Di van salên dawî de (esasen di dîrokên fermî de jî), bêtir qala têkiliyên kurd û tirkan dikin. Hinek ji wan dibêjin Kurd û Tirk birayên hev in. Hinek ji wan dibêjin Kurd û Tirk, hezar sal in bi hev re tifaq kirine, bi xêra vê tifaqê her du jî li ser lingan mane.
Lê kes qala dewleta Tirkiyeyê nake û kes qala Kurdistanê jî nake. Wek ku dewlet tune be, welatê kurdan tune be; wek li aliyekî kurd hebin, li aliyê din jî tirk hebin, qala biratiya wan û tifaqa wan tê kirin. Têkiliyên tirk û kurdan jî, wek tenê li sehayê kurd û tirk hebin pênase dikin.
Têkiliyên kurd û tirkan ji bo tu nîqaş bikî, gerek tu Roma Rojhilat, Bîzansê jî nîqaş bikî. Dewleta Safewî ya Sasaniyan jî nîqaş bikî. Dûre dewletên Îslamî yên Emeviyan û Ebbasiyan jî divê nîqaş bikî. Yanî kurd û tirk bi serê xwe ji cihanê tecrîtkirî, tu têkiliyeke werê di navbêna Kurd û Tirkan de û di navbêna du qewmên din de jî ne pêkan e.
Ez ê îro hewl bidim bi perspektîfeke serxwebûnxwaz têkiliyên dewleta Tirkan û Kurdistanê pênase bikim. Ji ber du sedeman, ez ê ji serdema Osmaniyan dest pê bikim. Sedema ewil ew e ku komara Tirkiye berdewama Împaratoriya Osmaniyan e. Di eslê xwe de Împaratoriya Osmaniyan jî berdewama Bîzansê ye. Sedema duyem jî ev e ku têkiliyeke mayînde, di navbêna Dewletên Tirkan û Kurdistanê de jî di serdema Osmanî de dest pê dike.
Di sedsala 16’an de, di sala 1514’an de Peymana Amasyayê tê îmzekirin. Aliyekî vê peymanê, Împaratoriya Osmanî, aliyê din jî hin mîregên Kurdistanê ne. Yanî têkilî di nav du qewman de çênabe. Têkilî di navbera Împaratoriya Osmanî û hin mîregên Kurdistanê de çêdibe.
Erdogan, Bahçelî û Ocalan dema qala Têkiliyên kurd û tirkan dikin, ji Melazgirdê dest pê dikin. Ocalan dibêje ev hezar sal in tifaqa kurd û tirkan heye. Bahçelî û Erdogan jî va salên dawîn qala têkiliyên kurd û tirkan ên hezar salî dikin. Û şerê Melazgirtê esas digirin. Dibêjin ji wê demê heta niha kurd û tirk birayên hev in û hevkar û muttefîqê hev in.
Dema em li şerê Melazgirtê dinêrin, şerek di navbera dewleta Selçûkiyan û Bîzansiyan de çêbûye li Melazgirtê. Hin mîregên kurdan tev li vî şerî bûne. Wek Rewadiyan, Şedadiyan. Mirê Merwaniyan rehîn girtine. Ji ber vê hin çekdarên Merwaniyan jî tevî vî şerî bûne. Bes di vî şerî de tu tifaq di navbêna kurd û tirkan de tune ye. Xwediyên şer Selçûqî û Bîzansî ne. Hin mîrêgên kurdan di vî şerî de alîkariya Selçûqiyan kirine. Lê ev têkilî, ne têkiliyeke mayînde ye.
Piştî şerê Melazgirê Alpaslan, ber bi Rojava ve neçûye. Berevajî wê, berê xwe daye Rojhilat, çûyê şerê Karahanan bike. Piştî şerê Melazgirê sal û nîvekê jî, di dorpêçikirina kelehekê de Alpaslan hatiye kuştin. Selçûqî çiqas Tirk in ne Tirk in em vê niqaş nakin. Lê têkiliyeke mayînde ji wî şerî û vir de nemaye.
Ji sed sala 11’an heya sed sala 16’an, Têkiliyên hin mîregên Kurdistanê û hin dewletên ku jê re dibêjin dewletên Tirkan, esasen ne dewletên Tirkan in. Yanî weke Akkoyînlî, Karakoyînlî, Artûkî dûre Osmanî. Di wî 600 salî de têkiliyeke mayînde di navbêna Kurdistan û van dewletan de tune ye. Têkiliyên konjonkturî ne û têkiliyên demkî ne. Yanî hin mîregên Kurdan hevalbendiya Akkoyîniyan dikin, hin hevalbendiya Karakoyîniyan dikin. Li jor li Rojhilat dewleta Îraniyan heye. Hin mîregên Kurdan bi wan re dixebitin. Û gelek caran jî di navbêna Mîregên Kurdistanê û van dewletan de şer hebû ye, ku hûn ji min bipirsin ew dewlet weke dewletên çeteyan in, ji Asyaya Navîn koç kirine û hatine li ser axa xelkê ji xwe re dewlet ava kirine.
Di vî 600 salî de tu têkiliyeke mayînde di navbêna Kurdistan û Dewleta Osmaniyan û van dewletên din de tune ye. Têkiliyên konjonkturî ne. Li gor şer kîjan teref xurt be hin mîregên Kurdan bi wan re ne. Hin mîregên Kurdan jî li bereyên dijî wan in. Ji vir têkiliya Kurd û Tirkan dernakeve.
Lê piştî Lihevkirina Amasyayê ya 1514’an, û berdewama wê, têkiliyeke mayînde di navbera Dewleta Osmanî û Mîregên Kurdistanê de saz dibe. Ev jî bi şerê Çaldiranê derhal pêk nayê. Çaldirana ku qal dikin ne ev Çaldirana Wanê ye. Deşta Çaldiranê, deşteke pir fireh e. Niha di hundir sînorê bajarê Makuyê de ye. Di sînorê dewleta Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ye.
Di wî şerî de jî tevahiya Mîregên Kurdistanê ne di bereya Osmaniyan de ne. Hin mîregên Kurdistanê bi Osmaniyan re şerê Safewiyan dikin. Berî vî şerî bi çar salan, sala 1510 e bawer dikim. Deh mîregên Kurdan diherin bi Şahê Safewiyan re rûdinin. Şahê Safewiyan pêşwazî li wan dike. Dûre vana gişa davêje zindanê. Safewî dixwazin seranserê Kurdistanê raste rast ew îdare bikin. Ne ji ser mîregên Kurdistanê re îdare bikin, raste rast ew îdare bikin. Ew beg û mîran tayîn bikin ji Tebrîzê û ji ser wan Kurdistanê îdare bikin.
Siyaseta Osmanî, ew tê digihêjin ku nikarin Kurdistanê raste rast îdare bikin. Dibêjin em ê di ser mîregan re Kurdistanê îdare bikin. Peymana van esasen du xal e. Di şer de mîregê Kurdistanê dê alîkariya Dewleta Osmanî bikin. Dewleta Osmanî jî bi tu awayî qarişî têkiliyên mîregên Kurdistanê yên navxweyî nabe. Her mîrek weke dewleteke otonom e li gor wê peymanê.
Piştî şerê Çaldiranê jî, şer nêzî 40 salî didome di navbera Osmanî û Safewiyan de. Sala 1555’an navê wê peymanê jî peymana Amasyayê ye. Safewî û Osmanî şer diqedînin, peymanekê îmze dikin. Li wir bi dawî nayê. Şerê van her du împeratoriyan li Kurdistanê berdewam e. Diyarbekir di destê Safewiya de ye. Mîregiya Botan di destê Safewiyan de ye. Îjar şer tê kirin ku ji bona van mîregiyana ji serweriya Safewiyan derxin, têxin serweriya Dewleta Osmanî.
Di sala 1639’an de, yanî piştî şerê Çaldiranê bi 125 salan, dewleta Safewî û Osmanî li hev dikin, ji sisêyan duduyê ciyên Kurdistanê dikevin bin serweriya Osmaniyan û ji sisêyan yekê Kurdistanê jî di bin serweriya Safewiyan de dimîne.
Niha dema em li vê dinêrin, li vir tifaqeke wekhevmafî tune ye. Li vir biratî jî tune ye. Çend mîregên Kurdistanê hejmara wan ji bîstan heya bist û çaran tên jimartin. Di vî 125 salî de serweriya Osmaniyan qebûl kirine. Êdî Osmanî serwerê Kurdistanê ne. Li hember vê, mîreg jî li gor ji bav derbasî ewlad bibin, mîrek bimire gedeyên wî werin yan birayên wî werin. Dewleta Osmanî qarişî vir nabe.
