GEŞEDANÊN ROJHILATA NÊZÎK û NAVÎN Û ROJEVA KURDISTANÎYAN
Kurdistaniyên ezîz, hûn tev bi xêr hatinin. Malavîyê yê Ked Komê dikim derfet da ku em derheq pêvajoya li bakur rojavayê Kurdistanê Tirkîye û geşedanên li herêmê guftûgo bikin. E vî ya ne semînerek e an ne konferansek e. Sohbetek e.
Pêwistî ya me kurda bi nîqaşên navxweyî heye. Awayakî kes kesî ne di yî ê din e. Em giş ehlê Kurdistanê ne. Em giş miletê kurd in. Helbet kî ji me bi çi awayî bifikire bo azadî, rizgarî, serxwebûna Kurdistanê difikire. Di gelek mijaran de em dikarin wekhev bifikirin. Ev vî ya ne tiştekî ecêb e, dewlemendiyek e.
Kurdistan welatekî berfireh e miletê kurd miletekî qedîm e. Ji gelek çîn û tebeqeyan pêk tê, helbet ew di hîn mijara de fikrên cuda jî hebe. Em çiqas ji hev du re kêm bigirin, em ê û qas a zûtir bi ser kevin. Em çiqas ji dijmin re kêm bigirin, em ê ew çend zû têk biçin. Eger pêwistî kêm girtinê hebe, divê em ji hevdu re kêm bigirin. Pêwistî meydan xwendinê hebe, divê em ji dijmin re meydan bixwînin.
Ev a şeş meh e di rojeva me de pêvajoyek nav nediyar heye. An jî pêvajoyek pirnavo heye. Terefên vê pêvajoyê, her kes li cihê xwe, li gorî xwe navekî lê dike.
Aliyê siyaseta tirk, aliyê dewleta tirk, vê pêvajoyê wek pêvajoyê ya bêteror bi nav dikin. Û her hewl didin ku ya ew ên ku terorê li gor gotina wan, ew ên ku terorê bikartînin yê çekê xwe deynin û xwe fesih bikin an jî em ê bi zora dewletê , wan ji holê rakin.
Ji aliyê wan de ew pêvajo, pêvajo ya Tirkiye ya bê teror e. Qesta dewletê ji terorê tenha terefê kurd e. Yanê dewleta tirkan dizanin qala Feto dikin, dibên ew jî rêxistinek terorî ye. Qala DHKP-C dikin dibên ew jî rêxistineke terorê ye.
Di halê asayî de eger dewletek bixwaze, terorê ji nav xwe rake -peyva terorê bi gotina wan ez dibêjim- ne ku ez wan terefên muxatap terorîst dibînim. Gerek bang li van temam a bike. Feqet bang li tu kesî nake, tenha bang li ser Ocalan re banga wan ji DEMê, ji Kandîlê, pêkhatiyên PKKyên ê dinê ne.
Baş e, bi rastî di hundir Tirkîyê de PKK, şîdetek mezin bikartîne û cî li dewletê teng kiriye, lewma bangek wer dikin? Em heşt salê dawîn binihêrin PKK, sê çalakiyên leşkerî bikaranî ye: Yek ji Mêrsînê, du heb jî li Enqereyê.
Di wan sê çalakiyên de, şeş şervanê PKK jiyana xwe ji dest daye û ez dibêm qey di wan çalakiya dawîn de a tu salî pênc an şeş kes, sê jî ji wan jiyana xwe dest dayine.
Bo dewleteke di hundir heşt salî de sê çalakiyên leşkerî hebe, tu nikanî bêjî ku PKK li Tirkîye çavkaniya şîdetê ye. Li temamî dewletên cîhanê de çalakiyên cûrbecûr yên leşkerî, em bibêjin ê asayîşî, ê înzîbatî pêk tê.
Di vê heşt salî de dewleta tirk a şîdet li kê ra bikaranî ye? Di vê heşt salî de dewleta tirkan li sê parçeyên Kurdistanê, şîdetek tund, dagirkerane û jenosîdal bikaranî ye. Rojavayê Kurdistanê, Efrîn dagir kirin, Serê Kaniyê dagir kirin, Girê spî dagir kirin.
A niha, îro jî li dor Benda Tişrînê, li dor Kobanê, li dor Efrînê hucûmê dewleta tirk hene.
Li Başûrê Kurdistanê, bi dehan baregehê leşkerî ava kirine. Her roj Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Di vî heşt salî de ji xwe seranserê Bakur Rojavayê Kurdistanê dagirkirin in û şîdetek tund bikartînin, gelek aktivîstên kurd hatine kuştin, bi dehan sedan belkî bi hezaran aktivîstên kurd a niha zindanê dewletê de ne.
Wê çaxê kî terorîst e? Kî terorê bikartîne? Û kî êdî dawî li terorê bîne dê Tirkiyeyek bêteror ava bibe? Ji vir tiştek em fahm dikin ev e: Dagirkerî bi xwe şîdetek herî bilind e. Li tu der ê dunyayê dagirkerî, bêşîdet nikanî jiyana xwe bidomîne.
