Gîyanê Demê, Doza Dewletbûyînê Ferz Dike

Gîyanê Demê, Doza Dewletbûyînê Ferz Dike

Bona bersîva ”em çi bikin” çi qewimî, dibê em wê pênase bikin. Pêvajoyek bênav di nav 6 mehan de ye. An jî pêvajoyek pirnav dimeşe. Terefê vê pêvajoyê cihê tê pênase dikin; dewleta Tirkîye pênasa xwe de zelal e. Dibêjin em Tirkîyek bê teror dixwazin. Çi Baxçelî, çi Erdogan, çi Ozgur Ozel, temama sîyeseta tirka vê helvestê de zelal in.

Baş e li Tirkîye çi terorîst e? Yanî teror çî ye û kî vê terorê dimeşîne? Li gor Tirkîyê PKK ye. Tu li praktîka PKK dinherî di 8 sala de 3 çalakî pêk anîne. Yek li Mersînê ê du heb li Anqerê. Di van çalakîyan de 6 şervanê wan jîyana xwe ji dest dane . Ez dibem qey di vê çalakîya wan a li Enqere de  4-5 xebatkarên wê dezgaha leşkerî hatin kuştin. Bo dewlêta Tirkîyê 3 çalakî nayê vateya ku li Tirkîyê teror heye.

Lê terorek heye. Dewleta Tirkîyê di vê 8 salê talîyê de, li 3 perçeyê Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane meşandîye. Efrîn dagikirîye, Serêkanîyê dagirkirîye, Girêsipî dagirkirîye. Her roj Rojavayê Kurdistanê bobebaran dike. Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin, li başûr ê Kurdistanê bi dehan baragehê leşkerî avakirine. Dikwazin hukum li Hewlêrê bikin, bi van baragehên leşkerî.

Tablo ev be û terefên sîyasî ê kurdan an jî yê ku li ser navê kurdan tên hesibandin bi muxatabê vê pêvajojê bin, vate muxatab qebûl dikin ku li Tirkîye li Bakûr, Rojavayê Kurdistanê, li her çar perçeyê Kurdistanê yên terorê dikin kurd in. Dewlet terorê nake û berovajî wê dewletê programek yan bigotina beradayî paradîgmayekî nuh çêkirîye ji bona Tirkîyekî bê teror.

Kî li ser navê kurdan di vê pêvajoyê de bikwazê muxatabê dewletê be, dijî sîyaseta kurdistanê ye. Rasteqînîya welat û miletê kurda înkar dikin. Ê ku şîdetê, terorê bikar tînîn, dewletên dagirkerin.

Dagirkerî bixwe şîdet e. Şîdetekî herî tund e. Li her deverê cîhanê heger mirov welatekî dagir bike, ev bê şîdet nameşe. Ev sed sal e jî em hemû muxatabê vê şedetê ne. Dema tu vê şîdeta dewletê li alîkî behelî û tu bibe alîkî muxatabê vê pêvajoyê ji bona Tirkîyeyek bê teror, watê tu dijminê sîyaseta Kurdistanî yi; tu alaqae te bi sîyaseta kurdistanî nemaye.

Ev pêvajo ji bo bakurê Kurdistanê derneketîye holê. Yanî di cotmeha 2024 de tu kesî jime, tu partîyê me yê sîyasî, zorek nedanê dewleta Tirka, ku dest pêvajoyekê bikin. Şerê dewleta Tirk û PKK di kontrola dewletê de dimeşe. PKK şerê dewletê nake, dewlet şerê PKK dike. Yanî hem li Başûrê Kurdistanê, hem li rojavayê Kurdistanê, hem jî li bakurê Kurdistanê.

Dema ku îcar tu bibi muxatabê vê, tu qebûl diki, ku ev terorîstên wek Seleheddîn Demîrtaş dibêje, ev dewlet ya meye û merîv şerê dewleta xwe nake, ev yek.

Baş e, ger li Turkîyê, li bakur rojavayê Kurdistanê atmosferek ku cîh li vê desthelatîyê teng kiribe tunebe, ji bo çi ev pêvajo destpêkirin? Qenaeta min ev pêvajo herê dereng ji cotmeha 2023ê ya dema şerê HAMASê û Netanyaho  destpêkir. Ev pêvajo herî dereng wê çaxê destpêkiriye.