Li gor min, ji sisêyan duduyê axa Kurdistanê ji aliyê Dewleta Osmanî ve hatiye fetihkirin. Ev ne tifaqeke ji dil û tifaqeke xwezayî û tifaqeke biratiyê ye. Fetha Kurdistanê ya ewil, ji aliyê Osmaniyan ve di vî 125 salî de pêk hatiye.
Êdî Osmanî serwerê ji sisêyan duduyê axa Kurdistanê ne. Niha dema em dibêjin fetih, hin heval dibêjin fetih peyveke îslamî ye û wateya wê erênî ye. Ne wisa ye. Fetih berî Îslamê jî hebû. Ji lêkera erebî ya fetehe tê. Têketin yan vekirin e wateya wê. Quran jî bi sûreya El-Fâtiha dest pê dike. Yanî bi fatihê beşdarî Qur’anê dibe.
Ev dagirkerî ye. Têkiliya Dewleta Osmanî û Kurdistanê jî ne têkiliyeke wekhevmaf e. Serwer Dewleta Osmanî ye û emdikarin bibêjin ji sisêyan duduyê kurdistanê hatiye ÎLHAQKİRİN.
Tiştekî ku em pesnê wê bidin, û em bêjin kurd û tirkan bi biratî ji xwe ra dewletek ava kirine, tune ye. Encama vî şerî; Dewleta Osmanî ber bi rojhilat ve fireh bûye. Çi rojhilata nêzîk, çi rojhilata navîn.
Kurdistan welatê navendî yê rojhilata nêz e. Împaratoriyek ji bo derbasî rojhilata navîn bibe, divê di Kurdistanê re derbas bibe. Piştî vê tifaqê Dewleta Osmanî li rojhilata navîn û nêzîk bûye împaratoriyeke mezin. Heta wê çaxê Dewleta Osmanî weke dewleteke rojava ye berdewama Bîzansiyan e. Di ser Kurdistanê re xwe gihandine rojhilata navîn.
Para Kurdan çi ketiye? Cara ewil sînorê du dewletan Kurdistan kiriye du perçe. Ji sisêyan duduyê wê bûye malê Osmaniyan, ji sisêyan yek jî bûye malê Safewiyan. Ji vira ne biratî derdikeve, ne tifaq derdikeve.
Ev tifaq dor 300 salî domiyaye. Di hundir van 300 salan de jî gelek caran pevçûnên mîregên Kurdistanê û hêzên Osmaniyan hene. Lê em dikarin bêjin di vî 300 salî de ew peyman li kar bûye. Kengî dest ji vê peymane hatiye berdan. Hîn di sedsala 18’an de Dewleta Osmanî dibîne ku di nav împaratoriyên cihanê de her ku diçe lawaz dibe.
Li çareyan digerin. Çareya ewil dibînin, dibêjin gerek e em artêşa xwe modernîze bikin. Nîzam-i Cedîd perçakî wê hewildanê ye. Yanî em ê dev ji Yenîçeriyan berdin, artêşeke modern ava bikin. Berdewama wê sedsala 19’an de îjar Sekbanî Cedîd heye. Dema dewlet bixwaze xwe modernîze bike, di vê desthilatê li derekê kom bike.
Împaratoriyên temama cihanê, dewletên nenavendî ne. Van salên dawîn pir qala ademî merkeziyetê dibe, împaratorî giş ademî merkezî ne. Nenavendî ne. Bi sedem, tu li Dewleta Osmanî bifikirî ji bakurê Efrîqayê û heya bi Asya û heya Balqanan, axeke berfireh kontrol dikin. Vê axa pir nikarin ji paytexta xwe îdare bikin. Ji ber vê mecbûr dimînin ku li wan derana desthilatên herêmî, desthilatên otonom hebin.
Dema dewletek bixwaze modernîze bibe, gerek van desthilatên herêmî, desthilatên otonom ji holê rake, desthilatê bi giştî li paytexta xwe bi cih bike.
Êdî dema kolonizasyonê ye. Pêvajoya kolonizekirina Kurdistana Osmanî ji serê sedsala 18’an dest pê dike û 117 salan didome. Di sala 1730’an de ji bo derbirîna zîv û zêr û madenên din, dezgeheke bi nave Ma’dini Humayun ava dikin. Ev dezgeheke kolonyalist e û xwedî desthilatîyeke mezin e. Mirovan bi darezorê dikarin bixebitînin, dikarin dadgeha vekin û xelkê herêmê blşînin dadgehan, ceza bikin. Seha desthilata wan bi Palû û Erganî ve ne sînorkirî ye. Ji Erganî heta bi Dêrsimê tevaya daristanan dikarin biqelihînin û xelkê mecbur bikin ku wan darinan bigihêjînin ciyê madenan. Hikûmetên Palû û Kixîyê û eşîrên herêmê li dijî vê zordariya kolonyalist derdikevin. Gelek şerên tund di navbêna Dewleta Osmanî û şervanên herêmê diqewime. Dewleta Osmanî bi leşgerên giran û fen û fûtan li herême desthilatek nû ava dike.
Piştî şerê 50 salî Dewleta Osmanî di ser dezgeha kolonyalist ya bi nave Ma’dini Humayun re sewerriya konfederasyonên eşîra û hikumetên kurdistanê yên herêmî têk dibe. Di serdema Komara turkîyeyê de dezgehên wek Mufetîşîya Ûmûmî, Walîtîya Rewşa Awarte, Ilan kirina rewşa awarte li Kurdistanê xwe disipêre vê dîrokê.
Dema kolomizasyonê ye ji ber vê yekê ye, ji sala 1817’an heya sala 1947’an, Kurdistan qada şer e. Ev şer di navbera Dewleta Osmanî û mîregên Kurdistanê de ye.
Dewleta Osmanî dibêje, ez ê waliyan tayîn bikim li ser we. Waliyên min ê we idare bikin. Mîregên Kurdistanê jî dibêjin li gor peymana Amasyayê em otonom in. Û rêvebirê mîregiyê, di hindur sînorên mîregtiyê de dikare were tayînkirin. Ji wê sedemê, şerekî 30 salî berdewam dike. Serhildana Mîr Mihemedê Rawandûzî, serhildana Xan Mahmûd herî dawîn serhildana mîrê botan a Bedirxan Beg heye.
Di vî sih salî de Dewleta Osmanî, Kurdistanê ji nû ve fetih dike. Bi sedem di vî 30 salî de dema şer heye, Dewleta Osmanî li Kurdistanê ne desthilatdar e. Her aliyê Kurdistanê şer e. Hin dîrokzanên Osmaniyan jî 1847’an weke fetha Kurdistanê ya duyemîn pênase dikin. Ev fetih dagirkerî ye. Êdî Dewleta Osmanî raste rast dixwaze Kurdistanê bi rê ve bibe. Di ser kê re, di ser waliyên Osmaniyan re, dixwazin Kurdistanê raste rast bi rê ve bibin.
Sala 1847’an de Dewleta Osmanî eyaleteke bi navê Kurdistanê ava dike. Sînorê wê tam ne diyar e, ji Cizîrê heya Diyarbekirê û heya bi Rojhelat eyaleteke bi navê Kurdistanê îlan dikin.
Çima îlan dikin? Bi sedem êdî li Kurdistanê mîreg ne desthilatdar in. Ji bona ji ser waliyan re Kurdistanê bi rê ve bibin, eyaleteke bi navê Kurdistanê îlan dikin. Em dikarin vê têkliyê bi hawê “kolonizekirina Kurdistanê” pênase bikin. Û êdî Dewleta Osmanî raste rast dixwaze Kurdistanê ji Stenbolê îdare bike.
Feqet tiştekî ku ne li bendê ne derdikeve holê. Heya wê çaxê li Kurdistana ku dibêjin Kurdistana Osmanî, em bêjin 20 mîregî hene. Vana jî curbe cur in. Hinek jê hukûmeta Kurdistanê ne, hinek jê sancax in. Statûya wan jî ji hev cuda ne. Lê ji dêvla bîst hukumetên Kurdistanê em bêjin, bi hezaran eşîr derdikevin holê. Ev eşîr hem şerê hev dikin, hem şerê waliyên Osmaniyan dikin.
Li Kurdistanê kaosek siyasî ya mezin peyda dibe. Yanî tu Kurdistanê, bê statu bihêlî, tu statuya temama mîregan ji holê rakî, kaoseke siyasî dest pê dike. Dewleta Osmanî ji bona vê jî, li çareyan digere.
