YEK RÊZÎYA SÎYASÎ
Yek rêzîya sîyasî keşaya me yê dîrokî ye. Ji bo rizgarî û serbixwebûna mîletê bindest, yek rêzîya sîyasî îro ji her demê bêtir pêwîst e....
Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.