PÊLKURD kadroyekî xwe yê bi rûmet û bi bîr û baweriyek bihêz, winda kir.
Hevalê hêja Cano Tu çûyî! Lê navê te, fikir, nerîn û xeyalên te wê her tim bi me re bin û dê di têkoşîna serxwebûna...

Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.
Niha Erdogan li Diyarbekirê çi gotiye? Yek, gotiye Diyarbekir ya me bû, ya me ye û ew ê ya me bimîne.
Ev gotareke jenosîdkar û dagirker e. Diyarbekir Kurdîstan bû. Diyarbekir Kurdistan e û Diyarbekir dê her Kurdistan bimîne. Niha em divê bipirsin, Erdogan bi çi curetê, li çavê bi hezaran kurdistaniyan dinihêre û dibêje Diyarbekir ya me ye.