BI PERSPEKTÎFEKE SERXWEBÛNXWAZ TÊKILİYÊN KURD Û TIRKAN 2

BI PERSPEKTÎFEKE SERXWEBÛNXWAZ TÊKILİYÊN KURD Û TIRKAN 2

Pirs û bersîv

Serxwebûnxwazî û otonomîxwazî

Lê dubare dibêjim ji bo şerê rizgariya millî, tarza siyaseta asayî serxwebûnxwazî ye. Li her deverê cihanê siyaseta rizgariya millî sê rêzik e. Em milletek in, welatê me heye, ev millet li vî welatê dê bibe dewlet. Tarza asayî ev e.

Di 1945’an de çi bû? Piştî nîzama cihanê ya yekem konferansa Parîsê ava bû. Peymana Lozanê çi kiriye? Yek; Kurdistan parçe kiriye. Dudu; mafê dewletbuyîna kurdan xesp kirine. Yanî bo ereban, bo her malbeteke ereban î mezin dewletek ava kirine li gor berjewendiyên xwe. Bo ehlên Tirkiyeyê wê çaxê milletekî tirk jî tune ye, Komara Tirkiyeyê ava kirine. Dor hatiye ser Kurdistanê, gotine mafê wan ê dewletbûyînê tune ye.

Heta dawiya şerê cihanê yê duyem, siyaseta kurd bi hêvî bû ku ev şer, nîzama piştî vî şerî, ew ê hebuna milletê kurd mafê dewletbûna wê jî ,bibîne nîzama cihanê.

Le piştî peymana Potsdamê û avakirina Neteweyên Yekbûyî, hat famkirin ku vana ne neteweyên yekbûyî ne, ya ewilî jî ne koma milletan bû, koma dewletan bû, vana jî dewletên yekgirtî ne.

Wer analîz dikim ku siyaseta kurd got em nikarin şerê cihanê bikin. Van her çar dewletên heyî hevalbendên wan ên cihanî jî hene. Heya sala 1990’an çar dewletên dagirker hebûn li Kurdistanê, Tirkiye endamê Natoyê bû, Îran hevalbendê Natoyê bû, Îraq û Suriye jî hevalbendê sovyetê bûn.

Kurd û Kurdistan, û ev dewletên dagirker tu carî bi tena serê xwe nemane. Her dewlet hevalbendê wan li cihanê hene, dewletên pişgirê wan hene. Wer qeneet dikim ku ji ber wê, siyaseta netewî ya kurdistanê, gavekê bi şûn da avêtine û gotine di hindur dewletên heyî de hebûna milletê xwe, ziman û dîroka wan biparêzin.

Referandûm

Taleba serxwebûnê, li hember dinyayê, li hember dewletên cihanê du aliyê wê hene. Aliyekî jê, em dibêjin ku ev sîstema dewletan ya cihanî mafê dewletbûna me xesip kirine. Vê biguherin, ev neheqî ye. Milletek 50 mîlyon nifûs, 500 hezar kîlometre çar koşe axek wê heye û bêdewlet 1e. Em ji nîzamê re îtiraz dikin. Em dibêjn ku ev nîzama we zulmê li me dike.

Aliyê dinê, em dibêjin di hundir vê nîzamê de ji me re cî veqetînin. Em jî wek dewlet werin tevlî vê sîstemê bibin, em jî derkevin ser  dika dîrokê.

 Dewletên heyî, li gor berjewendiyên xwe dimeşin. Anha nîzameke cihanê jî tune ye. Yanî li gor qeneeta min salê ji 1990’î vir de  esasen şerê cihanê yê sêyem li dar e.

We çaxê kî li dij derket? Her çar dewletên dagirker zaten  pêşin li dij in. Ji dewletên Rojava yê bi tundî li hember derket û plangerî kir, Brîtanya ye Îngiltere ye. Îraq weke mandaya Îngilîtêreyê hatiye avakirin, dewleta Irakê.

Ev dewlet neft, gaz û sirûştiya wê derê weke malê xwe dibîne. Divê xwedî nifûz be di nav Îraqê de.

Emerîkiyan cesaret nedikirin. Berjewendiyên van dewletan tu nebînî, nebî bersîv ji wan berjewendiyan ra, ev dewletna tu carî piştgiriya dewletbûyina te nakin. Ev jî wezîfeya sinifa me ya siyasetê ye. Ku siyaseteke derveyîn a piralî bimeşînîn.

Wê çaxê jî em dizanin, heta hefteyeke berî referandûmê jî, terefên Kurd li ser referandûmê li hev nekiribûn. Feqet di nava gel de coşeke mezin çêbû. Partî Demokrat Kurdistan û Mesûd Barzanî bi awayekî referandûm li ser grupên din ferz kirin. Di hindur Yekîtiyê de terefdarê referandûma serxwebûnê hebûn. Weke Nijmeddîn Kerimî, weke Xusret Resûl, weke Melle Bextiyar.

