Dokument – 5
HEVDÎTIN BI MEBÛSÊ BEDLÎSÊ YÛSIF ZÎYA RE
Di vê dokumentê de sîyasetmedar û rêvebirê kurd Yûsif Zîya û ataşeyê leşkerî yê Sowyet Rûsyayê Borîs Şakovskoy, li ser çend pirsgirêkên sîyasî û rêxistînî yê sîyaseta tevgera netewî ya kurd û têkîlîyên wê yên bi dewleta Sowyet Rûsyayê re, diaxivin.
Bi taybet, pirsên Borîs Şaxovskoy û bersîvên Yûsif Zîya gelekî balkêş in.
Yûsif Zîya analîzek kurt a civaka kurd û bandora hêzên kurd ên li ser vê civakê dike û herweha navên çend xanedanên kurd ên xwedî bandor, nîşan dike. Di berdewamiya axaftina xwe de Yûsif Zîya temasî têkîlîyên îngîlîzan û tirkan ên bi kurdan re, dike û dibêje: ”Di halekî weha de, em bi tirkan re nikarin lihev bikin.”
Yûsif Zîya di berdewamiya axaftina xwe de temasî faktorên erênî yên divê kurd û Sowyet Rûsya bihev re bin, dike.
Dokument zêde ne mezin e, lê gelek agahîyên nuh, balkêş ên derheq tarîxa nêzîk a tevgera netewî ya kurd, datîne ber kesên bi tarîxa netewa kurd eleqeder dibin
Yûsif Zîya
Dokument – 5
Enqere 31-03-1923
Wergêrê dokumentê: Fewzî Namlî 01-08-2024
——————————————————————————————
HEVDÎTIN BI MEBÛSÊ BEDLÎSÊ YÛSIF ZÎYA RE1
Li ser esasê hevdîtinên me yên dawîyê û derheq bersîva me,Yûsif Ziya xwe mecbûr dît pirsekê ji min bike. Me bersiva pirsa wî weha da: Moskova di bersiva xwe de dinivîsîne, ku ew sadiqê prensîpa xwe a mafê çarenûsî ye; divê milet qedera xwe bi destê xwe tayin bikin. Gelek sempatîya wê ji tevgera netewî ya kurd re heye û amade ye, alîkariya wê bike. Lê belê Sowyet Rûsya têra xwe ne xwedî agahî ye, gelo Kurdistan di çi astê de xwe bi rêxistin kiriye; vê rêxistina çiqasî populer e û li hemû heremê Kurdistanê rêxistinên wê hene; çi pêwendîyên wê bi Tirkiyê û Ingiltere re henin û derheq Rûsyayê de çi difikire? Gelo rast e, bi şertê Tirkiye otonomiyê bide kurdan, Îngiltere dê razîbe Mûsilê ji Tirkîyê re, bihêle? Gelo agahîyên ku li Erziromê Komîteyek kurd heye, rast in?
Yûsif Ziya bersiva hemû van pirsan da: ”Rêxistina me di vê demê de gelekî aloz e û prîmîtîv e. Min li Stenbolê bi çend şexsiyetên berbiçav re lihev kiriye, ku divê ew biçin hin herêmên Kurdistanê, yên me ew tesbît kirine û li wê derê dest bi xebata xwe bikin. Sedemên heta niha ji bo çi em neçûnin Kurdistanê, tenê ji bê îmkaniyê ye. Hemû van mirovana li Kurdistanê gelekî tên naskirin, di nav gelê kurd de nifûzek wan a giran heye û bi çalakiyên xwe yên berê, tên naskirin.
Di vê gavê de dixwazim sê malbatên bi navûdeng, ên min bi wan re pêwendî danîne, îşaret bikim: Şêx Ebdilqadir, Baban-zade u Bedirxanî; wan soz dane bi hevre kar bikin. Ji bilî van şexsiyetan, pêwendîyên min bi gelek bizavkerên ji şer re hazirin, henin.
Divê ji we re jî dîyar be, civaka kurd di bin bandora serokên dînî-ruhanî de ne: Şêx, mele û xoce. Duwem, di bin bandora kurdên xwedî wezîfên bilind-karbidestên dewletê û ên xwedî desthelat de ne. Sêyem, di bin bandora axa û began de ne. Dê li vir bê fêmkirin, bê ji bo çi wek watiniyek yekem li ser van mirovên navên wan li jorê û dikevin kategoriya yekem, rawestiyam. Di vî warî de min xwe garantî kiriye.
Di vê sefera xwe de min firset dît, ku ez pêwendiyan bi gelek serokên kurd ên herêmên Kurdistanê yên cûda re, daynim. Ji vê gavê pê de, em bi mêranî dikarin ji bilî kurdên Diyarbekrê, derheq tevaya Kurdistanê biaxivin. Derheq kurdên Diyarbekrê, hîn agahî ne gîhane me
.
