YEKÎTÎYA GÎYANÊ MILÎ

YEKÎTÎYA GÎYANÊ MILÎ

Di vê meha dawîn de careke din me dî ku miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li her çar aliyê cîhanê, yek dil û yek deng bûn. Ev ne cara ewil e ku em dibînin. Sala heştê û heşt, heştê û neh, dema karêsata Enfal û Helepçe jî miletê kurd li her çar aliyê dinyê yek deng, yek dil bûn. Dema şerê Kobanî, bi taybet dema pêşmerge derbasî Kobanî bûn, dîsa miletê me yek dil û yek deng bûn. Referandûma serxwebûnê de jî heman tişt me dît. Em zêde ber bi dîrokê ve nerin.

Ev ya jî ji me dide nîşan ku, di nav miletê kurd de yekîtîya gîyanê milî heye. Milet bi gelek norma tê penasekirin, yekîtîya axê, yekîtîya ziman, yekîtîya dîrok. Lê di temama peynaseyê miletan de yekîtîya gîyanê neteweyî jî normeke esasî ye. Û vê carê, belkî ji her carê bêhtir, bi yek deng û yek dil li Rojavayê Kurdistanê xwedî hate derketin.

Ev ji bo sinifa me yê siyasetê divê referans be. Referansek çawa? Di van pêşandanên li her çar aliyê dinyê tiştê derket pêş çi bû divê em li wê binerin. Yek, slogana herî zêde hate avêtin. “Yeke, yeke, yeke, Kurdistan yeke. Kurdistan yek welat e, Rojava Rojhilat e” û di van pêşandanan de dîsa cara ewil Alaya Rengîn temama qadan xemiland.

Ev, ji bo sinifa me yê siyasetê divê referans be. Ew ê çawa bibe referans? Wate, em miletek in, welatekî me heye, bi navê xwe şêrîn Kurdistan e. Ev milet li ser axa xwe divê bibe dewlet. Peyama çar aliyê dinyê, peyama miletê Kurd ez wer dixwînim. Referansek me yê dinê jî heye. Ew jî referandûma serxwebûnê a 2017 ye. Yê ku çûn ser sindoqa, ji sedî nod û sêyê wan gotin: “Em dewletek serbixwe dixwazin.” Ji îro pê ve terefek, partiyek ji bo bêje: “Ez partîya kurda me, partiya Kurdistanî me; divê van her du referansan, esas bigir e. Yekîtîya dêrûnî ya miletê Kurd û referandûma serxwebûnê.

Îcar ku em bi van referansan li bûyerên vê talîyê qewmî binerin: “Gelo, sinifa me yê siyasetê, çiqas peyama miletê me baş fam kiriye?” Em ji Rojava de dest pê bikin:

Hêja Mazlum Abdi hîn li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk dipeyive. Hêzên Sûriyeya Demokratîk perçakî Bakur Rojhilatê Suriye bû, projeya Emerîkî bû. Emerîkîya go: “Ev bo me tiştekî taktîkî bû. Niha em bi dewleta Şamê re tev digerin. Ev projeyê li vir qediya.” Baş e, ev projeyê li vir qediya, divê nav me jî biqede. Îdî Bakur Rojhilatê Suriye tune ye.

Rojhilatê Suriye biryara xwe da ku: “Ez bi Şamê re me, ez bi hikûmeta Şamê re me.” Hûn îdî vegeriyane ser axa xwe. Hûn ji du tişta rizgar bûne.

Yek, Rojhilatê Suriye, ew ne Kurdistan bû. Hûn ji wî barî rizgar bûn. Ev tiştekî erênî ye.

Dudu, bi salane we natorîya girtiyên DAÎŞê dikir. Hûn ji wî barî jî rizgar bûn. Û tifaqa wê û eşîrê ereban bi dawî hat. Ne Sûriyeya Demokratîk ma, ne Bakur Rojhilatê Suriye ma. Çi, ma ber destê me? Rojavayê Kurdistanê ma.

