Raporek balkêş di derheq tevgera netewî ya kurd de Pirsa Kurd — Hisên Ewnî
2020-01-09 22:55
Ev rapor bi navê Hisên Ewnî hatîye nîvîsandin. Rapor kurt e û analîzek tevgera netewî ya kurd e. Di raporê de bi gelemperî ji destpêka salên 1800î destpê dike û bi taybetî li ser periyoda destpêka şerê cîhanê yê yekê û heta arîfeya serhildana Şêx Seîd (1925) hatiye nivîsnadin. Hisên Ewnî bi nirxandin, şîrove û informasyon radigîhîne û bala mirovî dikişîne wê perîyodê. Rapor wisa dike ku mirov di derheq wê peryodê de ji nû ve bifikire. Hêja dibînim ku kurd vê raporê bixwînin û karibin sûdê jê werbigrin.
Li gor fermanberê Sowyetî radigîhîne Hisên Ewnî beg mirovekî leşker e (yarbay) û li dibistaneka leşkerî ya Stenbolê mamostetîyê dike. Fermanberê Sovyetî No 15 (navê dizî yê fermanberê sowyetî ye – F.N.) di heman têbîniyê de dinivîse, ku Hisên Ewnî mirovekî veşartî, bi semt e û nakeve nav teferuatan. Ez îhtîmal didimê ku Hisên Ewnî beg mebusê Erziromê yê meclîsa Tirkiyê (salên 1920-1923) be. Jiber ku Hisên Ewnî beg jiber dijberiya kemalîstan ji bo dewra duyê ya meclîsê nayê hilbijartin. Di heman demî de Hisên Ewnî li Stenbolê dimîne û wek parêzer kar dike. Dibe, wî xwe eşkere nekiribe. Lê ev qenaetek e, dikare ne Hisên Ewniyê mebûsê Erziromê lê kesek dî be. Ji ber wê jî naxwazim di derheq nivîskarê raporê de tiştek zêde binivîsim.
Hisên Ewnî (1887-1948) li Kumbet-Karakoçana bajarê Xerputê ji dayik bûye. Li Stenbolê fakulta huquq xwendiye. Wek mebûsê Erziromê di meclîsa Osmaniyan ya taliyê de cîh girtiye. Tê îddiakirin ku piştî girtina meclisa li Stenbolê Hisên Ewnî li ser navê bajarê Beyazîdê wek delege bêşdarî kongreyên Erzirom û Siwasê bûye û wek mebûsê Erziromê di meclîsa Enqereyê dewreyekê (1920-1923) de xebitîye.
Min ti pirtûk, nivîs yan xebatek ji aliyê kurdekî ve di derheq Hisên Ewnî de hatibe nivîsandin nedîtiye. Heger hebe jî ez lê rast nehatime. Ji bo wê jî dibêjim eger xebatek weha hebe dê kefxweş bibim ku bizanim û ji xwendekaran dixazim ku eger karek wisa hebe ji kerema xwe min jê agahdar bikin.
Gelek kesayetiyên tirk (siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û hwd.) yên xwedî nerîn û cereyanên guhertî, di derheq jiyan û xebata siyasî ya Hisên Ewnî de nivîsîne. Helbet hizrên wan li gor bîrûbawerî û berjewendiyên wan in. Her yek ji wan li gor xwe di derheq Hisên Ewnî de dinivîse, şîrove û rexne dike.
Ji bo wî tê gotin: Ew di meclîsê de çalakvanekî aktîv, demokrat û siyasetmedarek cesûr yê li dijî Mistefa Kemal û kemalîstan bû. Di meclîsê de bi navê gruba duyan grubek muxalif damezirandiye û yek ji serkêşên grubê bûye. Ji ber van taybetmendiyên wî kemalîstan nehiştine ew cara duyê bê hilbijartin.
Lê ne gotine, Hisên Ewnî rêvberekî kurd bû. Berovajî hertim hewil dane wî wek çalakvanekî demokrat yê tirk nîşan bidin.

Dewama nîvîsê
Dokument 2.
Pirsa Kurd
Hisên Ewnî