Çima PÊLKURD?

Çima PÊLKURD?

Malpera Serbixwe

Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyanê (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me ve bi israr tê zimên û weke hedefeke stratejik tê pênasekirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn. Di nav pêkhateyên heyî de tu tasnîfekê çênakin. Cudahîya neteweyên serdest û bindest danîne alîyekî, ji berêvekê ve dijimêrin; tirk, kurd, ereb, ecem, çerkez, arnawût û hwd, divê bi aramî bi hev re bijîn. Cudahîya teritoryal jî danîne alîyekî. Carinan bi dengekî lawaz bêjin Kurdistan jî, sîyaseta pêkve jîyanê tixûbê dewletê esas digirin. Kurdistan carinan Bakurê Sûrîyê ye, carinan Rojhelatê Tirkîyê an Bakurê Iraqê ye. Ji bo vê hedefê jî argumentên nû “afirandine. “Biratîya Gelan”, “Aştîya birûmet”, ”Derbasbûyina dema şerê çekdarî”, ”Civatên ekeolojîk û demokratik”, “Konfederalizma demokratik” û hwd. Hindik maye ku bejin em kolonyalizmeke demokratik dixwazin. Her çend pênaseyên wan tê vê wateyê jî hîn ev bi lêv nekirine.


A rastî gotinên wan gelekî cazib, nazenîn û humanîter xwîya dikin. Kesên welatperwer, pêşverû, demokrat, sosyalist li dijî van têgînan çima derkevin. Mijar ev e ku têgîn ne bi serê xwe lê di hindur sîstemeke fikrî de wate digirin û wate diguherin. Her sistemeke fikrî jî xwe disipêre sistemeke têgînan û têkilîya van têgînan naveroka wan diguherîne an wateyeke nû lê bar dike. Ev pêşnîyarên qaşo teorik û hedefên li dor wan hatine danîn tev argumentên wan di ser xaleke ji bo me nebe nabe re gav dike. Ev xal RASTEQÎNÎYA NETEWE Û WELATÊ ME ye.


Malpera Serbixwe li hember vê hicûma teorik û sîyasî îtîrazek e. Em neteweyekî qedîm in li ser xaka xwe. Yekîtî û Serxwebûna Kurdistanê mafê me yê sirûştî, sîyasî û dîrokî ye. Ev distûr bingehê sîstema me ya fikrî û sîyasî ye.


Ji ber vê yekê ye ku em ji pêkve jîyanê, pêkve jîyana kurdistanîyan fahm dikin. Di serdema em tê de dijîn de forma bihevre jîyanê dewletbûyin e. Dewletbûyin ji bo tevaya pêkhateyên Kurdistanê hiqûqa bihevre jîyanê ye.


Ji ber vê yekê ye ku em aştîyê ne weke hedefeke sîyasî, weke encameke sîyasî dibînin. Hedefa me ya stratejik yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ye. Tenha bi vê hedefa neteweyî, miletê kurd dikare bigihêje maf û azadîya xwe. Dema em bigihêjin vê armancê dê jixweber di navbêna me û neteweyên cîran de aştî pêk were. Bi sedem ku me şer li ser tu neteweyê cîran ferz nekiriîye. Yên şer li ser me ferz kirine dewletên dagirker in. Kî ku bêyî bi destxistina maf û azadîya neteweyê Kurdistanê aştîyê weke hedefeke sîyasî dayne ber me, ji dagirgerîyê re xizmet dike.


Ji ber vê yekê ye ku em ji derbasbûna dema şerê çekdarîyê, vekişîna dewletên dagirker ji ser axa xwe fahm dikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi sed hezaran çekdarên dagirker hene û şerekî dagirkerane û tund diajon. Kî ku li dijî hebûna van çekdaran dernekeve û banga çekberdanê li kurdistanîyan bike, bi zanîn an ne zanîn nokerîya dagirkeran dike.


Ji ber vê yekê ye ku em ji demokrasî û demokratîyê têkilîyên navbêna kurdistanîyan û hiqûqa bihevre jîyanê li Kurdistanê fahm dikin. Di têkilîyên du neteweyan de demokrasî an demokratî nabe, wekhevmafî û dadmendî dibe. Jixwe em hem wekhevmafîyê hem jî dadmendîyê diparêzin. Berovacîkirina van têgînan xizmet ji dagirkerîyê re dike, ne ji doza serxwebûna Kurdistanê re.


Ji ber vê yekê ye ku em tixûbên dewletên dagirker rewa nabînin û çareserîya mayinde di hindur tixûbên dewletên dagirker de pêkan nabînin. Bi sedem ku kêşeya Kurdistanê kêşeyeke navneteweyî û navdewletî ye. Divê em çareserîyê jî di wê astê de programatize bikin.


Ji ber vê yekê ye ku em bang li alîyên fikrî, sîyasî dikin ku ger hûn di daxwaza komara demokratik, ekolojik, federal, konfederal de cidî û samîmî bin, kerem bikin qada van armancên we Kurdistan e.


Kadroyên vê malperê derdixin, vê distûrê (Yekîtî û Serxwebûn mafê neteweyê Kurdistanê yê sirûştî, sîyasî û dîrokî ye) li derveyî nîqaşê dipejirînin. Ji derveyî vê distûra esasî mijarên teorik, ideolojik, nirxandinên sîyasî yên cîhanî an konjonkturel, ji bo me hemûyan mijarên nîqaşê ne. Nîqaşên navxweyî ji bo bi hev re gîhaştina rastîyan e. Di nîqaşên navxweyî û karên bi hev re, yên ku nebe nabe bi xwe û bi hev bawerî û di doza Serxwebûna Kurdistanê de dilsozî û cidîyet e. Em di wê bawerîye de ne ku ev nirxên hêja bi vê kadroyê re hene. Lê ku bê xwestin em dikarin rêzikên bi hev re xebatê jî xêz bikin û bikin qewlekî navxweyî.