Tecrube ya dewleta Tirkîye, ê komara Tirkîye ya sed salî, serî heta binî şîdetek tund, dagirkerane û jenosîdal e. Yanê komara Tirkîye, bo Kurdistanê, weke jeneratoreke şîdetê ye. Niha hûn e qala şîdetê bikin, hûnê bêjin: “Em ê Tirkîye şîdet teror tê de tune ava bikin, Hûn qala şîdeta xwe, terorîsti ya xwe nakin, hûn tenê dibên; PKK û pêkhateya wê, dev ji sîleha berdin, Tirkiyeyek bê teror ew ê çê bibe.”
Ji vir a fahm dikin; mebesta vê projeyê, ne mebesta ku li Turkiyeyê şîdet biqede. Tirkîye heya di Bakur Rojavayê Kurdistanê de parçeyê Kurdistanê din ê dagirker be, şîdet bi gotina wan teror ji holê ranabe.
Wê çaxê divê em li armancên wanî din binihêrin. Armancek wan jî bi lêv dikin ew e; îş ê heneka ye, îş ê pêkenoka ye, Baxçelî û Erdogan, dij emperyalîzmê dikin. Dibên: “Emperyalîzm dixwaze welatê me parçe bike, em rê nadin emperyalîzm welatê me parçe bike.” Niha ev dewleta tirka, ji aliyê emperyalîstan ve hatiye ava kirin. Destpêkê de Birîtanya û Fransa, piştî şerê cîhanê jî emperyalîzm a Emerîkî ve girêdan e. Endamê NATO ne, NATO teşkîlatek emperyalîst e. Dixwazin bibin Yekîtiya Ewropa, Lê Ewropa giş emperyalîst in.
Wê çaxê; yanê Baxçelî, Erdogan, dewleta tirka li hember kîjan emperyalîzmê nin. Devê wan nagere bêjin lê rojek were wê bêjin wele kurd emperyalîst in, Kurdistan emperyalîst in. Ew ê wê jî bibêjin.
Peyva emperyalîzmê, peyveke kevn e. Û peyva emperyalîzmê jî a peyva împeratoriyê heman kok e. Peyvek latînî ye. Wateya wê; jorde emir dayin e, ji derveyî sînorên xwe serwerî avakirin e. Yên nifşên me bêtir pênaseya Lenîn a emperyalîzmê dizanin.
Lenîn dibêje: “Emperyalîzm, kapîtalîzma monopolîst e. Serweriya fînans kapîtal e.” Erê, yanê ji kapîtalîzma monopolîst re jî tu kanî bibêje emperyalîzm.
Lê ez bi xwe wateya we ya kevn bikartînim. Yanê mirov ji dewletek re bibêje tu emperyalîstî, ne ferzeke ku li wir serwerîya fînans kapîtal hebî. Împeratoriya Osmanî û bi temama împaratoriyan emperyalîst in.
Weke encam; şerê (1914-1918) cîhanê yekem, ji aliyê Lenîn ve jî û ji temama sosyalîstan jî weke şerekî nav-emperyalîstan bi xwe xwe hate pênase kirin. Ê di vî şerî de serwerîya fînans kapîtalê, ne li osmaniya hebû ne li rûsa hebû. Lê van dewletna jî weke dewletên emperyalîst dihate zanîn.
Îroj, em binihêrin, dewleta Tirkîye, di avabûna xwe de dewletek emperyalîst e. Dewleta Îranê dewletek emperyalîst e. Van salên dawîn Îsraîl jî piştî ku ewlekariya xwe ya milî pêk anî, hedefên wê yê emperyal hene.
Wê çaxê tu, serokê dewletek emperyalîst bî, tu yê çawa dijî emperyalîzmê bî. Her du hincetên wan jî kok tune ye. Ne hedefên wan Tirkiyeyeke bê şîdet e û ne şerekî wan a li hember emperyalîzmê heye.
Derdê wan a û emperyalîzmê, ji damezirandina komara Tirkiye û heta niha -ev a bû sed û du-sê salê vê dewletê – naxwazin kurd, bi hêzên cîhanê mezin re têkilî deynin. Ne ku ew li hember emperyalîzmê ne.
Mistefa Kemal ji 1919 û heya 1923an, her ji terefên kurdan re go ku: “Bi van dewletên emperyalîst-kafir, bawer nebin, em birayên hev î misilman in, gerek em li hember Birîtanya bin û li hember Fransa bin.” Talîyê çi bû? Talîyê bi emperyalîstan re li hev kir, ji xwe re dewlet ava kirin û mafê kurda yê dewlet avakirinê xesb kirin.
