Yek rêzîya sîyasî keşaya me yê dîrokî ye. Ji bo rizgarî û serbixwebûna mîletê bindest, yek rêzîya sîyasî îro ji her demê bêtir pêwîst e. Ango di sedsala 19-de û despêka sedsala 20-e de serokek derdiket, dikanîbu miletekî bireve bibira. Lê, vî serokî jî temamê pekhateya vî miletî li dor xwe dicivand. Di ser wî re yek rêzîyek çêdibû. Îro em di sedsala 21-ê de ne. Kurdistan welatekî mezin e. Weke tirkan em nabêjin ”sınıfsız, imtiyazsız kaynaşmış bir kitleyiz”. Gelek sinifên me, tebeqeyön me hene. Ev jî ewê xwe di warê sîyasî de jî bide nîşandin. Yanî her partî, derdor, ewê temsîla beşekî miletê kurd ike. Yekrêzîya sîyasî bo vê pewîst e.
Banga yekîtîyê di dilê her kurdekî de heye. Feqet, bi ya min êdî tenê banga yekîtîyê têrê nake. Dibê yek rêzîyê, wek programekî mirov daxwaz bikê. Wekê numûne: Em bêjin rojavayê Kurdistanê, îro li gor min xeta sîyaseta kurd a sor, erdnîgarîya rojavayê Kurdistanê ye, çekdarên rojavayê Kurdistanê ye. Heger terefek daxwaza çek danînê li sîyasata kurd bike, divan şertan de bi wan re yek rêzî nameşe.
LI bakurrojavayê Kurdistanê esasen yekîtîyek heye. Yanî di nava miletê kurd de, çi kurdên alîyê Tirkîyê jî tevlê bike, her ji 10 kurdan 4 kurd dengê xwe didin partîyekê. Ew partî dikare ban girseya bike, heta radeyekê jî dikare mobîlîze jî bike. Baş e ev yekîtî, yekîtîya ku em dixwazin, dikane bibe bersîva wê? Na. Li ser em sedî 90 dengdarê vê partîyê kurd in, Kurdistanî ne. Ev partî dibeje ”ez partîya Tirkîye me.”
Nuha axaftina Erdogan a yekê cotmehê de xalek balkeş hebû; digot, dibê em bereya navxeyî xurt bikin. Bi tirkî ”iç cepheyi güçlendirelim.” Baxçelî jî van tiştan gotin. Dura hat femkirin ku bang li terefê kurd dikin. Kurd ne perçeyekî ji bereya navxeyî ya Tirkîyê ye. Heger hun dixwazin li Tirkîye bereya navxweyî saz bikin, AKP, CHP, MHP, Partîya Nebaş û partîyên din muxatabê beraya navxweyî ne. Terefekî kurd xwe di hundir vê beraya Tirkîye de bibine yek rêzîya sîyasîya Kurdistanî de cîyê vî terefî, tuneye.
Heger em yekrêzîya sîyasî ya kurdistanî talep bikin, em dikarin li ser hedefên netewî, yekrêzîyê, saz bikin. Hedefên netewî jî ne muamma ye. Yanî em miletek in, welatê me heye, bi navê xweyê şîrîn Kurdistan e. Ev milet li vî welatî wê bibe dewlet. Talebên mîllî li her deverê cîhane ev in û tişkî sade ye.
Helbet, yekrêzîyek sîyasî nuha pe wîste. Gerek li ser vê çarçoveyê bê kirin û di hundir veya de, nîqaş pekan in. Yanî hin teref dikarin bejîn, evya gerek dewletek federe be; hin teref dikanin bejîn dewletek otonom be ya herêmek otonom be. Em bixwe serxwebûnxazin. Lê ji bona karê welatperwerane yê rojene, bi terefê federelîxwaz re, bi terefê otonomîxwaz re, em dikanin lihev bikin.
Lê, ya ji Kurdistanê re lazim e, yek rêzîyek sîyasî, hedefa wê da dewletbûyina Kurdistanê hebe. Bi ya min îro ya ferz başûrê Kurdistanê ye. Yekrêzîya sîyasî ya lezgîn li başurê Kurdistanê ji bo her çar parçeyan pêwîst e. Ev serê 6—7 mehe hilbijartinek çekîrine, 6-7 mehê, wana nikarin hukûmetek nuh ava bikin.
