DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
2019-08-25 21:18
Fuat Önen

Di siyaseta Kurdistanî de tengeparçeyî û tengepartîyî serdest e. Ev nahêle ku em van derfetên şerê cîhanê ji me re vekiriye bi kar bînin û sûd jê wergirin.

Li Başûr parlamana me heye, hikûmeteke me heye, lê siyaseteke me ya serxwebûnxwaz û yekgirtî nîne.

Şengal parçeyeke ji dilê Kurdistanê ye û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê jî cîyekî stratejik e.
PKKê li Şengalê dewreke xerab lîst. Di ser dewleta Iraqê re kete wir û serwerîya Hikûmeta Başûr qebûl nekir, ya Bexdayê pejirand.

Têkilîyên ENKS û bi taybetî yên hin partîyên ENKSê yên bi Tirkîyê re xeternak e û divê dawî lê bê anîn û şefaf bivin.

Têkilîyên PKK-PYD yên bi dewletên dagirker re yên veşirî xeternak in û rê li manipulasyona dewletên dagirker vedike.

Pirs1. Tu wek siyasetmedarekî Kurd, rewşa kurdan ya di nav nakokîyên cîhanê da çawa dibînî?

Bersîv1. Nakokîyên cîhanî ji bo çareserkirina Kêşeya Kurdistanê derfetên mezin derxistiye holê. Bi têkçûna Yekîtîya Sovyetan Nizama Cîhanê jî têk çû. Cîhan ji xwe re li nizameke nû digere. Ev lêgerîn wek avabûna “Nîzama Koma Miletan” û “Nîzama Neteweyên Yekbûyî” di ser şerê cihanê re dimeşe. Em vê lêgerînê dikarin weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav bikin. Piraya dewletên heyî an di nav şerê cîhanê de an jî piştî şerê cîhanê ava bûnin. Çareserkirina kêşeya Kurdistanê jî dewletbûyina Kurdistanê ye. Gîyanê vê demê banga yekîtî û serxwebûna Kurdistanê li Kurdistanîyan dike. Mixabin ev bang di nav sinifa siyaseta Kurdistanê de olan nade û hemberîya xwe nabîne. Nakokîya me jî ev e. Di siyaseta Kurdistanî de tengeparçeyî û tengepartîyî serdest e. Ev nahêle ku em van derfetên şerê cîhanê ji me re vekiriye bi kar bînin û sûd jê wergirin.

Pirs2. Ji aliyê diplomasiya sîyasî ve tu rewşa başûrê Kurdistanê çawa dibînî?
Bersîv2. Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û yekgirtî nîne. Ne sîyaseta Herêma Başûr lê sîyaseta partîyên me yên Başûrî heye. Ev 20 sal in Başûr li ser hevkarîya qaşo stratejik ya PDK û YNKê tê rêvebirin. Mixabin di serdema referandûma serxwebûnê de û pişt re jî bi hicûma Dewleta Iraqê û çeteyên Heşdi Şahbî hate fahmkirin ku hevkariyeke stratejik ya serxwebûnxwaz nîne. Nuha jî rêveberîya Başûr di esasê xwe de bi destê van her du partîyên me dimeşe. Lê YNK 3-4 parçe ye û ne xwedî helwesteke yekgirtî ye. L,i dijî 4 dewletên dagirker em siyaseteke hevpar li gel parlamento, hikûmet û partiyên me yên siyasi nabînin. Heman tişt di têkilîyên bi dewletên zirhêz jî re nîne. Her partî xwedî siyaseteke partîyî ye û ev tengepartîyîtî rê nade siyaseteke netewî û Kurdistanî ava bive. Parlamentoya me bê fonksiyon maye. Ji xwe rêvebirên partîyên me tenezul nakin bivin parlamenter.

Ya herî kambax ev helwestên tengepartîyîtî û bi dagirkeran re li hev, bûn sedem ku Serokatîya Herêmê ji holê rabe. Ku di serokatîyê de du hêjayên me yên wek Mesûd Barzanî û Qosret Resûl hebûn û ev her du ezîzên me lehengên Referandûma Serxwebûnê bûn. Di van şerd û mercan de diplomasîyeke bi rêk û pêk xeyal e.

Pirs3. Gereke kurd çi biken ji bo rêkxistnê û çawa û kî rêberiya wan bike?
Bersîv3. Divê Kurd bi xwe bawer bin û di vî Şerê Cîhanê yê Sêyem de yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ji xwe re bikin mijara mayin û nemayinê. Bê vê hedefa stratejik em nikarin bivin kirdeyê sîyasî. Divê yên li ser vê hedefê bin, bi lezgînî yekîtîya xwe pêk bînin û cudahîya xwe ji hêzê qaşo Kurdistanî û ne serxwebûnxwaz zelal bikin. Hemû awayên têkoşînê yên li dijî dagirkerîyê ji bo me rewa nin. Divê rêveberên me yên siyasi dev ji çîrokên aştîyane berdin. Şerekî demdirêj li pêşîya me ye. Me şer li ser kesî ferz ne kiriye. Çar dewletên dagirker bi armanca ji holê rakirina rasteqînîya welat û miletê me şer li ser me ferz kirinin.