Dij-emperyalîzma siyaseta tirk, di esasê wê de ew e. Yanê dixwazin li ser Kurdistanê re ew bi dewletên mezin, dewletên emperyalîst re têkilî deynin. Dibêjin: “Ger kurd, di vî karî de ne bi me re be, ew ê destên me lawaz be.” Lê kurd jî bi me re şerê van dewletên din bike ji xwe tu şerê ku Tirkîye bi hêzên emperyalîst re bike tune ye.
Derdê wan, jeo-polîtîka Kurdistanê, jeo-stratejîya Kurdistanê ji xwe re weke enstruman bikar bînin. Yanê dibên têkilî bi Emerîkî re hûn dînin hûnê bibin hevalbendê Emerîka, em ê ser navê we em ê dînin têkilî bi Emerîka re. Terefê sîyasî ye kurd, vê pêvajoyê eger em banga Ocalan esas bigirin, banga aştî û civaka demokratîk.
Aştî çi ye? Aştî ger du teref şerê hev bikin, du re ya yek zora ê din bibe, ya hinek têkevin nabêna wan, wan li hev bînin, ew ê dev jî şer berdin. Ne ku terefekî çekê xwe deynin, ew ê şer biqede. Heger terefek çekê xwe deyne şer û qedandin li ser ferz bibe, ew ne aştî ye. Ev teslîm girtine. Yanê di şerekî de terefek pir wûrt be, dikane zora terefê din bibe û sîlehên wan ji dest wan bigire. Navê vîya ne aşitî ye. Navê vîya dîl girtine. Ji ber vê yekê em nikanin pêvajoya heyî re em bibêjin pêvajoya aşîtiyê.
Esasên ji bo pêvajoyek aşîtiyê hebe, du teref hev du nas bikin. Wek ew xwe pênase dikin gerek hev du nas bikin. Wek nimûne şer di nav Rûsiya û Ûkranya de heye, Emerîkî dikeve nabêna wan. Rûsiya dibê; erê, tu Ûkranyayî, tu dewleteke, Rûsiya heman tiştî dibên. Îcar ew ê ser bazariye bike. Rewşa Donbaskê ew ê çi be? Şerê nav bahrê ew çi be? Aştî tiştek ûsa ye.
Di hedefa dewleta Tirkiye re terefê kurdan re aşitî tu car çê nebûye. Tekana hedefa vê dewletê heye kurda teslîm bigire. Bo vê yekê ev pêvajo pêvajoya aşîtiyê ye.
Civaka demokratîk, wek demokratîk ê van hevalana peyvek vala ye, peyvek beradayî ye. Yanê demokrasî an demokratîkî, têgiheke siyasî ye, mirov ji dewletekê re dikane bibêje demokratîk e an ne demokratîk e. Yanê îro temama muxalîfê Tirkîyê û ê Kurdistanê jî, dibêjin ev desthilata Baxçelî û Erdogan desthilatek demokratîk e. Feqet civaka demokratîk tune ye.
Di hundir her civakê de terefên demokrasîxwaz heye, terefên dij demokrasiyê heye. Civak tiştekî sosyolojîk e. Têgehê sîyasî tu nikanî, yanê tu civakê cîhanê îro re em nikanin bibêjin; ev civak, civakek demokratîk e.
Mesela Elmanya, civakek demokratîk tê qebûl kirin. Di hilbijartinê Elmanyê de demokratê Xiristiyan bûn partiya yekem, partiya neo-nazî bû partiya duyem û partiya sosyal demokrat jî bû partiya sêyem. Baş e tu li vê tabloyê binihêre tu kanî bibêjî civaka Elmanya civakek demokratîk.
Terefên demokratîk jî hene, terefên ne demokratîk jî hene. Ev di hundir her civakê de ûsa ye. Yanê tu reaksîyonê tirka binihêrî yanê ev a sed sal e dagirkerîyek jenosîdal heye, di warê civakî de em lê rastnehatin e ku civata tirka, bertekek demokratîk nîşan bide.
Li gor raportê meclîsa tirka, çar hezar û sê sed gund hatiye şewitandin li Kurdistanê. Û li Tirkîyê jî bi hezaran gund hene, hûn careke tenê lê rast hatine ku gundekî tirkan, bêje ku: “Ew jî wek me gundî ne, bona çi hûn gundê wan dişewitînin.” Tiştê wer di hundir civaka tirkan de em lê rastnehatin e. Ji ber vê yekê ev pêvajo, ne pêvajoya civaka demokratîk e jî.
Baş e, ev çi ye? Û em ê vê ya ji ku de bidin destpêkirin? Destpêka wê ku ji raya giştî re tê deklere kirin, axaftina Tayîb Erdogan, di vekirina meclîsê de bû. Di vekirina meclîsê yanê, cotmeha 2024an de -got ku wê çaxê daha şerê Lubnanê neqedîya bû, rejima Esad têk neçûbû- got: “Piştî Lubnanê hedefa Îsraîl, welatê me ye.” Ji ber wê jî: Gerek em, bereya nav-xweyî xurt bikin.” (Îç cepheyî guçlendirelîm.)
