Eva 26-27 sal e ku Ocalan, li Îmraliyê ye. Tu peyamê wî bi serê xwe hatî dayîn tune ye. Ev di bin fişarê de ye ya encama teslîmiyetê ye. Ev nîkaşbar e. Bi ya min encama teslîmiyetê ye.
Helbet mirovek ku bîst şêş û bîst heft sala di zîndanê de bimîne, fişara dewletê li ser heye. Lê axir gelek nimûneyê din jî hene yê ku di van şerdanan de doza xwe ya rêwa parastinê jî hene. Eger mirovek doza xwe ya rêwa neparêze, fişara dewletê nabe sedem ku em van gotinan rewa bibînin.
Ev projeya dewletê ye. Pêvajoya Baxcelî û Ocalan perçek vê projeyê ye. Ev proje ne tenê Bakur Rojavayê Kurdistanê, her çar parçeyê Kurdistanê ji xwe re dike armanc û hedef, serweriya dewleta Tirkiyeyê li seranserê Kurdistanê bicîh kirine.
Dema dewlet bi tena xwe van tiştanê bêje, zêde nikane rizayekê di nav Kurda de hilberîne. Lê dema kesekî ku li ser navê Kurda dipeyive vê pêvajoyê biparêze, wer difikirin ku ew ê bikaribin rizayekê hilberînin di nava miletê Kurd de.
Di vir de Ocalan ne aktorekî siyasî ye. Ocalan bo dewletê tenha enstrumane ke û gelek car wî jî gotiye, dewletê jî gotiye ku em wî wek enstrüman bi kar dihînin.
Hedefa danin li ber xwe hedefek mezin e. Ev panzdeh şanzdeh mehe em tûşî bombebarana derewan bûne. Derewên mezin du bare, deh bare, sed bare dikin. Dixwazin nifûzî mejiyê Kurdistaniyan bikin. Hişmendiya dewleta Tirka di hişmendiya Kurda de ji nuh de hilberînin. Armanca ew e,
Wek nimûne dibêjin biratiya Kurda û Tirkan, ya hezar salî, “Kurd bê Tirk, Tirk bê Kurd nabin” Tirkiyeya bê teror”. Vana giş derewên mezin in û di vî panzdeh, şanzdeh mehî de em bin bombebarana van de ne.
Dibêjin ” Tirkiyeya bê teror”, Kes napirse, kes nabêje: li Tirkiye li kî derê teror hebû? Yanî di vî çil salên dawîn de şideta dewletê ku li aliyê Tirkiye jî bi kar anî, em deynin alîkî; şidet û teror li Kurdistanê hebûn.
Wek nimûne, li gor Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirkan, çar hezar û sê sed gundê me şewitîne û me tu gundek li aliyê Tirka neşewitandiye. We çaxê çima “Tirkiyeyek bê teror?” Teror li Kurdistaneyê, hûn dawa Tirkiyeya bê teror dikin. Sedemê vê terorê dagirkerî û jenosîtkariya vê dewletê ye. Hûn vana ji derveyî nîqaşê dihêlin. Hûn dibêjin ” Tirkiyeyek bê teror”.
Biratiya Kurdan û tifaqa Kurda û Tirkan a hezar salî jî derewek wisa ye. Qewmên Tûranî di sedsala neh an deh an de ber bi Rojava herikîne. Berê berê li Îranê, Azerbeycanê, ew Kurd, leqayî hev hatine. Lê di vî hezar salî de, dema ku em li dîrokê dinerin, ji biratî û tifaqê zêdetir şer û pevçûn di nabêna Kurdan û Tirkan de hene.
Kurd bê Tirk, Tirk bê Kurd nabin. Çima nabin? Sedem tine ye. Yani bo çi nabin? Kurd bê Ereb dibin, bê Ecem dibin, bê Fransiz dibin. Çima bê Tirk nabin û çima Tirk, li Asya Navîn bê Kurd dibin, çima li vê derê nabin? Sedem tine ye.