Dan û stendinên me yên bi tirkan re, li ber çava ne. Em bi tirkan re nikarin li hev bikin. Tirk dixwazin kurda wek kolên xwe bikar bînin. Lê kurd îdin têra xwe têgihîştîne û ne mimkun e vê helwesta tirkan qebûl bikin. Baweriya min ew e, ku di halekî weha de em bi tirkan re, nikarin li hev bikin û her weha bi ingilîzan re jî. Ingilîzan gelek caran bi wahşetî çalakvanên kurd xapandine û qeşmeriyên xwe bi wan kirine. Ingilîzî, mirovan heta ji wan re lazimin bikar tînin û paşê wan davên derve, digrin, tehrîq dikin û bêşexsiyet dikin. Hemû şexsiyetên min wan li Stenbolê dîtin, marûzî babetek heqeretên ingilîzan ên li jor hatine jimartin, bûne û hemû di derecak gelek bilind de, ji ingilîzan nefret dikin.
Ingiltere di kolonîyên xwe de çalakiyên nemirovane û tund dimeşîne. Ew pêwendiyên xwe bi gelên li koloniyan re bi şêweyek ne mirovane û di astek gelekî nizim de, datîne. Di vî warî de siyaseta Rûsya ji yên mayî, hemûyan guherti ye; wê dikarîbû ji gelên welatên wan dagir kiribû, sempatiyek bistenda. Li pê Rûsya, Italya û Frensa tê, Ingilîz li paş hemûyan e. Mirov dikare gelek numûneyên vê dipejirînê nîşan bide û di rewşek weha de, ihtîmalên sempatiya kurdan ji ingilîzan re hebe, ne pêkan e. Di van demên taliyê de, li Stenbolê û li Başûr-rojavaya Kurdistanê 12 gencên kurd hatinin girtin. Van gêncan paşê bazdane Swisra-Iswiçre.
Siyaseta derheq Rûsyayê bi temamî hatiye tayin kirin. Gelê kurd wek berê hêvî dike, ku ew ê bi alîkariya Rûsyayê karibin ji tahakuma Tirkiyê rizgar bin. Di dema herba Cîhanê, salên 1914-1918ê de, hebûna pirsa ermeniyan bû asteng ku kurd karibin bi her awayî sempatiya xwe ji Rûsyayê re diyar bikin.
Ji hemû bûyerên pêkhatinin diyar e, ku dostaya ingilîzan û tirkan a bihevre, misoger e. Vê dostaya wan a di demek Tirkiye di rewşek alozde ye û reya wê di ser Kurdistanê re derbas dibe, divê ji bo Rûsya û herêmên Kafkasyayê, wek tehdîtekê bê nirxandin. Herweha Rûsya di pirsa kurdî de ji hemû hêzên mezin, pirtir xwedî interese ye. Pirsa Kurdistanê ji bo Rûsyayê pirsa mayin û nemanê ye.
Rûsyaya vê demê, ya ku bi temamî serxwebûn daye gelan û ji van prensîpan bawer e, herweha divê Rûsya di dereca berjewendîyên xwe de alîkariya me bike.
Em demek dirêj li ser pirsa gelo kurd bê alîkariya derve karin yekîtiya xwe bi parêzin, fikirîn. Belê em vê imkanê nabînin. Roja dostaya ingilîzan û tirkan pêk were, ew[1] dê dest pê bikin kurdan (di vê demê de 40 000 tivingên kurdan henin) bê çek bikin, û herweha Ingilîz imkanên rasterast xwe bighênin herêmên Kafkasyayê, bidest dixin. Ji bilî wê Ingilîz dê bibe serwerê tengavan, ku ev jî li dijî berjewendiyên Rûsyayê ye. Ji ber vê, me pêwist dît em alîkariyê ji Rûsyayê bixwazin, ji ber ku Rûsya ji bo me ne xeter ê.
Piştî guftûgoyên bi serokên din ên kurdan re, em gîhan wê netîcê ku pêkan e em derbasî federasyona Sowyet Rûsyayê bibin; li Kurdistanê meclisek netewî ya wek li Tirkiyê ya di salên 1920-1921ê, damezirînin û siyaseta xwe ya bi derve re, bi Rûsyayê re bikin yek.