Wê çax jî me go, yanê: “Tirkîye dewletek endamê NATO ye. Îsraîl jî NATO ya rojhilata navîn e, Îsraîlê bo çi hucûmê Tirkîye bike.” Gerek tiştekî din hebe, we çaxê me got ku: “Derdê vê dewletê, difikirin ku Sûrîyê, de-stabîl bibî, lê Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê hêza herî bi rêxistin û xwedî çekên modern QSD ye, YPG ye, YPJ ye.” Dewleta tirka ji wê çaxê de berî rejima Esad têk ve here, helwest girt go: “Esad têk ve here kurdê li wir a tiştekî dest xwe xin û Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê jî zû-dereng ew ê bibin yek, gerek em pêşî li vê ya bigirin.” Yanê ew tiştê ku Erdogan wek tehdîda Îsraîl pênase dikir, di eslê xwe de dewletbûyîna Kurdistanê bû, tehdîda li ser Tirkiye ev bû.
Baş e, vêya di cotmeha 2024a de dest pê kir. Di qenaeta min de cotmeha 2023ya de danûstandina bi vî rengê hatiye kirin. Heta beriya wê di gulana 23ya de Baxçelî got ku: “Dinya diguhere, li herêma me jî ew ê guhertin çê bibin, ez hêvî dikim ku welatê me guhertin çênebe.”
Em dikarin vê pêvajoyê ji gulana 23yan de bidin dest pê kirin û nêzî saleke zêdeyî salekî amadekarî kirin û di cotmeha 24an de jî ew deklere kirin.
Tirsa dewleta tirka, şerek li herêmê heyî, terefê kurd di warê sîyasî de aktîf in, bi her çar parçeyê xwe êdî Kurdistan di warê sîyasî de aktîf e, îhtîmala ku kurd bibin dewlet heye. Ev ji wan re mijara bekayê ye, mijara mayîn nemayînê ye, tirsa wan ev e. Hedefa vê pêvajoyê yê jî pêşîlêgirtina desthilata Kurdistanê ye. Tirsa wan ev e û hedefa wan têk birina Kurdistanê ye.
Vê carê ev proje, tenha bi Bakur Rojavayê Kurdistanê ne sînor kiriye, hedefa vê projeyê de hedefa esasî Rojavayê Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê û pêş dibînim ku demek ne pir dûr, Îsraîl û Emerîka ew ê berê xwe bidin Îranê ji niha de bo Rojhilatê Kurdistanê jî xwe amade dikin.
Weke encam pênaseya min bo vê pêvajoyê, operasyonek a dewleta tirka ye. Di hedefa wê de li her parçe ya Kurdistanê têk birina desthilatîyên Kurdistanîyan e. Tu alaqa wê bi aşîtiyê û tu alaqa wê bi Tirkiyeyek bê şîdet tune ye. Berovajiya wê; Tirkîye, her ku here vê şîdeta xwe zêde bikî. Û xala ku zêde derdixin pêş wek sed sal berê dema şerê cîhanê yekem, dibên kurd bi dewletên di ve rasterast têkilî danîn in em xwediyê wan in, eger hewce-darî hebe, em ê têkilî dewletên emperyalîst re deynin.
Di hundir siyasetê kurd de bertek ê vê pêvajoyê çawa derket holê? Li Bakur Rojavayê Kurdistanê an li Tirkîyê, Selehatîn Demîrtaş û Abdullah Ocalan, can sîperane ev pêvajo parastin. Temama argumentên dewletê wan jî parastin.
Niha ku dewlet, dagirker be û çavkaniyên şîdetê, çavkaniya terorê hebûna vê dewletê Kurdistanê be û ev dewlet ji te re bibêje dev ji çekê xwe berde, xwe hesin bike tu jî bêjî erê, wate; tu qebûl dikî ku ê esas şîdet bikaraniye û esas terorîst em in. Em ê dev ji çek berdin û partiya xwe jî fesih bikin, da ku teror ji holê rabe.
Ango siyaseta kurd gerek nebe muhatabê vê pêvajo yê. Ev pêvajo, dagirkeriya xwe vedişêre û temama tiştên nebaş dike aliyê siyaseta kurd. Lê mixabin wer nebû. Ocalan go: “Ev hezar salê kurd û tirk birayên hev in û kurda û tirka ji bo hêzên hegemonîk, hêzên emperyalîst li ser lingan bimînin, kurda û tirka bi hezar sal e îtifaq kirinin.” Û bi gelemperî ev îtifaqa, îtifaqek dil xwestinî ye, bi dilê xwe îtifaq ava kirine.