Di sedsala 19’an de li Kurdistanê derketina şêxên navdar û xurtbûna terîqetan tê dîtin. Di eslê xwe de li Kurdistanê du terîqetên mezin hene. Yek qadirî ye ya din jî terîqeta neqşîbendî ye. Û sê medreseyên girîng hene li Kurdistanê. Medreseya Berzaniyan, Medreseya Nehriyan û Medreseya Berzenciyan.
Dewleta Osmanî dixwaze di ser van terîqetan re li Kurdistanê aramiyeke li gor dilê xwe pêk bîne. Piştgiriyê dide şêx û terîqetan û vana xurt dike. Feqet tiştekî ne li bendêne derdikeve holê. Li gor min cara yekem li Kurdistanê rêxistinên berwarî yanî ne rêxistinê tîkane di ser terîqetan re ava dibin.
Dema mîreg hebûn her mîregiyê di hundir sînorên mîrektiya xwe de, xwe bi rêxistin dikir. Rêxistinên leşkerî, aborî, siyasî, civakî di sînorên mîrektiyan de bûn. Dema îjar terîqet berfireh bûn, em bêjîn Nehrî û Berzanî, şêxên neqşîbendî ne. Berzencî şêxên qadirî ne.
Terîqeta Nehrî tenê li çiyayê Hekkarî namîne. Li seranserê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike. Êdî yên ku bi rêxistin in, ne tenê di sînorê mîregtîya de ne, di nav girseyên Kurdistanê de rêxistinên nû derdikevin.
Osmanî ne li benda vê bûn. Osmaniyan tişteke dinê jî nehesibandibûn. Hew lê nerîn ku ev medrese bûne weke çavkaniyên neteweperweriyê. Di medreseyan de Qur’an bi Erebî tê xwendin. Lê pirtûkên feqihê, sohbet giş bi zimanê Kurdî tên kirin. Ev bi xwe re hişmendiya millî jî tîne.
Di van medreseyan de Ehmedê Xanî tê xwendin, Feqiyê Teyra tê xwendin, Melayê Cizîrî tê xwendin. Û ev êdî ne tenê di sînorên mîregtiyan de, li seranserê Kurdistanê belav dibin.
Encama van birêxistinkirin û şiyarîbûnê, di sala 1880yan de serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî li dar dikeve. Ew serhildan girîng e. Di dîroka Kurdistanê ya nêz de, cara ewil hedefa vê serhildanê, Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye. Şêx Ubeydullah di nameya xwe de dibêje ku îro rewşa Osmaniyan lawaz e, em lêxin em dikarin wan têk bibin, lê em ê berê li Safewiyan bixin, dest dînin ser Azerbeycanê û dewlemendiyên Azerbeycanê, dûre em ê li Osmaniyan bixin.
Yanî perspektîfa vê serhildanê, Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye. Ji ber vê jî dîroknasên me dema dinivîsînin, şerê rizgariya millî bêtir ji vê serhildanê pê ve pênase dikin.
Ev serhildan jî têk diçe. Problema Dewleta Osmanî û îdarekirina Kurdistanê ji holê ranabe. Gotin em ê ji ser şêx û terîqetan, Kurdistanê bi rê ve bibin. Her sê medrese bûn çavkaniyên serhildanan.
Hûn dizanin dûre di destpêka sedsala 20’an de serhildana Şêx Abdulselam Barzanî heye. Piştî wê jî serhildana Şêx Mahmud Berzencî heye. Vana giş, li ser esasê van medreseyan, civat bi rê xistine û dûre jî qiyam kirine.
Dewleta Osmanî jî nuh ve li eşîran vedigere. Ji bona Kurdistanê bi rê ve bibin. Alayên Hemîdiyan ava dikin. Di sala 1891’yê de Alayên Hemîdiyan ava dikin.
Çi nivîskarên tirk, çi beşek ji nivîskarên kurdî jî Alayên Hemîdiyan, wek alaveke li dijî Ermenan hatiye avakirin, pênase dikin. Bi ya min ev nêrîn şaş e.
Erê rast e, Alayên Hemîdiyan li dijî Ermenan dûre li dijî Rûsan jî bi kar anîne, lê esas sedema damezirandina Alayên Hemîdiyan birêvebirina Kurdistanê ye. Ev Alayên Hemîdiyan ji bona ku Dewleta Osmanî karibe ji ser wan Kurdistanê bi rê ve bibe, hatiye avakirin.
ŞERÊ CIHANÊ YÊ YEKEM
Bo şerê cihanê jî hûn dîzanin dîroka fermî ya Tirkan raste rast nebe jî, siyasetmedarên tirk kengî cî li wan teng dibe, dibêjin me ev dewlet Kurd û Tirkan bi hev re ava kiriye. Li Çanakkaleyê kurd û tirkan bi hev re şerê gawiran kiriye. Carna dibêjin şerê emperyalizmê kirine.
Şerê cihanê yê yekemşereke di nav hezên emperyalîstên cihanê de ye. Her du bere jî emperyalîst in. Yanî, bereya Brîtanya, Fransa û Rûsya jî bereyeke emperyalîst e. Bereya Prûsya û Awistirya Macarîstan û Osmanî jî bereyeke emperyalîst e. Ev ne şerekî dînî ye jî. Yanî bi sedem Osmaniyan xelîfetiyê dizîn anîn, xwe weke xelîfe nîşan dan. Wî şerî jî weke bang li cihadê kirin û temama tebaya Osmanî jî tevî vî şerî kirin.
Di vî şerî de şehîd tune ne. Di vî şerî de bi milyonan însan telef bûne. Li gor berjewendiyên dewletên emperyalîst, bi milyonan însan hatine kuştin. Bi sedem hevalbendê Osmaniyan, Awistirya Macarîstan û Prûsya ye, evana ne misliman in.
Di vî şerî de bi taybet şerê Çanakkaleyê de yê artêşa Osmaniyan bi rê ve biriye, sûbayekî cihû yê Alman e. Ew serfermandar e, Mistefa Kemal li cem wî, girekî diparêze.
Ji ber vê yekê çîrokên ku dibêjin dê ruhê Çanakkaleyê, ji nû da Kurd û Tirkan bîne ba hevdu, ruhekî bi vî rengî tune ye. Ev ruhekî emperyalîst e. Kurdistanî tev li vî şerî bûne. Li gelek bereyên şer gelek kurdistanî jî hatine kuştin. Feqet ne ku ew bi dilxwazî tev li şer bûne. Tebaya Osmaniyan bûne, Osmaniyan ji wan re gotine biçin şer, ew jî mecbûr in biçin şer.
Em bibêjin îro jî Dewleta Tirkiye wexta bikeve nav şerekî, li hundir artêşa Tirkan rêjeyeke mezin Kurd jî hene. Ew jî mecbûr in biçin şer bikin. Ji vî şerî ne biratiya gelan derdikeve û ne jî ruhekî dijemperyal derdikeve. Bi sedem dewletên şerê hev dikin giş dewletên emperyalîst in.
Li vir bo emperyalîzmê jî parantezekê vekim. Peyva emperyalîzm û peyva împaratorî ji heman kokê tên. Koka wan Latînî ye. Împaratorî û emperyalîzm, ji kokekê tên.
Peyva emperyalîst beriya kapîtalizmê jî heye. Her împaratorî dewleteke emperyalîst e. Feqet di şerê cihanê yê yekem de Hilferding, Buharîn, dûre, Lenîn gotin, ev sehfa kapîtalizmê, serweriya fînas kapîtal e, emperyalîzm, kapîtalîzma monopolî ye.
Ji ber wê, wateya emperyalistiyê ya kevin êdî, hêdî hêdî ji holê rabû. Li şûna wê beriya serdema kapîtalizma monopol, têgeha kolonyalîzmê derket.
Lê ez têgeha emperyalîzmê di her du wateyan de jî bi kar tînim. Yanî di şerê cihanê yê yekem de li Osmanî fînans kapîtal tune bû. Li Rûsya jî fînans kapîtal ne serwer bû. Li Awistirya Macarîstan jî ne serwer bû.
Feqet Lenîn jî tevê, vî şerî, şerê dewletên emperyalîst ji bo parvekirina cihanê pênase dikin. Wate, Osmanî jî dewleteke emperyalîst bû weke emperyalîstên dinê. Şerê Cihanê yê yekem, bi şoreşa oktober encameke ku kes lê nedifikirî derxist holê. Ne ji şoreşa oktober bûya, serkeftiyên vî şeri; ew ê Prûsya, Awistirya Macarîstan û Osmanî ji holê rakirana.