Wê gavê, heger Rûsya ji ber çi sedeman pewist bibîne, ku divê em jî bi wê re di şerkevin, em ê li gor bîryarên wê hereket bikin, lê bi şertê ku em kuderê zeftbikin, ew der ji me re dimîne. Rûsya, ji bo tengava zeft bike ew ê biçe ser Stenbolê û em ê ber bi Anadolê bi ser tirkan de biçin. Di vê seferê de, heger em Kastamonîyê, Enqerê û Qonyayê zeft bikin, ew dê ji me re bimînin.
Li ser vê me gotina wî rawestand û me hewl da jê2 re îspat bikin, kû ji bona Kurdistan karibe ji serwerîya Tirkiyê azad be, Sowyet Rûsya amade ye îro alîkariya wê bike. Rûsya nikare destûrê bide û dê nede, ku kurd tadê li tirkan bikin; wê gavê tirk jî, ji bo heman mafên xwe dikarin ji Rûsyayê alîkariyê bixwazin.
Dijminatiya di nava van herûdu gelan de, ne di berjewendîyên Rûsyayê de ne û bê fêde ye û herweha hêza gelên rojhilat a ji bo azadiyê û micadela wan a li dijî emperiyalîzma rojava, aloz dike. Derheq vê de wî3 bersîv da û got: di rewşa herî xirab de, gava Ingilîz hakimî tengavan bin û tirk jî ji wê razîbin, di her halukarî de, dê ne di berjewendîyên Rûsyayê de be. Eger Rûsya di rewşek weha de bi saya federasyonê biryar bide ku pêwist e li dijî Ingilîz û mutefîkê wê Tirkiyê şer bike, helbet Kurdistan ew ê nikaribe li dijî vê seferê derkeve.
Me jî pêwist dît, em bînin bîra wî4, ku em tengavan milke Tirkiyê dibînin, herweha dagirkirina tengavên Tirkiyê ji teref ingilîzan, me eleqeder nake.
”Bi gotinekê – ew axivî – em dixwazin û di hesibînin pêkan e, ku em siyaseta xwe ya derva li gor sîyaseta Sowyet Rûsyayê bimeşînin û em ê yekbûyî hereket bikin”.
Bi vê mijarê ve girêdayî me jê pirsî – ” Heger Tikiye di bin serwerîya xwe de otonomiyê bide wê, gelo Kurdistan kare bi Tirkiyê re bi dostayî bijî? Helbet veya gelekî tê arzûkirin.”
Wî bersîv da: em hîç imkanekê nabînîn, ku kurd karibin bi tirkên hevkarê ingilîzan e û hevî dikin kurdan bi xwe ve girêdin, bi hevre bijîn..
-Me jê pirsî. ”Heger veya ji bona berjewendiyên federasyonê bê nivîsandin, an jî tirk bi xwe ji bona micadela li dijî emperiyalizma rojava ji we alîkariyê bixwazin, wê gavê hun ê karibin bi Tirkiyê re bi dostayî, bijîn?”
Vî[5] bersîv da, – ”di halê yekê de, em dikarin û di yê dudoyan de, ne tenê bibin heval herweha em ê bibin birayên hev.”
Derheq pirsa me ya gelo kurd dikarin ji bo demeke miweqet tekîlî Kurdistana Îranê nebin? Wî6 bersîv da û got: ev e ne pêkan e û herweha me li Loristanê rêxistinek xurt damezirandiye.
Wê gavê me jê nerînên wî ên şexsî pirsî, gava Kurdistana Tirkiyê dest bi serîhildanê bike, gelo ew ji bo demek miweqet pêkan dibîne ku Kurdistana Îranê xwe bigre û dest bi serîhildanê neke. Wî got: Ji bona demek miweqet dibe û pêkan e, lê bi temamî pêşî li serhildana Kurdistana Îranê girtin ne pêkan e.
”Min li Stenbolê bi gelek bizavkerên kurd ên xwedî nifûz re hevdîtin kir û herweha ez bi mimesilê Qomîta kurd ya li Erziromê7 ya serokê wê Xalid beg re, axivîm .
Ji bona xebatê zemîn hazir e û mirov jî amade nin, lê îmkan nînin. Bizavkerê kurd ê berçav şêx (seyîd)8 Ebdilqadir, ji bê imkaniyê nikare biçe Kurdistanê. Di her halûkarî de divê em wî ji Stenbolê dur bixin, ji bo wê jî divê em wî mecbûr bikin, ku ew xaniyê xwe ê li taxa Suadiye, ya nerxê wê 50 000 lîre ye, bifroşe. Sefera şêx Ebdilqadir ji bo Kurdistan gelek giring e. Ji bo xebata li Kurdistanê ehemiyeta şêxan – serokên rûhanî gelek giring e.