Lê baskê esas ên bi rê ve dibe, Bafil Talabanî û zarokên Şêx Cengî, nedixwestin referandûm çêbibe. Piştî ku coşeke mezin derket holê, êdî nema dikarîbûn li hember referandûmê derkevin. Kek Mesûd çû Silêmaniyê, li wira temama partiyan ji referandûmê re gotin erê. Netîce referandûm li dar xistin. Referandûm bi ya min îro jî karekî baş e. Ez nabêjim çêkirina referandûm tiştekî şaşe, tu şaşî kirin, referandûm çêkirin.

Wek nimûne her kes jî ji hev dipirsin, dibêjin: Kurd çi dixwazin? Êdî referanseke me heye. Ji sedî 73 çûn ser sindoqan, ji wana ji sedî 93 gotin em dewleteke serbixwe dixwazin.

Ev referanseke cîddî ye. Feqat li gor vê gava mezin amadebaşiyên baş nehatin kirin. Yanî piştî referandûmê 20 rojî ez dibêm qey çeteyên Heşdî Şabi û Artêşa Iraqê hucûm kir.

 Di wê hucûmê de me dît ku sinifa me ya siyasetê qasî girîngiya vê gavê, amadebaşî nekirine.

Yanî yek jê, artêşa Îraqê ji Bexdê bi rê ket û heya gihaşt Kerkûkê, tûşî tu hucûman nebû. Wek ku li kolanan bimeşin hatin ketin Kerkukê. Halbûkî sinifa siyasetê divê tedbîr bigirta. Bi rê de şerê partîzanî li dar xistibûna. Ew tune bû.

Di şerê cepheyan de em nikarin zora tu dewletan bibin. Vêya qaîde ye. Dewlet, xwedî sîlehên mezinin. Tanqên wan, têyarayên wan û têyarayên bêfiroke henin u fuzeyên wan hene. Yên di destên kurdan de bêtirîn sîlehên sivik in. Vê taliyê çend fuze, di destên Başûriyan de hebûn.

Lê wan xwest şerê cepheyî bidin li hember hucûma Îraqê.  Nikaribûn. Terefê Yekîtiyê beşek jê, yanî ez nabêjim temama Yekîtiyê ew kar kir. Bi sedem kadroyê Yekîtiyê Nijmeddin Kerîmî û Qusret Resûl li kolanê Kirkûkê şerê dagirkeran dikirin. Pêşmergeyên di wan şeran de hatin kuştin, hema tu bigire pirê wan, pêşmergeyên YNKyê bûn.

Lê Bafil wan xuya ye di ser Îngîltereyê re bi Bexdayê re lihevkirinek pêk anîn, şer qediya. Ew lihevkirin nebûya jî, di şerê cebheyê de em nikarin zora dewletan bibin.

Niha li Kurdistanê tarza şerwaniya klasîk, şerê partîzaniyê ye. Li çîyayan an ji li bajaran tu veşartî yî û derbekê li dijmin dixî û vedigerî. Başûrê Kurdistanê ev merhale li pey xwe hiştiye. Başûrê Kurdistanê êdî axê diparêze. Ekonomiyekê bi rê ve dibe. Mûçeyan belav dike. Dewletekê bi rê ve dibe.

Madem ku biryara referandûmê hat dan û dihat zanîn ku Îraqê dê vê qebûl neke. Bi sedem Emerîka, Birîtanya, Fransa û tev nûnerên neteweyan yekbûyî, ji Mesûd Barzanî re gotin: yek, referandûmê taloq bike. Dudo, tu taloq nakî li axa niqaşbar referandûmê çêneke. Heger Tu van herdu pêşnîyara nekî, dewleta Iraqê hucûmî te bike, em qariş nabin.

Ew tehdîdek bû ku tu van herduyan nekî, em ê rê bidin dewleta Îraqê û ew dê wê werin hucûmî we bikin. Dihat zanîn ku ev dê bibe. Di wan şertan de tiştê em dikarin bikin, şerê bajaran e. Yanî wê çaxê 40 hezar pêşmergeyên Yekîtiye û bawer im 6 hezar yan 10 hezar pêşmergeyên Partiyê di cepheyê de bûn.

Pencî hezar pêşmerge daketina nav bajarê Kerkûkê. Stendina bajarê Kerkûkê dê ne werê bi hêsanî bûya. Wa ye Gaze ya Flîstînê li ber me ye. Teknolojiya Îsraîlê ji ya Îraqê qat bi qat zêdetir e. Ev dû sal in, nikarin Gazeyê bistînin. Erê berdelên mezin bi wan dan, ji birçîna kuştin, bombebaranan kuştin. Zarok kuştin, vir de û wê de, lê hîn jî Gaze heye. Ew tune nebûn.

