Kurd neteweyek in, Kurdistan welatê me hemûya ye û çarenûsa me pêkve ye.

Kurd neteweyek in, Kurdistan welatê me hemûya ye û çarenûsa me pêkve ye.

Bi sedema sed saliya salvegera cangorîyên serhildana netewî ya 1925ê hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û bi minetarî bibîr tînim.

Bê gûman xebat û şehadeta hemû şehîdên Kurdistanê, sûd e ji bo rê û rêbaz, hişmendî û helwesta tevgera netewî ya Kuristanê. Cangorîyên me, ne tenê canê xwe ji bo Kurdistanê feda kirin, herweha zaro, nevî û xizmên wan jî tuşî gelek derd û belayên wek kuştin, zîndankirin û surgunan bûn.

Bi sekin û helwesta xwe ya destanî, Cangorîyên Kurdistanê li ber sedarên dagirkeran, canê xwe dan, lê serê netewa xwe bilind kirin. Li doza xwe û sonda xwe ya pîroz a ji bo rizgarîya welatê xwe kiribûn, xwedî derketin. Axaftinên gelek cangorîyên Kurdistanê yên li ber sêdaran, dagirkeran mahkûm dikin, biçûk dikin henin. Vê helwesta wan, ji bo gelê kurd bûye sembola cesaret û îradeya azad, da karibin li heqîqeta netewa kurd û Kurdistanê, bi hişmendî û helwesta xwe ya netewî, xwedî derkevin. Ji wesîyet û axaftinên Şêx Seîd efendî, doktor Fuat û Qadî Mihemed çend rêza li jêr datînim.

Axaftina û wesîyeta nemir Şêx Seîd Efendî ya ji bo nevîyên xwe kurd gotîye, ev e:

Ez gihîştim dawîya jiyana xwe ya dunyayê. Poşman nînim ku min xwe kir qurban ji boy netewa xwe. Bes bila nevîyên me, li hember dijmin me şermî nekin.”

Doktor Fuad di bersîva ji bo dadmendên dewleta dadgirker, dibêje:

 ”Ez kurd im, ez dixwazim welatê xwe azad bibînim. Heta li Kurdistanê sunguyên (xencer) tirkan hebe, çareserîya pirsgirêka kurd ne pêkan e.”

Di berdewamiya  Axaftina xwe de Doktor Fuad weha dibêje:

”Min hertim ji xwe re xeyal dikir, ku xwe ji bo welatê xwe feda bikim. Bêgûman ala serxwebûnê li ser vê axa em tên darvekirin, dê bilind bibe.”

Wesîyetnameya Qadî Miehemed a ji bo netewa kurd manîfestoyek, paradîgmayek pîroz e. Di wê de bala gelê kurd dikşîne ser pêwîstîya  xalê grîng, da kurd xwe û dujminê xwe nas bikin. Divê hemû kurdên welatparêz wesîyatnameya nemir Qadî Mihemed, wek Elifbeya welatparêzî û kurdperwerîyê bixwînin, fêm bikin û di hest û hişmendîya xwe de biguncînin.

Çend cumle ji wesîyetnameya pêşewa Qadî Mihemed:

”Ey miletê kurd: Birayên min ên hêja, Gelê min ê di bin zulm û zordarîyê de. Ez saetên temenê xwe yên talîyê  dijîm. Ji bo Xwedê îdin dijminatiya hev nekin, pişta xwe bidin hev; li dijî dijminê xwe yê zorbe û zalim rawestin…

Îdin bi dijminên xwe ne xapin. Dujminên kurdan ji kîjan miletî û gurûbê bin, her dujminên me ne. Ew bê merhamet in, bê wîjdan in, dilê wan bi we naêşe…

Sembola her gel û miletekî yekîtî, hevkarî û piştgirî ye. Gelê ku yekîtîya xwe pêk neanîbe û ne lihev be, dê hertim tuşî zulma dijmin bibe û dê bê perçiqandin…

Birayên min: Li cem dujmin, heger hun musilman bin jî, ji bo hun kurd in hun tawanbar in; hun dujminên wan in; malê we ji wan re halal e…

Emîn bin, heger ecem hunguv bide we, bizanibin teqez jehr xistiyê…”

Sipas ji wê dayik û derguşê (Kurdistan) re, ku qehremanên wek we welidand û ji me re kir rêberên netewî, nemir. Hun rêberên me yên qedirbilind in, pîrozîyên me yên netewî ne. Hun serbilindî û xurûra me ne.

Rêvebirên hêja, seydayên me, hun bi êşa welat û netewa xwe hisîyan. Hun vê êşa xedar di can û ruhê xwe de jiyan. Hişmendî, namûs û şerefa we ya netewî, zulm û zora dagirkeran qebûl nekir; We navê xwe yên qedirbilind, bi xebat, helwesta welatparêz û cangorîya xwe, bi sekna xwe ya destanî a li ber sêdara dagirkeran, bi tîpên zêrîn di hiş û hestên me de çand. Hun bi cangorîya xwe, ji bo nifşên nuh, bûn dîrokek zindî û mayînde.