Feqet piştî şoreşa oktoberê, Rûsya di vî şerî de dewleteke serkeftî ye. Lê bolşevîkan gotin ku em tu tiştên ji me re hatin weadkirin, dema şerê emperyalîst de, em van gişan red dikin. Peymanên veşartî di serî de peymana Sykes-Picotê deşîfre kirin û heta bi Osmaniyan re peymanek îmze kirin ji Osmaniyan re gotin em ê tazmînata şer bidine we. Û te dît serkeftiyên şer, îjar bûn hedefa Brîtanya û Fransayê. Balansa hêzan ji nuh da hat dizaynkirin. Brîtanya, Fransa û Rûsya hevalbendê hev bûn. Piştî şoreşa oktober, Brîtanya û Fransa bûn dijminên Sovyetê.
Osmanî di vî şerî de têk çûne. Weke hevalbendên xwe yên dinê, mecbûr e bedela têkçûyînê bide.
Awistirya Macarîstan temama koloniya wan ji destê wan girtin û Awustûriya Macarîstan bû du devletên cuda.
Prûsya, kolonîyê Prûsya yanî Almanya giş ji destê wan girtin û ket destê Fransiz û Îngilîzan. Û ne ji şoreşa oktober bûya dê Almanyayê wê çaxê parçe bikirana.
Lê êdî şer, îstîqamet guherî, êdi şer di navbera Fransa, Brîtanya, Amerîka û Sovyetê de dest pê kir. Almanya bi sivikayî jê pak bû. Osmaniyan jî heya wê çaxê gelek axên di bin serweriya xwe de wenda kirin. Mutarekeya Mondrosê heye. Îngilîz derketin paytextê wan. Û van dewletên serkeftiyên şer, şertên xwe li ser Osmaniyan ferz kirin. Weke ku li ser Prûsya ferz kirin, weke ku li ser Awistirya Macarîstan ferz kirin.
Piştî mutarekeya Mondrosê û destpêka Konferansa Aştiyê ya Parîsê, Brîtanya û Fransa êdî hedefa wan bi sedem Sovyet e, gerek ew dewlet ji holê rakirina, ji holê ranekirin. Di 1920’an de Peymana Sewrê hat îmzekirin. Di Peymana Sewrê de, dewleteke serbixwe ya Ermeniyan heye. Ev dewlet jî dibên “vilayetî sittê”, li şeş bajarên Kurdistanê ne. Bo Kurdistanê jî dibêjin li başûrê Ermenistanê herêmeke otonom em ê xêz bikin. Piştî salekê heger kurd bixwazin û Koma Milletan (Cemiyetî Akvam)jî qanih bibe ku kurd dikarin xwe bi rê ve bibin, Osmanî nikarin îtiraz bikin. Kurd van şerdan bînin cih, kurd dikarin veqetin. Ji bona kurdan ev xal heye di Peymana Sewrê de.
Peymana Sewrê rê li tiştekî nuh vedike. Êdî Kurd û Ermen tên dijberî hev. Yanî ciyê kurd dibêjin Kurdistan, Ermenî dibêjin Ermenistana Rojava ye.
Mistefa Kemal û Kazim Karabekir pirsgirêka Ermenan, li hember Kurdan wekî qoz bi kar tînin. Nameya Mistefa Kemal ji Kazim Karabekir re heye; dibêje hûn bi ku de çûn mijara Ermenan derxin holê û bibêjin, em têk herin dewletên Ewropî ew ê tola Genosîda Ermenan ji we derxin û jixwe axa we giş bûye Ermenistan.
Va bo çi girîng e? Ev dibe sedem ku gelek eşîrên Kurdistanê di vî şerî de li gel Tirkan em bêjin, li gel Quwayî Mîlliyeyê cî bigrin. Yanî li kongireya Sîvasê, li kongireya Erzurumê peymanên nuh îmze dikin. Sedemeke esasî jî ev e.
Li holê tu şerekî rizgariya millî ya Tirkan tune ye
Niha tirk qala şerê rizgariya millî dikin. Dibêjin ji 1919’an heya 1923’yan me şerê rizgariya millî daye. Heta lê zêde dikin dibêjin li dinyayê şerê rizgariya millî yê ewil, di serokatiya Mistefa Kemal de, me daye. Li holê şereke rizgariya millî tune ye. Kadroyên Kuwayî Milliyê, Kadroyên Îttihat Terakiyê ne.
Evên ku vê hereketê bi rê ve dibin, giş paşayê Osmaniyan in. Û temamê wan di şerê cihanê yê yekem de, şerekî emperyalîst meşandine. Ew bixwe emperyalîst in. Çawa dibe ku paşayên artêşa emperyalîst îjar dibin paşayên şerê rizgariya millî?
Tu tiştekî werê li tu derê tune ye. Yanî Prûsya jî pir biçûk bû. Prûsya negot em şerê rizgariya millî didin. Awistirya-Macarîstan jî. Tu ketiyî şerekî mezin, tu têk çûyî, tê bedelê wî bidî. Temama xebata kemalîstan û kuwaî milliyeyê ew bû ku bedelê vê têkçûyînê kêm bikin. Em dikarin çi bikin ji bona em bedelê hindik bidin.
Axa Balkana ji dest wan çûye. Ax Rojhilata Navîn ji dest wan çûye. Di destê wan de Bakur Rojavayê Kurdistanê maye. Li dor Behra Reş dewleta Pontûsa heye. Li Rojhilatê Behra Reş begîtiya lazan heye. Temama cehda wan ev e ku xisara xwe kêm bikin. Di eslê xwe de Mistefa Kemal jî, yek ji kadroyên Îttihat Terakiyê ye. Feqet di hundir Îttihat Terakiyê de kadroyekî vasat e. Yanî cihê ku Enver Paşa, Talat Paşa û Cemal Paşa lê be navê Mistefa Kemal nayê xwendinê.
Lê piştî ku Enver û Talat tên kuştin. Bi taybetî Talat wexta direve derveyî welêt, ji kadroyên xwe re dibêjin bi Mistefa Kemal re bixebitin. Ew difikirin ku Mistefa Kemal çawa be ne hevtayê me ye. Kengî em bixwazin em ê dîsa rêvebiriya tevgerê ji destê wî bigrin. Lê piştî ku ew tê kuştin Mistefa Kemal derdikeve pêş.
Peymana Lozanê û fetihkirina Kurdistanê ya sêyem
Ji 1919’an ta 1923’yan ne hikûmeta Stembolê û ne hikûmeta Enqereyê li Kurdistanê ne serwer e.
Tu hêzeke wan î ku karibin Kurdistanê bi rê ve bibin tune ye. Di wî çar salî de tu şêx û serokên eşîrên Kurdan nemane ku Mistefa Kemal neçûye destên wan. Ew şêx û serokên eşîrên ku Mistefa Kemal çû destê wan, piştî 1923’yan, yan hatin sêdarkirin, ya hatin sirgûnkirin.
Bi sedem li Kurdistanê ne serwer bûn, serokeşîr û malmezinên Kurdan ji bo piştgiriya wan bikin, diçûn dest û lingên wan.
Lozan êdî di tekîliyên dewleta Tirkan û Kurdistanê de safhayeke nû ye. Em dikarin vêya wek ji nû ve fetihkirina Kurdistanê ya sêyem bi nav bikin.
Feqet Komara Tirkiyeyê berdewamiya împaratoriyê ye. Lê êdî ne împaratorî ye. Êdî dixwazin dewleteke modern ava bikin. Weke netewe dewletekê, ava bikin.
Li holê dewleteke wan heye, lê milletekî wan tune ye. Pozîsyona Kurd û Tirkan tam berovajî hev in. Ê wan dewleteke wan heye millet tune ye, ê me millet heye dewlet tune ye.
Baş e dewletek di destê te de be û milletek di destê te de tune be tê çi bikî? Divê tu milletekî ji nû ve ava bikî. Ew bi Îngilîzî dibêjin “nation building” “avakirina milletî” “ulus inşası.”
Komara Tirkiyeyê alavê vê projeyê ye. Ew ê milletekî ji nuh da ava bikin. Feqet ev erdnîgariya di destê wan de maye; pir netewe û pir welat e. Ji bona li ser erdnîgariyeke bi vî rengî tu milletekî ava bikî û vê erdnîgariyê ji xwe re bikî welat, divê tu milletê heyî tasfiye bikî û rastiya welatê heyî tu ji holê rakî. Ev karekî jenosîdal e.
Sîstema Serweriya Tirkan, di ser komara Tirkiyeyê re, projeyeke jenosîdal daniye ber xwe. Ev sed sal in dixwazin milletekî ava bikin.
Ji xeynî Kurdistanê, kêmarê heyî, Ermenî jixwe di 1915’an de ji holê rakirin. Rûm di 1923’yan de bi peymana mubadeleyê, zêdeyî du milyon Rûm ji vir şandin Yewnanistanê.