Lê ez wer difikirim, ku ew gotina Baxçelî ya biska din min ji we ra got: ”Dunya diguhere, herem diguhere, welatê me maşalê  neguhere”, dikane ji wirda jî destpêkiribe. Yanî amadekarîya vê pêvajoyê nêzî 2 sala ye. Ev 6 meh e, ev pêvajo derketîye meydanê. Ji gotinên Nêçîrvan Barzanî jî em fem dikin. Nêçîrvan Barzanî jî bi dilxweşî qala vê pêvajoyê dike û dibêje: ”Me gelek dîdar li gel terefan çekirine. Eva çendîn meh e, vî karî dikin”. Ji wê jî em fêm dikin ku revebirîya başûr jî, di nava vê pêvajoyê de ye. Heta destpêkirîye, gelek amadekarî hatîye kirin.

Destpêka vê çî ye, tirsa wan çi bû? Hat femkirin, şerê li van deran diqewime, ne şerê Hamasê û Netanyahu bû. Beraya ku Hamas têde ye, 6 dewletin: Îran, Iraq, Sûrîye, Lubnan, Fîlîstîn, Yemen û ya 7 ta Turkîye ye.  Ez wer qenaet dikim, di wê hucûma Hamasê de tilya dewleta Tirkan ji ya Îranê pêşdetir e. Bi sedem di warê fikrî û îdeolojîk de, Tayip Erdogan, Hamas, ÖSO, SIMO, vana hemû beraya Îxvan Muslîmîn in û herweha Îxvan Muslîmîn ên Misrê jî.

Evana piştî ku dest bi şer kirin, beraya Gaze, ev 6 – 7 dewlet in; ewa ku Îran jê re dibêjin beraya berxwedanê, ”dîrenîş cephesî.” Alîyê din ji Netanyahu şer nake. Generalên Amerîkî yên pentegonê û kiştîyê wan a bi navudeng, teyyarê wan ê li sehayê digerîn. Li pişta Netanyohu jî Emerîka û dewletên Avrupa hene.

Helwesta Rûsya, Çîn û Hîndîstan cîyê nîqaşê ye. Lê ev bereya şerê cîhanê ya Rojhelata nezîk û Rojhilata navîn e. Şerê cîhanê livir qewîmî. Bereya rojavayîya bi serket. Fîlîstîn çû, Lubnan çû, Esad çû. Ango terefên beraya Îranê, hemû  tek çûn.

Feqet ev şer neqedîyaye. Dewleta Tirka dîtin ku piştî Lubnanê, yanî di yekê cotmehê de, dema Erdogan got: ”Hedefa Îsraîl piştî Lubnanê welatê me ye”, ev mesele bû. Îhtîmala Îsraîl û Turkîye şerê hev bikin tuneye. Turkîye endamê NATO ye û Îsraîl jî NATO ya rojhelata Navîn e.

Gotina Erdogan ku digot: ”Dixwazin hucûmî welatê me bikin”, ew gotin bû, ku ”Sûrîye têk here dê kurd li wir bibin dewlet. Ev mijara me ya bekayê ye.” Ne ku ji şerê Îsraîl ditirsin; lê ew ditirsin ku  Sûrîye destabîlîze bibe û hêza herî bi rêxistin, a herî xwedî çekên modern, terefê kurd in. Vana dikarin li wira bibin dewlet. Bi awayekî bibin dewletek federe û dûre bi Başûr ra bibin yek, bibin dewleteke serbixwe. Evana giş pirejeksîyonê dewleta Tirkan e. Ev pêvajo ji bona veya derketîye.

Feqet, vê carê perspektîfa van dewletan, her çar perçeyên Kurdistanê di xwe de dihewîne. Li Başûrê Kurdistanê hesabên wan hene. Tê hesapkirin, ku piştî Sûrîye, şer dê di ser heştê Şabî re xwe bigihîne Irakê. Li Iraqê, sîxorê Îranê Heştî Şabî ye, weke Hizvbilaha Lubnanê ye. Dura jî dikani bighêje Îranê. Li Îranê jî 32% Kurdistanê, Rojhelatê Kurdistanê ye.

Ev pêvajo hucûmek pir alî ye. Di warê fîkrî de, hucûmek e. Enstrumanên vê hucûme di serî de Ocalan, paşê Demîrtaş û paşê revebirên PKK û personelên reveberîya DEMê ne.

Evana hemû, bihevre enstrumanên vê hucuma fîkrî û îdeolojîk in. Yanî dixwazin di warê fîkrî de me kurdan teslîm bigrin. Argumentên wan çi ne? Kurd û Tirk biran e. Hun nuh pê hesîyan. We jinên 60 salî 70 sali, rojan li kolanan hişt. Me termên gedekê 4-5 salî di beradê da veşart. Hun qala biratîyê çi dikin? Kes vê ji we nepirse?

