Koroğlu Karaaslan DI TEVGERA SIYASÎ YA KURDISTANÊ DE DU TERZÊN SIYASETÊ (2)

Koroğlu Karaaslan DI TEVGERA SIYASÎ YA KURDISTANÊ DE DU TERZÊN SIYASETÊ (2)

Köroğlu Karaaslan

“Di destpêka salên 1960î de li Tirkiye û Kurdistana Bakur bi geşbûn û pêşveçûna pêlên çepgir û sosyalizmê qismek ji rewşenbîr û welatperwerên Kurd qedera Kurdan di nav refên tevgera sosyalîst ya Tirkiyeyê yan jî dewletên din yên dagirker de dîtine û di nav tevgera sosyalîst ya van welatan de cih girtine. Lê dawiya salên 1960î û destpêka salên 70yî gengeşeyên teoriya mafê “tayînkirina qedera xwe bixwe” ya sosyalîst qonaxek nû li ber tevgera Kurdistanî vekiriye. Di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê û li beşên din yên Kurdistanê rêxistin û tevgerên serxwebunxwaz û yeketiya Kurdistanê diparêzin derdikevine pêş û bi pêlek xurt ya serxwebunxwaz geş dibe. Dîsan di vê pêvajoyê de grub û kesên otonomîxwaz jî gorê bîr û îdeolojiyên xwe xebatên xwe didomînin. Lê helwesta herî diyar serxwebunxwazî ye.

Dîsan helwestek diyarîker ya vê pêvajoyê li bakurê welat; xebata meydanî -eşkere- û xebata nehênî -illegal- bihev re dimeşe û her du aliyên xebata siyasî xurt dibe. Lê ji bê tecrubeyî û teşhîsên xelet li ser dewleta dagirker ya kadroyên siyasî yên demê, dewletê karî bi derbeya eskerî ya sala 1980 yî “dawî” li vê xebata geş bîne.”

1974 – 1980
Divê em bi hurgilî li van salan û vê pêvajoyê li Bakurê Kurdistanê binêrin.
Piştê muxtiraya eskerî ya 12yê Adara sala 1971ê li Tirkiya û Kurdistanê gelek muxalif yên kurd û tirk bi komî hatine girtin û gelek ji wan bi cezayên mezin hatin darizandin û cezakirin. Di nav girtiyan de herçend, gencên xwendekarên zanîngehan û rewşenbîr piranîyê teşkîl bikin jî, ji hemu çîn û tebeqeyên civata kurd hebun. Lê ji ber bê usulî û neheqiyên mezin, hukumeta ku piştê helbijartinên sala 1973 hat damezrandin, di bin zexta raya giştî naçar ma -ku girtiyên Kurd ne têde bûn- efuyek gişti ragîhand. Lê mehkemeya bilind (mehkeme ya desturî) ji ber hin xalên yasayê ku dibêje; “ her kes li hember yasayan wekhevin” ji ber newekhevîbûna biryarê piştê demekê din naçar man û girtiyên Kurd jî hatin azadkirin.

Kurdên ko di vê 2-3 salan de hatibun zindanîkirin û yên derketibun derveyê welat ketine nav gengeşeyên siyasî- teorî û lêgerînên çareseriyê, li rê û rêbazan digeriyan da ko pirsgirêka Kurdistanê çareser bikin.

Di encama van gengeşe û dan û standinan de pêvajoyek nû destpê kir. Gelek grub û rêxistin hatine saz kirin, yên heyî xwe nûjen kirin, weşana kovarên siyasî destpê kir û damezrandina komele, weşanxane û komên cur be cur dane pê.
Bi taybetî xwendekarên zanîngehan di nav çalakiyek bêhempa da tevdigeriyan, li komkirina alîgiran, ji bo hişyarkirina xelkê dixebitiyan. Bayek a şoreşgerî seranserê welêt dabu ber xwe û çend diçû geştir dibu. Navbeyna du- sê salan de li her derê Kurdistanê bêhna hişyarbunê, dengê şoreşê dihat derê.