Divî 6-7 mehî de li Lubnanê, li Sûrîyê, li Fîlîstînê ewqas şer û pevçûn çêbûn. Ev şer û pevçûn giş bandora xwe li ser Kurdistanê dike û hukûmetek me ya mîllî tuneye ku peyamek bide miletê kurd. Yanî hun 7 meha li ser çi nîqaş dikin? Nuha, dibên li ser 2 wezerata lihev nakin.
Hevîdar im ku rojek berê rojekî, liwir hukumetek mîllî, arteşek mîllî, îktîsadek mîllî hebe, ew jî bi yekrêzîya sîyasî pêkan e. Dest ji berjewendîyê partîya bên berdan. Yanî tu partî ji miletê kurd ne mestir e, tu partî ji Kurdistanê ne mestir e. Tu serok ji miletê kurd û Kurdistanê ne mezintir in.
Şer e, û di vî şerî de, hesabê biçûk pêşî li destkeftiyên mezin digre. Li rojavayê Kurdistanê jî yekrêzîya sîyasî ferz e û lezgîn e. PYD û ENKS, ew jî carek hatin pirotokolek bihevre îmze kirin. Hun dizanin li wê derê (rojava yê Kurdistanê) 44 partî hene. 26 ji wan di PYNK de ne; 15 ji wan di ENKS da ye; 3 hep jî li dervê ye wan in. Gotin bira hemû partî beşdar bibin. Lê hîn negîhane encamekî ku partîyên kurda li Sûrîyê, bi hevdûra ewê çi talep bikin.
Li bakurê Kurdistanê karê herî lezgîn, dijî vê hucûma dewleta tirkan derketîne. Bi taybet, di warê fîkrî û sîyasî de her welatperwer divê li dijî vê hucûmê derkeve. Ê ku veya wek hucumek na bînîn, wek pevajoyek li hev kirinê dibînîn. Heger ji vira yekrezî derkeve, ew ê yekrezîyek tirkîyevî be, ne yekrezîyek kurdistanî be. Em yekrezîya sîyasî li ser zemîna Kurdistan e dixwazin.
AVAKIRINA REXISTINA ŞOREŞGERAN
Pirsa em çi bikin, pirsekê giran e. Lê hezar tişt dikane bê kirin. Hezar tişt lazim e, em gere bikin. Lê di nav van hezar tiştanda xalekî esasî heye, ku tu wê xalê negrî tu nikanî hukûm li vê zîncîrê bikî. Ew xal rexistinek şorêşgeran e. Li her çar perçeyên Kurdistanê pewîstîya lezgîn xeleka ku emê pê bigrîn, avakirina rexistina şoreşgeran e.
Ev xebatekî durî direj e û em di nav vê hewildanê de ne. A esasî ev e. Evê din, em bi rastî di bin bomberdûmanek fîkrî da ne. Nuha hun hemu temaşe dikin. Siri Sureya Onder nexweş ketîye, ji faşîstê wan heya komînîsta sîyaseta Tirkîyê, bi yek dengî jêra dua dikin. Dibên mirovekî pir qedirbilind bu, cîyê wî nayê dagirtin. Beşekî kurdan jî heman tiştî dibêjin.
Di vir de kes nema dipirse, eger Siri Sureya Onder sosyalîst be, wê Baxçelî bixwaze ew bimre. Lê Baxçelî naxwaze Sirri Sureya bimre. Serokê Mît ê dihere nexweşxaneyê. Temama wezîrên hukûmetê diherîn nexweşxanêyê.
Baş e, evîya ez fem dikim. Siri Sureya Onder di nav tevgera kurd da mîsyonerek bû. Ew mîsyonerê dewletê bu. Karê xwe bi rêk û pêk di meşand. Dewlet lê xwedî derdikeve, feqet terefê kurd dibên ji xwe bipirsin, nuha çi îşê me li gel vana heye.