We çax, demildest divê rayedarên Rojava, helwesta xwe, bernameya xwe biguherin. Îdî li Rojavayê Kurdistanê ne tifaqa ereba-kurda, tifaqa Kurdistaniyan ji me re lazim e.

Ev, ew ê çawa bibe? Yanî ev a nêzî mehekê ye. Em giş çave rê dikin, li Başûrê Kurdistanê bi navê Pêşmergeyê Roj grupek pêşmerge hene. Çend hezarin çawa ne, ez nizanim.

Di van şertê giran de wan ne xwest werin an YPG, PYD ne xwest ew werin, em wê jî nizanin…. Ê ku Pêşmergeyê Roj li başûrê Kurdistanê ava kirin diyar in. Ew jî tiştek nabêjin ji me re. Yanî, mesele Pêşmergeyê Roj ew ê çi bibin? Ew ê her li başûr bimînin. Ew ê weke însanê sivîl vegerin ser axa xwe. Ew ê çi bibin? Rayedarên Rojavayê Kurdistanê divê tifaqek werbigerin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk çû. Ji me re hêzê Kurdistana Demokratîk pêwîst e îdî. Ev ya jî tenha bi YPG û YPJê nabe. Temama pêkhateyên Rojavaê Kurdistanê di hundur vê artêşê de divê hebin. Çawa Taka Rojhelat navê çekdarê xwe kirin Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê. Ji me jî re artêşek bi vî rengî lazim e.

Xala duduyan a muhim ew e, di serpereştiya Cenabê Mesûd Barzanî de li Rojava konferansek çêbû. Piştî wê desteyek kurdî-kurdî hat ava kirin. Ev desteya kurdî-kurdî li sehaya xwuya nake.

Temam, wexta ku hevala digotin Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew du peyîvîn qebûl. Feqet Bakur û Rojhilatê Sûriyê nema, boy çi desteya kurdî-kurdî aktîve nabe? Boy çi tenha Mazlum Abdi dihere bi Şara ra mutabiqata îmze dike. Li ser navê Rojavayê Kurdistanê divê ev deste aktîf bibe. Bernameya vê desteyê a di konferansê de hatiye diyar kirin zelal e. Em ne Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, em Rojavayê Kurdistanê ne. Em federasyon dixwazin. Temam pêkhateyên Kurdistanê divê bi hevdu re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Forma xwe bi xwe bi rê vebirinê ya dewletik serbixwe ye, ya federalî ya otonomî ya konfederalî ye. Rayedarên Rojavayê Kurdistanê vê mijarê de jî divê helwesta xwe biguherîn.

Xala dawîn jî ez bêjim û biqedînim. Me salek bela sebeb derbas kir. Sala du hezar û bîst û pêncan bo Rojavayê Kurdistanê tenê di payînê de man. Hedefek zelal danenîn ber miletê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê. Miletê me çi dixwaze? Siyasetmedarê me çi dixwazin, nediyar bû. Gelek sedemê wê hene.

Yek jê jî pêvajoya Baxçelî-Ocalan e. Ew pêvajo bi taybet bo Rojavayê Kurdistanê hatibû darxistin û ji bona deskeftiyên miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji holê rabe ev pêvajo dimeşiya. Me fersendek revand, feqet di cem me dibêjin: “Mere diz be, şevreş pir e.” Wê çax, divê îcar bi hişmendiyek neteweyî, em dam û dezgehê xwe, hêzê xwe, ji nûh de tanzim bikin û li benda roja xwe bin.

Li Sûriyê şer naqede. Deh salê pêşiya me li Sûriyê şer be, ne tenê li Sûriyê, dê li Iraqê jî şer be, dê li Îranê jî şer be. Ne dereng e ev şer bigihîje Tirkiye jî. Wê çax, bi hedefa dewletbûyinê divê li her parçeyê. berê, yekîtî û yekrêziya sîyasî, bê tanzîm kirin.