Êşa me, êşa hemû kurda ye. Ango hevbeşîyek netewî ye. Wate, welatê me dagir bûye û di nav çar dewletên xwînrij de hatîye dabeşkirin. Hemû mafên me yên netewî hatîye înkarkirin û qedexekirin. Dagirker bi sîyaseta jenosîdê hewl dide, bi hemû rê û rêbazan heqîqeta netewa kurd û Kurdistanê ji ortê rake.

Mirovê êşa netew û welatê xwe di hiş, hest û derûnîya xwe de nejî, li çareserîya jî nagere. Ango mirovê ji bo wî azadîya netew û rizgarîya welatê wî ne pêdivî-hewcedarî be, ji bo wan bidestxe, xebatê jî nake.

Welatê me Kurdistan, ne tenê nave cografyakê ye, ew diyardeyek berçav a civakî, kulturî û tarîxî ye. Netewa kurd, di pêvajoyek dirêj û berdewamiya dîrokê de, bi hişmendî û taybetmendiyên xwe yên civakî-kulturî, li ser xakek-teritoriyayek muayen, welatê xwe bi navê şêrîn, Kurdistan avakirîye.

Kurdistan, keda hezar salan e: xwedî zimanekî dewlemend, kulturek (madî-manewî) dewlemend; xwedî sirişt û samanên dewlemend e. Kurdistan bi xebat, ked û cangorîya netewa kurd hatîye avakirin. Mixabin , di serdema me de Kurdistan, ji dagirkeran re bûye axek bê xwedî. Artêş, polîs, karmend, hemû dezge û saziyên dagirkeran li welatê me bicîh bûne. Bê navbir hemû dewlemndîyên me talan dikin, didizin.

Cangorîyên me yên hêja, dagirker bi hêza xwe ya leşkerî, bi ziman, kultur û îdeolojîya xwe, hewl didin  xwe li ser netew û xaka me serwer bikin; sirişt û demografîya welatê me biguherin. Armanca wan ew e, da hemû nirxên me yên netewî têk bibin. Ji bo armanca xwe ya jenosîdî pêk bînin, hemû babetên zulmê, hemû dezge û sazîyên perwerdê û alavên ragîhandinê, seferber kirine, da ziman, dîrok, wêje û kultura me têk bibin. Her weha hewl didin hişmendîya me ya kesayetî, netewî û ya dîrokê têk bibin, da karibin gelê kurd bikin girseyek kole, ango girseyek ne “ji bo xwe”, bê nasname û bê kesayetî.

Mixabin, di pêvajoya dîroka me de, damarek kurd a xerab hertim hebûye. Wate, vê damara xerab ji bo berjewendîyên xwe yên kesayetî, malabatî, eşîretî, grubî li dijî berjewendîyên welat û netewa xwe li cem dagirkeran sef girtîye; bûye kole û xulamê wan. Cangorîyên me jî di dema mucadela xwe ya ji bo rizgarîya Kurdistanê, bi vê damara xerab re hatiye hemberî hev. Ji bo neteweyekê karesata herî mezin ew e, ku ewladê wê di bereyên guhertî de berê çêkin xwe, bidin hev e.

Nesîheta Pêşewa Qadî MIhemed dibê ji her kurdekî re bibe sonda herî pîroz û bilind. “Ji bo Xwedê îdin dijminatiya hev nekin, pişta xwe bidin hev; li dijî dijminê xwe yê zorbe û zalim rawestin… Îdin bi dijminên xwe ne xapin. Dujminên kurdan ji kîjan miletî û gurûbê bin, her dujminên me ne. Ew bê merhamet in, bê wîjdan in, dilê wan bi we naêşe…”

Mixabin, di dema me de vê demara xerab, li tevaya Kurdistanê û taybetî li bakurê Kurdistanê bi rêvebir, rewşenbîr û girseya xwe li ser helwest û hişmendîya girseya netewa kurd, serwer bûye. Welatê me şêrîn wek sergoyekî, netewa me wek girseyek bêserûber û bermayê dîrokê, pênase dikin. Rêvebir û cangorîyên serhildanên Kurdistanê bi gotin û tuhmetên bê rêz, tawanbar dikin. Ji gelê kurd re dibêjin, tevil dewleta dagirker bibin.

Vê rewşa kambax a netewa kurd tuşî wê bûye, di asta herî bilind e, encamê siyaseta jenosîdkar a dagirkerîyê ye.  Têkçûna tevgera netewî ya salên 1970ê jî, bandorek mezin, neyînî li ser lawazbûna hişmendîya kesayetî û netewî ya mirovên kurd kirîye. Di rewşên weha de mirov tuşî gelek haletên derûnî, lawaz dibe; hişmendîya mirovan a netewî deforme dibe, dikeve haletekî têkçûyî.

Çend numûneyên hişmendîya netewî yên haletên têkçûyî:

Di haletek weha de, beşek mirov li aîdiyeta xwe ya netewî nafikire. Ji mirov re, aîdîyeta netewî ne derd e. Kuder jê re xweş be, ewder jê re welat e. Ev dikare metrepolek an peravên bahrên dewleta dagirker be, an jî bajarekî dewletên Ewropî be. Mirov girîngiyê dide statusa xwe ya kesayetî û rehetiya jiyana xwe ya rojane.

