”Gelo Sowyet Rûsya berjewendiyên xwe di pirsa kurd de dibîne?” Yusif Zîya

”Gelo Sowyet Rûsya berjewendiyên xwe di pirsa kurd de dibîne?” Yusif Zîya

Borîs Şaxovskoy, dîplomatê (ataşeyê leşkerî) Sowyet Rûsya yê sefareta Enqerê – Tirkîyê di destpêka sala 1923ê de bi mebûsê kurd ê bajarê Bedlîsê Yusif Zîya re çend hevdîtinên dîplomatîk pêk tine. Şaxovskoy axaftinên hemû hevdîtinan ji wezareta karê derve ya Sowyet Rûsyayê re rapor dike.  Vê dokumenta li jêr tê weşandin, hevdîtina yekê ya Şaxovskoy û Yusif Zîya ye.

Dokument, guftûgoya di nav Şaxovskoy û Yusif Zîya de, bi şêweya pirs û bersîv hatîye nivîsandin. Mijara axaftina wan derheq çareserkirina pirsgirêka netewî ya kurd; herweha berjewendî, sîyaset û helwesta dewletên zilhêz a derheq heman pirsgirêkê de ye.

Ji bo naskirin û têgîhîştina asta zanîna dîplomasî û hişmendîya netewî ya li cem rêvebirên kurd, dokumentên bi vî rengî, derfetên sûd wergirtinê ne. Materîyalên weha ji bo tecrûbe girtin, zanîn, nirxandin, şîrovekirin û rexnekirina rabûrduya dîroka netewa kurd û rêvebirên tevgera netewî, çavkanîyên gelekî girîng in.

Rapora karbidestê sefareta Sowyet Rûsyayê ya li Enqerê Şaxovskoy.

Hevdîtin bi mebûsê Bitlîsê Yusuf Ziya re (kurd).

27. 02. 1923.

Gava çûm mêvaniya mebûsê Erziromê X. (Naavê mazûban nehatîye nivîsîn, tenê bi tîpa X derbas dibe F. N.), li cem wî ez li mebûsê Bitlîsê (Yusif Ziya F. N.) rasthatim. Ji rûde Yusuf Ziya: qama wî orte ye, lawaz e, rûxurî, poz mezin, çavên wî dijvar û qehweyî bûn. Kurdekî zindî û cidî ye. Bi tirkîya şîweya bajarên şêrqê, diaxive. Temenê wî 40-42 sal e, porê wî gewr bûne û paştde qulaptî bûn.

Piştî me silav û bixêrhatin li hev kir, mazûbanê me got:

 ”We ha jê heye, me biryar girtiye ku em ê kurdan bifroşin.”

-”Bi çend lîrî? – Min (Şaxovskoy F. N.) bi nivhenekî ji wî pirsî”.

Piştî wê mebûsê kurd (Y.Ziya F. N.) destûr ji mazûbanê me xwest, ku em derbasî axavtina vekîrî bibin û pêre jî, ji min pirsek kir: ”Gelo Sowyet Rûsya berjewendiyên xwe di pirsa kurd de dibîne?”

Şaxovskoy – ”Sowyet Rûsya wek parêzerê hemû gel û kilasên bindest, bêşik ew berjewendiyên xwe di pirsa çareserkirina qedere wan de jî dibîne. Ew bi ti awayî, di pirsa dagirkerên empriyalîzma Rojava de, nikare xwedî helwestek xwinsar be. Ji bona ku ez karibim derheq vê pirsêde bersîvek berbiçav-konkret bidim, pêwist e ez ji teref we de, derheq pirsa ” xetera emperiyalîst Kurdistanê tehdît dikin”,  bersiveke vekirî bistînim.

Y.Z. -” Heger vekirî bêjim, heta nuha ez derheq pirsa kurd de xwedî baweriyên cûda bûm. Em difikirîn ku kurd bi Tirkiyê re bi hev re em ê yekîtiya xwe biparêzin û em ê ji serdestiya emperiyalîstan rizgar bin û herweha em ê bi yekitîyek bi Tirkiyê re pirsa kurdî çareser bikin. Lê nuha, ji gava ku hikûmeta Tirkiyê razî bû Musilê bide iIngilîzan, hemû hevîyên me têk çûn. Ingilîzan pêşnîyarîyek  ji tirkan re anîn: Bi şertê, heger tirk li Kurdistanê otonomîyê îlan bikin, ew ê (ingilîz) jî, ji Musilê derkevin. Lê tirk ji bo otonomîyê nedin kurdan, Musil dan ingilîzan. Vê bûyera jî dibe delîlê ragîhandina serhildanê, ya gelê kurd  qedera xwe bi destê xwe tayin bike.

