LI BAKURÊ KURDISTANÊ, EM NE XWEDÎYÊ ROJEVÊ NE

LI BAKURÊ KURDISTANÊ, EM NE XWEDÎYÊ ROJEVÊ NE

Berî her tiştî, li Bakurê Kurdistanê, em ne xwedîyê Rojeva xwe ne. Em nikanin rojeva xwe bi xwe tayîn bikin û li gorî rojeva xwe bimeşin.

Rojev, ji aliyê dewletê ve tê diyarkirin û em jî ji neçarî bera pê vê rojevê didin. Esasen îro gerek Rojeva me; şerê cihanê yê sêyem, cebheyên vî şerî yên Rojhelata Nêzîk û Rojhelata Navîn be.

Di vî şerî de û di van her du bereyên şer de, helwesta siyaseta Kurdistanî divê çi be? Bo Kurdistanê çi derfet hene? Çi xetere hene? Gerek em li ser van bipêyivin û tenê nepeyivin helwest bigirin, bang li miletê xwe bikin.

Lê wer nabe, ev serê salekê yê, em li dijminê xwe guhdarî dikin. Rojeva me ew tayîn dikin. Yanî ev zêdeyî salekê ye; Bahçelî yê bibêje çi? Erdogan ê bibêje çi? Ocalan ê bibêje çi? Rojeva medyaya tirkan  seranser  ev in. Miletê me jî tim li van guhdarî dikin.

Dema li Derikê me li jêr ez rûdinim, pişt re nas û dost tên rûdinin em dipeyivin. Kî tê dibêje îşev di televîzyonê de filankes wer gotiye, bêvankes wer gotiye.

Yekem[kk1] ,  Partîyên Tirkîyeyê nikarin kêşeya Kurdistanê çareser bikin. Hiqûqa me û ya vê dewletê û partiyên siyasî yên Tirkîyeyê, hiqûqa dijminatiyê ye. Bila kes, serokên van partiyan xwe bi me şîrîn nekin. Destên wan di xwîna bi sed hezaran Kurdistanî de ne.

Bahçeli wer gotiye, Erdogan wer gotiye. Rojevê dadigirin. Mehekê tiştekî dibêjin. Meha din tiştekî din dibêjin. Hişmendîyek analîtîk jî bi  siyasetmedar û rewşenbîrên Bakur-Rojavayê Kurdistanê re nemaye. Bera pê bûyeran didin.

Nimûneyekê bibêjim. Çend roj berê bû, Bahçeli di civîna grûba partiya xwe de axivî. Tibabekê axivî. Dû re derket rojnamegerekî jê pirsî, got Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di derheq Demirtaş de biryar daye tu çi difikirî? Bahçeli got, tahliyeya Demirtaş bo Tirkîyeyê wê tiştekî baş be. Herkes li ser vê gotina Bahçelî sekinîn.

Halbuki berî wê bi 10 xulekan, Bahçeli di civîna grûba partiya xwe de got; li Sûriye li Rojava, HSD dixwaze wek tumen tev li artêşa Sûriye bibe. Ev ji bo welatê me xetere ye. Em vê qebûl nakin û dewleta me yê mudaxale bike. Yanî bi zimanekî fesih, kurd tehdît kirin Bahçeli. Kesek li ser vê axaftina wî nesekinî, û gotin, Bahçeli gotîye Demirtaş bê berdan ji bo Tirkîyeyê tiştekî baş e.

Halbuki ya lazim em li ser bipêyivin, mijara din e. Tehdît dike. Hîn jî rojava tehdit dike û bi isrâr dibêje bila komîsyon herê Îmralîyê. Îmralî bangeke taybet bo çekdanîna Rojavayê bike. Yânî ji bo HSDyê ye, ji bo tev li artêşa Sûriyê bûyînê.

Niha divê em ji vê derûniyê derkevin. Me bera pê rojeva dagirkerê xwe daye û her carê yek tiştekî dibêje.

 Mijara Demirtaş.

Demirtaş dema serokê HDPyê bû, di nav sê hêzan de eciqî.  Alîkî Qandil, alîkî Îmralî û alîkî jî Enqere.

Demirtaş kalîbreya wî ya serokatiyê ku xwedî fikir be û li paş fikra xwe bisekine tunebû. Netîce di pêvajoya Îmralîyê ya 2012-15an de bû serokê HDPyê. Xwest di wir de bi pêş keve. Li Bakur-Rojavayê Kurdistanê jî piştgiriyêke xurt girt Demirtaş. Feqet di nav her sê hêzan de eciqî. Nêzî Qandilê tevgeriya Enqere xeyîdî. Nêzî Îmralî û Enqereyê tevgeriya Qandil xeyîdî.

Wek encam pênc partiyên qaşo çepgirên Tirkiyeyê jî di hindur HDPyê de ne. Mitefiqên wan ên stratejîk Kemalîst in. Demirtaş jî tevî wan xwest bi CHP re li dijî AKPyê siyasetê bike. Ev nehat hesabê Ocalan û hesabê AKPyê. Derdestkirina wî di qenata min de biryara her du aliyan bû. Avêtin zindanê, neh salên wî ne di hefsê de ye.

Hefs; berê bo şoreşgeran wek dibistanekê bûn. Yanî dema em diketin hefsê, û derdiketin ji berî hefsê cidîtir û bi bibawerîtir em derdiketin. Di van 25 salên dawîn de nîzama hefsan jî guherîn. Sistema qawîşan ji ortê rakirin. Her 3-4 kes di hucreyan de dihêlin. Yên dem dirêj di zindanê de dimînin; wek êdî zindan bo dewletê bûye dibistan. Li wir perwerde dibin.

