Yekitiya neteweyî ne ew têgih e ku her kes her tiştî lê bar bike

Yekitiya neteweyî ne ew têgih e ku her kes her tiştî lê bar bike

– Gotineke te heye, tu dibêjî “Yekîtiya Neteweyî ne ew têgih e ku herkes bikare hertişt bixe navê.” Tu dikarî vê hinek îzah bikî?

Em bi nimûneyeke rojane dest pê bikin. Heyeta HDP di bin serokatiya Sezaî Temelli de serîdanekê li Başûrê Kurdistanê dan û bi serokê berê yê Herêmê û lîderê PDKyê, Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Sezaî Temellî di daxuyaniya ku da çapemeniyê de dîyar kir ku mijareke hevdîtinan jî yekitiya neteweyî bû. Ev, henekpêkirina bi hişê însanan e. Têkiliya di navbera Mesûd Barzanî û Sazaî Temellî de ne têkiliyeke neteweyî ye, têkiliyeke navneteweyî ye. Ev her du siyasetmedar xwediyên aîdiyetên netewe û welatên cuda ne. HDP bi îsrar dibêje ku ew partiya Tirkiyeyê ye. Ew vê gotinê jî li gor argumenta Neteweyê Tirkiyeya Demokratîk dibêje. Tiştî ku ji vê argumentê tê fêmkirin ew e ku lê dixebitin ji tevayiya hemwelatiyên Tirkiyeyê neteweyekî bînin pê. Ew partiya ku armanca wê ev e, divê ku lê bigere yekîtiya neteweyî di nav partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê de ava bike. Lê belê ev partî û serokê wê yê ku ne kurd û kurdistanî ye, dibêjin ku ew hewl didin li Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî saz bikin. Ev xwediyên wê siyasetê ne ku lê digerin yek netewe saz bikin ku cudahiya wan ji siyaseta tirkperest tenê ew e ku peyva ‘demokratîk’ bi kar tînin û ev, bi bêperwatî behsa yekitiya neteweyî dikin.

Wek hemû têgihên din terîfeke têgiha ‘yekîtiya neteweyî’ jî heye û wek her terîfekê ew jî sînordanînekê di xwe de dihewîne. Yanê têgih ne ew çewalên vala ne ku kî çi bixwaze têxe hundir. Di eslê xwe de, têgiha ‘yekîtiya neteweyî’ hewceyiya yekitiya di nav xelq û hêzên siyasî de îşaret dike, ewên ku hedefa wan î sîyasî, rizgariya neteweyekî di bin zordestiyê de ye. Ev armanc jî dewletbûyîna wî neteweyê ye ku nebûye dewlet e. Lê di civakên xwedîdewlet de, ev têgih, di destê çîna serwer de wek argumentekê bi kar tê anîn ji bo ku desthilatiya xwe bimeşîne, ew dewleta ku bi rê ve dibe li ser piyan û di destê xwe de bihêle. Ya ku li Tirkiyeyê bi îtifaqa milet an îtifaqa cumhûrê ji bo pirsgirêka bekayê tê kirin, ev e.

Li Kurdistanê ‘yekîtiya neteweyî’ di bin berpirsiyariya hêzên siyasî de ye, yên ku hedefên wan yên siyasî hene, yên ku di navenda têkoşîna wan de dewletbûyîna kurdistaniyan heye û ev yekîtî dikare ji aliyê wan de pêk were. Ji bo ‘yekitiya neteweyî’ , partnerên wan partiyên siyasî, yên ku ji vê hedefê qetiyane, yên ku çareseriyê di nav sînorên dewletê de dibînin, ew hêzên din yên siyasî yên li Tirkiyeyê ne(AKP, CHP û hwd.). Ew hêzên siyasî ku di navenda armanca wan ya stratejîk de rasteqîniya netewe-welat ya kurdan tune be, banga wan ya ji bo ‘yekîtiya neteweyî’ bêmehne ye.

Di qanûnîtiya tirk de kurd û Kurdistan tune ne.

– Tu difikirî ku legalîte li ser Têkoşîna Azadiya Kurd taqiye ferz dike. Siyasetmedarên îroyîn ji sekna xwe, ji nasnama xwe ya rastîn tewîz didin? An ev jî di siyaseta reel de metodek e ku rê li ber xwe veke?