Ev xetaya sinifa me ya siyasetê ye. Yanî heman pirsigrêk li Efrînê derket. Dewleta Tirkan 62 rojan hucûmî Efrînê kir, di vî 62 rojî de di cepheyê de berxwedanek hebû, şervanên kurd şerekî bêhempa dan. Ew berxwedan  şikest. Li hember wan vebijêrk şerê bajêr bû. Û bi qasî ez pê dizanim niyeta wan ew bû. Lê ji Îmraliyê talimat hat gotin li hev bikin vekişin. Nekevin nav bajêr.

Yanî tu hedefekê datinî ber xwe, divê li gor wê tu amadebaşiyê bikî. Peyva Lênîn e, dibêje bi serhildanan nêlîzin. Mesela ji bo Şoreşa Oktober, dibêje do zû bû, sibê dereng e, gerek em îro dest dînin ser Seraya Kerenskî.

Em jî divê wer tev bigerin, yanî gavek erênî û bilind bû referandûma Başurê Kurdistanê. Mixabin em tek çûn.

 Nameya Mustefa Kemal ji Şêx Mahmud Berzencî ra

Yanî meseleya Şêx Mehmûdê Berzencî ne tenê meseleya nameyekê ye. Ozdemîr paşa jî şandîn Başûrê Kurdistanê. Ew subayekî tirkan yê têşkilatê maxsûsayê ye. Çend sûbayên asker bi xwe re birin û xwestin navbêra Îngilîzan û Şêx Mehmûd Berzencî xira bikin.

Di wira de problem ne Şêx Mehmûd de ye. Problem Îngilîz in. Yanî serhildana  ewil têk birin û şandin surgûnê. Dûre xwestin wan li hember kemalistan bi kar bînin ji sirgûnê anîn. Şêx Mahmut qraliyeta xwe îlan kir. Îngilîzan hucûm kir. Li dinyayê cara yekem bordimanên hewayî li ser ciyê ku ahalî tê de dijîn, balafirên qraliyeta Brîtanyayê, Silêmaniyê bombebaran kir.

Niha meseleya emperyalîzmê û dijemperyalîzmê, yanî kî bawer dike Tayyip Erdogan, Dewlet Baxçelî li dijî emperyalîzmê ne. Yanî yê Tayip Erdogan aniye kiriye desthilat, emperyalîzma rojavayî ye. Tev Îsraîlê ew anîne. Erdogan ji bona bibe serokwezîr, çûye bi lobiya yahûdiyan re li Ewropayê rûniştiye, piştgiriya wan stendiye û hatiye vê derê.

Siyaseta tirk tu carî ne li dijî emperyalîzmê bûye. Yanî ne dema Osmaniyan, ne dema Mistefa Kemal û ne jî îro. Hebûna van bi sîstema emperyalîst ve giredayî ye. Ji kurdan re dibêjin hûn bi emperyalîstan re dan û sitendinê nekin. Em ê li ser navê xwe û we bi wan re dan û sitandinê bikin. Yanî derdê wan; ku kurd nebin aktorên siyasî. Tu aktorek siyasî û temsîlkarê milletekî bî, tê dîplomasiyê bikî, tê bi dewletê cihanê gişan re têkîlî deynî. Tirk dibêjin na hûn wê nekin, emperyalîst ê we bixapînin. Emperyalîst ji we re dewletê ava nakin. Em ê li ser navê xwe û we, bi wan re bidin û bistînin.

Tehdîda Îsraîlê

Anha tehdîda Îsraîlê derxistine pêş. Yanî hûn dizanin cotmeha salê çûn de, Erdogan di meclîsê de got; wê çaxê hîn Sûriye neketibû, got piştî Lubnanê hedefa Îsraîlê welatê me ye.

Tirkiye endamê NATO ye. Îsrayil jî NATOya rojhilata navîn e. Hebûna Îsraîl bi NATO re gerêdayî ye. Ev her du dê ji bo çi şerê hev bikin.

Qesta Erdogan wî çi bû? Lubnan bişkê Sûriye jî têk here. Li Sûriyê terefê herî birêxistin, şervan û çekdar terefê Kurd in. Kurd li wê derê federasyonekê îlan bikin  dewleteke serbixwe îlan bikin, Îsraîl ê piştgiriya wê bike. Ji ber wê tehdîta Îsraîlê li ser Tirkiyeyê tehdîta Kurdistanê ye. Ne tehdîta Îsraîlê ya raste rast li ser Tirkiyeyê ye.

Heman çîrokê Ocalan jî got. Ji Sirri Surreyya û Pervîn Buldan ra got hay ji xwe hebin, Îsraîlê dê we bide kuştin. Vegeriya ji personelê istîxbarata Tirkan re got Îsraîl nagihêje Îmraliyê ne wisa, ez li vira ewle me. Bo çi van bibêjin?