Ez waxta vê dibêjim, temama girtiyan îtham nakim. Yên ku 20-30 sal in, di zindanan de ne û hîn jî li ser helwesta kurdistanî, welatperwer jî pir in. Lê yê ku taybet dikin hedef, wan perwerde dikin. [kk2] 

Demirtaş di vê pêvajoya Bahçelî û Ocalan de 2-3 name şandin. Her 2-3 name jî, ji hişmendiyeke Tirkiyevî wêdetir hişmendiyeke tirkçîtî deklere kir. Got paşnavê me Tirkiye ye. Dû re got em herin ser gora Mustafa Kemal, em herin ser gora Alparslan Türkeş û Adnan Menderes. Li wir nesekinî got, “Diyanet bila li camîyan weazan bide derheq biratiya Kurd û Tirkan de. Ev gotar wek erzuhalê poşmaniyê ne.Yâni hem jî Îmralîyê re hem ji Bahçelî re got ku îdî tû îtiraza min ne jî Îmralî re heye ne jî ji vê pêvajoyê re heye.

Bawerîya miletê Kurd, bawerîya gelê Kurd bi vê pêvajoyê tuneye. Dixwazin her carê tiştekî din derxin ku hevî bidin gel. Carinan hin girtiyên nexweş berdidin. Demirtaş li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî gerek bê berdan. Lê ew ê bînin astek wer ku vay di encama vê pêvajoya Bahçeli û Ocalan de, girtiyên wek Selahattin Demirtaş jî hatin berdan. Halbuki li gor qanûnên xwe jî mecbûr in îdî Selahattin berdin.

Heger derkeve û li ser wan namayên vê demê siyasetê bidomîne, qenaeta min de ew ê biqede. Wî xwe qedand yanî. Bi milyonan Kurd hîn jî ji Demirtaş hez dikin. Lê mixabin li ser helwestek kurdistanî, li ser helwesteke şoreşgerane nema.

Birayê wî meqaleyek nivîsî. Esasen Bahçeli jî got,  “Bilakes bombeyê nexin navbêyna Îmralî û Edirneyê. Halbûkî heman Bahçeli, wexta ev pêvajo nuh dest pê kir, got ev pêvajoya Îmralî û DEMê ye, Edîrne û Qandîl ne di nav de ne. Di ser Îmralîyê û DEMê re em ê pêvajoyê bimeşînin.

Hûn dizanin demekê Erdogan jî got yê Edirne dê hesab bide yê Îmraliyê. Yanî yê ku dinamît kirin nabêyna wan, heger dinamîtek hebe wan kiriye.

Birayê wî jî muhtemelen hem bo birayê xwe biparêze û ji birayê xwe bêtir bo serokê xwe biparêze. Got tu îdîaya Demirtaş ku xwe bi Ocalan re miqayese bike tuneye. Ê ku van tiştan dibêjin di şikil dê dost in, lê nebaşîyê bi Demirtaş dikin. Axirê dawîya vê çîrokê nayê. Devleta Tirkan tu gavan navêje.

Devleta Tirkan bi zimanekî fesîh dibêje heta ku HSD,YPG,YPJ tev li artêşa Sûriyeyê nebe, ez tu gavan navejim. Ji bo wan pîvan ev e. Ji xwe ev pêvajo di eslê xwe de li ser vê ava bûye. Ne ji bona ku çend hezar şervanên PKK li Qandîl în ji wan acîz in.

Rasterast tînin zimên ku li Rojava nîv dewleta Kurdan çêbibe; bo wan mijara mayîn û nemayînê ye. Heya di wir de mesafe neyê stendin jî tu gava ku biavêjîn tuneye. Gavek wê biavêjîn jî çarçoveya wê diyar e.

Niha qala mafan tê kirin yek mafê takekesî hene yek jî mafê kolektîf hene. Devleta Tirkan li bakur Rojavayê Kurdistanê bo miletê Kurd tu mafê kolektîf nas nake.

Îmrali û DEM Partî jî doza mafê kolektîf nakin. Doza mafê takekesî dikin. Yasaya infazê biguherin zindaniyên nexweş berdin, Demirtaş berdin. Wer dimeşin. Yanî pêvajoya Bahçelî û Ocalan li ser konsepta mafê takekesî ava bûye. Lê ev desthilata Bahçelî û Erdogan dûr e ji mafên takekesî jî.

Yanî praktîka koalisyona Bexçelî û Erdogan ev 8-9 sal in her ku dihere mafên takekesî jî bi sînor dikin. Yani azadiya raman teng dikin. Hilbijartinên wan meşkûk(gûmanbar?)  in. Kes nizane çi qas ê kû ew ê deng bidin hene, hezar delewêre dikin û dûr in ji hişmendiyeke mafê mirovan jî.

Hedefa wan diyar e. Tiştên lazim em bikin, yanî di vê tengasiyê de, di şerê cihanê yê sêyem de gelo siyaseta kurdistanî dikare çi bi dest xwe bixe?

Başûr û Rojava êdî merhaleya şerê partizanî derbas kirine. Başûrî 6-7 milyon însan bi rê ve dibin. Li Rojava du milyon Kurd hene lê HSD 7-8 milyon însanan bi rê ve dibin. Ya ji me re lazim ez bi dor bejîm.

Demildest parlamentoya Kurdistanê divê bicive, serê 13 mehan e hilbijartin çêbûye hikûmetek ava nekirine. Demildest divê parlamento bicive hikumetek3 milî ava bikin û bang li miletê Kurd kin; ku di vî şerî de divê pozisyona miletê Kurd çi be? Heman karî Rojava jî divê bike: Çend meh berê konferensa kurdî-kurdî [kk3] li dar xistin di serperestîya Mesûd Barzanî de. Dû re heyetek kurdî-kurdî ava kirin. Ew heyêt ne aktîv e.

