CHP jî weke AKP dagirker û jenosîdkar e
Fuat ÖnenEm vê hişmendîya “pêşverû” û “demokratên” serdestan ji nêz ve nas dikin. Peyvên di salên 2005-2015da de AKP dihanî zimên, îro CHP dihîne zimên....
Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn.