Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.
Pêvajoya heyî pêvajoyek pir nav e. Dewlet dibêje: “Pêvajoya Tirkiyeya bê teror.” Ev dereweke mezin e. Li Tirkiyeyê teror tuneye ku dawî li terorê were....