Kêşeyê wan, laz, niha tu ji tirkekî bipirse, tu bêjî laz kî ne? Ew ê bêjin ewên ku li behra reş tirkiyeke neçê dipeyivin. Halbûkî laz qewmekî cuda ye. Li rojhilatê behra reş e û lê difitile diçe bakurê behra reş, welatê wan Lazîqa ye, qewmekî cuda ye. Ew jî safî kirin.
Li pêşiya vê projeyê, tenha maye rastiya milletê kurd û rastiya Kurdistanê. Ev sed sal in, karê ku ev dewlet li Kurdistanê dike, karekî jenosîdkar e.
Li vir nîqaşên kolonyalîzmê hene. Bi taybet ji salê şêstî û vir de lê bi giranî piştî salên heftêyî, me digot Kurdistan kolonî ye. Esasê vê nîqaşê jî, ji nîqaşên me û çepgirên tirk derket.
Me digot welatekî me heye, milletê me heye, şoreşa Kurdistanê cuda ye. Bo vê şoreşê, divê komunîstên Kurdistanê rêxistinên xwe ava bikin. Çepgirên Tirkan jî digotin na, wan bi tirkî digot “birleşik devrim”, jixwe şoreş li Tirkiyeyê çêbibe, dê Kurdistan jî xelas bibe.
Wê çaxê weke argûmenteke teorîk me got Kurdistan mustemleke ye, kolonî ye, şoreşa wê cuda ye. Ji ber vê yekê jî em û hûn divê em ji hev cuda bibin. Partiyên we jî bila hebin. Partiyên me jî bila hebin. Heger em şoreşger, hûn jî şoreşger bin em ê bi hev re hevkariyê bikin. Lê di hindur rêxistinekê de em bi hev re namînin.
Bo pênasekirina piştî 1923’yan têkiliyên dewleta Tirkiyeyê û Kurdistanê; li wir hewildana kolonîzasyonê heye (ji sala 1730’an de). Kolonîzasyon hûn dizanin, dewletên kapîtalist, ên emperyal dema axekê dagir dikin, ji hemwelatiyên xwe hinekan dibin wî welatî bi cî dikin. Di ser wan re wî welatî bi rê ve dibin. Ew hemwelatiyên wan ên ku birine li derekê bi cî kirine, navê wê kolonî ye. Esas Kolonyalîzm ji wê koloniyê derdikeve. Yanî dewletek dûrî sînorê xwe welatekî dagir dike, koloniya xwe li wir ava dike, ji ser wê koloniyê jî wî welatî bi rê ve dibe.
Di têkiliyên dewleta Tirkan û Kurdistanê de ev heye. Ji 1923’yan heta 1936’an di xizneya dewleta Tirkan de xalek heye, tenha ji bona koçberê Balkana û koçberê Kafkasan bînin li Kurdistanê bi cih bikin. Ev hewildana kolonyalîzmê ye. Feqet ev karê wan bi ser neket.
Yek, Kurdan ew qebûl nekirin. Dudu, gelek caran van koçberan got ji dêvla em ê li Mûşê, Qersê bin, em ê herin ji xwe re li Îzmîrê, li Antalyayê bin. Em ê ji bo çi li vê derê bijîn. Ev bi ser neket.
Wexta ku em qala kolonyalîzmê dikin, van salên dawîn, em tiştekî din lê zêde dikin. Em dibên ku rewşa Kurdistanê ji kolonyalîzmê jî wêdetir e ne ku ne kolonyalîzim e. Kolonyalizim e, lê ji kolonyalîzmê jî wêdetir e. Çima wêdetir e? Sîstema Serweriya Tirkan dixwaze rastiya welat û milletê Kurdan ji holê rake. Ev karekî jenosîdkar e. Her kolonyalist ne jenosîdkar e.
Yanî em bêjin dema Fransa dakete Cezayirê negot em ê Cezayirê bikin bajarekî Fransayê û em ê hemû ereban bikin fransiz, em ê rastiya welat û milletê wan ji holê rakin. Na gotin em medeniyetê tînin. Em ê bi medeniyetê we bi rê ve bibin. Sîstema Tirkan ji vê wêdetir tiştek e. Hewil dide çi rastiyên welat û milletê gelên otokton hebe, gişa ji holê rake. Jiber vê yekê em dibêjin Sîstema Serwerîya Tirkan, hem dagirker hem jenosîdkar e.
Di siyaseta Kurdistanê de, serxwebûnxwazî û otonomîxwazî
Di hundir Tevgera Kurdistanî de ji sala 1920’î û heya 1945’an, temama rêxistinên kurdan serxwebûnxwaz in. Ev bi Peymana Sewrê û piştî Peymana Sewrê dest pê dike. Peymana Sewrê di hundir Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê de, rê li nîqaşan vedike.
Taliya van nîqaşan Bedirxanî û rewşenbîrê serxwebûnxwaz ji Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê vediqetin, Teşkîlatî Îctîmaiyê Cemiyetî ava dikin. Ev cemiyet, cemiyeteke serxwebûnxwaz e û destpêka wê 1920 e.
Ji 1920’an heya 1945’an partiyên me yên modern êdî hene. Programên wan ên modern hene. Û êdî ev partiyên me giş serxwebûnxwaz in.
Li Bakur Rojavayê Kurdistanê, Teşkilatî Îctîmaiye Cemiyetî serxwebûnxwaz e. Piştî wê bi du salan Komîteya Îstîklal ya weke Rêxistina Azadî jî tê binavkirin. Rêxistineke serxwebûnxwaz e.
Piştre Xoybûn ava dibe. Xoybûn rêxistineke serxwebûnxwaz e. Li çiyayê Agirî, Komara Kurdistanê îlan dikin. Meclîsekê ava dikin. Û ew çend xurt in ku serokê wê meclîsê jî ne Îhsan Nûrî Paşa ye, Biroyê Heskê Têlî ye. Îhsan Nûrî serfermandar e. Yanî pêşkêşê leşkerî ye. Serokê Meclîsê jî Biroyê Heskê Têlî ye.
Li rojhilatê Kurdistanê Komela Jekaf, Komela Jiyanneweyî Kurdistan e. Bi tîpên erebî em dibêjin Komela Jekaf, rêxistineke serxwebûnxwaz e.
Li Başûrê Kurdistanê Komela Hevî rêxistineke serxwebûnxwaz e. Baş e çi qewimî? Ji 1945’an pê ve, ev rêxistinên me yî serxwebûnxwaz ji holê rabûn û ji dêvla wan, Partî Demokrat Kurdistan ava bû. Û êdî xetên otonomîst serdest bûn. Di xeta otonomîst de du tişt, du gav bi şûn de tên avêtin. Tu serxwebûnxwaz bî, tu yekîtiya Kurdistanê jî ji xwe re dikî armanc. Bi sedem serxwebûnxwaz, Kurdistanê tenê wek parçeyekî nafikirin. Kurdistaneke yekpare difikirin. Mesela di rêziknameya Komela Jekaf de dibêjin: Em li Kurdistaneke yekgirtî dewleteke serbixwe dixwazin.
Dema ku tu vegeriya otonomiyê, yek; tu sînorên dewletên heyî ji xwe re esas digirî, tu parçeyên Kurdistanê, weke pêkhateyeke wê dewletê bi nav dikî. Li ser vê zemînê tu mafê millî taleb dikî. Li gor qeneeta min Kurdan heya sala 1945’an parçebûna Kurdistanê danehundirandine. Her çend sînorên dewletan hebin jî, pênc sînorên dewletan hene di zikê Kurdistanê de, milletê kurd, rewşenbîrên kurdan, siyasetmedarên kurdan ew parçebûn qebûl nekirine. Di hişê wan de Kurdistan yek e.
Piştî 1945’an tê famkirin ku êdî nîzameke cihanê ya nuh ava dibe. Tê famkirin ku piştî nîzama Koma Milletan a Cemiyetî Aqvam, nîzama Neteweyên Yekbûyî jî mafê dewletbûna Kurdan xesp dike. Tê famkirin ku dinya li hember Kurdistaneke serbixwe ye. Bi sedem dema Komara Kurdistanê di 1946’an de îlan dibe, beriya wê konferansê Tahran Yalta Potsdam heye. Ew ê ku êdî şer diqedînin a Yalta Potsdamê. Di wir de cî ji Kurdan re tune ye.