Ev hezar sal, ji şerê Malazgirê dest pê dike. Di hundir hezar salî de kurda û tirka wek şerê hev kirine. Tenha ji sedsala 16an heta sedsala 19an yanê di hundir 300 salî de hîn mîregê kurdan bi dewleta Osmanî re îtifaq kirin e. Lê ev hezar salan kurda bi Akoyûniya re şer kiriye, Karakoyiniya re şer kiriye, Selçûkiya re şer kiriye tim nabêna wan û begîtiyê tirkan re şer û pevçûn her hebî ye.
Ji xwe biratiya du miletan ne pêkan e. Yanê biratî di hundir miletekî de jî
cîyê nîqaşê ye, biratî di hundir malbateke de cîyê nîqaşê ye gelek car bira û bira şerê hev û du dikin.
Feqet bi dîrokê dilîzin, ji me re dîrokek li gor berjewendiyên dewleta tirka dinivîsînin. Ew dîrok jî ev hezar sal e kurda û tirka îtifaq kirine li hember hêzên hegemoniya.
Dewleta Osmanî bi xwe di herêmê de hêzeke emperyalîst e, hêzeke hegemonîk e. Tu bi dewletek emperyalîst-hegemonîk re îtifaqê deynî tu li hember kîjan hegemona şer bike. Eger tu li hember hêzên hegemon be, hêzên emperyalîst be, tu yê berê berê şerê vê hêza hegemonê xwe bike.
Di Tirkîyê jî gelek car destê qaşo çepgiran, doza dij emperyalîzmê li kurda dikin. Û her dibêjin kurd gerek dijî emperyalîzmê bin. Wele em dijî emperyalîzmê nin. Di serî de li dijî emperyalîzma Tirkîyê ne. Yê ku sed sal e ku dixwazin me ji holê rake, emperyalîzma Tirkîyê ye. Û em dijî vê emperyalîzmê ne.
Ê ku ji me dixwazin em dij emperyalîst bin, heger bi gotinê xwe samîmî bin, ew ê jî dij emperyalîzmê bikin li Tirkîyê. Li Tirkîye heger birra hêzek dij emperyalîst hebe, em ê berê berê ji dewleta Tirkîye re bêjin ku ji Kurdistanê biteqizin.
Heger terefek bi navê çepgirî û şoreşgerîyê, doza dij emperyalîzmê bi kurda dike û ji dewleta xwe re nabêje ji Kurdistanê biteqize, hûn zanîbin ku ew ne çepgir in, ne şoreşger in, durûtîya dikin.
Berê berê divê mirov, dij emperyalîstê xwe be. Dewleta te sed sal e sê anika -deh sal e- li sê parçeyê Kurdistanê şerekî emperyalîst dimeşînî. Tu li hember vê dernakevî, tu vî miletî muxatabê vê hucûma emperyalîst bûyî doz dikî dibêjî: “Tu şerê emperyalîst a Emerîkî bike, şerê emperyalîzma rûsî bike, boy çi?” Yanê heger ez şerê emperyalîzmê bikim, destpêka wê, ew emperyalîst ji welatê xwe derxim. Emperyalîstên welatê xwe de ez ji welatê xwe dernexim, ez ê çawa şerê emperyalîzma alemî bikim. Yanê van a giş, sernavê enternasyonalîzmê tê gotin.
Li Kurdistanê wacîbê enternasyonalîzmê yekem, têk birina çar dewletên dagirkerên Kurdistanê. Kengî ku siyaseta kurd, Kurdistanek Serbixwe û Yekgirtî ava kir, hûn bizanibin ku kurda, temama wacîbên xwe yên enternasyonalîst bicîh aniye.
Vê ya em kanin bişibînin mijara Polonya. Polonya jî di nav sê dewletên emperyalîst hatibû parçekirin; Rûsiya, Pûrûsya, Awûstirya-Macarîstan. Marx û Engels, digotin ku: “Parçe hiştî û bin dest hiştî Polonyayê weke va xerca wan her sê dewletên emperyalîst, ji ber wê jî em yekîtî û serxwebûna Polonyayê biparêzin.” Baş e îro hûn dixwazin li herêmê nîzamek nuh ava bikin. Li heremê çavkaniyên emperyalîst û paşverû kî ne? Serî de dewleta Îranê ye, dewleta Tirkîye ye. Sûrîyê, Iraq em nahesibînin, ji xwe dewletên çêkiribûn, têkçûn.
Eger tu nîzamek nuh dixwazî, gerek tu şerê van du dewletên emperyalîst bikî. Ta ku ev her du dewletên emperyalîst li heremê hebe, ne aşitî û ne aramî, nayê vê heremê. Dijminê aşitî û aramiya heremê, ev her du dewletên qedîm ê dagirker e. Kî dixwaze karekî enternasyonalîst bike, saha vekiriye, fermo bira şerê van her du dewletna bike. Îroj şerê van dewletên emperyalîst bikî.