Wî got. Yanî pê dan gotin, tiştê ku li wir dibêje, ê dewlet dibêje ne dûrî hev in. Dixwazin milletê kurd pabendî Tirkiyeyê bin. Ji bo pabendî Tirkiyeyê bibin dibêjin Îsraîl dijmin e ha, hûn pê ra dan û stendinê nekin. Tu li dîroka Îsraîl û Tirkiyeyê binêrî, Îsraîl di 1948’an de îlan bûye, heya bi sala 1990’î 42 salan Dewleta Îsraîl û Dewleta Tirkiye hevkarên hev ên sitratejîk in. “Sitratejîk ortaklik”, “sitratejîk îtîfak”, di warê leşkerî de, di warê aboriyê de, di warê îstixbaratî de û li hember alemê parastina Tirkiyeyê, Îsraîl dikir. Tirkiyeyê jî Îsraîl diparast.

Têkîliyên wan ji bo çi xerab bûn ji nodî û pêve? Nodî pêve bazikekî dewletê got; nîzama cihanê têk çûye, Rojavayî û Îsraîl ew ê bixwazin Kurdistanekê ava bikin. Ew bazikkê ku hindur arteşa Tirkan de jêra digotin bazikê awrasyayî, di malpera fermî ya sererkana Tirkan de maqaleyeke pesnê xeta Awrasyayî dida hat weşandin. Ev operasyonên “ay işigî” “gun işigi” “ergenekon” “mergenekon” li hember wî baskî çêbûn.

Kê çêkir? Emerîka, Îsraîl, Erdogan û cemaata Fetullah anîn kirin desthilat, xwestin di ser wan re vî bazikê avrasyayî biqedînin. Ji bona Tirkiye wek berê bi Rojavaya re be û endamê Natoyê be. Deh salên desthilata Tayyip Erdogan hevalbendê Îsraîlê bû.

Kengî jî nuh da xera bû? Piştî ku li Misrê darbe çêbû. Yanî destpêka şerê Sûriyê de Qatar, Siûdî û Tirkiyeyê sêrêzek bûn. Di patronaja Amerîkiyan de dixwestin Esad têk bin. Wê çaxê Erdogan difikirî ku li Misrê Îxwan Muslimîn, Şam jî bibe Îxwan Muslimîn, ez jî Îxwan Muslimînê Anqereyê û ez ê mezinê wan bim, di ser vê xeta Îxwan Müslimîn re ez ê li herêmê siyasetek jêr-emperyal bimeşînim.

Feqet li Misrê derbe çêbû û Siûdî û Îsraîliyan piştgiriya derbeyê kirin. Qatar di nabênê de ma. Tirkiyeyê piştgiriya Îxwanan dewam kir. Ji ber wê nabêna wan û Îsraîlê aloz bû.

Berî şerê Hamasê û Netenyahû, Tirkiye û Erdogan ricacî radikirin ji bona têkiliyê wan û îsraîl ji nuh de saz bibe. Yanî tu dijminatiya Tirkiye û Îsraîl tune ye. Dijminatiya Tirkiyê bi Kurdistanê re ye. Li ser îhtimala ku dewleta Kurdistanê Îsraîl dikane piştgîrî bike, di warê konjonkturî de carna  ji hev dûr dikevin. Ne pir xerîb e çend sal bi şûn da dîsa ew û Îsraîl bibin birabavên hev. Bi sedem damezranerê vê komarê, Komara Tirkiyeyê; Kadroyên leşkerî, kadroyên siyasî, kadroyên rewşenbîrî pirê van esilcihû ne. Îsraîl, dewleta Tîrkeyê wek Îsraîla ewil dibîne.

Dibe Kurd jî, li gor berjewendiyên serxwebûna Kurdistanê li cihanê binêrin. Emperyalîstên me Tirkiye û Îran in. Heta ku em van emperyalistna ji welatê xwe dernexin, em nikarin şerê emperyalîzma Emerîkî bikin, a Rûsî bikin, a Çînî bikin. Yanî welatê te binpêkirî be hebûna welat-milletê te neyê naskirin, tê dijemperyalîzma çi bikî? Ew ne dijemperyalîst in, hêzen emperyalîst in. Tenê dixwazin Kurda li dinyayê bêheval, bêîttifaq bihêlin.

Meseleya Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

 Meseleya Başûr Rojavayê Kurdistanê meseleyeke bi problem e. Di 2011’an de dema şerê Sûriyeyê dest pê kir, rêveberiya Başûr, di qampa Siûdî, Qatar û Tirkiyeyê de cih girt. Ew qampa ku li pişt wê  Emerîka hebû. Digotin em ê Esad têkve bibin.

Pêvajoya 2012 – 2015’an jî, ji bo şerê Sûriyeyê hatibû lidarxistin. Wê çaxê jî hedefa wan ew bû ku Başûr û Rojava bi artêşa Tirkan û Îxwan Muslimîn bi hev re şerê Esad bikin. Amerîkayê jî digot Esad gerek demildest here. PKKyê got erê. Feqet ji cepheya Îran, Îraq û Sûriyeyê derneket, di wê bereyê de, dest bi şer kir.

