Sergey Klimovskiy ” Rûsya li Sûriyê dest şerê bi Trirkiyê re kir” 15.10.2019
2019-10-16 12:57
Fewzî Namlî

Operasyona nuh a ji teref Erdogan li Suriyê hatiye destpêkirin, sê encamên gelekî intressant-balkêş henin.
Yekem - Erdogan, Kreml (Rûsya F.N.) tuşî hilbijartinek-tercîheke aloz kiriye: An Kireml dê temaşe bike, bê artêşa Tirkiyê û hevalbendê wê artêşa azad a Sûriyê çawa rojhilatê Firatê dagirdikin, an jî dê şerê wan bike.
Duyem – Erdogan kurdên Sûriyê tuşî hilbijartin-tercîhekê kiriye: Kurdên Sûrîyê an dê şoreş û demokratî (terefê Tirkiyê hilbijêrin F.N), an jî Esed û autokratîyê (terefê Suriyê F.N.) tercîh bikin. …
Sêyem – Erdogan bala cîhanê gişî kişand ser pirsgirêka ku kurd ji dewleta xwe bêpar in. …
Dinamizma rûdawê weha ye: du xalên ewilî evara 13 oktobrê diyar bû, ya sêyem di rengê Kurdistana serbixwe hîn di rê de ye, lê ew dê di demek nêzîk de diyar bibe.
… Rûsya çar rojan bomberdumanên xwe li ser Idlîbê rawestand. … Bi dengdayina dijberî û bertekên dewletên cîhanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê, 12 oktobrê Kreml fêmkir ku tenê bi mahkûmkirin û axaftinên li dijî Turkiyê wê ti encaman bidest nexe.
13 oktobrê artûşa Rûsya û Sûrîyê bajarê Minbicê dorpêçkirin û ragîhandin ku ew dê pêş de derbasî Kobanê bibin. Li moskov biryara ne ku bi şêweyek pasîf li tevgera şer a Tirkiyê temaşevan bin, berovacî wê şerekî sînordar a bi Tirkiyê re hate qebûl kirin.
Di rojên nêzîk de Rûsya û Tirkîyê dê nexwazin di konfkîktek vekîrîkevin, lê ne fakteke ku karibi biserkevin.
Di nav Rûsya û Tirkiyê de, li gor nexşeya ”zon-herêma aram” a ji teref Tirkiyê de hatiye qebûl kirin û peymana nehênî ya di nav Tirkiyê Rûsyayê de lihevkirinek li ser parvekirina Minbicê heye. Belam di vir de niqteyek minaqeşebar heye: tirk naxwazin navenda bajarê Minbicê bidin Rûsan û îdîa dikin, ku li gor peymanê navenda Minbicê dikeve nav tixûbên ”Zona Aram”.
Bi rexmê Arêşa Tirkiyê di 14 oktobrê de ragîhand ku ew û artêşa azad pêkve dê têkevin navenda Minbicê, Artêşa Rûsya û ya Sûrîyê pêkve bajarê Minbicê dorpêçkirin û rê nedan artêşa Tirkiyê derbasî navenda bajêr bibin.
… Moskwa bi dorpêçkirina Minbicê Erdogan testkir-ceriband û tercîha xwe kir. … Anha dora Erdogan e. Şerek di nav artêşa azad û artêşa Sûrîyê misoger bûye.
Gelek sedem henin, ku Moskva dixwaze Minbic bi hemû buhayan di destxwe de bigre. Hemû reyên di ser çemê Firatê re diçin deverên kurdan di ser Minbicê re derbas dibin. … ji bo wê şerek ji bo serweriya ser Minbicê di nav Rûsya û Turkiyê de misoger e. Ji bilî vê Rûsya divê ji bo karibê Carablûsê (ji teref tirkan tê kontrolkirin û reya herî kin di ser Cerablûsê re diçe Kobanê)) bidest xe divê bi tirkan û artêşa azad re şer bike. …
Erdogan ne bi dil û îrada xwe, bonusek-diyariyek mezin daye, ne tenê kurdên Sûriyê, herweha hemû kurdan. Referanduma serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017ê ji bilî Israil û Kuweytê ti dewletan nepejirand û cîhan kurd û pirsgirêka wan jibîrkir. Erdogan naşibe kesekî ji bo dewleta Kurdistanê mucadele dike, belam, anha bi saya serê Erdogan kurd ji nuh de ket bal û bîra tevaya cîhanê. Vê carê cîhan, kurdan mahkûm nakin, berovacî rahmê ji wan re dixwazin. Pirs ev e: gelo hemû partiyên kurd karin vê derfetê bikar bînin”.

Сергей Климовский: Россия начала войну с Турцией в СирииМежду Москвой и Анкарой, судя по карте "Зоны безопасности", представленной Турцией, есть тайное соглашение о разделе района Манбидж. Но в нём есть один спорный пункт – турки не согласны передать россиянам сам город Манбидж – на карте он и окрестности значатся в их "Зоне безопасности"
15.10.2019 // МНЕНИЯ, ВОСТОК