (narratives) xwe bi kêşeyên civatî ve girê bide. Hêza tiştên ew di vê mijarê de dibêje ne tenê ji ber serxwebûnîya wê ye. Ev hêz, aşkera ye, bi ti haweyî ne deyndarê loncaya ku xebata dîrokê dadigerîne zanyarîyek kolonyalîst a çavgirtî. Tişta girîngtir feraset e (wisdom) ku xwe di çavdêriyên wî de aşkera dike. Ev feraset ji tecrubeya jiyîna nêzîkî sînorê ziman dizê, ku ji bo nivîskareke/î birastî jî afirîner ev divê. Jixwe karê nivîskareke/î afirîner ew e ku hemû derfetên ziman bişixulîne û heta dawiyê zorê bidê. Lewma Tagore xwe elimand li sînorên pêşya xwe varqile, û sînorê dîroka-Dinyayê nikare ji çavên birra yên şairekî wek wî bireve. Lêbelê, gazinên wî yên derheqê belengazîya dîroknûsîyê ne tenê şîroveyek e li ser binketina vê janrê-şêweyê lê gazîyek li dîroknasan e ji bo têkiliyek afirîner daynin bi dîrokê re, bi dîroka ku divê weke çîroka jiyana rojane ya însanan bê dîtin. Kurt û kurmancî, ev gazîyek e ji bo rizgarkirina dîrokîtiyê(historicity) ji hefsa dîroka-Dinyayê. Rexneya me jî bersivek ji vê gazîyê re ye. Wergera ji îngîlîzî Helmet Şaho û Ciwan Azadî