Em li bereya Girêspî-Serêkanîyê bi leşkerî têk çûn. Sedema vê têkçûnê diyar e. Em êdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şerê partîzanî nakin, cografyayekê, perçeyekî ji welatê xwe diparêzin. Di roja îroyîn de, ancax bi dewletbûyînê û bi xwedîbûyîna çekên ku di destê dewletan de ne, parastina welêt dikare pêkan be. Şerê partîzanî li dij dagirkeran şerekî jiqewetxistinê ye. Şerekî demdirêj e û armanca wê ew e bide nîşandan ku domandina dagirîyê, ji bidawîanîna dagiriyê bi mesreftir e. Ev şer, li Kurdistanê sed sal e berdwam e.
DESTHİLANÎN FERECA XÊRÊ YE
Fuat Önen 1- Biryara vekişandina ji Rojavayê Kurdistanê, rê li parçebûna sîyaseta navxweyî ya DYA yê vekir. Nuha di mijara Rojavayê Kurdistanê de du DYA...