Ocalan dibêje: ”Ev hezar sal e, Kurd û Tirk ji bona li ser linga bimînin, li hember hêzên hegemonîk, îtîfak kirine”. Qala îtîfaqek hezar salî dike. Kêm zêde, em jî dîrokê dixwînîn ew hezar salê ew qal dike, giş bi şerê Kurdan û Tirkan derbas bûye. Mîrekên kurdan li dijî Artukliyan şer kîrîye, bi Osmanliyan re şer kîrîye. Mîregên kurdan bi Akkoyinîyan re, Karakoyunîyan re, bi temama begîtîyên Tirkan re, şer kiriye. Rast e, ji sedsala 11 heta sedsala 19ê, 300 salan hin mîregên kurdan bi Osmanîyan re lihev kirine, jor serverîya Osmaniyan qebûl kirine. Ji vira ne ”itifaqa nav du miletan ”, ne jî ”biratîya nav du miletan” derdikeve.

Di sedsala 19ê de, piştî ku dewleta Osmanî pewîstî bi moderîzasyonê dît, berê berê hucûmî mîrnîşînîyê Kurdistanê kirine. Ev argumenta warê fîkrî, ku em birayê hev in. Ya dudiya ya herî balkêş, ev dewlet ya me ye.

Ocalan ji PKK re dibêje: ”xwe fesix bike, çekê xwe deyne, were bi civata tirk û dewletê re bibe yek.”  Li vira balkêş e, nabêje wer bi civatê re bibe yek; dibêje werin bi civatê û dewletê re, bibin yek. Demîrtaş ji xwe dibêje: ”dewleta me ye”.

Ev der dorê PKKê yê ev 26 salên wan in, dîjîtîya dewletbûyinê dikin, dibêjin: ”dewlet tiştekî ne baş e; kî bûyi dewlet, xisar dîtîye; dewlet xewstin dibe sedemên bi hezaran, milyonan kuştina însanan”. Ji ber wê jî, ji alîyên gelek kesan ve, ev gotinên Ocalan û paradîgmaya wan a nuh, weke fikrek anarşîzan dihat qebûlkirin.

Wa ye tu (Ocalan) dibejî werîn bi dewletêre bibin yek. Wate hişmendîya te de anarşîzan tuneye; tu derawa dikî. Tenha tu dibeje, bila kurd nebin dewlet. Yanî ger ku banga serokê PKKê dibê were bi dewletê re bibin yek, bi civatê û dewletê re bibin yek, wate dewlet tişkî baş e, ku Ocalan dibêje: ”Gerek em giş bivê dewletê re bibin yek”. Vê çaxê, heger ev tiştekî baş be, ji bo çi ji kurdan re, ne baş e?

Argumenta siyaseta aşîtî û civata demokratîk.

Aşîtî, ji bo du an gelek terefên şerê hev dikin, pêkan e. Di vî şerî de yek zora yê din dibe, temama daxwaza xwe li ser terefê têkçûyî ferz dike, aşîtî pêk tê. Wek numûne: Lihevkirina Wersayê, lihevkirineke weha bû. Prûsya, Avusturya, Macarîstan, Osamnî di şer de şikestin. Dewletên Antant, li Wersayê temamê talebên xwe li ser Almanan ferz kirin û herweha di Sewrê de, talebên xwe li ser Osmanîya ferz kirin. Evîya aşîtîyek e.

Terefek dikani yê din teslîm bigre, ji holê jî rake. Piştî wê jî, aşîtî tê. An jî şer didome, kes zora kesî nabe, dê hinek tikevin nabêna wan û di talebên wan de optîmasyonekê çêkin, ew jî dibe aşîtî.

Nuha, livir tu tiştekî bi vî rengî tuneye. Mesela nuha şerê Ukrayna û Rûsya heye. Tramp dibêje: ez ê navbênkarê we bim, ez ê we lihev bînim. Heger ev biçe serî, ev ê bibe aşîtî.

Baxçelî, Erdogan û kalemşorê wan ji me re bûne antî-emperyalîst. Dibêjin emperyalîzm dixwaze Kurdan û Tirkan berahevdin. Gerek em neyên vê lîstikê. Ev tiştekî nuh e? Na. Ev 100 sal e dimeşe. Dema şerê Cîhanê yekem da jî, ji kurdan re gotin, ”werîn em şerê kafira bikin”.

Di pêvajoya 1912ê û 1923ê de, Mistefa Kemal tu şêx û mele yên Kurdistanê nema, ku neçû destê wan. Gotin em ê bihevre şerê kufarê bikin. Paşê, ew şêx û meleyên ku Mistefa Kemal çûbû destê wan, gelek ji wan bi destê Mistefa Kemal hatin daliqandin.