Di qanûnîtiya tirk de kurd û Kurdistan tune ne. Di ser de jî legaliteya tirk ew lagalîte ye ku ji xwe re kiriye hedef da ku rasteqîniya netewe û welat yê neteweyê kurd ji navê rake. Legalîta Kurdistanê jî tune ye. Gava ku li ser têkoşîna legalîte an legalê niqaş tê kirin, lazim e em van her du heqîqtan ji ber çavan nerevînin. Hêzên siyasî yên kurdistanî bi salan e ji xwe re kirine wek prensîp ku ji îmkanên qanûnî îstifade bikin. Di lîteratûra şoreşgeriyê de navê vê, îstismara legalîteyî ye. Lê ev jî rastiyeke din e gava ku kî bifikire tiştekî bi kar bîne, wî/wê daye ber çavê xwe ku bixwe jî bê bikaranîn. Heke mirov pêvajoya ku di 1950yî de bi Partiya Demoqrat dest pê kiriye bide ber çavê xwe û muhasebeya wê bike, ez difikirim ku di vê pêvajoya 70 salî de, esas ya bikarêner dewlet e.

Ew aktorên siyasî yên kurdistanî ji bo ku ji îmkanên legal feyde bibînin û ji alî dewletê ve neyêne bikaranîn, divê ku prensîpa wan ya esasî ew be ku gava têkoşîna legal bidin jî wek xwe bimînin û bi hedefên xwe yên siyasî ve girêdayî bin. Gava ku hûn bêjin em ê ji îmkanên legal feyde bibînin û wek hemwelatiyekî/e tirk biçin parlementoyê û li ser tirktî û ataturkçîtiyê sond bixwin, hûn nabin bikarêner(yên bi kar tînin) lê dibin yên bikarhatî(yên tên bikaranîn). Loma hûn bi vê tevgera xwe, hebûna dewleta dagirker li Kurdistanê meşrû dikin. Hûn wê zenê di hişê girseya xelqê de çêdikin ku ev dewlet ya ‘me’ ye jî. Meşrûkirina parlementoya Tirkiyeyê hewceyiya bi parlementoya Kurdistanê ji navê radike. Halbûkî heke pêwistî bi danîna têkiliyê bi parlementoya Tirkiyeyê re hebe, tenê rêya wê ya meşrû bi avakirina parlemetoya Kurdistanê ye.

Hebûna dewleta tirk li Kurdistanê dagirkerî ye û sed sal e terza têkiliyên vê dewletê bi kurdistaniyan re dijminatî ye. Li dij vê sîstema dagirkeriyê, Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê li ser vê hiqûqa djminatiyê dimeşe. Em îstismara legaliteyê danin aliyekî, ew legalîzma ku di têkoşîna siyasî ya kurd de hakim e, vê hiqûqê binpê dike û ji bo berbelavkirina xeyalên sexte wek hişê hevbeş, lihevkirin û aştî, xizmet dike. Ew xwe pêve berdan û kiryarên li ser navê feydejêgirtina ji îmkanên legal, dibe sedemê bêçekkirina xelqê me di warî fikrî de. Di vê pêvajoya de, ku sîstema dagirker polîtîkaya xwe ya red û îmhakirina heqîqeta netewe- welat yê xelqê kurd dimeşîne, lêgerîna ji bo hişê hevbeş tenê bi redkirina xwe bi xwe gengaz e. Di van 20 salên dawî de, ya ku esas tê kirin ev e. Ev manewrayên han bi cilika taqiyeyê tên pêşkêşkirin.

Gava ku em nekarin bêjin Kurdistan em nikarin qala kurdan bikin
-Gava ku digotin ‘Kurd tune ne’ Ahmed Turk di APyê de siyaset dikir. Siyasetmedarên wê demê nasnameya kurd diparastin. Lê îro jî em li ser statûyê diaxivin. Lê tu wan rexne dikî û dibêjî ji bo çi nikarin bêjin Kurdistan. Û gotineke te heye, tu dibêjî: “Li ser rûyê dinyayê tenê li Kurdistanê siyasetmedar ji bikaranîna navê welatê xwe xwe didin alî.” Ji bo çi tu wiha dibêjî?