Dema rêveberîya takekesî û heta takepartîyî derbas bûye. Pêdivîya me bi rêveberîyeke hevpar, kolaktiv heye. Bê gûman di vê tarza rêveberîyê de jî serok û pêşavayên me wê hebin. Lê êdî tarzeke nû pêwîst e. Ev tarz divê berî her tiştî ji çavdêrîya miletê me re vekirî be. Şefaf û zelal be. Radîkal be û Kurdistanî be. Ango em zanibin ku têkilîyên me yên bi Îran, Iraq, Tirkîye û Surîyê re çinin. Û hek têkilîyên partîyên me bi dewletên dagirker re hebin, divê em zanibin û karibin kontrol bikin.

Pirs 4. Tu rewşa Şingalê çawa dibînî?
Bersîv 4. Şengal parçeyeke ji dilê Kurdistanê ye û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê jî cîyekî stratejik e. Ji ber vê yekê ye ku hemû dewletên cîhanê rasterast an îndîrect di wir de ne. Sedema têkçûna Şengalê ya esasî û derveyîn ev e. Îran, Iraq, Tirkîye û ji dûr ve jî Amerîkî, Rûs û Îsrael di wir de ne. Sedema hindurîn jî pêşbazîya jêrdesthilatîyê, PDK û YNKê ya siyasi û tunebûna artêşeke neteweyî ye. Dema Heyder Şeşo ji alîyê PDKê ve bi tohmeta xiyanetê hate desteserkirin YNKê got ku ew endamê komîteya me ya navendî ye û ji darizandinê hate rizgarkirin. Û hêzên çekdar yên bi wî ve girêdayî bûn, qaşo bûn pêşmerge, lê her bi dewleta Iraqê re man.
PKKê li Şengalê dewreke xerab lîst. Di ser dewleta Iraqê re kete wir û serwerîya Hikûmeta Başûr qebûl nekir, ya Bexdayê pejirand. Li Şengalê bû weke karteke Îran û Iraqê. Şik tuneye ku di karesata Şengalê de fedakarîya PKKê li derveyî van rexneyan e. Weke encam li Şengalê çareserî berpirsiyarîya parlamento û hikûmeta Başûr e. Hek sîyaseteke hevpar û Kurdistanî pêk bê çareserî ne dijwar e. Divê parlamentoya Kurdistanê li gor taybetmendîyên Şengalê tarzeke rêvebirinê ya taybet jî gengeşî bike.

Pirs 5. Pêdivîyên kêşa rojava ya di navbera PYD û ENKSê de çawa tê çareserkirin?
Bersîv 5.
1- Divê ENKS û partîyên ku ENKS ava kirine qebûl bikin ku di sala 2011-12an de xwe ji şer re amade nekirin û şer nekirin, ev siyaseteke şaş bû. Ew partîyên me yên ku di wan salan de bi çîrokên aştîyane mijûl bûn û digotin dema şerê çekdarî derbas bûye; dema ku hatin başûrê welatê me dest bi perwerdehîya leşkerî kirin, ev nakokîyeke mezin e û divê vî hesabî bidin gelê Rojava.

2- Têkilîyên ENKS û bi taybetî yên hin partîyên ENKSê bi Tirkîyê re xeternak e û divê dawî lê bê anîn û şefaf bivin.

3- Divê PYD dev ji avakirina partî-dewletan ya li quncikan berde û siyaseta xwe li ser axa xwe pênase bike.

4- Bi navê Bakurê Sûriyê welatek an miletek nîne. Lê bi navê Rojavayê Kurdistanê heye û parçeyek ji Kurdistanê ye. Bakurê Sûrîyê projeya Amerîkîyan e. Hek pêwîstî bi beşdarbûna vê projeyê hebe, divê ev tevlêbûn bi yekîtîya TEVDEM û ENKSê be û ji Amerîkîyan garantîya yekîtîya axa Rojavayê Kurdistanê û statuyeke serbixwe an konfederal bê xwestin.

5- Têkilîyên PKK-PYD yên bi dewletên dagirker re yên veşirî xeternak in û rê li manipulasyona dewletên dagirker vedike. Divê ev têkilî di çavdêrîya miletê me de bin û şefaf bin.
6-Li Rojavayê Kurdistanê pêwîstîya me bi stratejîyeke hevpar û serbixwe heye ku ev stratejî yekîtîya Başûr û Rojava jî ji xwe re bike armanc. Rizgarkirina Efrînê jî divê armanca herî rojane be. Bi sedem ku Efrîn ji bo Rojava jî ji bo yekîtîya Başûr-Rojava jî sengerekî stratejik e.