Destpêka şer da Esad jî pişkiriya PYD, YPG’yê kir. Ew şikestek bû, di navbêra Başûr û Rojava de. Rêxistinên me yê Rojava yên ku bi dûre ENKS ava kirin. Wê çaxê gotin dema şerê çekdarî derbas bûye. Em ê bi pêşandana tevgerên sivîl, Esad têkve bibin, gerek em ranehêlin sîlehan.

Vana temam ji Rojavayê Kurdistanê derketin. Hinêk ji wan bi zexta PYD û YPG’yê ji Rojavayê Kurdistanê derketin. Çûn Başûrê Kurdistanê Pêşmergeyên Roj avakirin. Ka dema şerê çekdarî derbas bibû, tu ji bo çi Pêşmergeyên Roj li Başûr ava dikî. Kapasite û qabiliyeteke te yî werê hebû,  tê li Rojava ava bikira, te seha ji PYDyê re vala ne dihişt.

Pêvajoya 2012 û 2015’an ji ber vê têk çû. Yanî PKKê got ez ji cepheya Îran, Îraq, Sûriye dernakevim, şerê Esad nakim. Tirkiye got ez ê vî şerî bidomînim. Piştî darbeya Misrê, min bîska din qal kir, Siûdî jî ji vê bereyê derket. Piştî darbeya Sîsî, Amerîkiyan got em dixwazin Esad here, lê em dixwazin bizanibin kî yê were şûna Esad.

Yanî ew helwesta wan a heya 2013’an, ku Esad gerek demildest here, guherî. Bo çi guherî? Tu li Misrê derbe çêkî, Îxwana ji desthilatê bixî, tu nikarî bêjî bila li Sûriyeyê îjar Îxwan were ser hikum. Wê çaxê terefê herî birêxistin Îxwanî Muslimîn bûn.

Mixabin Başûrî piştî darbeya Misrê jî ji bereya Siûdî û Tirkiyeyê derneketin. Ew ê bê bîra we, di wê navberê de bi Tirkiyeyê re peymaneke neftê çêkirin a pêncî salî. Ê ku xwe, xwediyê vê neftê dibînin hene. Yek jê Brîtanya ye. Nehat hesabê wan, dê bê bîra we, di vê nabenê de tankereke Başûr, tankera neftê, 6 mehan li nav Behra Naverast geriya, kesî nekirî. Taliyê Îsraîl kîrî.Ewê hişt ku Başûr û Rojava şikestek di nav wan keve.

Jixwe ciyê mixabiniyê ye, DAIŞ ji Reqqayê heya bi Ramadî sînorên dewletan ji nav sînorên Erebên sune rakir. Dema DAIŞ sinorên dewleta ji nav Erebên sune rakir, sînorên dewleta Sûriyeyê û Îraqê kurdan diparast. Halbûkî em li dijî van sînoran in. Di vir de rola PKKyê heye. PKK wer fikirî ku li Başûr jixwe, Partî Demokrat Kurdistanê desthilat e, li Rojava jî ew terefterên wan hebin, em ê pir lawaz bibin. Hişê PKKê, ji alîkî hişê dewleta dagirker e, aliyê din jî hişê tengepartiyê ye. Desthilateke millî naxwaze. Temama asoya wê bi desthilata partiya wê ve girêdayî ye. Wan jî astengî derxistin. Deriyê navbera Başûr û Rojava hate girtin.

Di 2015’an de Rêvebirên Başûr di nav vê Pêvajoya de jî bûn. Pêvajoya Îmraliyê ya 2012 heya 2015’an. Perçeyeke wê pêvajoyê cenabê kek Mesûd Barzanî hat Diyerbekir. Şivan bi xwe re anî, Erdogan jî Îbrahîm Tatlises tev xwe anî li wê derê stran gotin.

Vê taliyê îjar, yanî piştî ku rejîma Sûriyê têk çû, Başûrî û Rojavayî bi ser hevde çûn û hatin. Têkîliyên YNK û PKK, PYD ji berê de baş in. Têkiliyên nabêna PDK û PYD yan jî HSD’ê jî çêbûn. Konferansek li dar xistin. Me gişa kêfa xwe pê anî. Rojavayê Kurdistanê yanî li Başûrê Biçûk, 43 partî hene. Temama serhejmara kurdan li wê de 2 milyon tune ye.

Yanî her ji pêncî hezarî re partiyek heye. Ji vana 15 heb di hindur ENKSê de ne û nizanim bîst û çend heb hindur PYNK de ne, çend heb jî li dervêyî her du bereyê ne. Axirî konferensek çêkirin, Mazlûm Abdî, Sipasiya kek Mesûd kir, di avakirina wê konferansê de gelek ked daye. Heyeta kurdî kurdî avakirin. Piştî wê konferansê bi çend mehan.

