”Ji bo Rûsya alîkariya Kurdistanê bike, dê daxwazên wê çi bin?” Yusif Zîya

”Ji bo Rûsya alîkariya Kurdistanê bike, dê daxwazên wê çi bin?” Yusif Zîya

Dîplomatê Rûsya Sowyetî Şaxovskoy, di heman rojê (2 adarê 1923) de, du caran hevûdîtinê bi mebûsê Bedlîsê Yusif Zîya re çêdike. Ev dokumenta derheq dîtina cara duduyê de ye. Naveroka hewdîtinê derheq pirs û bersîvên Şaxoskoy û Yusif Zîya de ye.

Yusif Zîya daxwaz û şertên tevgera kurd (komîta Stenbolê ya serokê wê Seyîd Evdilqadir e) ji Şaxovskoy re dibêje û herweha pirsa dê helwesta Rûsya Sowyetî çi be, ji diplomatê sowyetî dipirse.

Pirs û bersîvên herûdu terefan grîng û balkêş in. Ev dokument rûpelek be jî, agahîyên balkêş ên derheq dîroka tevgera kurd a nêzîk radigîhîne.    

HEVDÎTIN BI MEBÛSÊ BEDLÎSÊ YÛSIF ZÎYA RE

Dokuument – 3

2ê adarê 1923

3ê adarê[1], di eynî rojê de firsend çêbû, ez û Yûsif Ziya careke din li mala mebûs X[2] hevûdu bibînin.

Vê carê mebûsê kurd,[3] li gor soza dabû, derheq pirs û şertên li jêrê, axivî:

”1/ Kurdistan nikare sistema bolşewikan qebûl bike.

2/ Kurdistan nikare di federasyona Sowyetê de cî bigre, divê Kurdistan serbixwe be.

3/ Gelo Rûsya bi vî rengî kare alîkarîya Kurdistanê bike? Wek numûne:

Hukûmeta kurd, ji bo pewistiyên xwe yên di warê kadroyên dewletê yên wek: ofiser-instruktor, ofîserên cenderma, alîkariyê bixwaze. Gava pewistî ji artêşê hebe û bi taybetî ji artêşa rûsî û heger mimkun be, leşkerên misilman bin; her weha di warê malî-îqtîsadî de alikariyê bixwaze?

4/ Dê Rûsya çalakîyên me yên li Kurdistana Iranê bipejirêne?

5/ Heger Tirkiye û Iran erîşan bînin ser Kurdan, dê Rûsya li dijî van dewletan helwest bigre?

6/ Ji bo Rûsya alîkariya Kurdistanê bike, dê daxwazên wê çi bin?

Yusif Zîya, piştî axaftina xwe, ji min xwest, ku ez jî der heq van pirs û şertan, nerînên xwe yên şexsî bêjim. Min bi awakî giştî jê re got: Rûsya qet hewl nedaye bi darê zorê nizama xwe bi miletên din, ên ku ji sistemek weha re ne amade ne, bide pejirandin. Wek minak: Buhara û Hîva, ne di Yekîtiya Sowyetê de ne, tenê dostên Yekîtîya Sowyetê ne û destekê ji Sowyetê distînin.

Derheq pirsa, daxwazên Rûsya yên li beramberî şertên li jor hatine rêzkirin dê çibin, min nerîna xwe diyar kir: Rûsya ti carî şertên maddî ne ajotîye ber miletên bindest, ên ku Rûsya alîkarîya wan dike. Rûsya li wê negerîyaye û ew dê wê  neke; siyaseta Rûsya di vî warî de, ji siyaseta dewletên împeriyalist cuda ye. Bê şik, Rûsya hezdike netewa kurd dostê xwe yê daîmî bibîne û divê di hemû çalakiyan de îspat bibe û herweha di peymanê de bizexmî hatîye eşkerekirin.

Piştî axaftina xwe, min ji Yusif Ziya pirsî: îhtîmala Kurdistan bi Turkîye û Îranê re dost bimîne heye, heger ev herûdu dewletana bi peymanên xwe yên bi Sowyetê re îmze kirine, sadiq bimînin?

Yusif Zîya got:

”Bê guman hewceyî axaftinê nîne, dewletên bi Sowyet Rûsyayê re dost bin, ew dê dostên me jî bên hesêbkirin û ji bilî wê, bê zanîn û razibûna Rûsyayê, em ê bi wan re tu peymanan îmze nekin. Di vî warî de ray-nerînên Rûsyayê ji me re dîrektîvin.”

Der heq pirsa min (Şaxovskoy)[4]: Heger Tirkiye biryara xwe ya der heq Mûsîlê rawestîne û doza yekîtîya Mûsilê bi Tirkiyê re bike, gelo Kurdistan ew ê çi bike?

Yusif Ziya bersiv da: – ”Wê gavê, em ê bi pêkanîna daxwaza otonomîya hundurîn, dostatiya bi Rûsyayê ya mayinde û çareserîya pirsgirêka tengavan (bosfor) a li gor berjewendîyên Rûsyayê, razî bin. Pirsa Mûsilê sedema bingehîn a ne razîbûna me ye û ew, serhildana me bilez dike.

Piştî wê bi şertê ku em 4ê adarê hevûdu bibînin, em ji hev qetîyan.

  1. Ismailov (Şaxovskoy)                                        Enqere 2ê adarê 1923.

Vergera teksta dokumentê ji rûsî bo kurdî: Fewzî Namlî

25.03.2024


[1] Di destpêka vê dokumentê û ya berî vê dokumentê tarîx 2 adarê 1923 hatîye nivîsandin. Îhtîmal  didim bi xelîtî ”3 adarê” hatibe nivîsandin. F. Namlî.

[2] Şaxovskoy tîpa X (eks) ji bo bi dizî be. ji delva navê mazûbanê malê bikar anî ye. Îhtîmal didim, ku mazûban mebûsê Erziromê Husên Ewnî be; dibe kesekî din jî be. F. Namlî.

[3] Yusif Zîya. F. Namlî.

[4] F. Namlî