Sedemên ku nayê tanzîm kirin, yek a esasî ew ku hedefên me ne yek in. Yanî hinek ji me re bêjin: “Em dixwazin, Tirkiye demokratîze bibe.” bi vê hişmendiyê, yekitiya milî çê nabe. Hinek ji me re bêjin: “Neteweya Demokratîk, em ê li Tirkiye û Sûriyê û Iraq û Îranê ava bikin.” wê çaxê yekitiya neteweyî ya miletê Kurd saz nabe. Ji ber wê, divê ji vê karêsatê ders bê wergirtin. Ev hişmendiya hebûna miletê kurd û Kurdistanê vedişêre. Kurda; weke, yeko yeko mirov pênase dike, divê ji vê ya rizgar bibin. Heger ji vê ya bên rizgar kirin, pêşiya miletê Kurd vekirî ye.

Astengiya mezin li Bakurê Kurdistanê, hişmendiya Ocalan e. Rayedarên PKK û DEMê jî dibêjin ku: “Yê ku hücumê Rojavayê Kurdistanê kir, ne HTŞ ye dewleta Tirkiyeyê ye.” Baş e, heger dewleta Tirkiye, di sûretê HTŞyê de hücumî Rojavayê Kurdistanê dike, hûn hîn pêvajoya Baxçelî-Ocalan bo çi didomînin? Hun bo çi qala biratiya hezar salan dikin?

Biratiya me û Tirka ya hezar salê derewek mezin e. Siyaset, li ser têgehê biratî û hevaltî û dostayê nameşe, li ser rasteqîniya welat û milet dimeşe. Li Bakurê Kurdistanê û li her çar parçeyê Kurdistanê, ev hişmendiya ku Ocalan jê re dibê paradîgma, têk neçe, li Bakur jî, li Rojava jî ne pêkan e ku yekîtiya neteweyî saz bibe.

Bi sedem; ev hişmendî, hebûna miletê Kurd û Kurdistanê red dike. Kurda wekî yeko yeko nefer pênase dike, doza mafê takekesî dikin. Hemwelatiya wekhev mafî, weke wê. Wexta te got hemwelatiya wekhev mafî, te Kurdistan ji holê rakir, te Tirkiye kir welatê me. Baş e, ger Tirkiye welatê me be, me çawa yekîtiya neteweyî ya Kurdistaniyan saz bikin? Astenga herî mezin ev e.

Astenga duduyan, hişmendiya tenge partîtî ye. Partî, ji bo doza Kurdistanê hene. Tu partî, tu serok, ji doza Kurdistanê ne mezintir e. Heger partiyên me, dema berjewendiyên milet hat holê, nikaribin pê li berjewendiyên partiya xwe bikin, yekîtiya neteweyî saz nabe. Aniha, ye lezgîn yekîtiya neteweyî, berê li Başûr pêwîst e û dûre li Rojava pêwîst e.

Em li bendê ne, ev çarde panzde meh e hilbijartin çêbûye, hîn hikûmetek, li Başûrê Kurdistanê hikûmetek milî, bernameyek milî ava nebûye. Bo çi ava nabe? Eger, ne ji berjewendiyên partîtî be, peyamê miletê kurd zelal e. Her du referans jî, yanî çi referansa yekîtiya derûnî ya miletê Kurd û çi referansa referandûma serxwebûnê, ji Başûrîya re dibên ku: “Yekîtiya neteweyî saz bikin, bernameyek neteweyî derxin pêş û hûn dikarin bandor li her çar parçeyên Kurdistanê bikin. Astenga duduyan ev e, astenga sîsiya jî tenge parçeyî ye.

Tenge Parçeyî

Divê, partiyên me yê siyasî bizanibin ku di hundir parçeyekî de, çareseriyek mayînde ne pêkan e. Hin deskeftî em dikarin bidest bixin. Em dikarin herêmek otonom saz bikin, herêmek federe saz bikin. Lê çareserî di hundir parçeyekî de ne pêkan e. Çareseriya mayînde di şoreşa Kurdistanê de ye û di parastina yekîtî û serxwebûna Kurdistanê de ye.