Ew kurdên wek Ahmed Turk û yên wek wî ku di partiyên Tirkiyeyê de siyaset kirine, ne di Partiya Adaletê de û ne jî di CHPyê de nasnameya kurd neparastine. Jixwe ev ne gengaz e jî. Ev partî, partiyên dagirker, jenosîdkar in û hedefa wan ya siyasî tim ew bû ye ku nasnameya kurd ji navê rakin. Gotina ku dibêjin ez kurd im û parastina nasnameya kurd ne heman tişt in. Îro jî HDP dibêje ku ew siyaseta nasnameyî nakin. Ji derveyî vê, hemû gotinên wê, parastina qenciyên/başiyên tirkiyewîtî û neteweyê Tirkiyeya demokratîk e. Li Tirkiyeyê ji derveyî kurdan, ji bo pênasekirina civatên alakton(tirk, çerkez, pomak, roman û hwd.) hewceyiya wan li vê erdnigariyê bi rasteqîniyeke welat tune ye. Lê kurd xelqekê otokton ji vê erdnigariyê ne û hîn jî civateke tenê ye ku li welatê xwe di piraniyê de ye. Ji ber vê sedemê ye ku em nekarin bêjin Kurdistan em nikarin qala kurdan bikin. Ango cihekî ku ev civat jê hatine heye û ev jî ji bo pênaskirina wan têrî dike. Halbûkî cihekî ku kurd jê hatine tune ye, ji bo pênaskirinê tenê Kurdistan çavkanî ye. Tê zanîn ku di vî 30 salî dawî de dewleta tirk hebûna kurdan wek yeko yeko dipejirîne lê rasteqîniya netewe-welat ya kurdan red dike. Ji ber vê ye ku ez dibêjim her terîf û her pêşniyariya çereserkirina meseleyê dagirkerî û jenosîdkar e gava ku ax ji bin xelqê kurd bê rakirin, yanê qala hebûna Kurdistanê neyêt kirin.

Bêguman berpirsiyarê esasî ya vê rewşê, Sîstema Serweriya Tirk ya dagirker û jenosîdkar e. Niqaşa li ser vê jî beredayî ye. Ancax ev mafê me ye ku em li hêviyê bin da ku yên dibêjin ew li dij vê sîstemê ne bila pêşî xwe ji bin hegemoyaya îdeolojîk ya vê sîstemê rizgar bikin. Loma Sîstema Serweriya Tirk ne tenê bi pergalên xwe yên zordest li Kurdistanê hebûna xwe didomîne, pergalên îdeolojîk yên dewletê jî ku herî hindik bi qasî wan pergalên zordest bibandor in, heman fonksiyonê bi cî tînin. Ji ber vê yekê ye ku em ê bi tundî rexneyên xwe li sîtavên îdeolojîk yên SST yên di nav sefên xwe de û yên ku niyeta wan çi dibe bila bibe, vê diparêzin, bikin. Jixwe em dizanin ku sîtavên di nav me de ne tenê ideolojîk in, fizîkî ne jî.

“NETEWEYÊ KURD TUNE LÊ YEKO YEKO KURD HENE”
– Piştî Şerê Dinyayê yê Diduyan gelek dewlet ava bûn. Gelek welat yên ku statûya wan wek kolonî dihatin terîfkirin bi awayekî serxwebûna xwe bidest xistin. Lê kurd serxwebûna xwe bi dest nexist, li gor te ev ji ber wê yekê ye ku rewşenbîr, siyasetmedarên kurd ku xwe wek kolonî terîf nekirine?

Mesele ne ew e ku kurd xwe çawa terîf dikin. Ew nîzama dinyayê ku piştî Şerî Cihanê yê Yekan hatiye danîn û ev sîstema dewletên dinyayê ku nîzam xwe disipêrê hêştiye ku Kurdistan parçebûyî û bê statû bimîne. Ew dewletên emperyalîst yên sereke yên dinyayê, mandaker û kolonyalîst, Brîtanyaya Mezin û Fransa, Kurdistanê ji van statûyan jî bêpar hêştine û di nav sînorên çar dewletan de ji pêvajoya jenosîdê re hêlane. Ji ber vê sedemê piştî Şerê Cihanê yê Diduyan, Kurdistan bi şiklî jî be cihê xwe di nav wan bi dehan dewletên ku serxwebûna xwe bi dest xistine de negirtiye. Bi heman awayî di Şerê Cihanê yê sisêyan de jî ku piştî pêvajoya bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê dest pê kiriye û ev e bîst sal e bi berfirehî didome de, bi dehan dewlet hatine avakirin lê hîn jî Kurdistan nebûye dewlet. Divê ku em Referandûma Serxwebûnê ya di 2017an de li Başûrê Kurdistanê di vê peywendê de binirxînin.