Têkiliya Dewlet, Siyaset û Derewên Sistematîk
Têkiliya dewlet û siyasetê û derewan tekilîyek balkêş e û gelek zanist, fîlozof li ser vê sekinîne. Ez du nimûneya bidim: Karl Marx û Hannah Arendt, qala van dikin.
Marx ji bona berovajîkirina hakîketê têgeha ìdolojî bikar tîne. Di ferhenga Marx de ìdolojî peyvek neyînî ye.
Hannah Arendt qala derewên sistematik û derewên organîze dike. Bi gelemperî em dikarin bêjin dewlet û desthilatên ne rewa ji bo ku dewlet û desthilata xwe yên ne rewa bimeşînin, mûhtac û mecbûrê derewên sistematik û derewê organîze ne.
Derewên sistematik ne wek derewê asayî ne. Ji bo tiştekî an kesekî veşêre ji xwe re nake armanc. Derewên sistematik dixwazin hakîketên civakî û dîrokî ji holê rakin, heqîqetek xeyalî ya heqîqetek derewîn ava bikin. Heta vê derê her tişt asayî ye.
Lê cara yekem e ku em dibînin kesek li ser navê dozek rewa, li ser navê miletekî blindest, tevlî van derewên organîze û derewên sistematik dibe.
Li wir dibê em bipirsin: çima? Öcalan dibê ev sî û pênc sale PKKyê watêya xwe winda kiriye. PKK jî dibêje rast e, ev sî û pênc sal, herî kêm bîst û pênc sal in, me watêya xwe winda kiribû. Yanî em bêmane bûbûn, me xwe dubare dikir.
Heger tevgierek, saziyek bîst û pênc sala, sî û pênc sala watêya xwe winda kiribe û dîsa bêje ez heme, mecbûr e derewên sistematik bike. Sedema esesî ya derewên sistematik pejirandina siyaseta Tirkiyevî ye.
Hûn ji bona Kurdistanek serbixwe şer bimeşînin, lê hûn ji wir vegerin siyaseta Tirkiyevî, hûn mehkûmê derewan e. Çima hûn mehkûmin? Tirkiye bi xwe derew e. Li vê erdnígarîyê de welatek bi navê Tirkiyeyê tine ye. Li vê erdnígarîyê de miletekî bi navê milletê Tirkan an milletê Tirkiyeyê jî tine ye. Ji ber wê yekê siyaseta Tirkiyevî mecbûr û mehkûmê derewên sistematik in. Wekî din rê tine ye.
Ne tenê bo siyaseta Tirkiyeyê jî dibejim. Li Kurdistanê, siyaseta Îranî, siyaseta Iraqî, siyaseta Suriyeyê û siyaseta Tirkiyeyê jî mirov mecbûr dike ku tevlî derewên sistematik yên dewletan bibe.
Heger tu li Kurdistanê be û tu siyasetê dikî, divê siyaseta te kurdistanî be. Tu welatê xwe esas bigirî, talebê xwe yê siyasî û têkoşîna xwe yê siyasî li ser axa welatê xwe bimeşînî. Ger tu dev ji vê berdî û siyaseta Tirkiyeyê bimeşînî, tu mecbûr û mehkûmê derewan î.
Derewên sistematîk hin karakterê wan hene:
Yek jî ew e derewên sistematîk ne wek derewên asayî ji bo parastinê nayî kirin. Derewên sistematîk êrîşker in, dixwazin rastiyê berovajî bikin û rastiyek derewîn derxin holê.
Dudu, derewên sistematîk û organize tenha bi hêza dewletekê an bi piştgiriya dewletekê dikane encam bigire. Bi serê xwe ne mimkune encam bigire. Dîsa wek nimûne bêjim, lutkeya derewên sistematîk Hitler û wezîrê wî yê propagandayê Goebels bû. Helbet wekî din jî hene, lê ev lutkeya derewên sistematîk û organize bû.