Di heman demê de kadroyên pêş ya siyasetê xwe pêş dixistin, kêmasiyên xwe yên teorîya şoreşê dikemilandin. Siyaset ji zanîngehan daketibu lîseyên kurdistanê û heta dibistanên pêşnavendî- orta okul- belav bibu. Her dibistanek, taxên bajaran, dikan û ofîsên welatperweran û gundên Kurdistanê bibûne qada xebata siyasî, her zanîngehek ku xwendekarên Kurd lê hebun, wargehên –yurt- xwendekaran bibûne cihê perwerdeya kadroyên şoreşger. Tîrêja rojname û kovaran gihaştibû 40-60 hezaran, pirtukên ku babet Kurd buna bi dehhezaran jê dihatin firotin.

Taybetiya vê pêvajoyê ya here sereke; pirsa Kurd û Kurdistanê di çarçoveya sîstema sosyalist ya cîhanî de dihatê gengeşekirin û xwe wek parçeyek ji tevgera sosyalîst ya cîhanê didîta. Piştê şikestina şoreşa Îlonê ya Başurê Kurdistanê -1975- hemu hêz û tevgerên Kurdistanî ji xwe re di nav sîstema sosyalîst de li cihekî digeriyan û xwe bi nasnameya sosyalîst pênase dikirin. Tekanê rêxistina netewî- demokrat TKDP jî di sala 1977an de di kongreya xwe de guherînek stratejîk anî pêş û kete destê kadroyên sosyalîst û bu parçeyek ji tevgera çepgîr. Kêm kadroyên TKDP xwe ji bayê çepgîr parastin û dûr man , lê di nav tevgera sîyasî de bê tesîr û bandor mabûn û mixabin hatibûn bê rûmetkirin jî.

Di heman demê de herçend di hundirê hemu rêxistin û grubên kurdperwer de kesayetiyên dîndar hebûn jî tu tevgerêk dîndar- îslamî- bi serê xwe li meydanê tunebun. Bandora propangandayên dewletê ya negatîv dîndarên Kurd kiribû hevalbendê tevgera Ummetî ya partî û cemaetên tirkan. Pirsa Kurd di nav cemaetên îslamî de kêm caran dibû mijara gengeşe û sohbetan. Mirov dikare bêje ku dawiya salên 70yî de çend kesek bi şermokî vê mijarê di nav cemaetên dîndar de anîne rojevê û wek pirsek dest bi axaftinê kirine . Lê piranî ji pirsê dûr diman û xwe parçeyek ji tevgera umetî- siyasî ya Turkiyê didîtin, gelek caran bi dijminî êrîş dibirin ser kurdperweran.

Karekterê tevgera siyasî ya kurd bi temamî çepgir bû û îlham û teoriya xwe ji tevgera çepgir ya Turkiyê werdigirt. Hemûyan nêrîn û têgehên siyasî ji van grubên- rêxistinên- demê yên tirkiyeyî werdigirtin, her grubek kurdistanî di teoriyêde xwe nêzikê grubeka tirkî dikir. Li gor îdeolojî û pevgirêdanên xwe di sîstema sosyalist ya cîhanî de alîgirê dewlet an ekoleka çepgir bûn. Wî rewşê wusa lê anî ku ev geşbûn û pêşveçûnên siyasî Kurdistanê di warê îdeolojî û teoriyên cur be cur yên Tirkiye û cîhanê de xistibu cihê gengeşe û şer. Tesîra îdeolojî û teoriyên siyasî elbet bandor li ser şêwazê rêxistin û tekoşînê jî hêla. Hemû cure şêwazên rêxistin û têkoşînan ku çepgirên tirk ji bo tirkiyê pêşbînî dikirin ji bona Kurdistanê jî dihatê pêşniyarkirin.

Herçend teorî û têgînên siyasî ji tevgera çepgir û dûrê rastiya Kurdistanê ya Tirkiyê wergirtibin jî tevgera Kurd du têgehên sereke êxisitne rojevê û dane qebulkirin; 1- kolonîbuna Kurdistanê 2- mafê rêxistinî ya serbixwe û mafê self determînasyon. Ev her du têgeh herçend ji teref Kurdan ve nehatibune afirandin jî, di qada civakî û siyasî de li Kurdistanê cihek taybet û yekalîker girt. Tevgera Kurd ji tevgera çepgir ya Tirkiyê veqetand û bandora tevgera çepgir ya Tirkiyê li Kurdistanê şikênand.