Ev rewş, sekna rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistanê ku ji zelaliyê dûr dimînin, meşru nake. Bi taybet jî ji bo me pirsgirêkeke cidî ye ku di vî 20 salî dawî de, li Bakurê Kurdistanê, siyaseta kurd ji hedefa serxwebûnê bi dûr ketiye û karakterê terîtoryalî(taybetmendiya axê) ya pirsgirêka Kurdistanê nadin pêş.

JENOSÎDA KURDISTANÊ ŞEKLÊ HEBÛNA DEWLETA TIRK E
-Li Awistiralyayê ji bo asîmîlasyona Aborjînan ya di dema borî de “Şerma Milî” tê gotin. Li gor te terîfeke wiha çiqas mimkun e li Tirkiyeyê?
Ew tevkujiya Aborjînan ku li Awistralyayê pêk hatiye êdî neheqîyeke tarîxî ye. Ji ber vê, tê fêmkirin ku Awistralya vê pirsgirêkê wek ‘şermeke milî’ terîf dike û bi vê maneyê bi rabirdûya xwe re rû bi rû dibe. Li Tirkiyeyê jî ew pêvajoya jenosîda ku di zemanê de berbelavbûyî bûye didome. SST hebûna xwe li ser jiortêrakirina heqîqeta netewe-welat yê miletê kurd honandiye.Yanê jenosîda Kurdistanê şeklê hebûna Dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê ye ku Dewleta Tirk hema li kîjan parçeyê Kurdistanê be an hema li kîjan dereke dinyayê jî be, heke pêşveçûyîneke erênî ji bo Kurdistanê çêbe an jî îhtimala statûyekê hebe, ew vê ji xwe re wek meseleyeke ‘beqa’yê dibîne. Yanê hebûna Kurdistanê ji bo Dewleta Tirk meseleya hebûn an tunebûnê ye. Nêzikayîtêdana dewletê bi rastî ev e.

Li Tirkiyeyê ne gengaz e ku pêşveçûyînek çêbe. Ew dewleta ku bi rewşa xwe ya aniha re rû bi rû nebe, ew jenosîda ku di zemanê de berbelavbûyî bûye, ranewestîne, xeyaleke tewş e ku mirov jê hêvî be ku bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe. Di pêvajoya Îmraliyê de, ji ber xeyalên sexte yên belavbûyî ji bo aştiyê, yên ku binavkirina Dêrsimê ji bo Tuncelîyê wek pêşveçûyîneke mezin nirxandin, tiştî ku fêm nekirin ev xal bû. Ew dewleta ku Kurdistanê wek ‘Doğu ve Güneydoğu Anadolu’ bi nav bike, tu mehneyek an qîmetek têde tune ku ji Tuncelîyê re bêje Dêrsim. Gotina ‘ neteweyê kurd tune lê yek yek kurd hene’, ne di wê mehneyê de ye ku jenosîda di zemanê de belavbûyî bi dawî dibe lê di wê mehneyê de ye ku dê ev pêvajo bi formeke nû bimeşe. Hêviyên sexte yên ji bo çareseriyê bi kêrî tu tiştî nayê tenê pêşî li çareseriyên rastîn digire.

KURDISTAN NE DI NAV DEWLETA TIRK DE LÊ DI BIN DAGIRÎYA WÊ DE YE

-Dewletên kolonyalîst çawa dikarin bibin demokratîk? Fransa qaşo dewleteke demokratîk bû lê li Cezayîrê û li hemû welatên Afrikayê xwîn diherikand. Demokrasî bi serê xwe dikare pirsgirêkên welatên kolonî çareser bike?

Dı van salên dawî de fetîşîzma demokrasiyê hatiye afirandin. Demokrasî şiklekî dewletê ye û têkiliya dewletekê bi civat, neteweyê di bin hikumraniya xwe de îşaret dike. Di vê mehneyê de, demokrasî karên hundirîn yên navxweyî û xebitîna dewletekê îfade dike. Kurdistan ne di nav dewleta tirk de ye lê di bin dagiriya wê de ye. Dagirkerî û jenosîd ji wan tawanan in ku li hember mirovahiyê tê kirin. Dewleteke ku felsefeya wê ya damezirandinê li ser dagirkerî û tunekirina xelqên otokton be, nikare demokratîze bibe. Jixwe demokratîzebûyîna dewleteke dagirker û kolonyalîst jî nayê wê wateyê ku dê neteweyekî kolonî rizgar bibe. Hewceyî bi rabirdûyê tune ye, ew dewletên wek DYA(Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê) û Fransa ku tê goton di zirweya demokrasiyê de ne, xwe avêtin ser Libyayê û Muemer Qedafî dan lînçkirin. Demokrasiya wan dewletan nebû asteng li hember vê hovîtiya wan.