Wezîrekî Sedam jî hebû. Ew jî wer derewên sistematîk dikir dema Emerîka daket Iraqê. Lê li pişta wezîrê Sedam hêzek mezin tine bû, zêde ne bi temen bû. Yê Hitler hêzek mezin li pişt wan bû û çend sala ew derewên sistematîk dikani bûn bimeşandina.
Pirsa ku: “tu pirsgirêka me bi komarê re tineye. “
Tenê bi sedem hin aliyê wê ne demokratîk hene, em dixwazin wana çareser bikin. Niha di vira de jî xapandin û derewek heye. Cumhurîyet teşeyê rêvebirina dewletê ye. Yanî weke monarşî, oligarşî, cumhurîyet jî teşeyê dewletê ye.
Dema ku tu dibêjî pirsgirêka min bi cumhurîyetê re tineye, wate pirsgirêka te bi dewletê re jî tineye. Îcar nikarin bêjim em teslîm bûne tu pirsgirêkên me û dewletê nemane. Dibêjin pirsgirêka me bi komarê re, bi cumhurîyetê re tineye.
Ocalan vêya tena serê xwe nabêje. Di hundir PKK û saziyên ser PKKê de torek wî, şebekeyek wî heye. Her gotinê wî ji aliyê vê torê, ji vê şebekeyê de dixwazin bigihînin girseyan û girseyan razî bikin ku way Ocalan tiştê erênî dibêje.
Hêzek medyayî ya xurt li pişt vira ye û alîkarî ji dewletê werdigire. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê jî û rayedarên partiya Demê jî dibêjin di vê pêvajoyê de di nav Kurdan de damarek neteweperwer xurt dibe. Em bi tu awayî rê nadin vê damarê. Ango ev derewinan, ev derewên sistematîk di heman demê de tehdîdek e li ser miletê Kurd.
Di vê pêvajoya Bahçelî û Ocalan de çareserkirina pirsgirêka Kurd an Kurdistanê tine ye. Ew bi xwe jî nabêjin em ê pirsgirêka Kurd an Kurdistanê çareser bikin.
Destpêka vê pêvajoyê digihê gulana 2023an. Bahçelî wê çaxê go dinya diguhere, herêm diguhere, em hêvî dikin ku welatê me neguhere.
Di 2024an de Erdogan go piştî Lubnanê hedefa Îsraîlê Tirkiye ye. Derdê wan çi bû? Fam kirin ku şerê li herêmê berbelav bibe û Sûriyê, Irak, Îran ew ê bibin qada vî şerî. Li van parçenan Kurd dikanin bibin xwedî destkeftîyên federalî an dewletek serbixwe. Divê em pêşî li vê pêlê bigirin.
An na, tu tirsa dewleta Tirkiyeyê ji Îsraîl tine ye ku Îsraîl hicûmî Tirkiye bike. Tirkiye endamê NATOyê ye, Îsraîl jî NATOyê Rojhelata Navîn e.
Ev pêvajo ji bo teslîmgirtina siyaseta Kurdistanî hatiye li dar xistin. Ne ji bo çareserkirina kêşeya Kurd an kêşeya Kurdistanê. Ji ber wê jî rayedarên dewletê ti carî nabêjin pêvajoya çareseriyê. Dibêjin pêvajoya Tirkiyeya bê teror.
Yên ku dibin muhatabê vê pêvajoyê pêşinen qebûl dikin ku terorîst Kurd in. Heger Kurd dev ji şerê çekdarî berde, li Tirkiyeyê teror namîne. Pêşin qebûl dikin. Ev qebûlek pêşin e.
Ji ber wê welatperwerên Kurdistanê, siyasetmedarên Kurdistanê, divê bi her awayî dijî vê pêvajoya Baxcelî û Ocalan derkevin, hedefên siyaseta Kurdistani biparêzin û vê pêvajoyê teşhîr bikin.
