Pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê û Bakur ê Rojavayê Kurdistanê tuneye.

Pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê û Bakur ê Rojavayê Kurdistanê tuneye.

Pêvajoya heyî pêvajoyek pir nav e. Dewlet dibêje: “Pêvajoya Tirkiyeya bê teror.” Ev dereweke mezin e. Li Tirkiyeyê teror tuneye ku dawî li terorê were. Ev 200 sal in yê ku şîddet û terorê li Kurdistanê bi kar tîne, dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û jenosîdkar e.

Kî vê pêvajoyê qebûl bike û bibe muxatabê vê pêvajoyê, ew qebûl dikin ku ê terorîst ne dewleta Tirkiyeyê ye, Kurd in. Di van 200 salan de gelek caran milletê Kurd qiyam kiriye. Lê şer tim li Kurdistanê bûye. Tu şervanê me li aliyê Tirkiyeyê, bi gotina wan, karûbarên terorîstî nekirine. Terorîst ew in. “Tirkiyeya bê teror” dereweke mezin e.

Ji aliyê PKK û Öcalan de jî ev pêvajo wek pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk tê binavkirin. Ev jî dereweke din e. Aştiya çi ye?

Ev sî û pênc sal e ku dinya di nav şerekî cîhanî yê neîlan-kirî de ye. Kurdistan bi her çar parçeyên xwe qada şer e. Ev şer berê li Rojhilatê Ewropa û erdnîgariya Sovyetê dest pê kir. Dû re xwe gihand Afganistanê û Asyayê, dû re çû Afrîkayê. Niha li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn şerekî tund dimeşe. Dewleta Tirkiyeyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî dagirkerane û jenosîdkar dimeşîne.

Tablo bi vî rengî be û tu qala aştiyê bikî, wate tu teslîmîyetê diparêzî. Tu yê aştiyê bi kê re bikî? Tu yê bi Dewlet Baxçelî re bikî, ku Dewlet Baxçelîyê faşîst ji zikmakî ve dijminê Kurd û Kurdistanê ye? Tu yê aştiyê bi Golanî û HTŞ re bikî? Destê Golanî di xwîna hezaran ciwanên Kurd de ye. Tu yê bi wan re aştiyê pêk bînî, an tu yê bi Xameneyî re û Heşdî Şabî re aştiyê pêk bînî?

Daxwaza aştiyê ne li gor realîteya cîhanê ye û ne jî li gor realîteya welatê me ye.

Hevnasînek beramber


Ji bo ku tu bi van dewletên dagirker re diyalogê çêkî, bi wan re bide û bistînî, hevnasîneke beramber lazim e. Em van dewletan nas dikin, lê van dewletên dagirker rastiya welat û milletê me nas nakin.

Ev sed û sê salên Komara Tirkiyeyê ye. Di serî de gotin: “Kurd tunene.” Dû re gotin: “Yek bi yek Kurd hene.” Yanî di sed û sê salan de mesafeya ku stendine ji “Kurd tunene” hatine “yeko yeko Kurd hene.” Hebûna Kurdistanê qebûl nakin. Hebûna neteweya Kurd qebûl nakin. Yeko yeko Kurdan qebûl dikin.

Em miletek in û em li ser axa xwe miletekî qedîm in. Çareseriya vê kêşeyê di dewletbûnê de ye, ne di guherandina hin yasayên cezayî yên Tirkiyeyê de ye.

Mijara demokrasiyê

Demokrasî baş e; teşeyekî dewletê. Lê li dinyayê trend ber bi demokrasiyê ve ye, yan ber bi otorîterî û totalîteriyê ve ye?

Di van panzdeh-bîst salên dawî de, di serî de li Amerîka û Ewropayê, partiyên dij demokrasiyê xurt dibin. Yên dijî penaberan û yên nijadperest xurt dibin.

Ev her çar dewletên dagirker, dagirkerên Kurdistanê ne pêkan e ku demokratîze bibin. Yanî kî dikare qebûl bike ku Golanî Sûriyeke demokratîk ava bike, an Baxçelî û Erdogan Tirkiyeke demokratîk ava bikin, Xameneyî Îraneke demokratîk ava bike, û Heşdî Şabî jî Iraqekek demokratîk ava bike? Evana çîrok in. Ji bo ku hedefa dewletbûnê ji ber Kurdan bigirin, çîrokên aştiyê û demokrasiyê ji me re dibêjin.

Ger hûn pir demokrat bin, dema Kurdistan bibe dewlet, teqez ew ê dewleteke demokratîk be. Hûn pir ji demokrasiyê hez dikin; Kurdistaneke demokratîk biparêzin. Ne pêkan e ku hûn çar dewletên dagirker demokratîze bikin, lê pêkan e ku hûn li welatê xwe dewleteke demokratîk ava bikin.

Ev pêvajo hicûmeke li ser her çar parçeyên Kurdistanê. Ev xal divê baş were fêmkirin. Hedefa wan a lezgîn Başûr Rojavayê Kurdistanê bû. Dewleta Tirkan tehdît kir. Di ser Öcalan re jî rayedarên Başûr Rojavayê Kurdistanê qanih kirin. Dev ji temamê destkeftiyên xwe berdan.

Panzdeh hezar ciwanên Kurdistanê ji bo ku Sîpan Hemo bibe cîgirê wezîrê berevaniyê, jiyana xwe ji dest nedan.

Niha Xanima Îlham Ahmed dibêje: “Efrîn li aliyekî, Kobanî li aliyekî, Hesekê li aliyekî; federasyon ê çawa bibe?” We li Hewlêrê federasyon qebûl kir. We li Dihokê federasyon qebûl kir. Di 26ê Nîsanê de, li Konferansa Qamişlo, Konferansa Kurdî-Kurdî de, we federasyon qebûl kir. Wê demê jî Kobanî, Efrîn û Hesekê her yek li quncikeke cîhanê bûn.

Niha Başûr Rojavayê Kurdistanê gihîştine hin armancên xwe. Lê li gor qenaeta min, di deh salên pêşiya me de li Sûriyeyê wê şer hebe. Şerê me yê dawîn bi rejîma Sûriyeyê re hîn li benda me ye.

Aniha dewleta Tirkan ji aliyekî ve dixwaze nîzama federal li Kurdistana Başûr têk bibin. Bi dehan baregehên xwe yên leşkerî vekirine. Mixabin yek ji hevalên Dewlet Baxçelî jî kirin walîyê Kerkûkê. Başûr jî di hedefa wan de ye.

Aniha li benda şerê Îranê ne. Dewleta Tirkiyeyê ji niha de amadebaşiye dike ku rejîma Îranê têk biçe, Rojhilatê Kurdistanê nebe dewlet û ew di nav Azeriyan de destwerdanê dike. Ger rewşeke wisa derkeve holê, ew ê bi ser Azeriyan re hicûmî Kurdistanê bikin.

Ev pêvajo hicûmeke siyasî ye. Hicûmeke fikrî ye. Hicûmeke leşkerî ye li ser her parçeyên Kurdistanê. Mixabin sinifa me ya siyasetê bi gelemperî piştgirî dide vê pêvajoyê. Bi taybetî jî rayedarên Başûr. Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ji roja ser de dibêjin: “Em piştgirî didin pêvajoya Baxçelî û Öcalan.”

Öcalan her roj li Îmraliyê hicûm û heqaretê li Mesûd Barzanî dike û dibêje: “Şerê min ê dawîn wê li hember Mesûd Barzanî be.” Mesûd Barzanî jî piştgirî dide vê pêvajoyê.

Hedefa partî û saziyên Kurdistanê

Niha hedefa siyasi ya partî û saziyên Kurdistanê divê Kurdistanek serbixwe û yekgirtî be.

Yek: Divê ji tengeparçeyî rizgar bibin. Başûrê Kurdistanê sedî hîjdeyê Kurdistanê ye. Sedî heştê û duduyê Kurdistanê li derveyî wê ye.

Du: Ji bo van hedefên stratejîk, divê yekrêziya siyasî ya neteweyî pêk bînin.

Sisê: Divê tu carî hêviya wan ji dewletên dagirker ve tune be.

Tu îhtîmala ku em bi dewleta Tirkiyeyê re, an bi dewleta Îranê re, hevkariyeke stratejîk bikin tune ye. Vana dijminên me ne. Li dinyayê em dikarin bi her dewletê re tifaqê çêkin, lê miletek bi dagirkerê xwe re tifaqê çênake.

Ya çarem: Hedefa esasî ya vê pêvajoyê ew bû ku dewleta Tirk dît Rojhilata Nêzîk û Navîn ji nûh ve tê dîzaynkirin. Gotin ev dîzayna nûh wê dewleta me jî têk bibe û Kurdistanê derkeve ser dîka dîrokê. Ji bo ku pêşî li Kurdistanê bigirin, ev pêvajo dan destpêkirin.

Öcalan û Baxçelî ji Kurdan re dibêjin: “Dijminê we Îsraîl û Amerîka ye.” Bo çi vê dibêjin? Ji bo ku em dijminê xwe yê esasî nebînin, vê dibêjin.

Di van hevdîtinên dawî yên Îmraliyê de dibêje ku Amerîka, Îsraîl û rayedarên Başûr ew ê Başûr Rojavayê Kurdistanê jî bikirna herêmeke federal. Dibêje: “Min dest tê de werda, min ji hevalan re got vekişin, min pêşî li vê operasyonê girt.”

Niha Amerîka li herêmê şerekî nerewa dimeşîne û ev tiştekî din e. Lê Amerîka û Îsraîl ne dagirkerên Kurdistanê ne. Dijminên me, emperyalîstên me û kolonyalîstên me ew dewlet in ku welatê me dagir kirine. Ew dijminên me ne. Kî li ser navê Kurdayetiyê ji bo Tirkiye û Îranê qala hevkariyên stratejîk bike, ew dijî şoreşa Kurdistanê ye û dijî berjewendiya rizgariya Kurdistanê ye