Feqet anha jî rêveberiya Başûr ji alîkî de piştgiriya Rojava dikin, piştgiriya Başûrê Biçûk dikin. Ji aliyê din jî piştgiriya Pêvajoya Bahçelî û Ocalan dikin.

Yanî Medya Başûr, ji CNN Turk bêtir pesnê Pêvajoya Bahçelî û Ocalan dide. Tu nikarî hem piştgiriya Pêvajoya Bahçelî û Ocalan bikî, hem jî, li Başûrê Biçûk xwedî derkevî. Û vê carê ne tenê PDK, YNK jî, Yekgirtûyî Îslamî jî, piştgiriya Pêvajoya Bahçelî û Ocalan dikin.

Evana û hin partiyên me yên Kurdistanî li Bakur Rojavayê Kurdistanê, dema Pêvajoyê diparêzin, dibêjin ma PKK sîleh berde ne baş e? Em ji bo vê, piştgiriya vê pêvajoyê dikin.

Em jî ji wan re dibêjin ku ev pêvajo ne pêvajoya çekberdana PKKyê ye . Ev pêvajo dixwaze siyaseta kurdistanî teslîm bigire. Rastiya welat û milletê kurdan ji holê rake. Derdê Dewleta Tirkan bi çekdarên Qandîlê re zêde tune ye. Jixwe di vî 8-9 salê dawîn de tu operasyoneke leşkerî li Bakûr Rojavayê Kurdistanê de PKKyê li dar nexistiye.

Berovajî vê jî dewleta Tirkiye, PKK ji xwe re kiriye hincet ku li Başûrê Kurdistanê hinek dibêjin 60-70, hinek dibêjn 100-200 baregahê leşkerî avakirine. Dîsa dewleta Tirkan çekdarên Qandîlê kirin hincet, nêviyê axa Başûrê Biçûk dagir kirin. Efrîn dagir kirin, Serê Kaniyê dagir kirin, Girê Spî dagir kirin. Giş bi hinceta ku çekdarên PKKyê li wir in.

Hedefa vê projeyê ne çekberdana şervanên li Qendîlê ye. Hedefa vê projeyê, yek; di warê fikrî de milletê kurd, siyaseta kurd, bêsîleh bihêle. Dudu; Li Rojavayê Kurdistanê artêşeke kurdan tune be.

Anha çûn û hatina wan û Amerîkiyan de û rewşa Durziyan, rewşa Elewiyan, dewleta Tirkan qayil e ku li wir xweseriyeke herêmî qebûl bike. Tiştê qebûl nake artêşa Kurda ye. Bi sedem dewleta Tirk werê difikire, vana hem Kurd in hem çekdar in. Zû dereng ew ê dawa dewletbûnê bikin. Yanî hedefa vê projeyê ne çekberdana şervanên li Qendîlê ye. Wekî din hedefên wan hene.

Başûr û Rojava, ger bikaribin, vê hucûma dewleta Tirkan a di ser pêvajoya Bexçelî û Ocalan re tê bikaribin bertaraf bikin derfeteke mezin li ber destê wan e.

YNK û KDP naxwazin artêşeke millî ava be

Ne YNK ne jî KDP naxwazin artêşeke millî ava bikin. Artêşên partiyan derfetek mezin e. 100 hezar pêşmergeyê Partî Demokrat Kurdistanê, 100 hezar pêşmergeyên Yekîtiyî Niştimanî Kurdistanê heye. Ger vana laxiw bikin artêşeke Kurdistanî ava bikin, derfeteke mezin ji destê wan diçe. Em ji 1990 de negrin ji 2005 a em bigirin ev 20 sal in. Tu ji kurdekî mekteba seretayî qadandibe tu bipirsî, wê bibêje gerek artêşeke millî be û artêşa partiyan tune be.

Hevalbendên wan Amerîkî, Fransî giş dibêjîn em alikariyê didin we, gerek hûn artêşê bikin yek. Ev 20 sal in nakin. Sedema esasî dev ji berjewendiyên partiyên xwe bernadin. Em zor û zehmetiyên we fam dikin. Van her du partiyan, pêşmergeyên di şerê PDK û YNKyê de hatine kuştin, ji pêşmergeyê ku Seddam kuştine zêdetir in. Seddam bi deh hezaran Kurd kuştine, enfal kirine ev tiştekî dine. Lê wekî pêşmerge, pêşmergeyê Seddam kuştine ne bi qasî pêşmergeyên ku wan ji hev kuştine. Ev zor e zehmet e. Lê axir 20 sal jî demeke pir dirêj e. Yanî niyeta wan hebe dê bikin.

Her carê dilê me xweş dikin. Dibêjin waye Bafil Telebanî û Nêçîr hatin ba hev du mijar guftûgo kirin û meha bê em ê ragihînin artêşeke yekpare. Ev 20 sal in em li benda wan in ku artêşeke yekgirtî ava bikin.