Mazlum Abdî dibêje dema ez diçim Şamê, ez li ser navê Kurdan naçim. Ez li ser navê bakur rojhilatê Sûriyê diçim. Kengî me pirsgirêka bakur rojhilatê Sûriyê û Gulanî çareser kir, dû re heyeta Kurd wê here Şamê, bo mafê Kurdan li Sûriyeyê wê bi Şamê re bipeyivin.

Halbkî ji me re a mihîm ev der e. Yanî çavê Dûrziyan, Erebên Nuseyrî, Ermenî, Sûryanî Aşûrîyan li kurdan e û heyeta kurdî divê fonksiyonel be. Divê derkeve sehayê. Ev yek.

Yan diduyan li her çar parçeyên Kurdistanê, siyaseta Kurdistanî divê ji dewleta Tirkiyeyê re bibêje demildest ji Efrînê, Serêkaniye, Girêspî derkeve.

Li başûrê Kurdistanê bi dehan baregahê leşkerî vekirine. Madem Neçîrvan Barzani jî di navê vê pêvajoyê de ye û way dibêjin partî fesix bûye, dev ji şerê çekdarî berdane, hikûmeta herêmê divê ji Tirkiyeyê bixwaze ku van baregahên xwe yên leşkerî jî Kurdistanê derxin, teslîmî pêşmergeyan bikin.

Tiştên lazim e em nîqaş bikin, ev in. Yên din weke hawê şivanşitexlîka [kk4] ye. Her ji mehekê dû mehan  tîştekî  diavêjin  ber me dibêjin li ser vê nîqaş bikin.

Diyardeya Kurd (“Kürt olgusu”)

Peyva dawîn ya Ocalan e, ku got bûyera Kurd, diyardeya Kurd bi Tirkî “Kürt olgusu”; ev di konsepta îstixbarata Tirkiyeyê de mijareke girîng e. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze Kurdan atomîze bike. Ji miletbûyîne derxe, heta ji civatibûyînê jî derxe.

 Ji ber vê yekê ye ku Ocalan di peyama xwe ya ewilî digot dewleta cuda, federasyon, otonomî, kültüralîzm, bi civaknasiya civaka dîrokî re ne li hev e. Ango mafên kolektîf ji kok de ji Kurdan re qedexe kirin.

Ji bo ku ev projeya dewletê, ku mîmarê wê servisa îstixbaratê ye, bi ser bikeve divê Kurd atomîze bibin. Yeko yek kurd heb in, miletê Kurd tunebe, Kurdistan tunebe. Diyardeya kurd heye ev diyarde jî divê tev li miletê tirk bibe.

Mijara entegrasyone

Li vir jî têm mijara entegrasyonê. Di nav du miletan de entegrasyon nabe. Kî dawê li miletkî bike û bibêje entegreyî miletekî dîn bibe, dixwaze wî miletî ji miletbûnê derxe. Entegrasyon di hundir civatekê de kêmareke biçûk hebe, hin taybetmendiyê wan yê cihê hebe, heger dewlet, dewletek demokratik be dê taybetmendiyên cuda nas bike û wan bi civata mezin re li hev bîne. Entegrasyon tîştekî wisa ye. Di meseleyên milî de çareserkirina kêşeyên milî de entegrasyon tuneye.

 Tu dawa entegrasyonê li Bakûriyan bikî, tu dixwazî kurdan ji miletbûyinê derxî.

Ziya Gökalp berî 104 salan, dema qala asimilasyonê dike dibêje denasyonalizasyon. Yanî ji miletbûnê derxistin.

Ji vir jî em fam dikin ku projeya niha, berdewamîya projeya sed sal berê ye. Dixwazin miletê Kurd jî miletî derxin. Bikin yeko yeko Kurdên hemwelatiya dewleta Tirkiyeyê û perçakî miletê tirk. Armanc diyar e, ev projeya servîsa istixbaratê ye.

Heman tiştî li Rojava dikin dibêjin entegreyî Şamê bibin. Li Şamê kî heye? Li Şamê; hukûmetek li Îdlîbê bû, temama dinyayê ji wê hikûmetê re digotin terrorist û ew hikûmeta Îdlîbê birin Şamê gotin ew bû dewleteke meşrû.

 Qabiliyeta temsîla HTŞ û Gulanî di nav miletên Sûriye de kêmî qabiliyeta temsîla HSDyê ye. Di warê şervaniyê û çek û baregahê leşkerî de jî, Gulanî li pê HSDyê ye.

Dibêjin herin entegreyî HTŞyê bibin. Dixwazin li wira jî, kurdan ji miletbûn jî civatîbûnê derxin. Ev pêvajo heta niha ev salek e wer meşiya tu encamek neda. Qenaeta min de, milet ê Kurd wê vê tesîmiyetê qebûl neke, ev pêvajo di destpêkê de li Rojava û Sûriyeyê wê têk here. Ez wer difikirim.

Sinifa me yê siyasî, vî şerê dewleta Tirkan baş fahm nakin

Ev pevajo seferek dewlata tirkîyeyê ye kuli ser temama perçeyên Kurdîstanê ye. Ev hicûmek e. Ev pêvajo; ne pêvajoya aştîyê ye, ne pêvajoya çareserîyê ye. Dixwazin Kurdîstanê ji nû ve fetih bikin. Ev pêvajo tenê li ser Bakur Rojavayê Kurdîstanê nasekine. Di hedefa wê da Rojava jî heye.

Wer hizir dikin ku Îsraîl û Emerîka (ez ji wer qeanat dikim) dê Îranê wer bi rihetî bernedin û her ji çend mehan carekê dê saxtî bikin. Dikxwazin rejima Îranê destabîlîze bibe. Rejima Îranê destabîlîze bibe, ê bi girseyî dikarin li dijî rejimê derkevîn kurd in, belûcî ne. Azerî rewşa wan sekna wan ne dîyar e.