Ez werê qeneet dikim ku rewşenbîr û siyasetmedarên me werê fikirîne ku em nikarin şerê cihanê bikin. Lê ji tune de, di hundir sînorên van dewletan de, em hebûna milletê Kurd li ser lingan bihêlin. Mafê xwe bi xwe rêvebirina herêmî ji tune de, em bi dest bixin. Ji ber wê ji 1945’an û vir de siyaseta otonomîst serwer bûye di Tevgera Rizgariya Millî ya Kurdistanê de.
Ev tarza siyasêtê 45 salan li her çar parçeyên Kurdistanê serdest bû. Tenê li Bakur Rojavayê Kurdistanê piştî salên 1970’yan rêxistinên me yên modern ên nuh ava bûn. Van rêxistinên me ji nuh de hedefa Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî programatîze kirin. Dema li Bakur Rojavayê Kurdistanê me Kurdistana Serbixwe û yekgirtî diparast biraderên me yên Başûr digotin ji Îraqê re demokrasî ji Kurdistanê re otonomî. Yê Rojhilat digotin ji Îranê re demokrasî ji Kurdistanê re otonomî, yê Rojava jî dawa demokratîzekirina Sûriyeyê û otonomiya herêmî dikirin.
Serxwebûnxwazî li Bakur Rojava, ji salên 1990’an û pêve hêdî hêdî têkçû. Û di navbera Bakur Rojava û Başûrê Kurdistanê de pêşketinên berowacî hev ava bûn.
Başûriyan digotin otonomî me digot serxwebûn. Başûrî ji otonomiyê derbasî federasyonê bûn. Ji federasyonê di 2017’an de bi referandûma serxwebûnê li dar xistin û derbasî serxwebûnxwaziyê bûn. Bakuriyan berê dev ji Kurdistana yekgirtî berdan, dûre dev ji Kurdistana serbixwe berdan. Îro jî êdî dev ji Kurdistanê berdidin. Siyaseta serdest ya li Bakur Rojavayê Kurdistanê êdî dev ji Kurdistanê berdide.
Lê berdewamîya rêxistinên me yên salên 1970’yî jî, êdî ne serxwebûnxwaz in, federaliyê dixwazin di hundirê sînorên dewletên heyî de li çareseriyan digerin.
Lê dubare dibêjim ji bo şerê rizgariya millî, tarza siyaseta asayî serxwebûnxwazî ye. Li her deverê cihanê siyaseta rizgariya millî sê rêzik e. Em milletek in, welatê me heye, ev millet li vî welatê dê bibe dewlet. Tarza asayî ev e.
Di 1945’an de çi bû? Piştî nîzama cihanê ya yekem konferansa Parîsê ava bû. Peymana Lozanê çi kiriye? Yek; Kurdistan parçe kiriye. Dudu; mafê dewletbuyîna kurdan xesp kirine. Yanî bo ereban, bo her malbeteke ereban î mezin dewletek ava kirine li gor berjewendiyên xwe. Bo ehlên Tirkiyeyê wê çaxê milletekî tirk jî tune ye, Komara Tirkiyeyê ava kirine. Dor hatiye ser Kurdistanê, gotine mafê wan ê dewletbûyînê tune ye.
Heta dawiya şerê cihanê yê duyem, siyaseta kurd bi hêvî bû ku ev şer, nîzama piştî vî şerî, ew ê hebuna milletê kurd mafê dewletbûna wê jî ,bibîne nîzama cihanê.
Le piştî peymana Potsdamê û avakirina Neteweyên Yekbûyî, hat famkirin ku vana ne neteweyên yekbûyî ne, ya ewilî jî ne koma milletan bû, koma dewletan bû, vana jî dewletên yekgirtî ne.
Wer analîz dikim ku siyaseta kurd got em nikarin şerê cihanê bikin. Van her çar dewletên heyî hevalbendên wan ên cihanî jî hene. Heya sala 1990’an çar dewletên dagirker hebûn li Kurdistanê, Tirkiye endamê Natoyê bû, Îran hevalbendê Natoyê bû, Îraq û Suriye jî hevalbendê sovyetê bûn.
Kurd û Kurdistan, û ev dewletên dagirker tu carî bi tena serê xwe nemane. Her dewlet hevalbendê wan li cihanê hene, dewletên pişgirê wan hene. Wer qeneet dikim ku ji ber wê, siyaseta netewî ya kurdistanê, gavekê bi şûn da avêtine û gotine di hindur dewletên heyî de hebûna milletê xwe, ziman û dîroka wan biparêzin.
Cudahiya dînî
Di van her sê qonaxan de qonaxa ewil, a nabêna Yavuz Sultan Selîm û mîregên Kurdistanê ye, bi destê Idrîsê Bîdlisî tifaqek hat avakirin. Di vê tifaqê de eşîr an mîregên ne musluman ên Kurd, di vê tifaqê de cî negirt.
Li Kurdistanê du cudahî hene ku serxwebûnxwaz divê van cudahiya baş fam bike û baş îdare bike. Yek cudahiya dînî ye, ya dinê jî cudahiya zaravayan e.
Dagirkerên me li ser van her du cudahiyan hucûmî me dikin. Û dixwazin dijberiya olî, dijberiya dînî û dijberiya zaravayan xurt bikin. Mesela dibêjin zaza ne kurd in ew qewmekî dinê ne. Li hember elewiyan heman siyasetê dimeşînin. Li Başûr û beşek li Bakur li hember êzîdiyan jî heman siyasetê dimeşînin. Di Lihevkirina Amasyayê de, şikestek di navbêna kurdên misilman û nemisilman de ava bûye. Kurdên ne misilman, êdî Kurdên misilman wek ku hevalbendê dewleteke îslamî ne, qebûl dikin. Ev yek.
Ya dudiya serdema ku terîqet û şêxîtî berbelav bûn li Kurdistanê, vêya jî rê li ber şikestekê vekir. Bi sedem bi taybet terîqetên Neqşîbendî em bêjin şerê şîiyan wekî cîhad qebûl dikir.
Ya sisêyan alaya Hemîdiye ye. Di nav alayên Hemîdiyê de jî Alaya Rêya heq, Alaya Elewiyan tune ye. Hin eşîrên rêya heq xwestine bibin Alaya Hemîdiyê jî, wan qebûl nekirine.
Van her sê nuqteyana rê li çi vekiriye di Tevgera Rizgariya Millî ya Kurdistanê de? 1920-21 Serhildana Koçgirî ye. Kurdên misliman deng nebirine xwe. Serhildana Koçgirî di sînore Koçgiriyê de maye, lewma bi ser neketiye.
Di serhildana 1925’an de eşîr tev çekdarên xwe yên elewî, yên êzîdî deng nebirine xwe. Tev li vê serhildanê nebûne. Berevajiyê wê weke li Gimgimê Xormekiyan tev li hikûmetê, şerê serhildana 1925’an kiriye.
Di Terteleya Dêrsimê de jî Kurdên misliman deng nebirine xwe. Di wir de yê îstîsna Şêx Abdirrehîmê birayê Şêx Seîd Efendî ye, ji binxetê daye rê bi hawara Dêrsimê de çûye.
Niha ger ku em dewleteke serbixwe dixwazin, karekî me şerê dewletên dagirker e ji bo em van dewletan ji welatê xwe biqeşitînin. Karê din jî em civata xwe li hev bînin. Ger em nikaribin cudahiya olî, bi hişmendiyeke Kurdistanî bi rê ve bibin, dewletên dagirker ew ê tim vê bi kar bînin.
Li aliyê Dêrsimê gelek elewî dibêjin em elewî ne, em ne kurd in. Li Şengalê beşek êzîdiyan hinek ji wan dibêjin em ereb in, hinek ji wan jî dibêjin em êzîdî ne, em ne Kurd in. Êzîdî qewmeke cuda ye. Sedemê wê ev dîroka me ye.
Helwesta siyaseta Kurdistanî divê cudahiyên navxweyî, weke dewlemendiya welatê xwe bibînin û bi vî şiklî bi rê ve bibin. Heman tişt bo zaravayan jî wisa ye.
Dewleta Ermenistanê û dewleta Tirkiyeyê di meseleya Kurdên rêya heq, elewî û meseleya Zazayan de xwediyê heman helwestê ne.
Ermenistan dibêje vana Ermenî ne, jixwe elewîtî cinseke îsewîtîyê ye.
Tirk dibêjin elewî pîrên ji Xorasanê hatine, elewîtî baweriya Tirkan e, di ser vê re dixwazin elewiyan ber bi xwe ve bikşînin. Di van her du waran de, divê siyaseta Kurdistanî xwedî bernameyekê be û cudahiyên me yên navxweyî weke dewlemendiya welatê xwe bibînin. Bi vî rengî bi rê ve bibin.