Yên ku çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bi demokrasiya li Tirkiyeyê destnîşan dikin, di eslê xwe de ew Kurdistanê wek parçeyeke jevneqetîn ya Tirkiyeyê, herêmeke wek Ege û Marmarayê difikirin. Ew siyasetmedarên kurd yên ku vê diparêzin karekterê dewleta tirk yê dagirkerî û jenosîdal vedişêrin û di ser de jî vê (karekterê) ji nû de li Kurdistanê hildiberînin. Parêzvanên neteweyê demokratîk, welatê demokratîk, dewleta demokratîk di eslê xwe de peyva demokratîkê tînin pêş drûşmên ‘yek milet’, ‘yek dewlet’, ‘yek welat’ê û ji nû de wan hildiberînin. Pirsgirêka Kurdistanê ne pirsgirêgeke demokrasiyê ye, pirsgirêka ax û desthilatiyê ye, çareseriya wê ya mayînde jî di yekîtî û serxwebûna Kurdistanê de ye. Otonomî, federasyon, konfederasyon dibe ku di navberê de bibin çareseriyên demborî.

Ji ber vê yekê, şaşî ye ku mirov têkoşîna li Kurdistanê wek têkoşîneke li hember faşîzmê, dîktatoriyê terîf bike. Têkoşîna li Kurdistanê têkoşînek e ku li dij dagiriyê, jenosîdê û kolonyalîzmê tê dayîn.

“LI TIRKIYEYÊ TÊGIHÎNEKE TIRKIYEWÎ SERWER BÛYE”

– Ji bo statûye Kurdistanê tu çi dibêjî? Ji ber ku tespîta ‘mêtingeh’ê di cih de û bi qîma xwe nehatiye kirin bi wê ve girêdayî telebên wek statûya serxwebûn an otonomî jî nivco maye. Têgihên wek ‘antî-kolonyal’, ‘post-kolonyal’ ji alî rewşenbîrên Afrikayî û Hindûyî ve ketiye lîteratûrê. Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd çi li vê zêde kirine?

Di eslê xwe de tespîta ku Kurdistan mêtingeh(kolonî) e, di cih de û bi qîma xwe hatiye kirin. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê, di pêvajoyeke ku di 1960î de dest pê dike de, bi înad û bi îsrar hatiye parastin ku Kurdistan kolonî ye. Û li gor vê jî partiyên siyasî li Bakurê Kurdistanê piştî 1970yî bi şiara ‘Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî’ siyaset kirine. Li parçeyên din yên Kurdistanê jî dîsa wek telebeke terîtoryal(ax), otonomî hatiye programkirin.

Di rastiyê de rêxistinên kurdistanî bi giştî partiyên serxwebûnxwaz bûn. Cemiyeta Teşkilat-ı İçtimaiye, Rêxistina Îstiqlala Kurdistanê(Kürdistan İstiklal Örgütü)(Azadi), Xoybûn, Komelayı JK (Rojhilatê Kurdisanê) rêxistinên serxwebûnxwaz bûn. Piştî Şerê Cihanê yê diduyan, di dewra Cumhûriyeta Kurdistanê(Mehabad) de, Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye damezirandin û li gor xeta vê partiyê xeta serxwebûnxwaz cihê xwe ji têgihîna siyasî ya otonomîst re hêştiye. Ez difikirim ku ev şikestineke mezin e di siyaseta kurdistanî de. Li Bakurê Kurdistanê, di 1970yî de, ev şikestin derbas bû û li Bakur, terza siyaseta serxwebûnxwaziyê bû serwer. Lê pir mixabin pîştî jihevdeketina Yekîtiya Rûsyayê pêvajoyeke din dest pê kir û di vê zemanê de, bi taybet jî di vî bîst salî dawî de, vê carê li Bakurê Kurdistanê şikestineke mezintir çêbû û li Bakur têgihîneke siyasî ya tirkiyewî hakimiyeta xwe bi cî kir. Ev terza sîyasetê, pirsgirêka Kurdistanê wek pirsgirêkeke di nav Tirkiyeyê de programatîze dike û dev ji siyaseta serxwebûnxwaz berdide.