Çima wer bi eşkereyî dipeyivin:
Bi eşkereyî dijî şoreşa Kurdistanê dipeyivin. Lazim em bêjin ku ev helwesta wan ne nû ye. Dema Ocalan hat girtin, dema dadgeha Îmraliyê de go hin mafê ziman û çand hene, evana jî pirê wan hatine dayîn. Çareserî di komara demokratîk de ye.
Yanî ev bîst û şeş sale hêdî hêdî ji bo hişmendiya neteweyî têk bibin, helwestên neteweyî têk bibin, hêdî hêdî, merhale merhale gihan hatin ku îdî tu pirsgirîka me bi vê dewletê re tune ye.
Her careke ku Ocalan, peyamek dişîne û talebekê ji PKKyê dike, em giş hêvî dikin ku ew şervanên bi dehan sal li çiya şer kirine û tu bigire giştê wan bo Kurdistanek serbixwe çûne serê çiyan. Em li bendene ku dengekî kurdistani jî wir derkeve.
Lê ti carî jî dernakeve. Vê carê jî dema ku gotin xwe fesih bikin û dev ji çekan berdin, hêvî û payîn hebû ku damarek bêje “Em ne xwe fesx dikin, ne jî dev ji çek berdidin.” Lê peyama wî bo PKKyê weke fermana ye.
Sedem çi ye? PKK ne saziyek yekpare ye. Yanî di hundur PKKyê de gelek PKK hene. Sala du hezar û heft û hêşt Mahir Qaynaqê kevne personelê îstîxbaretê û Ocalan di hindur mehekê de wek hev peyam dan. Gotin gelek PKK hene. Vacibê me ew e ku em PKKya Tirkiye xurtir bikin.
Ango ew jî qebûl dikin ku, PKK ne yekpare ye. Lê torek bi hişmendiya servîsên îstîxbaretê û bi piştgiriya dewletê di hindur partî û saziyên PKK de hatiye avakirin ku ên esas birêve dibe ev tor ev şebeke ye. Ji ber wê ev tor rê nade îtirazekê.
Ev derewên sistematîk li ser îmaja û mîtosa dimeşe.
Ji bona ku derew bigihîn cîye xwe, yekem nîqaşa derewan qedexe ye. Yanî dixwazim çi bêjim, Mustafa Karasu dibêje “Serok ne dixape, ne dixapîne.” Ev ya wesfê Xwedê ye. Pêxember jî dikarin bixapin. Yek ê, nexape û naxapîne li gor bawermendan tenê Xwedê ye. Heger te qebûl kir ku Ocalan ne dixape û ne dixapîne, tu nikarî peyama wî nîqaş bike. Peyam bo te ferman e.
Di rêziknameya KCKyê de bawer dikim xala çaran e. Dibêje ku PKK, KCK kongreyê xwe çêkin, biryara bigrin jî heta ji aliyê Ocalan de neyê pesendkirin nakeve praktîkê. Ango bo her partiya kongre cihê biryardanîna herî bilind e.
Lê bona PKK, KCK kongre ne cihê biryardanîna dawîn in. Ji bo biryarê wan bên, tekeve praktîkê divê Ocalan pesend bike. Pesend neke ew biryar betal in.
Avakirina Mekanîzmayên Kontrolê û Şerîyeta Ocalan ku li ser PKK
Tu şerîyeta wî tune ye. Tenê hêzek wî heye. Ev hêza wî ne hêza şexsê wî ye. Li pişt wî Servîsa Îstîxbêrata Tirkiye û piştgiriya dewletê heye. Ez qenaet nakim yek şervanên PKKyê ji van gotinên Ocalan bawer dike. Feqet bi hawakî dîzaynek wer kirine ku rexne û pirs dibe mijara îxanetê.
