RASTÎ Jİ BİRATÎ Û HEVALTÎYÊ BİLİNDTIR E

RASTÎ Jİ BİRATÎ Û HEVALTÎYÊ BİLİNDTIR E

Wek numûne: Ev demek e (bi taybetî dema hilbijartina) beşek ji kevne rêhevalên Orhan Kotan ji hêlekê de siyaseta PKK, HDPê rexne dikin, lê ji hêla din ve Orhan Kotan di sosyal medya de gelekî aktuel û populer dikin. Orhan Kotan jî bi fikir, nerîn û helwesta xwe, wek Abdullah Ocalan heman siyaset (Cumhurîyeta demokratîk, turkîyewîkirina kurdan, dijberîya dewletbûna kurdan û h.w.) diparast. Ez ji van kevne rêhevalên Orhan Kotan dipirsim: hun van gotinên Orhan Kotan ên li jêr in, karin di pîvanên neteweperwerî, welatperwerîyê binirxînin?

Çend gotin derheq guftûgoyên liser medya civakî-kurdî û cotstandardî

Di tarîxa micadela rizgarîya netewî de gelek serok û rêvebirên kurd ji bo mafê netewî û rizgariya welatê xwe bê tirs û bê xem micadele kirine, giyanê xwe feda kirine; ên sax mane heta talîya jiyana xwe ji dijmin re serî ne çemandine.Wacibê her kurdekî welatparêz ev e: van rêvebirên qahreman, nemir bibîrbînin; xebat û rêbaza wan bi rêz û bi rûmet binirxînin; bi serbilindî di nav rûpelên tarîxa tevger û micadela netewî de, bi tîpên zêrîn binivîsînin û wek mîrasek pîroz dewrî nifşên nuh bikin.

Beşek serok û rêvebirên kurd, jiber sedemên guhertî ji tevgera netewî û xebata aktîv vedikşin, lê dijberîya tevger û nirxên netewî nakin, berovacî, sempatîya wan a welatparêz û neteweperwer dewam dike. Hêja ye, mirov xebat û helwesta rêvebirên weha bilind binerxîne û herweha ji rewşa wan a nuh, rêzê nîşan bide.

Lê di tarîxa micadela netewîde hinek serok û rêvebirên kurd bûnin numûneyên damarek xerab. Kesên weha ne tenê ji xebata netewî dûr ketine, wan sef guhertine. Ango bi nerîn û helwesta xwe ya nuh li sefê dagirkeran sekînîne, dijberîya nirx û mafê netewî kirine; bi têgîn û teorîyên bêgane, yên bi rastiya netewa kurd û Kurdistanê naguncin, xizmetê ji siyaseta dagirkerên Kurdistanê dikin; tevgera netewî û xebatê wê bê wate bikin. Serok û rêvebirên weha ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî, nasnama netew û welatê xwe dixin bin lingan, şiûra netewî têk dibin

Prensîpek gelemperî heye: dibêjin serok an rêvebirên netewî, olî an leşkerî di proseya micadeleyê de karin tûşî şikestinê bibin. Heger kesên weha bixwazin jinuh de dest bi micadelê bikin, dê bi tenê nemînin, hevalên wan dê li pişta wan rawestin. Lê heger serok an rêvebir di micadelê de teslîm bibe û se, biguhere, bêgûman, hevalên wî dê wî terk bikin û dê helwesta serok-rêvebirê xwe li dijberî nirxên rêxistin û tevgera xwe, li dijî netewa xwe, bi îxanetê tawanbar bikin. Piştgirîya rêhevalan, ji bo serok û rêvebirên weha, wek tawanbarî û îxanet a li dijî netewa xwe, tê binavkirin.

Mixabin di 30-40 salên talîyê de, di tevgera netewî kurd de damarek xarabtir a nuh peyda bûye. Namzetên vê demarê, heval û terefdarên serok û rêvebirên damara xerab in. Bi rexmê tawana serok û rêvebirên xwe dizanin û dibînin, ji delva rexne bikin, teşhîr bikin û tawana wan mahkûm bikin, mixabin, li cem wan sef digrin, piştgirya wan dikin û hewldidin ji rewşa wan a tawanbar, argumentên maqûl bibînin. Gelek kurdên sîyasî, kesên weha bi murîdtîyê binav dikin. Tesbîtek ne rast e û neheqîyê li murîd û murîdtîyê dikin. Helwesta murîdên şêxê Senan li hemberî şêxê xwe, tê bîra min. Ez helwesta wan mîrîdan taqdîr dikim. Mîrîd, gava dibînin şêxê wan ji bo berjewendîyên xwe, rêzê li nirx û pîroziyên hevpar nagire, sekna şêxê xwe napejirînin û terka wî dikin. Ez nizanim vî kesimê bêprensîp, bêîrade û cotstandard çawa binav bikin. Mixabin ev jî anormalîyek wek gelek anormalîyên din ên di civaka mede wek normalîyek hatîye qebûlkirine.

Demarek din a neyînî di nav tevgera netewî de peyda bûye û jimara wan gelek e. Ev kesana cotstandart in. Wek prensîp ne li dijî kiryarên tawanbar in, tenê li dijî tawanên dijberê xwe ne. Wek numûne: Serok û rêvebirên PKK û HDP ji bo tevgera netewî marjînalîze dikin û siyaseta turkîyewîkirinê dimeşînin, rexne dikin, lê heger heman tawan ji teref serok û rêxistina wan, an ên nêzîkî wan hatibe kirin, li hemberî wan, ne tenê bêdeng dimînin, herweha wan di rêza welatperwerên qedirbilind, bibîr tînin.

Wek numûne: Ev demek e (bi taybetî dema hilbijartina) beşek ji kevne rêhevalên Orhan Kotan ji hêlekê de siyaseta PKK, HDPê rexne dikin, lê ji hêla din ve Orhan Kotan di sosyal medya de gelekî aktuel û populer dikin. Orhan Kotan jî bi fikir, nerîn û helwesta xwe, wek Abdullah Ocalan heman siyaset (Cumhurîyeta demokratîk, turkîyewîkirina kurdan, dijberîya dewletbûna kurdan û h.w.) diparast. Ez ji van kevne rêhevalên Orhan Kotan dipirsim: hun van gotinên Orhan Kotan ên li jêr in, karin di pîvanên neteweperwerî, welatperwerîyê binirxînin? Orhan Kotan dibêje: “Îro li Tirkîyê 60% kurdan li rojavayê Firatê dijîn û ew dê venegerin. Îdin li Tirkîyê cografyek bi navê Kurdistan nemaye. Nufûs ji kok de hatiye guhertin. Di civakê de entegrasyon gihaye astek weha (ji bo kurdên Turkîyê), îdin îdeala welatekî cuda ne rast e. Bi xêzkirina tuxûbên nuh, bi hezaran mirov ji hev cudakirin, girtîgehên cografîk avakirin ev pirsgirêk nayê çareserkirin.”

Ji bo wê dibêjim: rastî ji hevaltî û biratî yê bilindtir e. Heger tawanek li hemberî welat û netewa me hatibe kirin, tawanbar rêxistina min be, hevalê min be, bira an bavê min be, divê ez wê tawanê bi helwestek welatperwer rexne, teşhîr û mahkûm bikim. Heger ez, ji bo xatir, hevaltî û mervantiyê, çavê xwe ji heman tawanan re bigrim, xwedîyê tawanê wek rêvebirekî netewî bidim naskirin, ev nabe helwestek welatperwer, neteweperwer. Navê seknek weha cotstandartî û bêrêztîya li hember welat û netwaa xwe ye.