Kurdistan derbasî dewra post-kolonyalê nebûye. Mehkûmê bêstatûyeke wisa bûye ku mirov jê re nikare bêje mêtingeh(kolonî) jî. Ji ber vê ye ku ez wisa dinirxînim ku di rastiyê de Sîstema Serweriya Tirk dagirker û jenosîdkar e. Ev post-kolonyal nîn e, kolonyal jî nîn e. Kurdistan civateke wisa ye ku rewşenbîrên wê kêm û siyasetmedarên wê jî zêde ne. Ji ber wê ez rastîbîn û pêwistî jî pê nabînim ku mirov li hêviya têkariyeke di lîteratûra navnetewî de be. Rewşenbîr, profesûr û akademîsyenên me hene ku di zimanê xwe de ûmî ne yanê ne xwenda-nivîser in. Û em vê hevpeyvînê bi tirkî dikin. Ji bo wê di her parçeyekî Kurdistanê de veguherîneke seyr tê jiyîn, di gel ku ji bo sosyolojî, siyaset, felsefe, edebiyatê xwediyê îmkanên mezin in jî lê ev îmkan nakeve dewrê û di lîteratûra dinyayê de jî cihekî heqkirî danagire.

Heqê neteweya kurd yê ku hatiye xespkirin ew heq e ku biqete û dewleta xwe ava bike.

– Li Tirkiyeyê, rewşeke wisa pêk hatiye ku herkes li meseleya kurdan wek meseleya ‘mafên mirovan’ dinihêre. Tu di vî warî de çi dibêjî?
Steve Biko di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hişmendiya Reş’ de wiha dibêje: ‘ Şaşî ye ku mirov li pirsgirêka li Afrîkaya Başûr wek pirsgirêkeke çînî an jî wek bi giştî mafên mirovan, bêdadî binirxîne.’ Pirsgirêka Kurdistanê ew pirsgirêk e ku neteweyek û welatekî hatiye parçekirin. Pirsgirêka ‘mafên mirovan’ têgiheke ku bi piranî pirsiyariya binpêkirina mafên mirovan dike, yên di têkiliyên dewletan bi hemwelatiyên xwe re. Mafên takekesî destnîşan dike. Mafên netewe û civatan kategoriyeke cuda ye. Mafê diyarkirina pêşeroja xwe bi destê xwe, di hiqûka navdewletî de hatiye qebûlkirin ku her netewe dikare ji yekitiya siyasî ya ku têde hatiye mehkûmkirin, biqete û dewleta xwe ava bike. Û maf ev e. Di pirsgirêka Kurdistanê de jî rêgeza(prensîpa) esasî ev e. Mafê neteweyê kurd yê ku hatiye xespkirin ew maf e ku biqete û dewleta xwe ava bike. Çareseriya wê jî ew e ku ev maf bê teslîmkirin.

Giring e ka em çawa hatine vê nuqteyê. Ev encama psikolojiya têkçûyîyê ye. Ne tesadûf e ku ev, cara pêşîn ji alî Öcalan ve û di sala 1999an de hatiye gotin. Heta wê çaxê jî yên ku yekîtî û serxwebûna Kurdistanê diparastin, ji nişkav de keşif kirin ku siyaseta li ser bingehê axê şaş e û bi ser de jî bizerar e. Ew mabû ku teoriya vê têkçûyîntiyê çêbikin. Cumhûriyeta demokratîk, hemwelatîtiya makeqanûnî û veguherîna meseleya Kurdistanê bi meseleya mafên mirovan wek encama vê hewceyiyê kete rojeva siyaseta kurd. Hemû ev tez, di rastiyê de, tezên kolonyalîst in û bi pêvajoya ku di 1990î dest pê kiriye de ji alî siyaseta tirk ve hatiye nesîhetkirin. Gotina Demîrel “Kürt realitesini tanıyoruz”(Em rasteqîniya kurd nas dikin.), Gotina Çîller “Bask modelini konuşabiliriz”( Em dikarin modela Baskê naîqaş bikin.), Gotina Mesut Yimaz “Avrupa Birliğinin yolu Diyarbakır’dan geçer”(Rêya Yekîtiya Ewropayê ji Diyarbekirê derbas dibe.), û di dawiyê de gotina Erdoxan “Kürt sorunu vardır ve bu benim de sorunumdur”( Pirsgirêka kurd heye û ev pirsgirêka min e jî.), nimûneyên weazên nû yên kolonyalîst in. Ev argûmantên kolonyalîstan di ser Öcalan re hat veguhastin bo siyaseta kurd. Ev argûment, çi ji aliyê AKPyê ve be ku di rabirdûyê de bi “pêvajoyên çareseriyê” leyîstin, çi ji aliyê CHPyê ve be ku niha leyîska demokrasitiyê dileyzin, heman argûment in û naguherin.

Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêka netewe-welatekî parçekirî ye, çareseriya wê di nav sînorên dewleta heyî de bi cî nabe. Kurdistan, ku welatekî navenda Rojhilata Nêzik e, gava bibe dewlet û derkeve ser dika tarîxê pirsgirêk çareser dibe. Ev ne ihlaleke heqê ye, xespa heqê ye. Loma kolonyalîstan mafê serxwebûna miletê kurd nas nekirine û wê mafê xesp kirine.

Têkçûyîna Kerkûkê demborî ye û biserketina referandomê mayînde ye
– Me di felaketa Kerkûkê de jî dît ku faris-ereb-tirk li hember kurdan dibin yek, sedemên vê çi ne?

Çi di Referandoma Sexwebûna Kurdistanê de be û di pey re çi jî di şerê Kerkûkê de be, ya ku me dît ev e: Bi cesaretdayîna Sîstema Dewletên Dinyayê her çar dewletên kolonyalîst li stûyê Başûrê Kurdistanê siwar bûn. Di encamê de, bi têkçûnyina Kerkûkê, sîtav xistin ser ew biserketinên ku me bi Referandûma Serxwebûnê bi dest xistibûn. Lê têkçûyîna Kerkûkê demborî ye û biserketina referandomê mayînde ye. Em vê bi tenê bi hincetên aborî nikarin îzah bikin. Bêguman ji bo her helwestgirtinên siyasî hincetên aborî hene. Ancax ku mesele şoreşa Kurdistanê be, dê encamên wê di pîvanên dinyayê de hebin û ez difikirim ku divê em zêdetir li ser vê hûr bibin. Ew nîzama ku di Şerê Yekan de hatiye avakirin û di Şerê Diduyan de aktûel bûye, bi belavbûna Yekitiya Rûsyayê re hilweşiyaye. Dinya li dû avakirina nîzameke nû ye. Ev nîzam, di zemanekî dirêj de, dê bi Şerê sisêyan ava bibe. Serxwebûna Kurdistanê di serî de dê sîstema dewletên li herêmê hilweşîne. Ji ber vê sedemê di referandûm û di Şerê Kerkûkê de hemû dinya li hember kurdan sekinîn, Îsraîl ne têde.

ÇARESERIYA DAWÎN YA PIRSGIRÊKA KURDISTANÊ, KURDISTANEKE YEKGIRTÎ Û SERBIXWE YE.

-Tu dibêjî: “ Kêmasiya me ya mezin ew e ku me nekariye saziyeke temsîlê ya neteweyî ava bikin.” Qesta te saziyeke çawa ye?

Em ferdên ji neteweyekî ne ku rasteqîniya wî ya netewe-welat hatiye parçekirin. Parçebûyîtî texrîbatên ku qanûna pêşveçûna newekhev û yekgirtî zêdetir dike. Ew kesên ku tenê beşekî ji qanûna pêşveçûnê ya newekhev dibînin, terzekî siyasetê yê tengeparçeyî qebûl dikin. Halbûkî divê ku pêşveçûna newekhev pêşveçûna yekgirtî bin cil neke. Em yên ku yekgirtiya pêşveçûnê jî dibînin çareseriya dawîn ya pirsgirêka Kurdistanê di Kurdistaneke Yekgirtî û Sexwebûnxwaz de dibînin. Bêguman em pêşveçûna newekhev jî piştguh nakin. Pêşveçûna newekhev pêwist dike ku mirov mercên taybet yên her parçeyekî li ber çavan bigire. Aniha divê ku em serxwebûna Başûr û niqaşên li ser otonomî-federasyonê ji bo Rojava wiha binirxînin. Ancax di serî de li hemû parçeyan û acîltir jî li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê şertê serkeftinê yê ku nebe nabe, avakirina saziya temsîlê ya neteweyî ye. Heman mecbûriyet ji bo Bakur û rojhilatê Kurdistanê jî heye. Gava ku em yekbûyîtiya pêvajoyê û aîdiyeta netewe-welat ya hevbeş bigirin ber çavan, di nav an li ser parçeyan re pêwistiya saziya temsîlê ya neteweyî li meydanê ye.