PKKyê yan beşekî PKKyê ku em her difikirin di hindur PKKyê de divê beşekî Kurdistanî jî hebe dê bikanibe vê qefesê bişkîne heta niha neşikandin.
Ji niha pê ve dê bikanibin bişikînin. Ez ne di wê baweriyê de me ku PKK bi yekpareyî dikane li dijî Ocalan derkeve. Lê ev hicûmên fikrî yê dewleta tirk dikane rê li parçebûna PKKyê veke.
Ji xwe dewleta Tirkiyeyê jî tim wê îşaret dike. Divê di hundur PKKyê de hin kesên li dijî vê pêvajoyê hene. Rewşa PKKyê rewşek ecêb e. Tiştek dibêjim hin kadro ji zindanê derdikevin. Sî salî, bîst salî di zindanê de mane.
Dema ketine zindanê bo Kurdistanek serbixwe yekgirtî ketine zindanê. Niha ji zindanê derketine peyva Kurdistan ji devê wan dernakeve. Tirkiyeyê diparêzin. Komara Tirkiyeyê diparêzin û banga Ocalanî ku dibê werin bi dewletê re bibin yek diparêzin.
Ev mixabin li tu deverê din bawer nakim bûyerek wer biqewime. Tu bo Kurdistanek serbixwe têkeve zindanê bîst salî, sî salî êş û elem û îşkence bibînî. Roja tu derkevî tu Kurdistanê deynê alîkî tu bibe parêzvanê Komara Tirkiye.
Ev tiştekî balkêş e. Yani bo famkirina vêya bernameyê dû dirêj lazimin. Yani dema ev pêvajo nuh de dest pê kir, Ocalan got Qendîl bi Îranê re ye, Rojava bi Îsraîl re ye.
Binêre wer bifikirin ev serokê KCKyê Ocalan sazîya xwe ya li Qendîlê û sazîya xwe ya li Rojava îxbar dike. Wek hedef nîşan dide. Divê Qendîl bi Îranê re ye û Rojava jî bi Îsraîlê re ye.
Feqet bertek tune. Qendîl nabêje mesela ez rexstinek Kurdistanî me, ez ne piyonê Îranê me. Rojava jî nabêjin na, yani em bona Rojavayê Kurdistanê azadî, rizgarî, serxwebûn dixwazin. Em ne piyonê Îsraîlê ne. Nikarin i dij derkevin. Yani nikarin li dij îxbara serokê xwe derkevin.
Dewleta Tirkiye reforme nabe.
Gelek car hewldanê wer çêbûne tim têkçûne hewldanê reforme kirina dewleta Tirkiye. Sedema wê Kurdistan e. Dewleta Tirkiye hebûna xwe li ser tunekirina Kurdistanê ava kiriye.
Dewletek bi vî rengî reforme nabe. Tenha divê ji Kurdistanê derkevin. Û dewleta Tirkiye ne tenê li Bakur Rojavayê Kurdistanê di heman demê de li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî heman armanc e.
Yani ev demek dirêj e demeke wan û Îranê bi hev re dixwestin federaliya başûr an rêveberiya Herêma Kurdistanê têk bibin. Niha li başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên wan ê leşkerî hene. Li rojavayê Kurdistanê di ser Ocalan re gihîştin hin armancê xwe. Lê hîn li rojava û Sûriyê peyva dawîn nehatiye gotin.
Nûçeyên ji rojavayê Kurdistanê tên ne ber bi xêrê ve ye. Yanî do jî rayedarekî dewleta Suriye digot le Suriyeyê rêveberiyê xwe ser asayîşa taybet û kanton manton dê nemînin. Dewletek navendî em ê ava bikin.
HSDê jî di hundur vê dewletê de cî bigire. Ne li ser navê rojavayê Kurdistanê wek personelê dewleta Suriye ew ê cî bigirin.
Rojhelatê Kurdistanê ji kevin de, yanî hîn ji dema ku Kurdistan du parçe bû, Kurdistana Safewî û Kurdistana Osmanî bû, tim bala dewleta Tirkiye li ser Rojhelatê Kurdistanê ye.