Tu dev ji artêşê berde ya herî sosret jî ji we re bêjim. Amerîkiyan bo Başûrê Kurdistanê gotin em ê hêzeke dijteror ava bikin. Pere, wan da perwerde wan da, sîleh wan da. Gotin bo Başûrê Kurdistanê, hêzeke dijterorê ava bikin. Hêza dijteror dê çi karî bike? Dê hem li Başûrê Kurdistanê hewce bike derveyî sînorê Başûrê Kurdistanê jî ew ê operasyonan çêke.

 PDKyê hêzêk dijteror ava kir, YNKyê hêzek dijteror ava kir. Dema hêza dijteror a partiyekê be, endamê partiyên din dê ji bo çi pê bawer bibe. Tu dev ji endamê partiyeke din berde, dijterora YNKyê ket destê Aras Şêxcengî û Lahûr Şêxcengî, pismamên  Bafil û Qubad in. Bafil beyan da got dijterorê em jehrdadayî kirin. Qusret Resûl got ez jî jehrdadayî kirime. Melle Baqtiyar got ez jî jehrdadayî kirime.

Ê baş e mesûlê vê kî ye? Bafil Telebanî ji dêvla tu dijterora YNKyê ava bikî, tu û Partî Demokrat Kurdistan dijterora Kurdistanî ava bikin. Wê çaxê kes nikare li hember dijberê xwe vana bi kar bîne. Wexta ku polîs ê partiyan be, artêş a partiyan be, dijteror ê partiyan be, ji xeynî endamê wê partiyê, tu hemwelatiyên Kurdistanê baweriya xwe bi wan nîne. Ez li wir bim ez jî baweriya xwe pê nînim, Lê ku bibêjin em dijterora Kurdistanê ne, ez ê baweriya xwe pê bînim. Em hevî dikin, ku ne tenê artêşê bikin yek, yanî berê îqtîsadeke yekgirtî ava bikin.

Anha li Başûrê Kurdistanê îqtîsadeke millî tune ye. Tu ji Zaxo diçî heya Hewlêrê, Tirkiye serdest e li piyaseyê. Tabela beşek wan bi Tirkî ne. Bi sedan şîrketên Tirkan li wir in. Şerîkeyê Tirkan jî tene karê aborî nakin, Em dizanin karê îstixbaratî jî dikin.

Tu ji Hewlêr diçî Suleymaniyê, îjar ên Îranê hene. Yaho hûn êdî  dewlet in. We referandûma serxwebûnê çêkiriye ji bo ku hûn dewleteke serbixwe ava bikin. Heger îqtîsada te ne yekgirtî be, artêşa te ne yekgirtî be, polîsên te, dijterorên te, servîsa te ya îstixbaratê ne yekgirtî be, tê çawa bi dewlet bî.

Niha du servîsên me yên îstixbaratê hene. Yek Zanyar, a din jî Parastin. Zanyar a YNKê ye. Parastin a PDKyê ye. Hema tu bî, tu endamê YNKyê bî, ew ê baweriya te bi Parastinê were. Tu endamê Partiyê bî, ew ê baweriya te bi Zanyarê were. Vêya navê wê îstixbarat e, ji bo millet lazim e.

Yanî ev giş em hevî dikin ku bi hişê dewletê bifikirin. Çareserkirina van kêşeyan ne zor e. Lê gerek ji hişê partiyê derbas bibin.

Kontrolkirina rêyên enerjiyan

Şerê cihanê yê yekê, yê dudiya jî û yê îro ê sisêyan jî, li ser çavkaniyên enerjiyan e û li ser kontrolkirina rêyên enerjiyan e. Îro li dinyê bo rêyên enerjiyê yê cihanê yek, projeya Çînê heye. Dibên Kember û Rê, ji vêya re em dibin rêya Hevrîşim, Îpekê. Yek jî, projeya Hîndistanê heye, em wê jî wek projeya Rêya Baharatê bi nav dikin.

Dewleta Tirkan di van her du projeyan de jî tune ye. Derdê wan ê esasî ew e. Ew dibêjin em di navbêna Rojhilat û Rojava de pir in. Ji Rojhilat çûyîna Rojava gerek di ser me re derbas bibe. Yên ku pir in ne ew in, em in. Ê Rojhilata nezik in, di navbera Rojava û Rojhilat de, Rojhilata nêzîk weke pirekê ye.

Li tenişta vêya, bo Behra Naverast, tirk dibêjin Behra sipî, Misir, Îsraîl, Qebris, Yunanistan û Fransa, projeyeke rêyeke alternatif di bin Behra Naverast de bikişînin, neftê û gaza sîrûştî di ser wê re bibin Ewrûpa. Tirk di vê projeyê de jî tune ne.

