ROJ EV ROJ E! ROJA YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNÊ YE!

ROJ EV ROJ E! ROJA YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNÊ YE!

Hatîye ceribandin ku kurd, dema ku bi gotinên kesayetîyên derî xwe yên siyasermedarên neteweyên serdest ku ev fars, ereb û tirk in, bixapin her  binpê bûne. Ya duduyan jî, siyaseta kurd ku bi devoka serdestê dagirker got, “Ez cûdaxwaz nîn im!” diyar dibe ku ev ji nirxên siyaseta kurdewarî feşilîye, ketîye û rizîye. Belê mina sîyaset mirov dikare mafê neteweyî merhale bi merhale ji qonaxa muxtarî, federalî û konfederalî  ber bi serxwebûnê pêşve bibe. Lê bi stratejîya muxtarî, federalî dijberî serxwebûnxwazan bibe, ne welatperwerî û kurdewarî ye.

Di diroka Kurdistanê de, siyaseta otonomiyê li Mehebatê (1946-1947) hat ceribandin, lê encam bi darvekirina serokkomar Qazî Muhammed û hevalên wî bi dawî bû.

Dîsa Siyaseta komelgirên Başûrê Kurdistanê ji bi stratejîya muxtarîyetê dihate meşandin. Lê paşê ditîn ku ev stratejî ji bo Kurdan teng tê, derxistin qada federasyonê. Ji sala 1992 heta sala 2012yan bi wê sîyasetê bawer kirin. Bes dîtin ku serdest bi nîjadperestî û kesayetîya xwe, bi psikoloji û nirxên xwe yên serdestî, mafê kurdan re rêz nagirin.  Yasayên federasyonê pêknaînin û binpêdikin. Bi wê ceribandinê jî kurdên Başûr berê xwe dan stratejîya serxwebûnê û di Referandûma 25ê Îlona 2017an de serxwebûnxwaz ji % 93 bi ser ketin. Ev ji bo me hemû kurdan rûmeta rêzgirtina vîna gel û neteweyê kurd e. Ev encam ji bo neteweyê kurd, ji bo siyasetmedarên kurd vîn û yasaya pejirandina wîjdanî, etik û girêdayîna welatperwerî û kurdewarîyê ye.

Di diroka Kurdistanê de jî dîyar bûye ku bes  yekbûna gel û neteweyê kurd û Kurdistanê dikare li ser nirxên serxwebûnê, xwe pêkan bike.  Ku nebe, her siyaset li valayîyê derketîye û her derdikeve. Bi lotikên demokrasîyê, maf û azadiyê ku her carê xwe bixapînin û bikevin xeta tirkiyewîyê, iraqîyê, suriyeyîyê, û iranîyê di dawîyê de rizandî dibe rûvanş kurd.. Divê KURD di serxwebûna neteweyê xwe de tekûz bibe ku di hestên yekbûyînê de bi ser bikevin..

Kurd gelekî qala demokrasîyê û azadîyê dikin. Rast e ku demokrasî û azadî ji bo me mina nan û avê pewist e.

Lê her zana û siyasetmedar dizane ku demokrasî ji bo dewletan e, lê dewleta me kurda  nîn e. Azadî ji bo kesan e, lê dewleta neteweyê me ku nebe, axaftina me, zimanê me, çanda me, ramanên me, jiyana rojane ya di kuçe, kolan, dibistan û mala me de jî azad nabe. Her di jîyana civaki û kesayetîyê de koledar serdest û serbest dibin ku li potina xwe ya dagirkerîyê bi hov û dirindeyî li ser singê welat û kesên wî welatî bindest yên mîna me danin û me di bêazadîyê de bifetisinin. Serxwebûn û azadîya kesan jî bi serdestîya azadîxwaz, neteweparêz û serxwebûnxwazan geş dibe.

Bila berî her tiştî zanista dirokê berbiçav be û kes xwe nexapîne ku em jî neyên xapandin..

Hin siyasetmedarên neteweyê serdest bi tekûzî derneketine û negotine ku serxwebûn mafê neteweyê kurd û gelê Kurdistanê ye.

Demekî M.Kemalî jî heta gotîbû, “Kurd ku bixwazin, dikarin dewletekî xwe ya mustaqil saz bikin!” Lê me dît ku ev gotin jî fîşe û vala bû, pûç bû ku li qalan û galegalan hiştin, da ku ev siyaseta kesbazîyê bû û ji bo demqezenckirinê bu. Dema ku qala wê gotarê dibû, ji alîyê dî ve zext û dijayetîya kurda jî gur dikirin. Ji aliyekî ve qala maf û azadîya kurd, heta dewleta kurd dikirin, ji aliyê dî ve di heman demê de li dijî helwestkar bûn û komelebûyîna Cemiyeta Kurd ya Tealî qedexe dikirin, li Qoçgîrîyê siyaseta jenosîdal pêk dianîn, li Başûrê Kurdistanê bi kesbazîya xwe ji Şêx Mahmudê Berzencî re, li Rojhilatê welatê me jî ji Simkoyê  Şikakî re dan û sitandin pêk dianîn. Lê mixabin wê demê jî kurd hîşyar nedibûn û dihatin xapandin!

Îro ne roja xapandinê ye. Divê sîyasetmedarên kurd û kurdistanî  vegerin xwe û ji bo ku mafê xwe yê rewa yê serxwebûnê dest bixin meşa xwe zindî bikin. Da ku roj ev roj e! Roja yekîtiya netewe,  gel û welatê me ye. Roja serxwebûn û azadîya me ye.. Nirx û rewşa cihanê ji vê re amade ye, divê em jî heman demê de bi beranberî amade bibin!