Dijwariya (wehameta) ku zimanê kurdî dijî
2020-02-19 12:19
Şemşettîn Işikli

Têkiliya di navbera zimanê kurdî û zimanê tirkî de ne tenê têkiliyeke serdestî û bindestiyê ye. Rewş kûrtir û xeternaktir e. Gava ku mirov wek kurdekî/e azad û bi mejiyekî zelal baş bala xwe bideyê dê mirov bibîne ku şerekî xedar di navbera zimanê kurdî û zimanê tirkî de heye û dimeşe. Bi rastî zimanê kurdî tenê xwe diparêze û li ber xwe dide lê zimanê tirkî vî şerî bi awayekî hovane didomîne. Ya tirsinaktir jî ew e ku roj bi roj û bi lez û bez zimanê kurdî hemû amûret(navgîn), destek û mertalên xwe yên xweparastin û liberxwedanê yek bi yek winda dike.

Gava ku em bi tevayî li meseleya kurd, kurdî û Kurdistanê nenêrin û bi tevayî Sîstema Serweriya Tirk nenasin, nenirxînin em ê baş nekarin arîşeya zimanê kurdî jî li Bakurê Kurdistanê bihêjînin û bizanin.

Sîstema Serweriya Tirk ya ku ne meşrû û derqanûnî ye, ji bo domandina desthilatiya xwe sazî avakirine. Di hemû warên jiyanê de saziyên wê hene û gava ku hewce dibîne yên nû ava dike. Du celeb saziyên wê hene; yên zorker: artêş, hêzên ewleyî, cendirme, qereqol, dozger, dadgeh, girtîgeh in. Û yên îdeolojîk: sîstema perwerdeyî; dibistan û unîversîte. TDK û TTK saziyên taybet in. Dezgehên Ragihandinê yên Girseyî, sînema, şano û saziyên muzîkê, rêzefîlm. Diyanet û mizgeft. Û hemû saziyên qaşo sîvîl yên bi sîstemê ve girêdayî.

Û saziyeke herî giring û bibandor zimanê tirkî ye. Hemû saziyên sîstemê hem yên zorker û hem jî yên îdeolojîk ji bo îmhaya zimanê kurdî li sahayê ne. Hebûna kurd, kurdî û Kurdistanê ji bo vê sîstemê meseleya bekayê ye. Ew, vê hebûna xwe li ser heft dirûşmên ‘yek’iyê ava kiriye û wê ‘yek’iyê ji xwe re kiriye meseleya man û nemanê. Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ziman, yek dîn, yek mezheb û yek ala. Hedefa van hemû dirûşman tenê tunekirina rasteqîniya kurd û Kurdistanê ye.
Ji ber wê jî Sîstem bi hemû saziyên xwe ve neteweyê kurd, welatê wî Kurdistan û zimanê wî dorpêç kiriye, hem ji derve de û hem jî ji hindur ve li hember êrîşeke hovane didomîne.
Bêguman ev kar hemû bi darê zorê û bi medotên endezyariya civakî tên kirin. Hin saziyên Sîstemê bi profesyonelî li ser jenosîda zimanê kurdî dixebitin, serê xwe diêşînin, ji hemû îlmên heyî îstifade dikin, hin akademîsyenên wan li ser vê meseleyê wek profesyonel wezîfedar in.

Îcar em bala xwe bidinê ka îro di nav civaka kurd de bi çi awayî ev asîmîlasyon di dewrê de ye û çawa dimeşe:
1- Bi giştî civat, bi taybetî jî qîz û dayîkên kurd yên ciwan pişta xwe dane zimanê xwe, bi tavayî, di jiyana xwe de bi kar naînin û bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin.
2- Siyaseta kurd bi tirkî siyaset dike û di gel Sîstemê bi tevayî bûne sedem ku ciwanên kurd zimanê tirkî bi kar bînin.
3- Derûniyeke wisa afirandine ku di civateke kurd de bîst kes hebin lê yek kes bi kurdî nezane zimanê wê civatê dibe tirkî. Û ev jî li ser navê ‘rêzgirtinê’ tê kirin. Ew wî kesî pir giring dibînin lê zimanê kurdî û civata kurd ne giring e.
4- Esnaf û bazirganên kurd li her derê zimanê tirkî bi kar tînin.
5- Êdî gundî û rêncberên kurd jî dest pê kirine di têkiliyên xwe de bi bajariyan re tirkî diaxivin.
6- Û pir ecêb e ku bapîr an dapîr jî bi hinceta ku ew jî hînî tirkî bibin bi neviyên xwe re tirkî diaxivin.
7- Dîsa pir ecêb e yên ku hay ji giringiya bikaranîna zimên hene wê giringiyê jî bi zimanê tirkî îfade dikin.
8- Ecêbiyeke din jî ew e ku hin nivîskarên kurd ku bi kurdî dinivîsin û xwe pê qure dikin, lê di jiyana xwe ya rojane de zimanê tirkî bi kar tînin. Û hwd. Ecêbî zehf in.

Pêvajo ber bi tunebûn, îmhabûn an jenosîdê ve diçe. Yan em ê bi fîzîkî ji navê rabin an jî ku em bê ziman man, êdî em ne kurd in lê ‘qurbaniyên’ Sîstemê ne.

Çareserî an ji bo çaresiyê rê û rêzik çi ne?