Pêvajoya Baxçelî û Ocalan
Niha li Tirkiyeyê pêvajoya Bahçelî û Ocalan dest pê kiriye. Ev zêdeyî salekê ye. Destpêka wê hîn kevn e. Li gor qeneeta me ev pêvajo di gulana bîst û sisêyan de dest pê kiriye. Di gulana bîst û sisêyan de Dewlet Bahçelî got dinya diguhere herêm diguhere, em hêvî dikin ku welatê me neguhere. Tehdîdek li ser bekaya xwe tespît kir Dewlet Bahçelî. Heger ew pir dûr be ji şerê Hamasê û Netenyahu de dest pê dike. Piştî şerê Hamasê û Netenyahu hate famkirin ku herêm ê buguhere. Guherîn bo Dewleta Tirkiyeyê xetere ye.
Bi sedem Dewleta Tirkiyeyê parçeyekî nîzama cihanê û parçeyeke sîstema dewletên cihanî ye ku ji aliyê emperyalistan ve hatiye avakirin. Yanî Fransa û Brîtanya Tirkiyeyê weke tamponekê li hember Sovyetê ava kirine. Sovyetê jî, rayedarên Sovyetê jî wer fikirîne ku Tirkiyeyek hebe, ew ê di navbera wan û Brîtanya û Fransa de tamponek be. Tabî wek encam siyaseta Brîtanya û Fransa bi ser ketiye. Tirkiye tu tampontî ji Sovyetê ra nekiriye.
Berovajî wê bûye, wa dibêjin bereya herî rojhilat, a li dijî komunîzmê Tirkiye ye. Ev piştî şerê cihanê yê yekem. Piştî şerê cihanê yê duyem ev dewlet, li dinyê dewleta herî bêîtîbar bû. Ji 1930’an heya bi 1943’yan rayedarên dewleta Tirkiyeyê piştgirên Hîtlerî bûn. Dewleta Tirkiyeyê hevalbendiya Hîtlerî dikirin.
Anka ez bêjim belkî gelek heval bawer nekin. Yûnûs Nadiyê bavê Nadir Nadî, di rojnameya Cumhuriyetê de maqale dinivîsand û pesnê Hîtlerî dida. Kemalîstên wê demê hevalbendê Hîtlerî bûn. Jixwe weke hişmendî ne pir dûrî hev bûn. Yanî Hîtler jî jenosîdkar bû. Vana jî jenosîdkar in.
Kengî ku li Stalingradê hucûma Almanya û Îtalyayê hat sekinandin, dewleta tirkan sef guherî û gotin em ji aliyê koalîsyona dij-faşîzmê ne. Piştî şer qediya ji nuh ve li hember Almanyayê şer îlan kirin. Yanî bi menavra meşandin. Feqet dema şer qediya li dinyê dewleta herî bêîtîbar Komara Tirkiyeyê bû. Ne Emerîka, Birîtanya, Fransa jê razî bûn, ne jî Yekîtiya Sovyetê jê razî bû.
Krîza meşrûiyetê derket, anka jî krîza meşrûiyetê heye. Dewleta tirkan ew krîz berê ku têkevin Natoyê ji bona xatirê Emerîkiyan du tumenên xwe şandin Koreyê, eskerên xwe li wira telef kirin. Peymanên îktîsadî bi Emerîka ra û rojavayiyan re îmze kirin. Ketin Natoyê. Krîza xwe ya meşrûiyetê derbas kirin. Ev dewlet di van konaxan re derbas bûye.
Îro piştî tekçûyina Sovyetê nîzama cihanê belav bûye, ji her dewletê bêtir Dewleta Tirkan ji vê ditirse. Bi sedem gelo nîzama nuh, ew ê Tirkiyeyeke yekpare qebûl bike, neke; ne diyar e. Ew baskê awrasyayî ên di nav artêşa tirkan de piştî têkçûyina Sovyetê derket holê. Gotin rojavayî dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin. Anha jî qala vê dikin. Ji ber vê Dewleta Tirkan ji guherînên cihanê, herêmê bitirs in. Ev pêvajo ji vê tirsê dest pê kiriye.
Nuha tirk dibêjin ev pêvajo ya Tirkiyeya bêteror e. Ez bixwe di analîzê xwe de peyva terorê zêde bi kar naynim. Rêxistina terorîst çi ye? Tu mirov tenê ji bo terorê bikin, rêxistinekê ava nakin. Armanca wan î siyasî heye, ya kirêgirtiyên hin dewletan in ew jî bi armanca siyasî tên avakirin. Lê ev ferz bikin ku Tirkiyeyeke bêteror dixwazin.
Baş e bila Tirkiye bê teror be. Çi îşê me jê heye. Li Tirkiyeyê terorek ku kes jê bitirse tuneye ku, ji xeynî şiddeta vê dewletê, teroreke ku em karin bêjin zor daye dewleta Tirkan tune ye.
Lê qebûl dibêjin em Tirkiyek bêteror dixwazin. Baba em jî dixwazin bila Tirkiye bê teror be. Dibêjin em Sûriyeyeke bêteror dixwazin. Ê Şam di destê terorîstan de ye, hukûmeta Şamê, hukûmeta Idlîbê bû. Wê çaxê Tirkiye jî tê de temama cihana rojavayî ji van re digotin terorîst. Rûsan jî ji wan re digot terorîst.
Ew hukûmeta Idlîbê, ji Idlîbe rakirin birin Şamê. Anha ji me dixwazin ku em hêvî bikin Gûlanî û HTŞ li Sûriyeyê ew ê demokrasiyê ava bikin. Sûriyeyeke bêteror ava bikin. Me ew jî qebûl, bila li Sûriyeyê jî teror tune be.
Bahçelî dibêje Tirkiyeya bêteror, ew ê herêmeke bêteror saz bike. Baş e. Me ew jî qebûl. Bila li herêmê jî teror nemîne. Bila li Îranê jî nemîne. Em naxwazin teror hebe.
Feqet berî vana gişa em Kurdistaneke bêteror dixwazin. Hûn qala Sûriyeya bêteror dikin. Tirkiyeya bêteror dikin. Herêma bêteror dikin. Baş e Kurdistaneke bêteror em ê çawa ava bikin. Çima ji bo her dewletî, dewletên bêteror tiştekî baş e. Çima Kurdistaneke bêteror em naxwazin.
Kurdistana bêteror; li Kurdistanê kî şiddeteke dagirker û jenosîdkar bi kar tîne. Çar dewletên dagirker. Çavkaniya terorê hebûna van dewletan a li Kurdistanê ye. Di zik hev de tu bihesibînî li her çar parçeyan Kurdistanê, nêzî milyonek leşkerên dagirker hene. Dagirkerî bixwe şiddet e, bi gotina wan teror e. Tiştê ew dibêjin me qebûl bila li van dewletana teror tunebe. Lê babo, bila li Kurdistanê jî teror tunebe.
Bona li Kurdistanê teror û şiddet nemîne çi lazim e? Ev her çar dewletên dagirker divê ji Kurdistanê derkevin. Ta ku hêzên dagirker li Kurdistanê hebin, li Kurdistanê dawî li terorê nayê.
Em piştgirê temama pêvajoyên bêteror in, şerdê yekem, divê li Kurdistanê teror nemîne. Kurdistaneke bêteror em dixwazin. Bona wê jî em dibêjin her çar dewletên dagirker divê ji Kurdistanê biqeşitin.
Hetta Kurdistaneke bêşîddet, bêteror ava nebe, ne herêmeke bêteror ava dibe, ne Tirkiyeyeke bêteror ava dibe, ne Sûriyeyeke bêteror ava dibe.
Heger ew bi rastî jî dixwazin herêmeke bêteror, Tirkiyeyek, Sûriyeyek bê teror dixwazin, demildest divê dawî li dagiriya xwe ya li Kurdistanê bînin. Wê çaxê belkî ew jî bibin dewletên bêteror. Aliyê Tirkan vê pêvajoyê bi hezar navî bi nav dikin. Êdî em nizanin em ê li ser kîjan navê wan bisekinin. Dibêjin pêvajoya aşitî û civaka demokratîk.
Aşitî di nav du terefan de, heger her du teref hevdu wekî heyî ye qebûl bikin çêdibe. Yanî ya du teref ê bên ba hevdu biryara aşitiyê bidin. Ya hinek ê di nabêna wan keve, ew ê wan aş bike. Wek nimûne Trump dibêje ez ê Rûsya û Ukraynayê aş bikim. Rûsya hebûna Ukrayna nas dike. Ukrayna jî hebûna Rusan nas dike. Trump jî her duyan nas dike.