Divê em bi xwe bawer bin û van hucûmên bi navê çepgiriyê, rastgirîyê, îslamê, lîberalîyê li ser hareketa kurd gere em red bikin. Em ser rêya rast in. Yên ku kirêgirtiya emperyalîzmê dikin, ev ên ku navborî ne. Karin şer dê emperyalîstên xwe yên vê heremê û bi taybet dagirker û jenosîdkarên Kurdistanê nakin, lê doza dij emperyalîzmê, doza enternasyonalîzmê, li kurda dikin.
Mijara dij-emperyalîzmê de hem gotaran Ocalan û hem a Demîrtaş sedî sed wek a dewleta tirka ye. Demîrtaş hîn zêde dihere divê: ”Ew dewlet ya me ye, ya kurda ye jî. Me re çawa şerê dewleta xwe bikin?” Li Bakurê Kurdistanê nasekine, bo her çar dewletên dagirker; Tirkîye, Iraq, Îran, Sûriye. ”Dibê van dewletna, dewletên kurdana jî, divê mera şerê dewletên xwe nekin.” Bo çi? Bona ku em nên lîstika emperyalîzmê. Ji xwe ew e lîstika emperyalîzmê. Yanê, van dewletna ne emperyalîstên Kurdistanê.
Niha em ser heremê jî çend gotina bêjin û biqedînim.
ŞERÊ CÎHANÊ YA SÊYEM
Îro, du şerê aktîf xuya dike. 34:02 Îro, du şerê aktîf xuya dike. Yek; şerê Gazze û Îsraîl hîn didome. Yek jî; Ûkranya û Rûsiya. Di eslê xwe de şerê li Gazze didome; ne şerê dewleta Îsraîl û Fîlîstînîyan e. Li terefên wan binihêrin; Fîlîstînîyan di kîjan bereyê de dest bi şer kirinin. Piştgirê Hemasê ê yekem Tirkiyê ye, dûvre Îran e, Iraq e, Sûrîyê ye, Hîzûbulahê Lubnanê ye, Yêmena Bakur e. Navê vê ya li gor Îranîya Bereya Berxwedanê ye(Dîrenîş Cephesî). Van a temam di nav şer de ne.
Îran bi hêza xwe î fîîlî, tirk bi gotarên xwe, Yemen bi temam a hêza xwe, Hizbulah bi temama a hêza xwe nav vî şerî da bûn. Di vî şerî de Îsraîl, şerê şeş dewletan bi derbekî de dît. Yanê; Yemen e, Fîlîstîn e, Lubnan e, Sûriye, Iraq û çend caran jî li Îranê xist. Dêmek ku ev şer di nabêyna Îsraîl û Gazzê de bû.
Aliyê Îsraîl re bi temama Nato piştgirî bû. Ev şer generalên Emerîkîya meşand. Îstîxbarat wan dan, keştîyê wan î şerî li Behra Spî bû. Ji wê der hem Yemenê xistin hem piştgirî da yê li Îranê xistin.
Wate; temam a dinyê di nav vî şerî da bûn. Rûsiya û Çîn jî di nav vî şerî da bûn.
Şerê îro li Ukrayna dimeşe, ew jî ne şerê Rûsiya û Ukrayna ye. Alîgirê Rûsiya Îran, Îran pişgirîya Rûsiya dike. Koreya Bakur leşkerê xwe şand, ji bo tevlî şer bibe. Îha û sîha xwe dan. Çîn; hîn di Neteweyên Yekbûyî de piştgirî ya Rûsiya kir.
Aliyê Ukrayna jî kes bila nefikire û nebêje qey Zelenskî jî vî şerî dimeşîne an Zelenskî vî şerî meşand. Rasterast destê CÎAyê, destê PENTAGONê û bi sîlehên Ewropa û Emerîkîyan wan şer meşand.
Van a bo vê yekê dibêm; çi li Kurdistanê çi li dinyê ji bona em bûyerekî fahm bikin, divê em Şerê Cîhanê Sêyem baş fahm bikin.
Îro tişt li herêma me diqewimin bereya Rojhilata Nêzîk û Navîn an Şerê Cîhanê Sisêya ye. Hedefa vî şerî serwerîya cîhanê ye. Kontrol kirina çavkaniyên enerjî û rêyên enerjîyê ye. Hûn giş dizanin; a niha du projeyên rêya enerjîyayê mezin heye.
Yek a Çînê ye jê ra dibêjin; Rêya Hevrîşim (İpek Yolû Projesî), bi şêst an heftê dewletan re pêyman çekiriye û nizanim çend trîlyon dolar mesref kiriye Çînê. Ya din ya Hîndîstanê ye û jê ra dibêjin Rêya Baharatê, Îsraîl di hundir wê projeyê de ye, Emerîkî piştgirî didin vê projeyê. Hîndîstan dewletek guhertî ye, di vî Şerê Cîhanê de ne li hevdu terefa ye jî, du terefê ra jî têkilî dimeşîne.
Hedefa vê Şerê Cîhanê ye Sêyem jî hem çavkaniyên enerjîyê bi dest xist hem jî rêyên enerjîyê kontrol bike. Ev şer, Kurdistan bi her çar parçeyê xwe bereyek e di Şerê Cîhanê ya Sêyem de.