Derveyê teorî û têgînên bêwate ko tevgera kurd ji tevgera siyasî ya çepgir wergirtî, di vê pêvajoyê de ya herî zêde bûye sebebê malxirabîyê ya wergiritina zimanê tirkî bû ku li Kurdistanê zimanê siyastê bi temamî bire ser tirkî. Di siyasetê de bikaranîna zimanê tirkî xizmetek mezin bû ji asîmîlasyon- pişaftina kurdan ku mixabin me kurdan hêj jî xwe ji vê bandorê rizgar nekiriye.

Bandora tevgera çepgir ya Tirkiyê di helwesta tevger û rêxistinên Kurd de berçav diyar dibûn. Qismek ji tevgerên Kurdî xwe di nav opozisyona Tirkiyê de didîtin. Di rojeva opzisyona Tirkiyê de dibûne teref , di nav buyerên aktuel de cih û helwest werdigirtin, ji afirandina siyaseta bingehîn ya kurdistanî dûr diman. Gelek caran hêz û enerjiya xwe li metropolên turkiyê xerc dikirin, kadro û endamên wan dihatine girtin an kuştin. Bi vê helwestê li bajarên Kurdistanê jî enerjiya xwe li dijî dezgeyên dewletê zêdetir dijî partî û dezgeyên bi partiyên nijadperest û îslamî ve girêdayî xerc dikirin û gelek caran jî dijî hevûdu şer û pevçûnan dardiêxistin.

TENGKİRİNA HEVKARÎ Û TİFAQAN
Her tevgerek siyasî goreyê bîr û bawaeriyên xwe, li ser hin prensîban, tevgirêdanan, tifaq û peyvendiyan bilind dibe. Ji ber ko hemu grûb û rêxistinan xwe bi îdeolojiya teng û tund ya sosyasîzmê ve girêdabûn; ji xwe re prensîban danabûn ku beşek ji wan prensîban gelek ji rastî û berjewendiyên Kurd û Kurdistanê dûr diman.

Divê em behsa beşek ji van prensîban biken ku grubên siyasî, neteweya kurd û hin tebeqeyên civaka Kurd çawan ji hevûdu dûr xistiye û bêtifaqiyê mezin kiriye:
Antî kolonyalîzm -dijê dagirkirina welêt- bê cawazî prensîba sereke ya hemû der û dor û grubên siyasî yên demê bû ku tevgera Kurd ji tevgera çepgir ya Tirkiyê vediqetand.

Antî emperyalizm û antî kapîtalîzm şîar û prensîbên hemû gruban bû. Di heman demê de şîara hemû tevgera çepgir ya Tirkiye jî bû. Ji ber ku kurdistan bi piştgiriya dewletên emperyal ve hatibû perçekirin prensîba antî emperyalizm di bingehê xwe de rast e, lê dema tevgereka siyasî tekoşîna rizgariya netewî dabite ber xwe ne antî emperyalîzm lê antî kapîtalî di serî de navbeyna sinif û tebeqeyên neteweya kurd de dibû sebebê qutbûn û bêbaweriyê. Destpêkê de qismek mezin û xwidan derfet ji neteweya Kurd ji tekoşîna netewî hatê dûrxistin û ji ihtimala dewleta serbixwe ya Kurdistanê ku armanc dewletek sosyalîst bû tirsandin. Vî barê giran teniya êxistibun bar ji feqîr û hejarên bajaran û gundiyên kêm milk yan jî bê milk, ku ev kêm derfettirîn û nezantirîn sinifên civaka kurdistaniyên bindest e. Di heman demê de barekî gelek giran diêxiste ser milê kurdistaniyên bêderfet û bêstatu.

Antî feodalîzm; prensîb û şîareka din a sereke bû, ko ev jî civata kurd carek din perçe dikir û dibû sebebê dilmayîna qismek mezin Kurdên xwidan derfet û gelek jiwan ji refên welatperweran dûr dêxist. Feodalîzm; wek tê zanîn sîstemek serweriyê ya pêş dema kapîtalîyê ye. Lê ew feodalîzma ko kadroyên siyasî ya demê behs dikirin li Kurdistanê tu car nebûye sîstemek serwer. Ev prensîb ji lêkolînên zanistî û sosyolojiyê dûr e, tenê ezberek ji tevgera kemalîst û çepgirên Tirkiye wergirtî bû, ku ewan digot “feodalî sebeb e ku kurd bi sîstema serweriya dewletê ve nayêne girêdan, tirkî hîn nabin û lazim e ji holê rabe”. Li vir mebesta wan jî li Kurdistanê hebûna eşîretan, şêx û melayên klasîk, malbatên xanedan, xwidan ax û gund û jiyana klasîk ya kurdewariy e ku piraniya wan li gundan dijiyan û bi kurdî diaxiviyan bû.