Ingilîzî berjewendiyên xwe di pirsa kurd de dibînin û ji bona berjewendîyên xwe bidestxin, bê rawestan kar dikin. Li gor min, Rûsya ji herkesî bêtir bi pirsa kurdî eleqeder e: yekem, wek cîranekî; duwem, wek ticarekî neftê; lê tevgera Rûsyayê bi şêweyek teqez, ne diyar e; ev ji bo çi wa ye – ez nizanim.”

Şaxovskoy – ”Derheqê rewşa nû, ango Tirkiye razî bûye Musilê bide ingilîzan û ji ber vê yekê, xetera ku Kurdistanê tehdît dike, cara yekem dibihîsim. Ji bo wê jî, berî ez de heq vê pirsê de fikrên sefîrê me bizanibim, nikarim bersîvek berbiçav bidim. Der heq pirsa, ku Sovyet Rûsya li Kurdistanê ti kar nekiriye, dikarim evana bejim: We anha bawerîyên xwe ya derheq bi Tirkiyeya dostê Sowyet Rûsyayê ye û imkanên bi wê re, hevkarîya pêkve û parastina yekîtiya Kurdistanê hebû,  ravekir. Heger Sowyet Rûsya helwesta fermî ya mebûsên kurd û bi taybetî ya we, hatiye îlankirin, bingeh qebûl bike û pabend bibe, hun dê bi çi awayî karibin vê helwesta Sowyet Rûsyayê, red bikin?

Wek ez dizanim, Sowyet Rûsya bi bîryarên peymana Moskwayê re ye; wek hun difikirîn, heger serxwebûna Tirkiyê bê parastin ew ê yekîtiya Kurdistanê jî ne di xeterê de be. Belê, niha rewş bi tevayî tê guhertin.”

Y.Z. -”Mebûsên kurdan gihane wê bawerîyê, eger Musil têkeve bin destê ingilîzan, piştî çend salên din ew ê tevaya Kurdistanê têkeve bin destê îngîlîzan û dê bibe kolonîyek wan. Em hemû dizanin eve tê çi wateyê.

Li gor bawerîyên me, dewletek nuh wek Kurdistan – warekî berjewendiyên dewletên bihêztir tê de li bin guhê hev dikevin, bê alîkariya neteweyek ji vanê mezin, ne pêkan e. Alîkariya ingilîzan bi kolonîzekirinê dest pê dike, ji ber vê, em alîkariyê ji Sowyet Rûsyayê ya bi fermî biryar girtiye, ku piştgiriya gelên rojhilat bike û soza alikarîyê ji wan re daye, ji bona berjewendiyên xwe rast dibînin. Li cem vê jî, hin şertên me hene. Ez ê wan jî di hevdîtina me a pêş de bêjim.”

Hevdîtina me a yekem di vê noqtê de bi dawî hat. Piştî ew (Yusif Ziya) ji mal a em li bûn çû, mazûbanê me behsa axaftina mebûsên kurd a derheq pirsa Musilê ya di civîna Meclîsê ya dizî de, ji min re got.

Piştî Îsmet paşa û Rauf beg, di meclîsê de pirsa hiştina Musilê ji îngîlîzan re /salekê bi pêşte hatê avêtin/ îlan kirin, mebûsên kurd gotin: ji îro pê de, pirsa kurd carek din dertê pêş û dive kurd hewl bidin bixwe pirsa xwe çareser bikin.

Min de heq jiyana mebûsê kurd (Yusif Ziya F. N.), xebatên wî yên kevin, otorîte û tesîra wî, çend pirs ji mazûbanê xwe kir. Li gor agahdariyên wî, Yusif Ziya li Bîdlîsê xwendiye; bi pasîfî pêşdarî çend serhildanên kurdî yên li dijî tirkan bûye û ji ber vê sekna xwe ya pasîf, neket ber kuştinin tirkan. Cara yekem bûye mebûsê meclîsê. Di nav kurdên herêmên Bîdlîsê û Mûşê de û herweha di nav mebûsên kurd de, xwedî nufûz e.

A. Izmailov (Şaxovskoy)

27 sibat 1923 Enqere.

Avf R.F.

 F. 0132,

Op. 6,

Por.N. 288,

Pap.N.133,

list. 111-112. Wergêra dokumentê ji Rûsî bo Kurdî. Fewzî Namlî