Bi sedem ev şer, heremê ew ê biterimîz e û ev herêm di navêna her du terefê şer de herêmek girîng e. Kurdistan jî ji ber wê bi her çar parçe ya xwe de di nav vî şerî de ye. Ji ber vê yekê çîrokê aşitîyane, çîrokê biratîyê di roja em tê de ne, dijminê doza Kurdistanê ye.
Çîrokên aşitîyane miletê me bê sîleh dihêle. Li dinyê şer e, li heremê şer e, li her parçeyê Kurdistanê şer heye, ji me re çîrokên aşitîyane xêz dikin. Ev miletê me bê sîleh dihêle. Gerek em çîrokên aşitîyane bidin aliyekî. Helbet weke her kesî ez jî naxwazim li tu dewerê dinyê du mirov şer bikin yek bê kuştin yan herdu jî bên kuştin, kes ji me tiştekî bi vî rengî naxwaze. Lê realîta cîhanê realîta şer e. Ne realîta aşîtiyê ye.
Helbet yanê hîn analîstên Emerîkî dibêjin ev Şerê Cîhanê yê Sêyem ew ê şêst-heftê salî bidome. Wate; 35 sal li pê me ma, 35 salê pêşîya me jî ev şer jî ê bidome. Dawiya vî şerî kî yê, kê têk bibe, nîzamek çawa ew ê were cîhanê em pê nizanin. Em nav şer de ne divê em vî şerî qebûl bikin.
Çîrokên birayetiyê, ev sed sal e ji aliyê temamên dagirkerên me ve dema cî li wan teng dibe, dibêjin: ”Em birayê hev in.”
Nimûneyekî bidim; dema serhildana Şêx Mehmûd Berzencî, Teşkîlatê Mahsûsa, sûbayekî xwe navê wî Elî Şefîq e, qoda wî Ozdemir Paşa ye, tev maîyeta wê şandin Rewandûzê bi cîh kirin. Tekane mîsyona Ozdemir Paşa, şer di navîna îngîlîza û Şêx Mehmûd de derxe. Cî bi cî di wê mîsyona xwe de jî bi serket.
Tiştê a niha ji me tê xwestin, wê çaxê jî Ozdemir Paşa digot: ”Em misilman in, birayê hev in. Ev ingiliz dijminê me yên herduyan ın ji.” Halbûkî îngîlîz, bi xêra îngîlîzan, tirka ji xwe ra dewletek ava kir. Bi bergerandin a emperyalîzmê ji xwe ra dewletek ava kirin.
Îro heman lîstik e. Yanê ji me ra çi dibên: ”Bi Emerîkîya re bira têkiliya we tune be. Bi Îsraîl re têkiliya we tune be, Kurdistanek serbixwe, Îsraîl a duduya ye.” Rexneyên li me tê girtin, dibêjin.
Halbûkî li dinyê Îsraîl a ewil komara Tirkiyê ye. Yê ku ew dewlet ava kirinin kadroyên wan î pêşeng, ê îdeolojîk, ê sîyasî û ê leşkerî, pirayîyên wan esilcihû ne. Ji roja ku dewleta Îsraîl ava bû ye 48an heya bi sala 90î, Îsraîl û Tirkîye, hev peymanên hevî stratejîk bûn. Mutefîkên hevî stratejîk bûn. Sala 90î piştî têkçûna Sowyetê û Şerê Kendavên Yekem, dewleta tirka got:” Îsraîl, dixwaze Kurdistaneke ava bike.” nabêyna wan xira bû.
Emerîkîya Tayîb Erdogan anîn kirin desthilat. Tayîb Erdogan bi hêza xwe nehatibû nebûbû desthilat. Bi piştgiriya lobîya yahûdîya û Emerîkîya û sermîyanê Ewropa hatibû desthilat. 2002 û heya 2013an dîsa mutefîkên hevî stratejîk bûn.
Derdê dewletê tirka, bi Îsraîl re ne mesela dînî ye, ne mesela Filistînê ye. Tenha mesela Kurdistanê ye.
Dewleta tirka difikire ku: “Îsraîl dixwaze Kurdistanek serbixwe hebe.” Îsraîl bo çi nexwaze? Yanê Kurdistanek Serbixwe û Yekgirtî, ew ê Îranê lawaz bike, Turkiyeyê lawaz bike, Iraqê lawaz bike, Sûriyayê lawaz bike. Ê ku Îsraîlê birêve dibin ker in, ew ê bixwazin Kurdistanek Serbixwe hebe. Ev î ya reelpolîtîk e. Tu jî reelpolîtîker î, dewleta Îsraîl jî reelpolîtîker î.