Ne tiştekî nuh e, ji bona nabêna Şêx Mahmûd Berzencî û Biritanya xirab bikin, Ozdemîr paşa şandin Başûrê Kurdistanê. Îro jî Siri Sureya paşa derketîye, Ebdullah paşa, Seleheddîn paşa, hemû bi yek dengî ji mera dibejin, emperyalîzm dike me (kurd û tirk) bera hevûdu bide; dibê em neyên lîstika emperyalîzmê.

Yahu hun emperyalîst in. Yanî Tirkîye dewletekî emperyalîst e. Tirkîye ji avabûna xwe de kirêgirtîyê emperyalîzmê ye. Hun çawa dikanin dijî emperyalîzmê bin? Hedef çîye? Hedef, hin îmkan derketine bo sîyaseta kurd. Mesela, Fransa li Sûrîyê însîyatîf digre, Emerîka li Sûrîyê însîyatîf digre, Îsraîl însîyatîf digre. Hedef, ew e ku sîyaseta kurd van îmkanan red bikin. Wekî din tu hedefa wan tuneye. Yanî, wek em dizanin, Erdoganê emerîkîyan anî û kirin serokê Tirkîye û Baxçelî dê bibin dij emperyalîst.

Dixwazin di warê fikrî de, me kurdan felc bikin. Telewîzyonên tirkan û telewîzyonên DEM partî pêkve bombebaranek mezin dikin û heman tiştan li pey hevdu, rêz dikin.

Sîyaseta Kurdistanî dibê tu carê nebe muxatabê vê hucûma dewleta dagirker. Ev ne pêvajoya aşîtîyê ye. Ev ne pêvajoya civaka demokratîk e. Ev hucûmek dewleta Tirkîyê ya pilankîrî li her çar perçeyên Kurdistanê ye û di her varî de ye.  Sîyesata kurdistanî divê vê pêvajoyê wek pêvajoyek lehevkirinê nebîne. Hucûmek dagirker li ser me heye. Herkes li gor qewata xwe dijî vê hucûmê xwe amade bike.

Partîyên me yên legal, ên li Bakûr Rojavayê kurdistanê çend heb ji wan, ji xwe bi DEMê re kar dikin. Çend hebên din di despîka vê pêvajoyê de, destê xwe bilindkirin û gotin ”em jî muxatab in, me jî muxatabat bigrin; tenê DEMê muxatab negrin.” ”Pêvajo di serdema 1912-15 de tenê bi HDP ra meşîya, neçû serî.”

Paşê pêvajo derket. Baxçelî talîmat da û got: ”Ocalan were parlemento û bêje min partîya xwe (PKK) fesix kir û min dest ji çek berda”.  Ocalan bersîva vê da û got, erê û; got partîya min bê vate bûye û xwe dubarê dike. Dibê PKK çekê xwe dayne û xwe fesix bike. Partîyên me nema edî dikarin tiştekî bêjin. Nuha, ji bo çi hun wer ecele dikin, hun ê muxatabê dewletê bin?

Sîyaset bi xebatê, bi tekoşînê muxatabiyetê zeft dike. Tu li sehayê xurt bî, tu bikanibe bedelan bide, heger tu kanibî bedela ji dewlet a Turkîyê re derxî, wê çaxê tu dikarî bipeyîvî. Anha hucûmek dewleta dagirker heye. Partîyên me hemû ketîne sirayê.

Helwesta Başûrê Kurdistanê, rêveberîya başûrê Kurdistanê rast nabînim. Dibêjin real polîtîk, em jî pê dizanin. Hin hesabên wan hene, belkî em ji PKK xilas bibin. Tekîlîyên me bi Turkîye re baş bibe. Ev hesapna şaş in.

Di pêvajoya salên 2012-2015ê de jî rêvebirîya Başûr, di nav vî karî de bûn. Talîyê ne dewletê, ne jî alîyên PKK guh nedan wan û vegerîyan mala xwe.

Mafê tu perçeyî tuneyê berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên tevaya Kurdistanê re bigre. Em nabêjin rahêlin sîlehên xwe û şerê dewleta Tirkîyê bikin. Lê hucûmek eşkere bi vê rengî li ser vî miletê hebe, hun bejin em pişgirên vê pêvajoyê ne, hun dilê me diêşînîn. Rêvebirya Başûr ne însanên nezan in. Van mijarana dizanin. Hevî dikim li xwe vegerin.  

Şerê Cîhanê yê Sêyem û pêvajoya bênav/pirnav
Geşedanên Herêmê û Rojeva Kurdistanîyan
2