Dİ SÎYASETA KURDISTANÎ DE NÎQAŞÊN LI SER MODERNÎTEYÊ Û KÊŞEYÊN ŞOREŞA KURDISTANÊ
Hevalên hêja, Kurdistanîyên ezîz, Hûn giş bi xweşî hatine. Di kesayeta serok Mehmûd û Kekê Nesîm de temama rêvebir û kadroyên KED-KOMê re malavayîyê dibêjim....
Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.