Serokê Mît ê, wezîrê berevanîyê, serokê dewletê, heta serokê dewleta tirkan ê berê Abdulah Gul, da rê û meşîya çû nexeşxaneyê. Heger ew liwir bin, dibê gere em ne li wir bin. Heger Siri Sureya yê me be gerek ew ne li wira bin. Yanî bombe baranekî fîkrî heye. Li serme herkesî ferz e ku em dijî vê bombebaranê, fikir û ramanên Kurdistanî hin bi hêztir destnîşan bikin. Miletê xwe hîn betîr şîyar bikin. bi qeneata min girseya DEMê, PKK bi giştî ne li pişta vê pevajoyê ne. Em di nav milet da ne, em di nav gel dane. Tu ji kî dipirsî, dibêjin ”ma Baxçelî wê mesela me çareser bike?”
Li dervayê wan alternatîfek sîyasî cîdî hebe; wek pirsa birayê Naci, yekrêzîyek sîyasî Kurdistanî hebe; ew dikarin bi wan terefana re jî, têkîlî daynin. Yanî, bang eşkere banga teslîmîyetê ye. Baxçelî gotîye: ”Ocalan were vê meclîsê, partîya xwe fesik bike, çekdarê xwe bela bike.” Siri Sureya Onder dibêje: ”bi şerefa min tu talebên wan tuneye.”
Di danusitendinê de tu talabê terefekî din tunebe, wate dewlet wî terefî teslîm digre.
Karê me pirin. Karê ku lazim em bikin gelekin. Lê nuha xala esasî li dîjî vê bombebarana fîkrî derketine û xwe rexist kirine. Wekî din reyeke din naxuye.
Tevgerek şoreşger, girseya wê gerek ciwan bin
Tu kes tene naaxife, ê ku diaxifin li gor axaftina xwe ji hewil didin kara bikin. Banga ji ciwanara rast e. Yanî ji salên heftiyê de, yê ku partîyê anha qala wan dikin 10-12 partîyên kurdan hebûn. Ên ew partî damezirandin, temenê wan 20-25 sal bun. Ciwan ew partî damezirandin. Me nivşê berê xwe tasfîye kir. Kem însan man. Yanî, ji ên berê, ê salên 60 û 70 de dixebitîn di nav tevgera şoreşger de, a piştê 1974e de kem însan mabûn. Ev tê wê vateyê ku bi teybet tevgerek şoreşger a girseya wê, gerek ciwan bin.
Min behsa PCS nekir. Lê ji avabûna wan heya niha, ez her biwan re me. Ne tene PCS, wextekî tevgera ciwanan hebû, ez biwan re ji bûm. Ciwanên netewî yên Kurdistanê hebûn, ez biwan re jî bûm. Li zanîngehan gurubên ciwanan hebûn, em biwan re jî bûn. Feqet, tevgerên ciwanan: platforma ciwanên serbixwe, civanên netewî yên Kurdistanê, Koma Çira jî, rîxistinên civanan bûn. Şik tê de tuneye, ew xebatên welatperwerane dikin û her kurdistanî, bi dilê xwe bi wan ra ne.
Platforma ciwanên serbixwe, rengek e li bakûrê rojavayê Kurdistanê. Derdê me rexistinek sîyasî ya şoreşgeran, ku şore şa Kurdistanê ji xwera bike armanc e. Di hundir vê şoreşê de cîyê PCS jî heye, cîyê sazîyên ciwanan ên din jî hene. Lê ev kar karêkî dinêye.
Loma, min got cîyê PCS jî di nav şoreşa Kurdistanê de heye. Lê, ez nafikirim PCS pêşengê şoreşa Kurdistanê ye. Lê, cîyê we jî, cîyê deverên komên din jî hundir şoreşa Kurdistanê de heye. Ev şoreş, ew ê şoreşek netewî be û ji alîyê temama pêkhateyên Kurdistan nê, ew ê pêk bê.
Em nikanin tenê derheq civanên Kurdistanê niqaşên sosyolojîk û pîsîkolojîk bikin. Lê, em hewl didin li kîderê tevgerek civanên kurdan hebin, em liwir in. Dibê em vê zêde bikin.
Li ser medya civakî, pêlek netewî xurt xûya dike. Ne tenê li ser medya civakî, li gor peyama Ocalan gerek li newrozê alayên Tirkîyê pir bibanan. Di vê newroza 2025ê de, alayên Kurdistanê bi nîspet ên berê, gelek zêdetir hatibûn bilind kirin. Evê ku van alayana bilindkirin, gelek ji wan ciwan bûn. Ev potansîyel heye.