Dewleta tirkan xwe amade dike ku li Îranê destabîlazyonek çê bibe, di ser Azerîyan rê peşî li Kurdan bigirin. Şimula vê projeyê berfireh e. Heta em dikarin bejin dixwazin cara çaran kurdîstanê fetih bikin.  Cara ewil di sedsala 16 û serê sedsala 17 da bi şerê çaldiranê heya peymana qesra şîrîn Osmaniyan ji 2/3yê kurdîstanê fetih kir, îşgal kir, lê dest  otonomîya mîrekîyan neda, di ser mîrekîyan re Kurdîstan îdare kirin.

Ji 1817eyan heta 1847an sî salî mîrekên Kurdîstanê şerê dewleta Osmanîyan kirin. Herî dawîn mîrektîya Bedirxan beg û Xan Mahmut jî têk çûn. Îjarê ji nuh ve eyalatek bi navê Kurdîstanê ava kirin û gotin em ê ji Stenbolê îdare bikin. Gelek dîroknîvîsên Osmanîyan dibêjin ev fetha Kurdîstanê ya diduyan e.

Cara sêyan: ji 1919an heta bi 1923an, ne hikûmeta Stenbolê li Kurdîstanê serwer bû, ne jî hikûmeta Enqereyê li Kurdîstanê serwer bû. Lê xebitîn, bi dewletên emperyalîst rê li hev kirin û bi Lozanê cara êyan dagir kirin îcar sîstemek jenosîdkar ava kirin.

Îro li Rojhelata Nêzîk valahîyeke sîyasî heye. Îran jê vekîşîya ye Tirk dixwazin vê valahîya ku Îranê hiştîye, bi Emerîqayê re li hev bikin û ew dagirin. Dewleta Osmanî jî ji bo berê xwe bide Rojhilata Navîn pêvîstîya wan bi mîrektîyên kurdîstanê û bi kurdan  hebû.

Dewleta Tirkîyeyê jî xwedî hişmendîyeke emperyal e û dixwaze li herêmê bibe wek dewletek jêremperyal. Ji bo wê jî divê kurdan teslîm bigire. Heger nikanibe teslîm bigire, dê hegomonyaya dewletê li ser sîyaseta kurd zêde bike. Bi taybetî li ser Rojava, Başûr û dû re li ser rojhilat, dixwazin serwerîyeke nuh ava bikin.

Ev şer e û her welatperverên Kurdîstanî dive vî şerî bibînîn. Ev ne pêvajoya çekberdana PKKyê ye, ne pêvajoya aştîyê ye, ne ya çareserîyê ye. Ev rasterast hicûmeke dewleta tirkan e li ser Kurdîstanê. Çawa ku di fethên berê de hin mirektîyên kurdan, hin rewşenbîrên kurdan, hin eşîrên kurdan ji xwe re bi kar anîn, di vê seferê de jî di serpereştîya Ocalan de dixwazin bakur teslîm bigirin û di ser Bakur re Rojava ji teslîm bigirin. Siberoj dê bi heman perspektîfê berê xwe bidin Rojhilat jî, berê xwe bidin Başûr jî.  

Mixabin sinifa me ya sîyasî, vî şerê dewleta Tirkan baş fahm nakin. Partiyên me yên li derveyî DEMê li Bakurê Kurdistanê, tu bi wan re dipeyivî dibêjin ma PKK çek berde ne baş e. Wer fahm dikin ku ev pêvajo tenê ji bo çekberdana PKKyê ye.

Halbûkî hebûna Çekdarên PKK li Qandîlê, di vî bîst salên dawîn de, bo dewleta Tirkiyeyê hinceteke pir baş bû. Di ser hebûna wan re hicûmî Başûr kirin. Hicûmî Rojava kirin, Efrîn dagir kirin. Serekaniyê dagir kirin. Girêspî dagir kirin. Mixabin sinifa me ya siyasetê, bi sedem ku konformîst in, rihekî şoreşger li hember vê nîzama dagirker û jenosidkar, bi wan re nemaye, dixwazin vê pêvajoyê wek çekberdana PKK bi nav bikin û bi awayekî şermok di binî de piştgiriye didin vê pêvajoyê.

Heman şaşîyê partiyên me yên Başûrê Welêt jî dikin. Piştî vê pêvajoyê dest pê kir, Yekîtî, PDK, YEKGIRTO bi hev re beyanat dan. Gotin em piştgirê vê peyvajoyê ne. Ev her sê partî ji bo meseleyek milî li başûrê Kurdistanê tu carî evqas yekdeng nebûne.

Yanî meseleya ji bo yekkirina Pêşmerge, ji bo ekonomiyeke yekgirtî, ji bo hêzên ewlehîyê yê yekgirtî, partiyên me nabin yek. Lê çi hikmet tê de be her sê partiyên me jî bi yekdengî gotin em piştgirê pêvajoya Bahçelî û Ocalan in.

Em hewl didin vê hicûma dagirker teşhîr bikin û Kurdîstaniyan şiyar bikin ku ev ne peyvajoya aştiyê, çareseriyê ye, ev hicûmek e û divê li hember vê hicûmê bi temama hêza xwe em rawestin.

Mesela Golani

Niha Golani direqise. Golani, îşte hikûmetek li Îdlib ê hebû Rusa hicûm dikir. Tirkan bi Rûsya û Îranê re pêvajoya Astana dan dest pê kirin, ji bo wan, ji wir derxin. [kk5] 

Siyaseta Rusan ya bi Tirkiyeyê re ji dema Sovyetê û vir ve, tim li gor berjewendîyên Tirkiyeyê bûye. Tim Tirkiyeyê ew bi kar anîne. Çi dema yekîtîya Sovyetê û çi ya dema Putin.