Em, bi çavê dijmin li xwe dinherin.

Dagirker, bi du awayî kar dikin. Yek ji rastê rast hücum dikin. Ji bona yekîtiya neteweyî li Kurdistanê pêk neyê. Didu, di warê hişmendî de dengê wan îdî ji nav me derdikevin. Yanî hin partî û hin sazi û kadroyên bi nav kurd, bi nav Kurdistanî, bi hişmendî wek dewleta Tirkiyeyê tev digererin.

Heman tişt belkî li parçeyên din jî hebe, lê li Bakurê Kurdistanê, îdî em bi çavê dijmin li xwe dinherin. Dijmin me çawa dibîne, em jî bi wî çavî li xwe dinêrin. Ev ya em dikarin bêjin serweriyek îdeolojîk e, bi taybet di vî bîst û pênc salê dawîn de, bi gotarên Tirkiyevîtîyê, hişmendiya Tirkitîyê û Tirkiyevîtîyê li nav siyaseta kurd pêşde xist.

Dema ku tu Kurdîstanî nefikirî, tu yê Tirkiyevî bifikirî; tu yê li asta Tirkiye li yekîtiya bigerî. Ev ya jî sedema duyem e û ya herî girîng ew e, partiyên me yên siyasi, ne xwedi stratejiyek zelal in.

Bo rizgarkirina Kurdistanê, hedefê we yê siyasi ê stratejîkî çi ye? Ev zêde li holê tune ye. Piraniya partiyên me, ji devla strateji yê tim taktîka dikin. Heger stratejiyek te yê cidî, siyasi tune be, taktîkên te gişt ji dijmin re xizmet dikin.

Ji ber vê yekê ye ku em wek PÊLKURD dibêjin: ”Partiyên Kurdistanî gerek xwe bi hedefek a Kurdistanek Serbixwe û Yekgirtî be. Em nabêjin ku ji îro heta sibê, ew ê Kurdistanek serbixwe yekgirtî saz bibe. Malum e, di nav parçeyan de bi dûrketinek bi salan heye. Şert di her parçeyê guheriye. Lê Partiyên Kurdistanî dibê çareseriya mayînde ya parçeyê xwe, bi çareseriya mayînde ya Kurdistana mezin ve girê bidin.”

Yanî, ev a zêdeyî bîst salî ye, li Başûrê Kurdistanê, di şikilde weke federasyonekî heye. Di eslê xwe da ne federasyone jî, dewleta Iraqê ne dewletek federe ye. Dewletek federal bi herêmek federe saz nabe. Lê axir ev tiştekî DeFacto ye.

Piştî bîst û sê sala, heya ji salê Şerê Kendavê Yekem de bigre, ev sî û pênc-şeş sal e li wê der, tu kêşeyên Kurdistanê yên esasî çareser nebûye. Hîn Bexda bi mûçenedanê dixwazin me terbiye bikin. Bona wê, ji bo yekîtiyek neteweyî a mayînde, hedefên neteweyî yên stratejîkî pêwîst e.

Bi hişmendiya Iraqî, Îranî, Suriyevî, Tirkiyevî yekîtiya neteweyî saz nabe! Berê; divê em, di hedefên xwe de zelal bin. Divê em, ji miletê xwe re, hedefên xwe, bi zelalî bînin ziman. Binêrin: ”Di vê meha dawîn de çend heb, hevdîtin çêbûne li ser mijara Rojavayê Kurdistanê. Lê kes ji me, ne hakim e, li wê der çî tê peyvandin, çi tê dan, çi tê stendin; veşirî dimeşe.”