Li gor qeneata min, dinamîkên şoreşa Kurdistanê aktîv in. Em nikarin bigêhêjin wan û em nikanin wan dînamîkan mobîlîze bikin. Ev vacibê her şoreşgerekî ye ku di vî karê xwe de, ber dewam be.
Miletê Kurd heta şerê cîhanê diduya tekçûn qebûl nekîrîye
Min li cîyekî din jî, ev numûne gotubû; di sala 1922ê yan jî 1923ê bû, nunerên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, bi Îngîlîzan re rûdinin. Nunerên kurd dibêjin, piştgirî bidin me, em ê Kurdistanê ava bikin û dibejin em ê di ser Îskenderûnê re bighêjin Behra Sipî. Ve ya bo çi dibejin, yanî Kurdistan ew çend welatekî mezin e û Hêza me ew çend heye, ku em dikanin bighêjin Behra Sipî. Wate, ji Îngîlîzan re dibêjin berjewendîyên we, di kurdan de heye.
Piştî peymana Lozanê, Bîrîtanya dibe xwedîyê Turkîyê. Îcar endamê Komîta Îstîklalê Yusuf Zîya û Xalit beg bi konsulê Sowyetê re rûdinin; dibejin piştgirî bidin me, em ê dewletekê ava bikin. Vê dewleta wê serwerîya Sowyetê nasbike; lê Kurdistan wê ne sosyalîst be. Feqet, em ê serwerîya Sowyetê nas bikin. Yusuf Zîya dibêje: ”Em ê di ser Trabzonê re derkevin Behra Reş. Konsulê Sowyetê jê diperse û dibeje, ma Trabzonî wê behêlin? Dibejin em peyîvîne, ew der temam e.
Sed sal berê asoya sîyaseta kurd ji yê anha gelek bilindtir e. Sedemê wê hene. Yanî miletê kurd heta wê demê heta şerê Cîhanê ya diduya, tekçûn qebûl nekîrîye. Heger mirov sîyasetmederên wê demê û yen anha bide berhev, tê wan nezan bibinî, bê tecrube bibînî. Li vê salonê, yên herî kem tecrube 40 sal tecrubeyên wî, yên sîyasî heye. Feqet bi ên berêre xwebawerî heye; Kurdistanê yekpare dibînin û hedefên wan bilind in. Di nabêna hedefên wan û hêza wan de meqesek mezin heye. Feqet asoya wan fire ye; bi hedefên bilind sîyasetê dikin.
Yê îro, bi teybet piştî şerê Cîhanê duyem, di ser Neteweyên Yekbuyî re nîzamek nuh hatîye damezirandin. Ew nîzam dewama nîzama Koma Mileta bû. Xwedîyê vê nîzamê Yekîtîya Sowyetê, Amerîka, Bîrîtanya, Fransa bû. Vana dîsa mafê dewletbûyinê yên kurda xesp kirin. Piştî şerê Cîhanê yê duyem, ev maf dîsa xesp bû. Ev xespkirin bu sedemê sîyesata kurd ji serxwebûnxwazîyê derbasî otonomîxwazîyê bibe.
Ji sala1946ê heta 1970yî li her çar perçeyên Kurdistanê, sîyaseta serdest sîyaseta otonomîst e. Yanî komara Kurdistanê ya 1946ê jî otonomî bû. A salên 1970-1974ê, ya başûrê Kurdistanê jî otonom bû. Talebên wan jî otonomî bû. Ji sala 1974ê vir de, li bakurê Kurdistanê taleba otonomîxwaz şikest. Li Bakurê Kurdistanê rexistinên avabûn, bi giştî serxebûnxwaz û yekîtîya Kurdistanê diparastin. Lê çend rêkistinên federalizmxwaz jî hebûn. Ji sala 1970ê heta sala 1993, belkî heta sala 2000ê, damara serxwebûnxwaz li bakurê Kurdistanê xurt bû.