Li vê derê a tê nasîn Dewleta Tirkan e. Muxatabê vê kî ne? Hebûna milletê Kurd nas nakin. Hebûna Kurdistanê nas nakin. Baş e ku terefek hebûna te nas neke, tê çawa pê re aş bibî? Ev bang ne banga aştiyê ye. Banga teslîmiyetê ye.
Bona em li ser banga dewleta Tirkan nîqaş bikin, divê berê dewleta Tirkan bêje, erê Bakur Rojavayê Kurdistanê heye, çar parçeyên Kurdistanê hene, milletê Kurd heye. Navbêra me de şerekî dûvdirêj heye, werin em vî şerî biqedînin. Lê heta ku ji dewleta Tirkan bangeke werê çênebe, temama bangên wan ne bangên aştiyê ne, bangên têslîmiyêtê ne.
Civaka demokratîk wek temama têgehên van hevalan yên demokratîk peyveke bêwate ye. Du hundir her civakê de sinif û tebeqeyên berjewendiyên wan di demokrasiyê de ne hene. Sinif û tebeqeyên ku berjewendiyên wan li dijî demokrasiyê ne hene. Civak, seranser demokratîk nabe. Ji bona civak seraser demokratîk wekhev maf bibe, divê sinif û tebeqe ji holê rabin.
Ji civata Tirkiyeyê ew ê civakeke demokratîk çawa çêbibe? Yanî em ferz bikin çend xalên yasayên xwe yên cezayê, yan makezagona xwe guhertin ji vir civakeke demokratîk derdikeve, dernakeve.
Ocalan dibêje nakokiya esasî di navbera komun û dewletê de ye. Ka rengekî sosyalîzan jî dide xwe, dema ku peyva komunê em dibihîzin, em dibêjin qey, bi rastî ew jî dike analîzeke komunîzan bike.
Di lîteratura komunîzmê de nakokiya navbêna komun û dewletê tune ye. Temamê lîteratura komunîzmê li ser têkoşîn û pevçûnên sinif û tebeqeyan de tê avakirin. Marx dibêje dîrok, dîroka pevçûnên sinif û tebeqeyan e.
Lê komun kî ye li ku ye kes pê nizane. Tenê Ocalan dizane komun kî ye, tenê ew pê dizane. Û retorîkeke wan heye tim dibêjin dewlet alavekî nebaş e. Li ku derê dewlet hebe, zilm heye, zordarî heye. Ji bo vê kurd gerek nebin dewlet.
Niha ev jî weke bêhneke anarşîzan ji vê peyvê tê. Feqet tu eleqeya Ocalan û anarşîzmê jî bi hev re tune ye. Anarşîst dibêjin dewlet saziyeke ew çend pîs e ku dema em bûn desthilat, emê dewletê gişî ji holê rakin. Temama hiyerarşiyan ji holê rakin.
Anarşîst li dijî dewletên heyî ne, Ocalan ne li dijî dewletên heyî ye. Tu pirsgirêkêke wî ku dewleta Tirkan bila ji holê rabe, cihazeke xerab e, beyaneke wî ya werê tune ye. Bo Sûriye bo Îran bo Îraqê tune ye. Ocalan ne li dijî dewletê heyî ye. Li dijî dewleta mustaqbel a Kurdistanê ye. Temama ew retorikên ku ew bi kar tînin, bo ku bibêjin ji Kurdistanê re dewlet ne lazim e.
Ocalan dibêje nakokiya komun û dewletê. Anha em li Kurdistana Bakur em karin qala komuneke PKKyê bikin. Yanî bi sed hezaran alîgirên wan hene. Bi sedan dezgehên wan hene û ji navendekê tên birêvebirin.
Baş e heger di navbera komun û dewletê de nakokiyeke esasî heye, bo çi tu bang li komuna xwe dikî, tu dibêjî werin bi dewlet û civakê re bibin yek.
Ka dewlet tiştekî ne baş bû. Ji bo çi komuna te girseya te ew ê bi vê dewletê re bibe yek? Ka navbera, komun û dewletê de nakokiyek giran hebû. Te ev nakokî kengî ji holê rakir. Ev nakokî ji bo dewleta Tirkiye derbas nabe? Bo HTŞ û Golanî derbas nabe? Tu ji Rojavayê dixwazî ku entegreyî HTŞ û Gûlanî bibin.
Nuha ev Pêvajo divê têk here. Sedem, ev pêvajo ne peyajoyeke aştiyê ye, çareseriyê ye. Hucûmeke berfireh e li ser Kurdistanê. Ez dikarim bibêjim dixwazin cara çaran, Kurdistanê ji nuh da fetih bikin parçeyên din jî tê de.
Di asoya vê pêvajoye de tenê Bakur Rojava tune ye. Hedefa wan a lezgîn statuya Rojava têk bibin. Ew û Îran jixwe ji zû da ye dixwazin federaliya Başûrê Kurdistanê têkve bibin.
Werê xuya ye ku şerê Îsraîl, Îran û Amerîkayê wê bidome. Çend mehan ew ê navbêr bidinê û wê dîsa bidomînin. Wê çaxê rojhilatê Kurdistanê dê hîn bêtir xuya bibe. Ji niha de dewleta Tirkiyeyê, dewleta Azerbaycanê li hember rojhilatê Kurdistanê, kartên Azeriyan amade dikin.
Di nav me û Azeriyan de jî kêşeyên axê hene. Ciyê jê re em dibêjin Rojhilatê Kurdistanê, beşeke wê bi taybet gola Ûrmiyeyê û derdora gola Ûrmiyeyê, Azerbaycanî dibêjin vana, Azerbaycana Rojava ne. Ev nîqaş di sala 1946’an de jî hebû.
Ji niha de dewleta Tirkiyeyê li dijî Kurdistanê ev seferberiya ku seferek Kurdistanê ye, bo wê divê em teşhîr bikin.
Li Kurdistanê her cure rêxistin hene. Rêxistinên demokrasîxwaz hene û federalîxwaz hene. Ên tişteknexwaz hene.
Li Kurdistanê ya tune ye, rêxistineke serxwebûnxwaz û şoreşger tune ye. Di hindur xebata teşhîrê de vasata Kurdistanê li gor min, ji propaganda û xwe bi rêxistin kirineke sorêşgerî re musaîd e.
Ta ku em vê bi cî nînin û rêxistinên serxwebûnxaz, şoreşger neafirînin, li gor wê, civatekê birêxistin nekin, em nikarin vê hucûmê bertaraf bikin.
Teşhîr gava ewil e. Bi sedem DEM partî dibêje me du hezar civîn çêkiriye ji bona vê pêvajoyê. Bo çi du hezar civîn çêdike? Baxçelî dibêje me ziyaretê cîranan dest pê kiriye û em herin ji tirkan re jî, Kurdan re jî qala vê pêvajoyê bikin. Bo çi dibêje? Ev pêvajo bi tu argumanên fikrî, siyasî û ilmî nayê parastin.
Bi van civînan dixwazin xelkê qanih bikin ku serok zane, serok bela sebep gavên werê navêje, dixwazin xelkê îqna bikin.
Wezîfeya me ya ewil, berê teşhîr bikin, di hindur xebata teşhirê de jî xwe bi rêxistin bikin, dora xwe bi rêxistin bikin.
Peyva entegrasyonê
Bo entegrasyone jî du herfan bêjim û biqedînim.
Peyva entegrasyonê lihevanîn e. Di esasê xwe de di hindur civakê de hin kêmarên bi wê civakê re ne li hev hebin û ew civak xwedî hişmendîyeke demokratik be, ew ê hewil bide wan civakê kêmar entegreyî civaka xwe yî mezin bikin.
Ango di nabêna du milleta de entegrasyon nabe. Nimûne bidim li Swêdê em bêjin sed hezar kurd hene. Ev civaka kurd ya Swêdê ye, Swêd dewleteke demokratîk be, wê bejê; hebûna we, çanda we, dîroka we, zimanê we em nas dikin, lê em hin mekanîzmayan ava bikin, hûn û civata swêd entegreyî hev bibin. Ji vêya re entegrasyona pozîtîf dibên. Entegrasyona negative, îro Trump bi kar tîne, dibêje ez we nas nakim ji welatê min derkevin. Dernexe jî, ew ê bêje, ez tu taybetmendiyên te yên kêmarî nas nakim, bibin perçeyekî ji civaka me.
Di nav du dewletan de, di nav du milletan de entegrasyon nabe. Heger tu ji bona du milletan behsa entegrasyonê bikî, tu dixwazî milletekî di hundir milletê din de bihelînî. Daxwaza wan a entegrasyonê bi vî rengî ye.