Doza milletê Kurd, dozek rewa ye. Milletê Kurd, li ser axa xwe mafê dewletbûyînê diparêze. Tu xwediyê dozek rewa be, pêwîstiya te bi qusa danûstandinên veşarî tine ye. Dewlet, servîsên wanî  îstixbaratê hene, dikarin karên veşarî bikin. Lê siyaseta milletê Kurd, divê di hedefa xwe de zelal be. Ta ku em di hedefê neteweyî de ne zelal bin, em ê hîn gelek bername çêkin bo çi yekîtiya neteweyî pêk nayê?

Yekîtiya Neteweyî, bi hedefên neteweyî pêk tê.

Miletê Kurd miletekî kedîm e û miletekî pir reng û pirdeng e. Ewê gelek bawermendiyên fikrî, baweriyên olî di hundir Kurdistanê de hebe. Em nikarin miletekî têxin tornayê û yek fikir û yek bawerî ji wî miletî derxin.

 Yekîtî, van cudahiyên navxweyî, wek dewlemendiya xwe bibîne saz dibî. Yanî, li Kurdistanê lîberalê me yî jî hebin, komînîstê me yî jî hebin, neteweperwerê me yî jî hebin, oldarê me yî jî ew ê hebin. Lê van cudahiyan divê em wek dewlemendiya Kurdistanê bibînin. Tenê di ve rewşê de em dikarin yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Li vir pirsgirek çî ye? Hin Kurdê me yên lîberal dibêjin: “Em ê Tirkiyeyek lîberal saz bikin.” Kurdên me ji xwe re dibêjin demokrat. Dibêjin: “Em ê Tirkiyeyek demokrat ava bikin.” Îslamîstên me, bi giranî dibêjin: “Em ê Tirkiyeyek Îslamî saz bikin.” Niha ev fikrna giş meqbul in, li Kurdistanê hemberîya wan hene.

Feqet tu lîberal bî, bo Kurdistanek lîberal tu yê bikoşî. Tu sosyalîst an komînîst bî, bo Kurdistanek sosyalîst bikoşî. Tu ji kîjan fikrê dibê bila bibe; fikir, bi axê re xwedî qîmet in. Heger tu dev ji axa xwe berde û tu welatê dewleta serdest wek welatê xwe bibînî û dewletê jî wek dewleta xwe bibînî, ji xwe tu eleqa te bi yekîtiya neteweyî namîne. Pirsgireka me di warê fikrî de ev e: ”Yanî miletekî çil-pêncî milyon nifûsê de, ji her cureyê fikir, wê hebe. Bila ev fikrna Kurdistanî bin.”

Weke nimûne, ez ê bêjim: ”Li Bakurê Kurdistanê; hişmendiya Ocalan, PKK, Dem Partî, rojê deh caran dibêjin demokrasî.” Baş e; heger hûn bi rastî  demokrat in, Kurdistanêk demokrat ava bikin. Berê li Kurdistanê demokrat bin. Li Kurdistanê yê ku wek we nafikire, wek van cîhadîstna hun wan tekfîr dikin. Hûn dibêjin: ”Xayîn in, ajan in, mît in, ît in.” Tu pir demokrat bî, berê tu yê li welatê xwe gerek demokrat bî. Tu li welatê xwe despotiye bikî û tu bêjî: “Ez ê dewleta dagirker demokrat bikim”; ji vira yekîtiya neteweyî dernakeve. Yekîtiya Neteweyî, bi hedefên neteweyî pêk tê.

Dijminatiya me, bi hişmendiya dewletên dagirker re hene.

PKK, ger ku hişmendiya xwe ya a niha û pêvajoya Baxçelî û Ocalan bidomîne, asteng e li pêşiya yekîtiya neteweyî. PKK li eslê xwe vegere, hedefê milî derxe pêş; bo çi bibe asteng? Ti dijminatiya me, bi tu terefê Kurd re tine ye. Dijminatiya me, yan dijberiya me, bi hişmendiya dewletên dagirker re heye.