Rexîstinên bakurê Kurdistanê berê jî serbxwebûnxaz bûn. Teşkîlatî Îçtîmaî Cemîyetî serxwebûnxaz bû. Komîta Îstîklalê serwxebûnxwaz bû. Xoybûn serwxebûnxwaz bû. Li rojhelatê Kurdistanê Komela û Jekaf serxwebûnxwaz bûn. Lê piştî şerê Cîhanê duyem wer tê femkirin, ku sinifa me ya sîyasetê tekçûn pejirandin, ku em nikarin dewletek serbixwe bin.
Li rojhelatê Kurdistanê hin gurûbên serbixwebûnxwaz hene. Li başurê Kurdistanê referandûma serbixwebûnê çebûye û heftê ji sedî mirov çûne ser sindoqan. Ji wana 93 ji sedî, dewletek serbixwe dixazin. Lê partîyên başûr li gor encamê referandûmê bernameya xwe neguherîne. Di bernameya wan de, dîsa bernamayê bi Baxdêra lihevkirin heye. Ji xwe hun jî dîbînîn rêvebirê wan, mesala Neçîrvan Berzanî dibêje şertê başûr û şertê beşên din, ne wek hevin. Em jî dizanin şertên me ne wek hevin. Lê axir parçeyekî Kurdistanê ne. Hedefên me yên stratejîk hevpar in.
Li bakurê Kurdistanê jî heman rewşa xirap heye. Sîyaseta serdest wek kekê Koroglu got, mafê kultûrî jî red dikin; nameya Ocalan û ya Demîrtaş, ji miletê kurd dixwazin ku tenê hemwelatîyê Tirkîyê bin. Wekî din, dê tu talebên we tunebin. Ango hemwelatîyekî Turkîye li Edîrne çi talep dike yê li bakûrê Kurdistanê jî, dibê wan talep bike.
Feqet ji binîda pêlek tê. Bi ya min peşîya serxebûnxwazan vekîrîye. Ew jî bi xebata me, bi çalakîyê me ve giredayîye. Em çiqas dikaribin bixebitin, em dê hewqasî bighejin vê potansiyelê.
Tirenda li dinyê û şerê çekdarî
Nuha, hedefa vê pevajoyê ne ew e ku, Qandîl dev ji çekan berde û bêje: me PKK fesix kir. Di piraktîka PKKê, ya van salên dawî de, şerekî di bin kontrola dewletê de dimeşe. Ez qeneat nakim ku ev pêvajo bi ser bikeve. Sedema serneketina wê ne tenê bi Qandîlê ve gerêdayîye. Ji bona pêvajo serbikeve, divê li Sûrîyê îstikrar çêbibe. Wê li Sûrîye çawa îstîkrar bigre? Pêşbinîya min ew e, ku di deh salên peşîya me de wê şerê Sûrîyê bidome.
Anha li Şamê çeteyek heye. Li Şamê dewletek tuneye. Çeteyek bi navê HTŞ heye. HTŞ ji şeş an jî deh pêkhateyan pêk te. Ez qeanet nakim, ku qabîlîyeta wan a temsîlê di hundir civaka Sûrîyê û rojavaye Kurdistanê de, ku ji sedî 10 an jî 15ê zedetir be. Durzî ne bi HTŞ re ne, kurd ne pêre ne; û Sûrîyanî û Ermenî ne pêre ne; erebên elewî (nuseyrî) jî ne pêrene. Hemû erebên sune jî ne pêre ne. Herkes wer tê dighêje ku erebên sune yên Sûrîye, giş cîhadîstin. Ne werê ye ku hemû erebên sune dewletekî îslamî dikxwazin. Girseya HTŞ ya civakî belkî erebên Hemayê û yên Dêra Zorê bin û ne zedetirin. HTŞyê şoreşek çenekîrîye, eva direwên sîyaseta tirkan e.
Li paş çûyina Esad, îhtîmalek mezin lihevkirina Rûsa û Emerîkîyan heye. Rê danê û ew jî meşîyan. Bi trimbêlan xwe seranser meşîyan û çûn Şamê. Esad şer nekîr. Sedema şer nekîrinê îhtîmal e, lehevkirina Emerîkîyan û rûsan e. Yanê muxebetekî meşrû li Şamê tuneye.