Dewleta Tirkan ji bo pêşî li vir bigire, çû hucûmî Lîbyayê kir. Qasasê Qadafî ne ew in. Armanca wan ku vê rêya enerjiyê qut bikin. Bi Lîbyayê rê peymanek îmze kirin û seha wanî bahrê ya Lîbya û Tirkan gihan hevdu.

Niha projeya rêya geşepêdanê ava kirine. Tirkiye, Dewleta Îraqê û Qatar û belkî Îmarat jî tê de bin. Feqet ew çend dijminê Kurdistanê ne, dibêjin em ê petrola Îraqê di wê rêyê de, bînin, bişînin Ewropa; Lê gerek di Başûrê Kurdistanê re derbas nebe. Ew ê di kure derbas bibe? Ew ê di sînorê dewleta Sûriyeyê û Iraqê de derbas be. Lê gerek di başûr re derbas nebe. Bona wê gerek ew rê ewle be. Derdê wan bi artêşa Kurdan ya Başûrê Biçûk re ev e. Li wir artêş hebe, ji bo na ew rê derbas bibe, gerek riza wê artêşê hebe.

Derfeta mezin li hember Başûr û Rojava, Korîdora Silhedînê Eyûbî ye. Tirk ji vê korîdorê re dibêjin korîdora Dawûd. Kurd dibêjin Korîdora Silhedînê Eyûbî. Dema Silhadînê Eyûbî tev apê  xwe Şêrgo çûne Misrê, di wê korîdorê re çûne. Ew korîdor ji başûr û başûrê biçûk dest pê dike di qiraxa Urdinê re digihêje Îsraîl û li wir digihêje Behra Spî.

Eger başûr û başûrê biçûk û her çar parçeyên Kurdistanê bi hişê dewletê bifikirin; ew ê vê korîdorê kontrol bikin. Ev korîdor kontrol bibe, pêwîstiya başûr û başûrê biçûk ne bi dewleta Îraqê dimîne, ne bi Tirkiyeyê dimîne ne bi Sûriyeyê dimîne. Ew ê raste rast di ser Îsraîlê re, petrola xwe û gaza xwe ya sirûştî bibin Behra Spî. Em hêvî dikin sinifa me ya siyasetê, dev ji hişê partiyê û asoyê biçûk berdin. Bi hişê dewletê, hem dinyayê hem haqîqetên Kurdistanê, bi hişê dewletê binirxînin.

Aloziya Kibrisê

Aloziya Kibrisê meseleya rêyên enerjiyan e. Qibris weke dewlet endamê Yekîtiya Ewropayê tev li beşê ku Tirk lê dijîn endamê Yekîtiya Ewropayê ye.

Yekîtiya Ewropa dewleta meşrû dewleta heyî, ya li Lefkoşa heye dipejirîne. Di ser wê re, ewa bo her dewletê di behrê de cî tê veqetandin ya, dibêjin “kita sahaligi” Tirkan digotin Behra Şîn. Wexta ku werê be, Tirkiye di sînorê xwe de di tengasiyê de dimîne. Ji ber wê, berê gotin federe paşê kirin Li Bakurê Kibrisê Dewleta Tirkan. Dixwazin di ser wê re seha xwe ya behrê, seha hewayê fireh bikin.

Îngilîz tê de ne. Fransiz tê de ne. Îsraîlî tê de ne. Emerîkî tê de ne. Alozî dê çawa çareser bibe, em nizanin. Di 1974’an de dema ji aliyê Tirkan ve hat dagirkirin, rêjeya Tirkan ji pêncan yek bû. Yanî ji pênca çar rûm bûn, ji pêncan yek tirk bûn.

Tirk bi operasyona dudu ya ji sisêyan yekê Kibrisê dagir kirin û gotin li vira em ê Dewleta Tirkan ava bikin. Rewşa dewleta Tirkan li her derê zehmet e. Li hev bikin wek camêran, em nabêjin we ji bo çi li hev kiriye. Lê ji Kibrisê du dewlet dernakevin. Dewleta Tirkan jî hîna bi awayekî yasayî Dewleta Tirkî ya Kibrisê nasnekirine. Defakto ye naskirina wan û ji xeynî wan tu kesî, tu dewletên ewên ku dibêjin dewletên tirkî û dewletên mislumanan jî kes nas nake.

Temama wê wek perçeyeke ax e li ser behrê. Qeneeta min de, zû dereng mafên tirkan yê çandî, zimanî ew ê bidin wan, û Kibris ê nebe du perçe. Ji xwe terefê Rum ne bi vê fikriyatê ne. Dewleta Tirkan wan mecbûr dike ku şerê Kibrisê û Yewnanistanê derxin. Esasê wê jî Dewleta Kibrisê jî tev Yewnanistan, Îsraîl, Fransa û Misrê ew rêya enerjiya  behra naverast re derbas dibe ew jî teref in di wira de, li ser wê diştexilin.