Tirkiye wan bi kar tîne. Ew jî hewl didin ku Tirkiyeyê ji Amerîkayîyan jî Îngilîzan bi dûr bixin. Li qor qenaeta min, yên ku darbeya HTŞyê plan kir, di eslê xwe de Birîtanî ne. Yani Türk pesnê xwe didin û Trump jî pesnê Erdogan dide dibêje Sûriyeyê te safî kir. Hîn dema hikûmeta HTŞyê li Îdlîbê  bû, têkiliya Birîtanyayê bi wan terefan re hebû, ew amade dikirin, ew perwerde dikirin.

Niha di nav gelek aktorên herêmê û yên cihânê de, Golanî dans dike. Çendak berê çû bi Putin re rûnişt, di dehê mehê de wê bi Trump re rûne. Bi Tirkan re her roj rûdinê, bi Siûdî, Qatar û yên din re. Bi kê re rûdine, îhtiyaca wî ji demê heye.

Anka tu qabiliyeta wî ya temsîlê tuneyê. Çeteyên terorist in li Şamê ne. Van dewletên lı sehayê jî, ji bo berjewendiyên xwe, dixwazin bo demekê Golani û HTŞ li Şamê bin.

Lê qenaeta min ew e Golani û HTŞ li Şamê ne mayînde ne. Ne mimkun e deh donzdeh rêxistinên qaşo cîhadîst di eslê xwe de wehşî, karibin li vê herêmê dewletekê îdare bikin. Ne mayînde ne, ew ê  biçin.

Tirkiye, ji wextê re dileyîze, nuha piştgirî dide Golanî. Derdê Tirkiye ew e ku Kurdan ji çek bixe. Esasen dewleta Tirkiyeyê niha gihayî we encamê ku lazim em xweseriya şaredariya [kk6] van li Rojava qebûl bikin. Tirkiye dê vê qebûl bike.

Derdê Tirkiyeyê artêş e. Dibêje bila kurd ne çekdar bin. Sedem çi ye? Sedem rêya enerjiyê ye. Yanî Tirkiye di temama projeyên mezin ên li ser rêyên enerjiyê li derve maye.

Wan projeyeke rêya geşepêdanê, saz kirin bi Iraq û Suudî re îmzekirin. Kesî guh neda wan. Kurdistan hem li ser çavkaniyên enerjiyê ye, hem di nav rêya enerjiyê de ye. Kurd çekdar û desthilatdar bin, Tirkiye nikane nifûsî rêya enerjiyê bike. Ji ber vê dixwazin di destpêke de Başûrê biçûk, Rojava, ji çek bixin. Hedefa van ya diduyan ew ê Başûr û Rojhilat bin. Wek encam ew ê têk herin. Miletê kurd piştî şerê rizgarîya neteweyî ya sed û pêncî salî ji Ocalan û Bahçelî re teslîm nabe. Ez wer difikrim.

Ne ji bandora Ocalan û PKKyê be, hezên Kurdîstanê ê Rojava tu carî teslîmî devleta Tirkiye nabin.

Çawa em dizanin ku Mezlum Kobanî li ser şehadeta 13 hezar ciwanên kurd bû general ew jî pê dizane. Em dizanin kadroyên di serî de şer organîze kirin; bêtirîn kadroyên PKKyê bûn. Lê dû re yê Rojava jî gelekî beşdar bûn.

Niha yên Qandilê, şerwanên profesyonel in. Ocalan bibêje, ji wir derkevin, komîta merkezî jî bipejîrine û bêjin herin Fîzanê, dikarin herin Fîzanê. Tu pevgirêdanên wan tine, bi serê xwe ne.

 Lê, yên Rojava ne wisa ne. Li pê wan şehadeta 13 hezar ciwanên kurd heye û ev deh salên wan in cihê ku dibêjin bakur rojhilate Sûriyeyê, îdare dikin, bi rê ve dibin. Yanî kar ji xelkê re dibînîn, petrolê difiroşin, sîlehan peyda dikin. Şer dikin. Li wê sehaya bakur rojhilate Sûriyeyê, 8 milyon insan dijîn. Hinek qala 10 milyonan dikin.

Ew nikarin weke Qandilê bêjin temam, ev e serok got em ê herin. Wê bi ku de herin. Ew jî baş dizanin ku çekberdan ji bo wan întixar e. HTŞ li sahîlê li Erebên Nusayrî kir û li Dûrzîyan çi kir, li ber çavên wan e û HTŞ û Golanî bi hezaran xortên kurd kuştine.

Ew ne dikarin dev ji milet berdin û ne jî  dikarin bi derekê de herin. Hin astengiyên wan hene. Bi min astengiya herî mezin ev mesela Bakur Rojhilatê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha hêzên HSD bi qasî ku ez dizanim, ji sisêyan diduyê wan, şerwanên eşîrên Ereb yê sune ne. Ji sisêyan yekî wan, şerwanên kurd in. Erê,  ew bi rê ve dibin ên domîne dikin şervanên YPG û YPJyê ne.

Lê, meriv bi girsêyî bifikire, hejmara Ereban du qatî li hejmara Kurdan e. Di herêmê de heyşt milyon însan hene. Ji van du milyon, du milyon û nîv Kurd in. Dawîya mayî, Erebên Sune ne. Dema Esad hebû, dikarîbûn bi Kurdan re bi serperestîya Amerîkayê, hevalbendî bikirina li dijî rejîmê. Niha birabavê wan li Şamê ne. Ew îtifaq ew ê çiqas bidome, em nizanin.

Tirkiye, Siûdî û Qatar hewl didin ku wê tifaqa wan xera bikin. Ji ber vê yekê, ez wer difikirim ku demildest, heyeta Kurdî û Kurdî [kk7] divê aktîve bibe û ji bona Rojavayê Kurdistanê çi dixwazin, ne ji Şamê bixwazin, bi xwe pek bînin. Yanî meclîsek Rojavaya Kurdistanê ava bikin, meclîsek milî.