Lazim e ev sazî bê proramkirin ji bo ku valatiya ji bêdewletbûnê peyda bûye, tejî bike. Pêwist e ku ew li Kurdistanê hiqûka pêkve jiyanê çêke û pêkve têkoşînê koordîne bike. Divê li hember dinyaya derve xelqê Kurdistanê temsîl bike û wan manîpulasyonên ku tên kirin bêbandor bike. Tê zanîn ku hem dagirker hem jî hêzên herêmî û kûrewî hewl didin ku li gor berjewendiyên xwe bandor li ser meseleya Kurdistanê bikin û pir zêde jî dikin. Em dizanin ku di nav me de jî yên ku dewletên dagirker temsîl dikin hene. Gerek e saziya temsîla neteweyî hebe ku van hemûyan asteng bike. Kifş e ku ev karekî zehmet e. Ev saziya temsîlê ya neteweyî dê erka dewletê ya neteweyê bêdewlet pêk bîne.

“DIVÊ KU MECLISA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ BÊ AVAKIRIN.”

– Divê ku îro parlementerên kurd yên li meclisê çi bikin?
Ew parlamenterên “kurd” yên di meclîsê de bi bihayê ku şerefa xwe bi xwêr re kişandinê, şeref dane meclîsa tirkan. Bi rastî, di meclîsê de parlamenterên kurd tune ne. Wek tirk diçine meclîsê û li ser tirkçîtî û ataturkçîtiyê sond dixwin. Heta ku li Kurdistanê parlamentoyeke neteweyî tune be, li ser navê kurdan çûyîna parlamentoya tirkan, meşrûkirina dagirkeriya dewleta tirk e li Kurdistanê. Divê ku siyaseta kurdistanî siyaseta xwe ya ji bo hilbijartinê ji ber çavan derbas bike û dev ji vê siyaseta entegrasyonalîst berde. Ez vê, ne tenê ji bo yên ku dikarin herin, lê ji bo yên ku çûyînê ji xwe re dikin hedef jî dibêjim. Şermeke pir mezin e ku di wextên hilbijartinan de, di nav partiyên kurdan de bazariya kursiyan li dar dikeve. Rezaleta mezintirîn jî ew e ku vê bazariya kursiyan wek yekitiya neteweyî lanse dikin. Divê ku yekîtiya neteweyî li Kurdistanê ji xwe re bike hedef ku hemû rêxistin û saziyên Dewleta Tirk, meclîs jî nav de, ji Kurdistanê bike der. Ne ku hebûna dagirkerî ya vê dewletê li Kurdistanê meşrû bike.

Wek encam divê ku ew parlamenterên ku tu qal dikî tenê wezifeya wan ya neteweyî ew e ku ji parlamentoya tirk derkevin û dest pê bikin ku Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê ava bikin.

JI BO ÇI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BÛYE BAKURÊ SURIYEYÊ?
-Pirsa min ya dawî ev e: Tu herî zêde ji kîjan lîderên kurd hez dikî, û tu dixwazî bi kê re li ser meseleya kurd biaxivî? Û te yê çi biaxiviya?

Heke ez bi giştî bibêjim, ez, lîderên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê cidîtir û semîmîtir dibînim. Min dixwest ku ez bi wan re li ser astengiyên li pêş yekîtî û serxwebûna Kurdistanê û li ser rêyên çareseriyên wan biaxivim. Di ser de jî min ê bixwesta ku li ser rejîma siyasî û îdarî ya Îran biaxivim. Min dixwest ez li Başûrê Kurdistanê bi lehengên Refrandoma Serxwebûna Kurdistanê, di serî de bi Mesûd Bezanî, Kusret Resûl û bi Necmedîn Kerîmî re Referandûmê û Şerê Kerkûkê binirxînim. Min dixwest ku li Qandîlê bi Murat Karayilan re li ser neliheviya di navber hedefên wan yên siyasî û terza têkoşîna wan de û têkiliyên wan yên bi Öcalan re niqaş bikim. Min dixwest ku ji lîderên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê bipirsim ka Bakurê Suryeyê li ku derê ye û min ê bixwesta bi wan re niqaş bikira ka bi çi mentiqê Rojavayê Kurdistanê di nav wê de dihelînin ku bi vî navî welatekî tune ye. Jixwe em bi yên li Bakurê Kurdistanê re tim û tim diaxivin lê li hev nakin.