Di sala 1941’ê de dema Britanya ji başûr de û Sovyetê ji bakur de Îran dagir kirin. Dewleta Tirkiye alarme bû. Li gel Britanya û li gel Sovyetê danûstendin kirin. Gotin hûn wê der bê îstîqrar dikin, Kurdê li wir bibin tiştekî em qebûl nakin.
Qodê dewleta Tirkiye ev in. Ew bi serê xwe reforme nabin. Divê hêzên Kurdistanê wan mecbûr bikin.
Tu dewletê dagirker bi lihevkirinek yan bi reformeke dev ji dagirkeriya xwe bernede yî li ti derê dinyayê.
Kurdistan jî di hindur vê cîhanê de ye. Ta ku em maliyetekê ji van dewletan re dernexin, ev dewlet ew ê dijminatiya Kurdistanê bikin. Ev sedsalê wan e dikin ji destê wan bê ew ê sedê din jî bikin.
Mijara şerê Îranê û Emerîka û Îsraîl mijarek girîng e. Ev perçakî şerê cîhanê yê sêyem e. Li wir Emerîka û Îsraîl û hevalbendê wan tenê şerê Îranê nakin. Dixwazin pêşî li Çînê bigrin. Dixwazin dorpêçê li Rûsya bikin. Ango awakî veşirî Rûsya û Çîn jî di nav vî şerî de ne.
Weke prensîb, çarenivîsa her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re ye. Lê weke siyaseta aktuel, çareseriya her sê parçeyên Kurdistanê bûye yek. Rojhelatê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê û başûrê biçûk.
Ji ber wê, siyaseta Kurdistanê divê bi hişmendîya Kurdistanê li vî şerî binihêrin. Şer du tişta xwe re tîne: derfet û rîsk. Siyaset ew e ku rîska kêm bike ji derfeta sûd wergire.
Emerîka û Îsraîl ji bo me li Îranê naxin. Lê Îran dewletek dijmin e wek dewleta Tirkiyeyê, wek Sûrîyeyê, wek Iraqê. Ev şer derfetê dewletbûnê ji Kurdan re derdixe holê.
Berpirsiyariya Siyaseta Kurdistanê
Bo her sê parçeyan divê siyasetê Kurdistanê wisa bifikire. Yê ku dikane pêşengiya vê siyasetê bike Başûr e. Mixabin başûr jî piştî şanzde meha hîna ne hikûmetek ava kiriye, ne parlementa me vekirine. Li vê dinyê parlamentoyek me ya milî heye ew jî li Hewlêrê ye. Ev şanzdeh meh e parlementoya me venabe.
Divê demildest hikûmetek neteweyî, bernameyek neteweyî ava bibe, parlementoya me vebe. Parlamento pêşengiya rizgariya milî bike, peyamên milî bidin her çar parçeyê Kurdistanê û her çar aliyê cîhanê.
Milletê Kurd fam kiriye û xwedîdi şîûrek Kurdistanî ye. Du meh berê du mehan bi sed hezaran Kurd daketin kolanan û gotin “Yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e.”
Mixabin sinifa me ya siyasetê li dû şîûra milî ye. A asayî gerek sinifa me ya siyasetê pêşeng be û millet ber bi xwe ve bihêrikîne.
Ez hêvî dikim ku raperîna miletê Kurd ya muhteşem a meha Çile û Sibatê dê sinifa me ya siyasetê ji xewn û xeyala şîyar bikin.
Hêvî dikim ev şer sinifa me ya siyasetê jî biguhere û hişmendîya Tirkiyevî, Îranî, Iraqî, Suriyevî bidin alîkî. Çarenivîsa parçeyên Kurdistanê bi hev re ye. Sinifa me yê siyasetê divê bi vê şîûrê pêşengî li miletê Kurd bike.