Îsraîl dewletek serbixwe bixwaze, kurd ê ji bo çi vê ya red bike? Yanê ji bo çi em ê bibêjin Îsraîl tu ne baş e, em ê ji xwe re bi tirka re îdare bikin? Sedemekê bira bibêjin. Tu sedem tuneye ye.
Yanê miletê kurd, heger ew ê Kurdistanek Serbixwe û Yekgirtî ava bike, ev ê bi hêza xwe ava bike. Yekrêzîya xwe ya sîyasî ava bike, bi fedakariya xwe ava bike, bi bedelê mezin ew ê ava bike.
Di vê avakirinê de kîjan dewlet piştgirî bidê, tu mafê siyaseta kurda tune
ye bibêje: “Wele tu dewletek cihuyayê ez qebûl nakim. Tu xiristîyanî ez qebûl nakim.” vê çax qebûl neke.
Sed salê birayê hev in hûn û Îsraîl. Ji we re ne eyb e, sed sal e hûn kirêgirtiya emperyalîzmê ne, Birîtanya û Fransa ji we re dewlet ava kiriye, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ji bo hûn li ser lingan bimînin we xwe avêtiye Emerîkîya, hûn bû ne endamê Nato, hûn hîn endamê Nato ne, hûn hîn dixwazin têkevin Yekîtiya Ewropa, ev teşkîlatna giş emperyalîst in.45:31 Van a ji we re meşrû ye, rewa ye, kurd ji bo çi li dinyê mutefîka negere. Ez nabêjim ku îşte Emerîka, Îsraîl ji me re dewletê ava bike. Na! Milet ancax bi xwe dewletê ava dike.
Li êdî li her derê dinyê, yanê li gundekî bûyerek biçûk bibe, encamê wê navdewletî ye. Em li fezayê dewletek ava nakin, em li vê dinyê dewletê ava dikin. Me berjewendiyê kê di avakirina dewleta Kurdistanê de be, divê piştgirî bide, em ê bo çi red bikin. Em bi xwe bawer bin.
Ev hucûmek global e. Aliyekî wê leşkerî ye. Yanê; ji roja, ji Cotmeha 2024an heya nihan de dewleta tirkan sê parçeyên Kurdistanê şer dimeşîne dibên: “Hûn wek me nekin, we gişan ji holê rakin.” aliyê leşkerî.
Aliyekî wê sîyasî ye; di hundir kurda de kirêgirtîyên xwe derdixin sehayê, hucûmek sîyasî ye. Aliyê wê yê her muhîm; hucûmek îdeolojîk e, hucûmek fikrî ye. Dixwazin kurda dûrî hişmendiya xwe yê neteweyî welatperwer bihêlin.
Yanê dema tu wek Demîrtaş bipêyve, bibêje: “Ev dewleta kurda yê jî. Ev dewlet, divê, a me giş-ta ye.” Li re(rû) ê dinê, dewletek a hem-welatiyek a gişta tune ye.
Yanê dewlet, bi destê koalîsyonek sinifî de ye. Heger ev koalîsyon fireh be, em ji wê dewletê re dibên dewletek demokratîk. Ev koalîsyon hebek teng be, em dibên dewletek olîgarşîk. Ev koalîsyon tengtir bibe, em jê re dibên dewletek faşîst. Yanê tu dewerê dinyê dewletek kesî tune ye. Tu îcar vê ya tînî ji dewletek dagirker dikê dewleta miletê bindest.
Ev banga koletîyê ye. Divê em, di dîwarê fikrî de, di dîwarê sîyasî de û cîyêk lê ku em ê şerê çekdarî didin, di dîwarê leşkerî de xwe amade bikin. Bersîva vê hucûmê bidin.
Li Rojavayê Kurdistanê, xeta her Kurdistanîyek ê xeta wî sor; çekê destê kurda de ye. Kî ji Rojavayê Kurdistanê dawa çek berdanê bike, dijminê Kurdistanê ye.
Em, siyaseta serdest a Rojavayê Kurdistanê naparêzin. Hişmendiya min û hişmendiya YPG, ne heman hişmendî ye. Feqet ew der perçak welatê min e. Îro, rizgariya vî parçeyî, bi çekan pêkan e. Miletê bê çek, miletek kole ye. Ev çîrokên dema şerê çekdarî derbas bû ye, êdî dem dema li hev kirinê ye, dema dîalogê ye, evan a jî hucûmê îdeolojîk in.
Li kî derê dinyê şerê çekdarî derbas bû ye. Li her dewerê dinyê şerê çekdarî heyî. Ev mîrat a çeka, tev tenê ji kurda re heramî ye. Tu ji miletekî re çeka heram bikî, tu dixwazî ew milet kole bî. Tu ji miletekî re dewletbûyînê heram bikî, tu dîsa dixwaze ew milet kole bî.
Mala we ava. Em li vir ra biqedînin, em ê dû re sohbet bikin.
GOTÛBÊJ
Geşedanên Rojhilata Nêzîk û Navîn
û
Rojeva Kurdistanîyan