Prensîba “antî feodalî” ; ji bo guhertina civaka Kurd hatibû pêşniyarkirin; ku kurdan ji terzê jiyana xwe, ji zimanê xwe, ji nirx û hêjayiyên civakê dûr bixin hatibu pêş.
Ya gelek balkêş ev e ku; gelek grub û tevgerên kurd “feodalan” wek hedef- armanc- didîtin û dijê wan, bi taybetî dijê axayên xwidan erd û gund şerê çekdarî pêşbînî dikirin. Ev babet navbeyna rêxistinan de bibû sebebê gengeşeyên tund û pevçûnan. Gelek caran hevûdu bi feodalbûnê gunehbar dikirin. Ya herî nerm digotin; “feodalî ji bo tevgera rizgarîya Kurdistanê ne hedef e, belku asteng e,” lê divê bête “çareserkirin”. Dîsan helwestek balkêş ya van gruban, hevûdu bi neteweperestiyê gunehbar dikirin, ya malkambaxîyê bi xwe re tanî ev e ku tevgerên “neteweyî” vê têgînê qebul nedikirin ko “neteweperestin” an ko millî ne. Li vê derê em dibînin ko tevgerên rizgarîxwaz ne ji bo rizgariya Kurdan ji bo “guhertina” Kurdan dixebitiyana.

Di nav prensîbên rêxistinên demê de çend şîarên din yên balkêş jî hebun ko pêşî li rêya bihevra xebatê digirt. Ev jî prensîbên antî revizyonîzm – yanî antî Sovyet-, antî Maoîst yanî dijayetiya tevgerên li ser rêça Mao û Enwer Xoce yê Albanî- Arnavutluk- bûn. Ew tevgerên ko antî revizyonizm ji xwe re kiribun şîar Yekîtıya Sovyetê wek sosyal emperyalîst dinirxandin ko ji emperyalîzma rojavayî xetertir didîtin. Goreyê vê nêrînê bi tu şêwazê bi wan an bi grubên nêzikê wan re têkilî û tifaq nayê girêdan, tekoşîna dijê van gruban erkeka wan ya sereke bû. Yên antî Maoîst jî ji bo grubên Maoîst heman tiştê digotin û hevûdu wek dijmin dihesibandin û gelek caran şerê hevûdu dikirin. Hevûdu qebul kirin, bihevre xebat bi tu awayê ne qabil bû. Cihê ko yek ji van gruban serdest bûn yên din nedikariyan hebûna xwe biparastina. Derveyê van prensîb û şiaran çend têgeh û peyvên gunehbarkirinê jî hebûn ko gorê van şiarên tund bê zerar dihate hesibandin. Wek ; goşîst, oportinîst, neteweperest, feodal. Ev grubên ku van têgehan li dijê hev bikar dianîn li dijê hev bi helwesta “ tekoşîna îdeolojî, dostiniya siyasî” tevdigeriyan. Yanî; “xelet in, lê em dikarin dijê kolonyalistan heta demekê bihev re bixebitin.”
Lê mixabin ev cudahiyên biçûk çend diçû dibûya sedemê ji hev cudabûnê, derketina grubên nû û tevgera Kurd her parçe û belav dibû.

Derveyê van cudahiyan , tesbît û teşhîsên li ser curê sîstema berhemhînanê li Tirkiye û Kurdistanê ji sebebê cudabun û ji hev durketinê bû. Her grûb gorê helwestgirtina xwe ya di nav ekolên îdeolojîk ya cîhanî de xwidan nirxandinek bû. Hindek ji wan digotin sîstema berhemhînanê kapitalîste, hindekan digotin na feodale, hindekan jî digotin nîv feodaliye. Goreyê van tesbîtan li tifaq û têkiliyan digeriyan.

Her grûb û rêxistin gorê pozisyona xwe ya îdeolojîk caran bi grubên tevgera sosyalist yaTirkiyê, caran serbixwe di nav sendîkayên karkeran, komele û dezgehên pîşeyî-meslekî- komeleyên karmendan û komeleyên medenî-sîvîl- de cih digirtin û li Kurdistanê gelek bi bandor û serketî bun.

