Îro ji bo civata Pêlkurdê rojeke xemgîniyê ye. Şîna me heye.

Îro ji bo civata Pêlkurdê rojeke xemgîniyê ye. Şîna me heye.

Ewladekî kurd û kadroyekî hêja yê Pêlkurdê mala xwe ji nav me barkirî û çû.

Abdurrahman Önen kurdperwerekî dilşewitî, evîndar, pispor û kedkarekî axa Kurdistanê bû. Têkoşerekî jidil yê doza serxwebûna Kurdistanê bi dikulî pişta xwe da me û çû.

Mala mirinê kambax be.

Em dizanin ku dê giyanê wî li asîmanê Kurdistanê wek stêrkekî biçûruse, dê berhemên wî di pirtûkxaneya kurdî de bibiriqe, dê navê wî di dîroka Kurdistanê de li ber çavan be.

Ew dê di nav rûpelên Pêlkurd de bi me re be û dê di doza serxwebûna Kurdistanê de bijî.

Em ê wî ji bîr nekin!

Ew dê dilê me de bijî!

Bila serê neteweyê kurd xweş be!