Kî li ser navê Kurda, hişmendiya dewleta dagirker biparêze, ew li dijî me ye. Bi van ra yekîtiya neteweyî em nikarin saz bikin. Nuha, wek nimûne; li Rojavayê Kurdistanê,  hîn PYD, YPG, YPJê, ew jî bi hişmendiya Ocalan û PKK hatin vê xalê. Lê em dibînin, rayedarê wan, îdî peyamên Kurdistanî didin. Mazlûm Abdi, Ala Rengîn maç dike. Wexta ku helwest bê guherandin, vegerin ser xeta milî, vana giş xuşk û birayên me ne. Tu dijminatiya me bi wan re nîne ku.

Têra xwe dijminê me hene: ”Çar dewletên dagirker hene û hevalbendê wan ê li cîhanê hene.” Ji ber vê yekê, ji bo ku em nav xwe de jî dijminatiyê bikin, tu sedema me tune ye. Banga me; bo doza Kurdistanê ye û em tu partî û tu seroka ji doza Kurdistanê jî bilindtir nabînin.

Kongreya Neteweyî.

Nuha, kongra neteweyî ya her çar parça, karekî giran e û jê re hem xebat dibe, hem jî guherîna hişmendiyê pêwîst e. Ya a nika ji me re pêwîst ev e: ”Di hundur parçeya de yekrêziya siyasî ya neteweyî û di nav perçeyan de jî, weke dezgehekî kordînasyone bê saz kirin; yanî ev dikare konferansek be, yan jî  heyetek temsîlî, ku di nav her çar parçeyan de.

Bi ya min îro, şert ji bona vê ya guncav in. Yên dikarin vê ya hîn zûtir bi ser bixin, di serî de Cenabê Mesûd Barzanî ye û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ye. Ew meclîsê me yî li Rojavayê Kurdistanê hene, ew jî girîng in bo van bangna. Lê bona wê, weke nimûne: ”Li Rojavayê Kurdistanê divê yekrêziya siyasî ava bibe. Konferans çêbûye, bername hatiye pejirandin. Desteyê kurdî-kurdî ava bûye, lê li sehayê tune ye.

Şevê din min Mazlum Abdi guhdarî kir. Hîn nuh qal dike ku: ”Erê, gerek heyeta kurdî-kurdî jî aktîfê bibe.” Yanî; dema ku li perçeyan yekrêziya siyasî xurt bibe, zemîna kongreyek neteweyî hîn xurtir dibe. Bi sedem, kongra neteweyî ew ê çi wezîfê bibîne? Em ne dewlet in, lê kongreyek me neteweyî hebe, ew ê fonksiyona dewleta me bibîne.

Piştgirî ya Rojava yê Kurdistanê.

Karekî biqîmet kirin. Yanî çi Kek Mesûd Barzanî, çi Serokê Herêmê, çi Serokwezîrê Herêmê û heya Bafel Talabanî jî, bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê ji Silêmaniyê heya Hewlêrê, heya Kerkûkê, heya Dohukê piştgirîyek gelek xurt dan Rojavayê Kurdistanê. Ev bo me gişa, serbilindiyê ye û ji alîkî de jî wacibê xwe bi cîh anîne, bi xurtî bi cîh anîne.

Lê wek ku di destpêkê de min got, tiştê ku em ji wan dipên ev e: ”Konferansa li Qamişlo çêbû, di serperiştiya Kek Mesûd de çêbû. Dû re Heyeta kurdî–kurdî ji wir derket. Divê bêhtir cehd bigire-şax bigire- ku ev heyet aktîf bibe. Niha jî wext ne dereng e. Yanî, kêşeya Pêşmergeyê Roj û aktîfkirina Heyeta kurdî–kurdî ji bo me ji her tiştî lezgîntir e; wacibê herî lezgîn ev e.”

Mijarên dîplomatîk, gelek fêde dan. Yanî çi bi Macron re hat peywendin, bi temama kanalê ku gihîştinê, xwestin Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Feqet; mijara me, ne tenê mijarek ku qetiam li Kurda çênebe. Mijara me, Kurdên wê der li ser xaka xwe, xwe bi xwe îdare bikin. Wexta ku ev alî dernekeve pêş, weku ku em ne karekî siyasî dimeşînin, weke komela mafê mirovan em tev digerin. Hedefên me siyasî ne.