Di ser wê meclîsê re, talebên xwe destnîşan bikin bi terêfên navdewletî jî di ser wê meclîsê re bipeyivin. Li vir de xala herî mihîm helwesta Başûr e. Kek Mesud Berzanî ew civîna kurd û kurd [kk8] koordîne kir, her kesî sipasiya xwe ji wî re şandin. Ê baş e te konferans çêkir, heyeta Kurdî, kurdî[kk9]  çêbû, ka tu çi piştgiriyê didi ve heyetê? Tabî jî bo ku Başûr karibe piştgirî bide Rojava, dibe berê hikumetekê ava bikin li Başûr. Hikumetek milî, bernameyek milî derxin holê.

Pêşiya me şer e û Kurdistan bi her çar parçeyên xwe, wê di qada şer de be. Li Sûriyeyê berî deh salan şer naqede. Îranê tev li şer bibe. Amerîka û Îsrail zextê datînin ser Bexdayê dibêjin HEŞDîŞAHBIî tesfiye bikin heke na em ê lêxin.

Li Başûr jî şerê me û Bexdayê hîn neqediya ye. Ji sedî 45-50yê axa me hîn di bin dagiriya Bexdayê de ye. Li Bakur halê me diyar e. Yanî salên pêşiya me şer e. Sınıfa me ya siyasetê divê bi hişê şer siyasetê bikin. Yani dinya di nav şerekî mezin de ye. Ev şer li rojhilata nêzîk û navîn germ e. Li wî ali şerê Ukrayna û Rûsya, ku di eslê xwe de şerê Rusan û NATOyê ye ew şer.

Şer berdewam e. Sınıfa me ya siyasetê jî, ji me re çîrokên aştiyane dibêjin. Qala biratîyê dikin. Şer di navbêyna dijminan de ye. Di nabêyna dijminan de biratî tune ye. Devleta Tirkiyeyê ya dagirker hebûna miletê kurd u Kurdistanê qebûl nake. Ne tenê li Bakur, li Rojava jî qebûl nake. Roja biqedîne ew ê li Başûr jî qebûl neke. Li Rojhilat jî qebûl neke. Di van şerdan de sinifa me ya siyasetê divê diyalektika şer baş fahm bikin û siyaseta xwe li gor diyalektika şer bimeşînîn.

Bandora Qandîl û Ocalan, li ser QSDyê

Bandora wan heye. Lê ez nikanim bejim ku Qandîl û Îmralî di her mijarê de li hev kirine û bi hev du re dirust in. Ji girtina Ocalan û vir de gelek car weke hev biryar dane û dû re  Qandîl li karê xwe nêrîye û Ocalan li karê xwe nêrîye. Di vê pêvajoya Bahçelî û Ocalan de, ew ê heta dawiyê bi hev re bimînin nemînin nizanim. Wek hinek dibêjin ez nafikirim ku Qandîl sedî sed di bin kontrola Ocalan de ye.

Kontrola wan li ser Rojava hîn kêm e.  Kontrol heye. Netice şervanên PKK, YPG û YPJ damizirandin. Ew perwerde kirin. Di şer de ew li pêşîyê bûn şer dikirin. Tu bêji nebêjî, ew ê bandora wan hebe.

Lê mirov li Qandîlê li Qamişlo li Îmralîyê, nikanin wek hev du bifikirin. Yani ciyê tu lê, ciyê ku tu ji wir de li dinyayê dinêrî biguhere, fikirîna te jî diguhere. Cenabê Marks gotiye mirov di Qesrê de û di holikê de weke hev nikanin bifikirin. Fikirîna di Qesrê û fikirîna di holikê de ne wek hev e. Ev jî tişteki wisa ye.

Yani temam bandora wan heye. Lê ji roja ser de daxuyaniyên Xanima Îlham Ehmed, li gor min, daxuyaniyên pir maqûl in. Bi îhtîmal ew jî sempatizan an endamê PKKyê ye, nizanim. Lê ji roja ewil heta îro xeta xwe neguherî.

Ew roportaja Sîpan Hemo rastiyê tînê ziman. Rastiya xwe tînê zimên. Yani dibêje HTŞ tu gavê navêje û her kes ji me ra dibêjin hûn gavê bavêjin. Sîpan Hemo, îşaretî rîska şer dike. Dibêje em şer naxwazin, lê em mecbûr in ji şer jî hazir bin. Ew ê çi qas li van peyvan xwedî derkevin nizanim. Lê heta niha tev temama tazyîqan, tehdîda Tirkiyeyê û di ser de tehdida Ocalan jî kadroyên rêvebir yên HSD, PYD hin asê dimînin. Hin ji vê xeta Bahçelî û Ocalan re teslîm nebûne.

Her em ê piştgirê wan bin ku ew li ser xetek welatperwer bisekinin, em ê piştgirê wan bin. Em nabêjin ew jî kadroyên PKKyê ne. Na, yanî li wir qabiliyeta wan ya temsîlê heye. Di nav miletê xwe de ne. Ta ku dev ji xeta Kurdistanî bernedin, ji Bahçeli, Ocalan re teslîm nebin, temama Kurdan wê piştgirîyê wan bin.

Yanî çawa di salên nodî de, di salên du hezar û sisêyan de dilê her Kurdekî ji bo başûr diavêt, îro jî xeta me ya sor Rojava ye, û ji ber vê em bang li wan dikin ku rojek bi rojekê heyeta Kurdî Kurdî [kk10] aktîve bikin, bira ew bibe aktorê siyasî li Rojavaya Kurdistanê.  42 partiyan temsîl dike, ji êndî partiyan, kadroyên Serbixwe, rewşenbîr nivîskar jî di wê konferansê de hebûn. Vê heyetê aktîve bikin, bi min pêşiya wan vekiriye. Çîrokên ku tirk ji hev du re dibêjin an Trump ji wan re dibêje, bira kes bi van çîrokan nexapin.