Dixwazin di ser HTŞê re miletekî Sûrîyî ava bikin. Propaganda medya tirkan her behsa yekîtîya miletê Sûrîyê, yekîtîya axa Sûrîyê dikin. Baş e, BAASî 40-60 salî hewil da li Iraqê û Sûrîyê neteweyek ava bikin. Îdeolojîya BAASê ji ya HTŞ betir nêzî avakirna mileta ye. Herdu ji tek çûn û ti milet ava nebû.
Yanî, ji me dixwazin ku em bawer bikin, Golanî wê li Sûrîyê demokrasîyê bîne û ewê miletekî Sûrîyê ava bike. Baxçelî û Erdogan ji ew ê damokrasîyê bînîn û miletekî Tirkîyê ava bikin.
PKK wê xwe fesix bike û dest ji çekan berde? Nîqaşa me ne li ser çekberdan an neberdana PKK ye. PKK rexîstinek 46-47 salî ye. Kar û xebatê wê tê nîqaşkirin û tê analîzkirin. Heger ew Kongreya xwe çêkin bejin me xwe fesix kirîye, em nabjin ji bo çi xwe fesih kir. Heger ew bêjin: Me dev şerê çektarî berdaye em nabêjin ji bo çi we dest şerê çekdarîyê berdaye. Feqet em wê qebul nakin. Heger ew çek berdana xwe, fesihkirina xwe li ser tunebûna miletê kurd û Kurdistanê penasê bikin, xala em qebûl nakin evêya ye.
Ji xwe ewqas sal e ku şerek çekdarî li hember dewleta Tirkîyê ya ji alîyê PKK da, nehatîye meşandin. Dewleta Tirkîyê şer difroşe dora xwe. Lê dewleta Tirkiyê, dewletek emperyalîst e. Dewleta Tirkîyê edî îktisada xwe diguherîne. Dewleta tirk dixwaze kompleksek sanayî ya eskerî li Tirkiyê ava bike. Wek numuneya Emerîka.
Komleksên sanayî-eskerî jî tenha şer dixwazin. Ji bona ev kopleksena ser lingan bimînin, dibê ya şer hebe, ya tehdîda şer hebe. Nuha îktîsada Emerîka li ser vê ye. Ji bona wê, Tramp li her derê tehdîta şer tîne ziman. Li deverna jî, şer dike. Dewleta Tirkîyê jî dewletek bi vî rengî ye, di roja îroyîn de.
Ji ber wê ye, ev mijara ku demokrasî bê Turkîyê, demokrasî bê Sûrîyê, lê li dinyê tirend ne demokrasî ye, tirend otorîte ye. Di her şerê cîhanê de wisa ye. Dema mirov nava şerda be, mirov dixwaze dewlet zu bîryara bide, lezgîn tev bigere. Ev di dewletên demokratîk de, ne pekan e. Dewletên demokratîk hedî dişuxulin. Dewletê otorîter, totallîter, faşîst ewana bi devê şexsekî, temama dezgehên dewletê deherikin.
Ne li Tirkîyê, ne Sûrîyê ne li dinyê. Wek tê dîtin, anha li Emerîka tirend ber bi demokraîye de diçe? Li Almanya yekîtîya mesîhîyên ”Xiristiyan Bîrlîk Partîsî” partîya yekem e. Partîya Neonazî partîya duyem e, Partîya Sosyal Demokrat patîya seyem e. Temama Avrupî dibêjin em ditirsin meyîla faşîst li Avrupa xurt dibe. Ev normale. Yanî di şerê cîhanê yekem de jî wisa bû; di ya duyem de jî wisa bû. Wê di ya sêyem de ji wisa be. Sîyaset, gor famkirina cîhanê û welatê xwe ye. Yanî tirend îro li dinyê ne demokrasî ye. Trend îro li dinyê, ne dema derbasbûna şerê çekdarî ye. Berovajî wê, tirend çekdarîyê dixwaze. Miletek bê çek, miletek kole ye. Li dinyê tu miletek azad, bê çek û be artêş tuneye. Bombebarana dagirker ji mera çi diben? Dibêjin dema şerê çektarî derbas bûye.
Geşedanên Herêmê û Rojeva Kurdistanîyan 3 Sual û Bersîv
Geşedanên Herêmê û Rojeva Kurdistanîyan 3
Sual û Bersîv