Piraniya van rêxistinan serxwebûnxaz bûn û yekîtiya hemû perçeyên kurdistanê diparastin. Lê kêm ji wan gruban di beşên din yê Kurdistanê de di nav têkilî û dan û standinande bûn. Di wî demê de hem li Başur hem li Rojhelatê Kurdistanê şerê çekdarî dimeşiya. Kêm gruban bi rêxistin û partiyên van perçeyên Kurdistanê re têkilî danabûn, ew jî di warê îdeolojî de bi yên nêzikê xwe re. Lê ji bo şerê rizgariyê û yekêtiya Kurdistanê xwe amade nedikirin.

Bi hemû kêmasî û şaşiyên xwe ve ev grub, partî û rêxistinên demê bi zîrekî û çalakbûna xwe xebatên bêemsal nîşan didan û bi girseyiya xwe pêş diketin. Li her derê welat dengê kurdperweran, kurdistaniyan dihate bihîstin. Lê em dikarin bêjin ev girseya çalak û aktiv gorê normên rêxistinî ya welatekî dagirkirî nedihate perwerde û teşkîlkirin. Partî û rêxistinên demê xwe gorê şerê rizgariyê amade nedikirin. Gelek endam û kadroyên sereke têkiliyên xwe bi sîstema dagirker re qut nekiribun, bi profesyonelî tevnedigeriyan, endam û alîgirên wan hember dewletê bê parastin bûn. Ji ber sedemên li jor hatî behskirin tifaq û yekîtiyek berfireh pêk nehatibû. Her partî, rêxistin û grub hema bi tena serê xwe bû.

Îdeolojî û baweriyen teng bibû sedem ko hemûyan xwe wek navenda -merkez – şoreşê ditîtin, hewce bi hişmendiyek hevbeş nedidîtin, lewre hişmendiya netewyeî ya hevbeş nebû û di wan şertan de ihtimala derketina hişmendiya neteweyî jî gelek lawaz bû. Gorê wan gruban gerdûn li dorê wan diziviriya. Lewra dema cunta – kudeta- ya 12 îlona 1980yî rû da gelek partî û rêxistin piraniya endam û kadroyên xwe yên sereke ji dest dan û têkiliya di navbeyna alîgir, endam û kadroyan de lawaz bu û di nav pêvajoyê de qut bu. Piştê salan jî ew grub û rêxistin carek din nekarîyan xwe wek berîya 12yê Îlonê birêkxistin bikin û wek hêzeka bibandor derkevine meydana tekoşînê.

Dawiya sala 1979an pêve pêjna derbeya eskerî dihat. Derveyê çend kesên sereke yên rêxistinên Bakurê Kurdistanê ku derketibûne derveyî welêt, hemû hêz û rêxistin bê amadeyî rastê darbeyê hatin. Pêş darbeyê tu grubeka siyasî tedbîrên parastina kadro û endamên xwe nekiribûn.Gelek ji wan hatin girtin, bûn qurbana eşkence û azar û cezayên giran. Çendîn kadroyên pêş hatine kuştin, li ber eşkenceya dagirkeran seqet man, tendurustiya xwe ji dest dan.

Ew kadro û endamên rêxistinan ko xwe parastin û nehatine girtin piraniya wan derketin derveyê welat-Ewrupa-. Qismek ji van kadroyan xwe vekêşiyan Rojhelatê Kurdistanê, qismek li Başur, qismek jî li binxetê – Kurdistana Rojava- kom bûn. Dema rêxistinên Bakurî daketin van deran bi rastiya Rojhelata Navîn re rû bi rû bun. Hindekan pêşbînî dikirin ko dê xwe amade bikin û şerê çekdarî bidine destpêkirin. Lê pê hesiyan ger piştgiriya dewletekî dagirker tune be mecalê şerê çekdarî jî tune ye. Ji ber ko ev rêxistin bi prensîbên xwe ve pabendbûn, tu grubê –PKK ne têde- prensîbên xwe bin pê nekir, hemû teklîfên dewletan red kirin û naçar man ko peyderpey endamên xwe vekêşiyan Ewrupayê.

Rêxistin û kadroyên ko derketine Ewrupa xwe ji nû ve birêxistinî dikirin û hesabên vegera welat û ji nûve geşkirina şoreşê dikirin. Lê hesaba malê û ya sûkê lihev nehat.