Li ser pirsa me, ya ku em bi çi awayî dikarin alîkar bin, wî bersiv da: ”Berî her tiştî bi çi awayî dibe bila bibe, divê xaniyê şêx Ebdilqadir bê kirîn. Bi raya min, ji bo ku bi temamî pêwendiyên şêx Ebdilqadir ji Stenbolê bên birîn, divê mirov xaniyê wî bikire. Ez difikirim mirov kare vî xanîyî bi 25 000 lîrî li ser navê hemwelatîyê Rûsyayê yê misilman bikire. Ji bilî vê, ji bo xebatê pêwist e em 25-30 mirovan bişînin Kurdistanê û divê ihtiyacên wan ên maddî bên garantî kirin û ji bo wê jî kemanî 20 000 lîre pewist e.
Me soz dayê ku em van daxwazên wî ragihênin Moskova û paşê bersivekê bidin wî. Lê belê wî ji me re got, nabe ev bîryar dereng bimîne û divê zûka bê çareserkirin. Ji ber ku dê meclis fesix bibe, divê piştî hefteyekê ji Enqerê biçe Kurdistanê û li wê derê dest bi propagandayê bike, da bikaribe carek din ji bo meclîsê bê hilbijartin.
Wî9 got: ” Ez ê piştî heftekê biçim Stenbolê; ez ê li wêderê pera bidestxim û we bi mirovên pêwist re bidim naskirin. ji wêderê ez ê di ser Trabzonê re sefer bikim Kurdistanê û Tiflîsê. Ketina me ya meclîsê ji bo me gelek giring e. Li ser navê hinka axaftin tiştek e, lê li ser navê mebûsekî axaftin – bi temamî tiştekî din e.”
-Yusif Zîya dewam kir û got: ”Ez ê anha biçim Stenbolê. Mirovê xwe yê hun jê bawer bişînin Stenbolê, da ez wî bighînim rêxistina me. Hun, bi mirovê xwe re derheq her tiştî, biaxivin; herweha ji bo ew pewendiyan di ser Stenbol re bi Kurdistanê re dayne, bi wî re biaxivin; ji ber ku di ser Enqerê re pêwendî bi Kurdistanê re danîn, qedexe ye.
Heger hun biryara alîkariyê ji bo tevgera kurd bistînin û baveriyê bi min naynin, wê gavê hun bixwe dikarin pera di ser mirovên xwe yên hun ji wan bawer in, bighînin. Li Stenbolê hêzek mezin di destê me de heye – korporasion (muesese, şîrket, yekîti)10 a hemala 20 000 mirov in. Endamê vê korporasyonê hemû kurd in û laz jî henin.
Di vê sefera xwe ya Stenbolê, min vê yekîtîya-korporasyona hemalan gihande hev û ew anha di destê me de ye. Ji bo wê, em kîjan gavê bixwazin, dikarin jiyana ticarî ya Stenbolê rawestînin.
Derheq vê mijarê, yek ji me pirsek ji wî11 kir: gelo we imkanên maddî yên ji bona haziriyên hilbijartinê garantî kirine? Wî got: pewistiy wî 5000 lîrî heye û dewam kir:
” Karê me yê hevbeş ev e: Divê em derheq her çalakiyên hikumeta Tirkiyê xwedî zanebûnek baş bin. Ezê hemû çalakiyên meclîsê û hikumetê taqîb bikim û ji we re ragihînim û li ser esasê van agahîyan, em ê plana çêkin. Herweha ez ê li meclîsê mebûsê we jî bim.
Ji ber ku karekî me yê giring hebû, bi şertê roja şemiyê hevûdu bibînin, em ji hev qetiyan.
Enqere 31-03-1923”
[1] Mihtemel e Şaxovskoy û Sefîrê Enqerê Aralov, ji bo vê hevdîtinê bi hev re hatibin cem Yûsif Ziya. Ji ber ku ji axaftina Şaxovskoy mirov têdighê, ew ne bi tenê ye. F. Namlî
[2] Tirk. F. Namlî.
[3] Yusif Zîya. F. Namlî
[4] Yusif Zîya. F. Namlî
[5] Yusif Zîya. F. Namlî
[6] Yusif Zîya. F. Namlî
[7] Ji axaftinên Yûsif Zîya dîyar dibe, ku heta wê demê (31-03-1923) Komîta Erziromê ya serokê wê Xalid beg Cibrî ye û Komîteya Stenbolê ya serokê wê Seyîd Ebdulqadir e, nebûne yek rêxistin. Ji bo zêde agahî hun dikarin li vê dokumentê binerin. (”Komita Stenbolê û Komîta Erziromê bûne yek rêxistin.” – Pêlkurd (pelkurd.com)
[8] F. Namli
[9] Yûsif Zîya. F. Namlî
[10] F. Namlî
[11] Yusif Zîya. F. Namlî