Li Sûriyeyê bandora Tirkiyeyê bawer nakim ji deha yek be. Di warê iqtisadî de Suudî û Qatar HTŞyê fînansê dikin. Brîtanya piştgirê HTŞyê ye. Fransa li sehayê ye, Amerîka li sehaye ye. Îsraîl xetê sor daniyê gotîye Tirkiye daneket Başûrê Helebê, HTŞ jî daneket başûrê Şamê.

Yanî esas alternatîfa Tirkîye Ixwan Muslimîn bû. Erdogan bi xwe Ixwan Muslimîn e. Feket tiştê ku Erdogan dixwest neçû serî, jî dêvla Ixwan Muslimîn HTŞ çû û niha hûn jî pê dizanin HTŞ tu wezaret neda kadroyên Ixwan Muslimîn.

Tirkiye , dewletek xwedî îmkan e. Bi Dewletên Ewrupa re li têkiliyên nuh digere bi Brîtanyayê re bi Amanyayê re, bi Trump re. Tirkiye, Rojava tehdîd dike lê ku tu ji min bipirsî, sinifa me ya siyasetê xwedî hesabekî hevpar be, li vê herêmê kes nikane zora kurdan bibe.

Hesabê temama dewletên cihanê li ser Kurdistanê heye. Hesabekî me yê müşterek, hevpar yê milî tune ye. Roja ku em gihan wi hesabî, ne Tirkiye ne tu kes ê din nikanin me ji wê herêmê tasfiye bikin. Em xwedîyên vê axê ne, ew dû re hatine. Em nabêjin ji vir herin, lê ne hedê wan e me ji ser axa me rakin.

Rola Başûr

Rola Başûr, di her çar parçeyên  Kurdistanê de roleke navendî ye. Sererast siyaset bikin, doza Kurdistanê pêş dixin. Lê siyaseta, tengeparçeyî û siyaseta tengepartîtî bimeşînin, xisara wan li her çar parçeyên Kurdistanê heye.

Lewma em bang li wan dikin. Yanî nayê qebûlkirin, [kk11] di hundir van 13 mehan de, Îsraîl û Îranê şerê hev kirin, Amerîka û Îranê şerê hev kirin. Îsraîl her roj li Lubnanê dixe, li Sûriyeyê dixe, li Îranê dixe. Xaze di vî halî de ye. Li Hizbulah dixe, rewşa Lûbnanê ew ê çi be ne diyar e.

Di van 13 mehan de we hilbijartin çekir, hikûmetek milî tune ye li holê. Hikûmeta heyî koalisyon e, hikûmeta nuh çêbikin jî wê koalisyon be. Yanî ew ê koalisyona xwe nuh bikin. 13 meh in, Kurdistan di nav êgır de yê, 13 meh in, mirov parlamentoya xwe nacivîne, Peyamek ji wê parlamentoyê dernakeve[kk12] .

Yanî Bakurî jî, Rojhilatî jî, Rojavayî jî dema peyamek milî ji parlamentoya Başûrê Kurdistanê derkeve, em ê giş bi wê peyamê re bin. Ev serê 13 mehan e hikûmetê ava nakin, parlamento venakin. Wê gavê hûn ji bo çi hilbijartinan çêdikin? Dû re tiştekî ku hûn li ser zêde nîqaş bikin tuneye.

Ji xwe hûn hevkarê hev in. Yekîtî û Partî. Hun ê vê peymana xwe nuh bikin. Nizanim wê wezerata karê navxweyî ji PDKyê re bimine an ji YNKyê re bimîne.

Yanî ji vî miletî fedî bikin, ev milet bi her çar perçeyê xwe di nav agir de ye, 13 mehên w ye hûn li ser wezeratekê nîqaş dikin û we hikûmetek ava nekirîye. Bona wê em bang dikin.

Helwesta wan, bandor li her çar parçeyên Kurdîstanê dike. Gelek caran min gotiye dîsa bibêjim û biqedînîm. Niha nêzîkî 300 hezar leşkerên me hene. Feqet artêşek me ya milî tuneye. Leşkerên partîya ne. 100 hezarê YNK, 100 hezarê PDK nizanim 40 hezarê PYD, YPG.

Miletê kurd miletekî şervan e. Ev 150 sal in li dijî dagirkerîyê şer dike ev milet. Heger ji vir artêşek milî derkeve û revebirên me bang li miletê xwe bikin di hindur mehekê de ev 300 hezarê bibe 500 hezar nagihêje 6 mehan wê bibe milyonek leşkerê me. Ev potansîyel heye, ev qewata vî miletî heye. Çima asoya we partîyê derbas nake, asoya we parçe derbas nake?

Rayedarên Başûr divê baş fahm bikin ku her 3 parçeyên Kurdîstanê dagirkirî be çareserîyek mayînde li başûr ne pêkan e. Di Referanduma Serxwebûnê de hate dîtîn. Her çar dewletên dagirker hicûmî referandûmê kirin ew têk birin, karesata Kerkûkê qewimî.

Divê ew bêtir bifikirin. Rihekî mîlî ji wan derbasî Rojava bibe, Başûr û Rojava bi hev re korîdora Silhedînê Eyubî zeft bikin. Korîdora  Silhedînê Eyubî borîya hilmê ye bo Kurdîstanê. Kurdistan bi vê korîdorê di ser Urdin û Îsraîlê re dikanin bigêje Behra Sipî.

Di salên 1921-22yan de sinifa me ya sîyasetê ya wê çaxê (em biwan qayil nabin dibêjin kevneperest bûn nizanim çi bûn), çûne bi Îngîlîzan re runîştine gotine pişgirtîyê bidin me, em ê di ser Îskenderunê (Peyasê) re bigêjin Behra Sipî.

Dû re Lozan hat îmzekirin, Îngîlîzan bi Tirkan re dewlet ava kir, di 1924an de Yûsûf Zîya Beg û Xalit Begê Cibrî, Yusuf dema bi Konsulê Sovyetê re dipeyîvin dibêjin piştgirîyê bidin me em ê di ser Trabzonê re derkevin Behra Reş.