Yek rê li ber me heye; ew jî ‘biryardayîn’ e. Divê ku em biryarekê bidin ji bo mayîn an nemayînê. Bê biryar hemû gotin, teorî, analîz, şîret mîret, gil û gazind û tewsiye beredayî ne. Biryar!

Ji bo biryardayînê pêvajoyeke xwe amadekirinê lazim e. Ji bo vê hin têgihên watedar dikevin dewrê. Çi ne ev têgih?

1- Dirustî: Di serî de, divê mirov li hember xwe, ji xwe re dirust be. Dirustî ew e ku mirov xwe nexapîne bi çavekî rast li xwe binêre. Û dîsa divê ku mirov li hember zimanê xwe dirust be. Ev dirustî jî ew e ku mirov têkiliya xwe bi zimanê xwe re rast bihêjîne. Ka em bi zimanê xwe re çiqas li hev in û xwedîtî li zimanê xwe dikin. Gava ku ev dirustî tune be û çênebe, kifş dibe ku êdî mirov ji dest çûye û Sîstem bi ser ketiye. Heta ku em di dil û mejiyê xwe de SST nasnekin û têk nebin em ê nikaribin li hember xwe dirust bin.

2- Hezkirin: Sîstemê bi metodên cur bi cur hezkirina me ji bo zimanê me sist kiriye. Bi her awayî lê xebitiye ku em ji zimanê wan hez bikin. Hezkirina ji zimanê tirkî revîna ji zimanê kurdî ye. Em mecbûr in lê bixebitin hisên xwe yên hezkirina zimanê xwe ji nû de tesîs bikin, xurt bikin û di mejiyê xwe de cî bikin. Hezkirin enerjiyeke bêpîvan di giyanê meriv de hişyar dike û diafirîne. Hezkirin çiqas zêde bibe ewqas jî zêdetir dibe û berbelav dibe. Hezkirina ji bo bikaranîna zimên bingeheke esasî ye. Û divê ku em di vê bihêzkirina hezkirinê de ji hev re bibin alîkar. Hezkirin ewqas enerjiyeke biquwet e ku van têgih û hisên pêwist di nav rûhê mirov de ji nû de çêdike û geş dike:

a- Hestiyarî: Gava ku hezkirina me bi zimanê me re giha dereceke asayî di nav giyanê me de hîsa ‘hestiyarî’yê xwe dide der, hestiyarî bi hezkirinê di hindurê me de tijî dibe û xurt dibe û divê em hestiyariya xwe ji bo zimanê xwe gurtir bikin. Ji bo me hestiyariya rastîn ew e ku em bi kurdî hest bikin. Hestiyarî jî çiqas gur bibe ewqas jî gurtir dibe. Ya giring ew e ku em dara hestiyaryê di rûhê xwe de daçikînin û xwedîtî lê bikin. Êdî ew me dibe cihekî.

b- Berpirsiyarî: Di van şertên xirab de jî divê ku em xwe li hember zimanê xwe berpirsiyar bihesibînin. Û ev berpirsiyariyeke giran û dîrokî ye, meseleya man û nemanê ye. Helbet dîsa hezkirin e ku di mejiyê me de hîsa berpirsiyariyê cî bi cî bike. Divê ku em hîsa berpirsiyariyê di hemû giyanê xwe de bihewînin û geş bikin. Ya ku me li ser piyan bihêle, ya ku kesaniya me bihêz bike, hilgirtina hîsa berpirsiyariyê ye. Hilgirtina berpirsiyariya li hember zimanê xwe têkoşeriya herî rasteqîn e.

c- Eleqe/Peywendî: Dîsa ev hezkirin e ku peywendiya mirov bi zimanê mirov re çêdike û didomîne. Têkiliya mirov bi zimanê mirov re têkiliyeke bingehîn e. Ev têkilî ye ku mirov bi zimanê xwe re, bi çanda xwe re, bi dîroka xwe re û bi kesaniya xwe re lihevhatî be. Ev têkilî ye ku mirov zindî bimîne û têbikoşe. Ev têkilî ye ku mirov bi miletê xwe re lihevkirî be. Ev têkiliya bi zimên re ya di jiyanê de kesaniyeke rastîn diyariyê me dike.

3- Hêvî: Têgiha ‘hêvî’yê ew hêz e ku mirov bikare ji erdê rabe û li ser piyan bimîne. Ew hêz e ku mirov bikare ber bi asoyeke ronî ve bimeşe, ew hêz e ku mirov bikare di tarîtiyê de jî bi pêş keve. Hêvî jiyan e, jiyan ziman e.

4- Bawerî: Bawerî azadî ye, bawerî sexwebûn e, bawerî kesaniya mirov bixwe ye. Bawerî domandina hebûna mirov e. Bawerî yekîtîyeke esasî di mejiyê mirov de ye. Ew e ku mirov dike însan, însan jî ew e ku bi xwe, bi zimanê xwe, bi welatê xwe û miletê xwe bawer be û ew bawerî tucar kêm nebe û zêdetir be. Bawerî.


Werin em van hestên pîroz yên ku di nav me de hene xurtir bikin û biryara xwe bidin.

Encam

Gotina dawî ‘biryardayîn’ e. Biryardayîn nîvê serketinê ye. Qadroyên Pêlkurdê vê biryarê dane. Biryar dane ku dê bi zimanê neteweyî bijîn, li zimanê xwe xwedî derkevin, di her warê jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin. Biryar dane ku dê heta dawiyê ji bo ziman û axa xwe têbikoşin.

Hezker û alîgirên Pêlkurdê jî xwediyên vê biryarê ne.