Yanî nizanim em ê behsa vê lihevkirina SDG û HTŞê bikin an na; lê esas hedefa me ku gelê me yê li Rojava Kurdistanê, bi dezgehên xwe, xwe bi xwe rê ve bibe. Ev hedef, divê derkeve pêş. Yanî temamê rayedarên başûr jî, partîyê me yî Rojhilat jî, li her deverê Kurdistanê, bi yek dil, yek deng li Rojava Kurdistanê xwedî derketin û bûn sedem ku giyanekî neteweyî, li her çar parçeyên Kurdistanê û li her çar aliyê dinyê derkeve holê ji nû de.

Serokatî; di dema krîtik de, dema kaosê de diyar dibî.

Nuha, serokatî di dema krîtik de, dema kaosê de diyar dibî. Di rewşa asayî de her kes dikane partiya xwe jî, miletê xwe jî, bi hawakî rê ve bibe. Esas krîtera serokatîyê di demê wer krîtik de derdikeve holê. Û biya min Kek Mesûd Barzanî, tiştê kirine pir bi qîmet in, lê ji vana gelek zêdetir tişt dikarîbû bikira, hîn jî dikare bike.

Meseleya yekrêziya siyasî, ji xwe ê ku ne xwedî hişmendiya Kurdistanî be, li derveyî şimûla yekîtiya neteweyî ye. Yê ku ewê beşdarî yekrêziya neteweyî bibin, ew terefên Kurdistanî ne. Çi li Rojava, çi li Bakur. yê ku heta niha alîgirê vê siyaseta Tirkiyevî bûn yan Suriyevî bûn, dema ji wir bidûr kevin, bereya yekîtiya neteweyî ji her kesî re vekirî ye.

Feqet şerdê esasî hişmendiya Kurdistanî û parastina mafê dewletbûyînê ye, li gor min. Kek Mesûd Barzanî, gelek tişt kirin û hîn jî dikane gelek tiştên din bike. Hedefa Kurdistanî derxe pêş û bang li her çar parçeyên Kurdistanê ke.

Yanî artêşek millî berê ava bibe. Ew artêşa millî ya Başûrê Kurdistanê, bi a Başûrê biçûk jî re dikane bibe yek. Yani gelek tişt hene ku bên kirin. Em hîn li bendê ne ku pêşmergeyê her du partiya ji holê rake. Em bêjin: ”Li başûrê Kurdistanê artêşek me ye neteweyî heye. Vêya ê dikani çê bike anûka tenha kek Mesûd e.”

Yanî; ew, di ser partiya re divê tevbigere. Dûrê hedefa dewletbûyînê rojane bike. Yanî piştî sala 2017an, tu ji min bipirse, di serî de li başûrê Kurdistanê -lê li gor min her çar parçeyên Kurdistanê- bo partiyek siyasi rewa be, meşrû be, divê encama referandûmê ji xwe re bike programa siyasî.

We ban millet kiriye. Millet çû ser sindoqê, ê çûn û ser sindoqê sedî nod û sisê gotin: ”Em dewletek serbixwe dixwazin.” Van hedefên siyasi divê rojane bê kirin. Li gor wê, di ser partiya re hedefê mîlî derxin pêş. Yanî mesela niha PYD-YPG dibên:  ”Em ê bi sê tugaya û timenekê tev li artêşa Sûriyê bibin.” Ê baş e, divê daw li wan bê kirin, bira Pêşmergeyê Roj jî wek tugayekê tev li we bibe.

Yanî: yekrêzî, bi hedefên neteweyî û bi karên praktîkî xwe dide nîşandan. A niha em ji sibe heya êvarî banga yekrêziya siyasi bikin û praktîkê de em vê bi cî neynin, tu wateya gotarê me jî namîne.