Yanê asoya sinifa me ya sîyasetê a sed sal berê ji ya heyî stratejîktir difikire. Bifikirin diherin bi dewletên mezin re dipeyivin dibêjin ger hûn piştgirîyê bidin me, em bibin dewlet em ê derkevin Behra Sipî û wir nebe Behra Reş.

Sinifa me ya sîyasetê di vê tengasîyê de ne xwedî projeyek bi vî rengî ne. Ê vê projeyê çêbikin berî her terefî Başûrî ne. Li dinyaye tên nasîn, iktisadeke wan heye, 200 hezar şerwanên wan hene, divê ew însîyatîf bigirin. We pê girtiye pişgirtîya Ocalan û Baxçelî dikin, ketiye serê we ku Bahçelî û Ocalan  ew ê we ji PKKyê rizgar bike? Gava hûn yekbin, artêşeke milî ji 200 hezar peşmerge ava bikin, PKK jî nikane tu tahdeyê li we bike û tu kes jî nikare qarişî we bibe.    

 Li bakûr Rojavayê Kurdîstanê karê yekgirtinê

Li bakur rojavayê kurdîstanê hîn berîya salên 1980î jî karê yekgirtinê hebû. Piştî sala du hezaran jî gelek hewildan çêbû ji bo avakirina însîyatîfeke milî. Ji 2005an heta bi 2013an Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurdan (TEVKURD) ava bû. Terefên derveyî PKKyê giş hindur wê de bûn. Karê baş jî kirin.

Lê talîyê ji hindur de xera bu û xwe tasfîye kir. Kesî em tasfîyê nekirin. Piştî wê hevkarîya pênckolî, şeşkolî hat cêribandin bi ser neket.

Problem ku partî ûderdorê ku hene, dema bi serê xwe nebin aktorên siyasî, bên ba hev jî, aktorek siyasî jê der nakeve. Mixabin, deh donzde partî hene li bakurê Kurdistanê. 6-7 heb ji xwe li dor DEMê ne. Li derveyî wan PWK, PSK, Hak-Par heye. Heta niha însiyativeke neteweyî ya cidî derneket.

Piştî ev pêvajoyê dest pê kir, partiyê li derveyî DEMê jî, destê xwe rakirin gotin me jî mixatab bigirin. Gotin ev pêvajo tiştekî baş e, lê gerek em jî tê de bin. Gerek hûn raya me jî bistînin.

Vî çêndê dawîn qey hêdî hêdî di nav wan de jî ew nîqaş heye. Yanî piştgirîdayina vê pêvajoyê ne helwesteke Kurdistanî ye. Sê meh berê li Diyarbakırê konferansek çêbû ji her terefi kadro beşdar bûn, sohbet kirin, encamek derneket, le heyetek ava kirin. Hevalên me jî di nav de ne.

Bawer dikim dawiya vê mehê ya serê meha dozdehan gerek konferansek nû li dar keve. Partî, derdor, kesayetê beşdar bibin. Lê pirsgirêk ew e, li bakurê Kurdistanê, hest û hêvîya şoreşa Kurdistanê bi sinifa me ya sîyasetê re nemaye.

Di vî 10-15 salên dawîn de di nav civanên Kurd de, hest û helwesta neteweyî her ku dihere xurt dibe. DEM Partî jî, AKP jî, tim îşaretî wê dikin. Dibêjin xetek neteweperwer di nav Kurdan de xurt dibe, îşaretî wê dikin. Gerek ev potansiyel bê birêxistinkirin û ji hişmendîya Tirkiyevî bê rizgarkirin.

Siyaseta konformîst, reformîst me nagihîjîne tu derê. Li Bakurê Kurdistanê xwediyê vê siyasetê hene. Yanî hedefa vê pêvajoyê (ger pêvajo dom bike), di kontrola Ocalan de Partiyek wek Sosyal Demokrat ya “kurdên Tirkîyeyê” ava bikin ku rasterast Ocalan wê îdare bike. Ev seha di destê wan de ye. Heger hûn dixwazin bibin aktorê siyasî, divê hûn Kurdistanî bin serxwebûnxwaz bin. Ji tûne de dewletxwaz bin. Yanî çi îşê Partiya Kurdistanî hey, ku piştgirî bidin pêvajoya Bexçelî û Ocalan?

Wek nimûne bêjim.  Ger ne jî vê helwesta van terefan bûya, dema ev pêvajo derket, şeş heft grûb û kesayetên serbixwe û rewşenbîr em bihatine ba hev û me bigota ev pêvajo hicûmek e li hember Kurdistanê. Îro belki şerdên em tê de ne, di astek din de bûya.

Axir ew konferans çêbibe emê jê fehm bikin ku em dikarin bi hev re karekî cidî bikin an na.

Gotina min a dawî

Ziman mihîm e. Erê em jî carinan bi tirkî dipeyivin. Em jî carinan bi tirkî dinivîsinin. Lê her welatperwerê Kurd, her sîyasetmedarê Kurd divê hewl bide zimanê Kurdî jê re bibê zimanê esasî. Ji xêndî wê bi çi zimanî zanibin bira zanibin. Îngilîzî, Fransizî, Almânî, Erebî, Ecemî, Tirkî ferq nake. Lê bi çend zimanî zanibin jî divê zimanê esasî kurdî be.

Ez bi tirki hestîyarîya xwe nikanim bînim ziman. Têrê nake. Yanî ziman tenê agahîyan, fikiran nîne zimên, ziman di heman demê de hestê mirov jî tîne ziman. Mala te û temaşanên te ava silav û daxwaza serkeftinê li her kurdistanîyekî û bi hêyîya hevdîtinê, bimînin di xweşîyê de. *