Nimûneyek din jî, ew e ku bi mirov re bêhêvîtî û bêçaretîya netewî rû dide. Di praktîkê de, wek têkbirin û tunekirina netewê tê şîrovekirin.

Nimûneya sêyem: Bi mirovan re refleksa bêalîkarî û bêtaqetiyê derdikeve pêş. Di encamê de mirov dikeve rewşek weha ku mirov pêwîst nabîne, tiştekî bike, bixwaze, bidest xe, lêbigere. Bi mirovî re qenaetek weha çêdibe, ku mirov çi bike dê bê bersîv bimîne û dê bêjin: nadin, nabe an jî tune ye. 

Nimûneya çarem: Kozmopolîtîzm e. Ango îdeolojiya hemwelatiyê ya dewleta dagirker e. Ew jî wek diyardeyek bêhêvîtî û bêçaretiyê tê nirxandin. Li vêderê pêdivîya aîdiyeta netewî ne girîng e. Çare, hevkariya bi netewa serdest re tê qebûlkirin.

Mirov bi kurtî kare bêje bandora van her çar tecrûbeyên têkçûna netewî, li ser gelê bakurê Kurdistanê heye. Lê ya herî bi bandor, aktuel û bi taybetî ya li ser piraya elîta siyasî û girseya wan a kurd, serwer bûye, numûneya kozmopolîtîzmê ye. Ango îdeolojiya hemwelatiyê ya dewleta dagirker e.

Taybetî DEM partî, sazî û dezgeyên derdora wê, ji bo pêkanîna numûneya kozmopolîtîzmê, gelekî çalak e. Hedef û armancên vê dîyardeya kozmopolît, marjînalkirin û bê wate kirina daxwaza mafên netewî û înkar û tunekirina heqîqeta netewa kurd û Kurdistanê ye. Hewl didin pirsgirêka netewî wek pirsgirêkek “hemwelatîya yeksan” di çerçoveya statukoya dewleta dagirker de, hepis bikin.

Diyardeyên têkçûna hişmendîta netewî di dîroka netewa kurd de, tekerur bûye. jiber ku hişmendîya netewî ne tiştekî sabît e: li gor şertên sîyasî, civakî yên dewletên dagirker rû dide; rewşa tevgera netewî (bihêz an lawaz), rûdanên li cîhanê û herêmê diqewimin û hw dikare hişmendîya netewî bilind bibe , an jî dakevê haletên têkçûyî.

Erka kurdên welatparêz e ku xebatê bikin da hişmendîya netewî têk neçe.  

Welatparêzî faktorek bingehîn a hişmendîya netewî ye. Hesta hezkirin, serbilindî û sedaqeta li hember welatê xwe ye. Eleqederbûyin, berpisiyarî û rêzgirtina ji welatê xwe re ye. Eleqederbûyin, nerîn û nirxandina mirov a derheq welatê xwe û xebata ji bo pêşketina welatê xwe ye. Berpirsiyarî,  helweststendina ji bo pêdivîyên welatê xwe ye.

Hişmendîya welatparêziyê ew e ku, mirov wateya welatê xwe bizanibe û ji bo parastina berjewendiyên welatê xwe, ji çalakiyên pêwîst re amade be. Welatparêzî helwestgirtin, berpisiyarîgirtin û hestkirin e. Mirov divê welat wek nirxekî herî bilind ê kesayetiya xwe qebûl bike û divê amade be ji bo welat, berjewendîyên xwe yên kesayetî, malbatî, eşîretî, rêxistînî û herweha dema pêwîst be, karibe canê xwe feda bike.

Belê, cangorîyên Kurdistanê bi van taybetmendîyên hişmendîya welatparêzîyê tevgerîyan, xebat kirin û dema pêwîst bû, amade bûn ji bo welat, berjewendîyên xwe yên kesayetî, malbatî, eşîretî, rêxistînî bidin alîkî û canê xwe feda kirin.

Di vê serdemê de, berpisiyariya herî girîng ji bo me kurdan ev e: bi rêxistin bûn, li dijî dagirkerîyê rawestandin û tekoşîna ji bo rizgarkirina welat e.

Banga min ji hemû kesayetî, grub, partî, rêvebir, rewşenbîrên kurd ên tevaya Kurdisranê re ye. Li mîrasa cangorîyên xwe û wesîyetên wan xwedî derkevin. Mafê kurdên welatparêz nine armanc, xebat û îdealên cangorîyên xwe piştguh bikin û bê xwedî bihêlin.

Hişmendîya netewî rasteqîn û ruh û rûmeta netewî, li ser her kurdekî vê ferz dike biqîre û bêje: berjewendîyên netewî û ewlekarîya axa Kurdistanê ji hemû rêxistin, serok û rêvebirên kurd, bilindtir û pîroztir e.

Kurd neteweyek in, Kurdistan welatê me hemûya ye û çarenûsa me pêkve ye.

Fewzî Namlî29-06-2025