Dewleta Tirkiye û Azerbeycanê li Îranê Azerîyan li hember Rojhilatê Kurdistanê amade dikin

Dewleta Tirkiye û Azerbeycanê li Îranê Azerîyan li hember Rojhilatê Kurdistanê amade dikin

Li Tirkiye pêvajoya Bahçelî û Ocalan ne pêvajoya aştiyê ye, ne pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd, Kurdistanê ye. Berovajî vê ev pêvajo, hicûmeke li her parçeyên Kurdistanê ye, ne tenê li Bakur Rojava Kurdistanê. Ya lezgîn Başûr Rojava Kurdistanê bû, li wir gihane hin armanca xwe. Le hîn şerê bidome li wê derê. Başûr di hedefa vê hicûmê de ye.

Îro şerê Trump û Netenyahu û Hamaney dest pê kir. Rojhilatê Kurdistanê jî di hedefa vê hicûmê de ye. Ev ya yekem ev hicûmek dewleta Tirka ye li seranserê Kurdistanê. Armanc çi ye? Armanc Kurdan ji milletbûnê de xistin e. Ev têgaha Ziya Gökalp denationalization, yanî ji milletbûnê xistin, sala 2025an temama beyanên Öcalan, ev ji xwe re kiribû hedef. Dema tu dewletek cuda federalî, otonomî, kulturalîzm qedexe bikî, wate kurd ne millet in. Yeko yek esilkurd hene, hemwelatîya Tirkiyeyê ne.

Ev proje, projeyêk sedsaliye. Sed sal berê berdevkê vê ya Ziya Gökalpê Diyarbekirî bû. Vê carê berdevkê vê projeya dewletê Ocalanê Ruhayî ye.

Em werin ser peyama wî ya dawîn. Ocalan ji me re çîrokan vedibêje: Çîrokên aştiyê, çîrokên biratiya Kurd û Tirkan ya hezar salî, çîrokên civaka demokratik, komara demokratik vedibêje.

Bo çi van çîrokan dibeje? An dewlet bo çi dixwaze bi van çîrokan miletê Kurd meşxul bike? Bandora van çîrokan ne tenê li Bakur Rojavayê, li Başûr Rojavayê Kurdistanê jî bandora wê heye. Sala 2025an  bînin bîra xwe: saleke xuşk û brayên me yên Başûr Rojavayê Kurdistanê bi çîrokên Ocalanî re mijûl bûn.

Çeteyên Şamê û Gulanî bi çi re mijûl bûn? Li cem piraya dewletên cîhanê ji xwe re mêşrûîyetek pêde kirin. Hejmara leşkerê xwe zêde kirin. Bi pereyên Suudî û piştgiriya Tirkiyeyê sîlehên modern xistin destê xwe.

 Dema gihan wê qenaetê ku karin hicûmî Rojavayê Kurdistanê bikin jî hicûm kirin. Ev teoriyên ku di sala 2025an de ji aliyê Ocalan û PYD û PKKê ve dihat gotin, di şerekî panzdeh rojî de têk çû.

Rojhilatê Sûriyeyê gotin: em ne birabavê Kurdan e, em bira bavê Gulanî û HTŞyê ne. Em tev we şerê HTŞyê nakin, em ê tev HTŞyê şerê we bikin. Ew çîrok li wir qediya.

Hûn dizanin, eşîrê Ereban berî hicûma HTŞyê hicûmî Kurdan kirin. Bi sedan, heta bi hezaran ciwanê me hatine kuştin. Hîn em hejmara wan nizanin. Yen ku dîl hatine girtin çiqas in em pê nizanin. Wate dema tu bi çîroka re mijûl be û dijmin jî di hicûmê de be, tu yê têkherî. Metirsîya yekem ev bû, me li li Başûr Rojavayê Kurdistanê dît.

Li Bakur Rojavayê Kurdistanê dixwazin Kurd weke ku dewleta Tirk li wan dinêre, li xwe binêrin. Ango em ne millet in, Kurdistan nîne. Em hemwelatîya vê dewletê ne. Daxwaza me hin mafê takekesî ne.

Daxwaza talebên kolektîf red dikin. Mafê milleta ne mafê takekesî ye. Mafên kolektîf in. Ji dewletbûnê dest pê dike, federalî, konfederalî wer dimeşe. Dema tu ji miletekî re mafê kolektîf qedexe bikî, demek tu hewl didî wî ji milletbûnê de bixe. Metirsîya mezin ev e li Bakur Rojavayê Kurdistanê.

Bandora wê li başûr jî heye. Mixabin rayedarên başûr bi xurtî piştgirî didin pêvajoya Bahçelî û Ocalan. Nuha bi dehan baregahên leşkerî yê dewleta Tirkîyeyê li başûrê Kurdistanê heye.

PKKê dibêjin me dev sîlehan berdaye. Ciyê ku tê de ne terk dikin, teslîmî artêşa Tirkan dikin. Pirs ev e. Heger hûn dê li sînorê nabêna Başûr û Bakurê Kurdistanê hin waran terkan bikin, divê hûn bidin pêşmergeyan.

 Ji xwe we, li wê derê metreyek ax rizgar nekiriye. Ew axa rizgar bi destê şerê pêşmergeyan bi dehan salan ava bûye. Hûn ji wir vedikişin, dewrî artêşa Tirkan dikin. Hikûmeta başûr divê van nîqaş bike.

Yanî piştî nivîsgaha Cenabê Mesûd Barzanî derheq Bahçelî de peyamek da, me go qey îdî temam ew ê dev ji piştgiriya vê pêvajoyê berdin. Di wê peyamê de dibêjin: me got qey Bahçelî hidayet bûye, dîsa gurê boz e. Baş e, hûn bo çi piştgirî didin projeya gurê boz û Ocalan? Bandora wan, xeteriya wan a mezin ev in û yeka din bêjim biqedînim.

 Îro şerê Îranê û Amerîka û Îsraîl dest pê kir. Ev du sale dewleta Tirkiyeyê û dewleta Azerbeycanê li Îranê Azerîyan li hember Rojhilatê Kurdistanê amade dikin. Wer difikirin ku Îran bê îstîqrar bibe, Rojhilatê Kurdistanê jî dê xwedî statû be û em ê çawa pêşî li wê bigirin? Yek: tehdît û hicûm û hicûmê fikrî. Ya din jî karta Azerîya amade dikin.

Yekem van partî û sazîên ji derveyî DEM ê ji roja ewil de divê bi tundî li dijî vê pêvajoyê derketina. Mixabin wan jî gotin: ma PKKê dike çek berde, (Başûrî jî her hal wisa difikirin) işptgirî dan pêvajoyê û gotin em ê jî bibin muhatab.

Ev pêvajo ne pêvajoya çekberdana PKKê ye. Derdekî dewleta Tirkan bi çekdarên PKKyê yên Qandîlê re tîne ye. Ev hicûmek e li seranserê Kurdistanê.

Ne dereng e. Divê temama partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanê pêvajoya Bahçelî û Ocalan teşhîr bikin. Tenê bi teşhîrkirinê ne sekinin, xwe û derdor xwe bi rêxistin bikin û îdî di qadên Kurdistanê de, kolanên Kurdistanê de xwiya bibin.