Axaftina Fuat Onen di Konferansa ji bo yekîtîya neteweyî li Qoserê

Axaftina Fuat Onen di Konferansa ji bo yekîtîya neteweyî li Qoserê

Kurdistanîyên azîz, siyaseta herî dirust, siyaseta bi prensîb e.

Prensîp ji pênaseyan, ji tarîfan sadir dibin. Ji ber vê yekê ye ku dewletên dagirker û kirêgirtiyên wan hicûmî pênaseyen Kurdistanî dikin. Ga realîta Kurd e, ga pirsgirêka Kurd e, ga pirsgirêka terorê ye, ga mijara integrasyonê ye. Divê em van tarîfan hemûyan red bikin û divê em xwedî pênaseyên xwe bin.

Pênaseya kêşeya Kurdistanê bo me du rêzik in. Keşeya Kurdistanê, kêşeya welatekî dagirkirî, parçekirî, parvekirî ye û di heman demê de kêşeya Kurdistanê, kêşeya miletekî ye, ku mafê dewletbûna wî hatiye xesibkirin.

Pênaseya me ya li ser kêşeya Kurdistanê ev e. Em ji van her du rêziknan, rêzikek sisîyan  dikin wek hedefeke stratejîk.

Çareseriya mayînde ya kêşeya Kurdistanê, di Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî de ye.

Divê em bi pênaseya xwe re pabend bin û hedefa xwe ya stratejîk jî zelal bikin.

Mijara civîna me ya îro; yekrêziya siyasiya an yekitiya neteweyî ye. Gelek caran ev herdu têgeh di şuna hev de tên bikaranîn, lê wateya her duyan cuda ye. Ger yekrêziya siyasi, xwedî qabîliyetek temsîlîya miletekî be, dikane yekitiya neteweyî pêk bîne. Weke nimûne, îro li başûr partiyên me yên başûr di serî de Partî Demokrat Kurdistan û Yekitiya Niştiman Kurdistan û partiyên din, Yekrêziyek siyasi li ser hedefê neteweyî, niştimanî pêk bînin, yekitiya miletê me li başûr pêk tê. Me di sala 2017 de, di referanduma serbixwebûnê de yekitiya neteweyî li başûrê Kurdistanê dît.

Temama partiyên me gotin em dê referanduma serxwebûnê li dar bixin. Milet me yê başûrê Kurdistanê çûn ser sindokan, ji sedî 93yên wan gotin em Kurdistanek serbixwe dixwazin. Yekitiya neteweyî ev e. Îro li başûrê biçûk, partiyên ENKS û PYNK li ser hedefek neteweyî niştimanî bên cem hevûdu, ew xwedI qabîliyeta temsîlê ne dikanin yekitiya neteweyî pêk bînin.

li Rojhilatê welatê me hevkarîyek şeşqolî heye. Birastî ew çiias dikane temsîlkariya yekitiya neteweyî bike cîhê nîqaşê ye, lê hevldanek baş e, hevldaneke durust e. Em ê bi dirêjayî li ser bakur rojava Kurdistanê bisekinin. Her ku qala yekitiya neteweyî tê kirin, em ji Ahmedê Xanî de, dest pê dikin: “ger me hebûya tifaqek”. Banga Ahmedê Xanî, li Mîregê Kurdistanê ye.

Li gor Serdên wê demê, ger yekrêziyek siyasi di navbêna Mîregên Kurdistanê de çê bibûya, pêşiya dewletbûyîna Kurdistanê dıbe ku vebûya. Mixabin ew pêk nehat. Temama Mîregên me ji nîvekê sedsala hijdeyan û heya bi nîveka sedsala nozdeyan, yeko yeko ji holê rabûn. Dewleta Osmanî îjar xwest di bin siya musulmantiyê de  kurdan bi Sewleta Osmanî ve girê bide.

Di sedsala nozdeyan de em dibînin, ku terîqet gelek xurt dibin. Lê berovacî hesabê dewleta Osmanî, şêxên  Kurdistanî hewldidin, li medreseyên xwe yên Kurdistanî dersên neteweyî didin.

Ji van hersê medreseyên mezin, sê serhildan; ya Şêx Ubeydulah Nehrî, ya Şêx Abdulselam Berzanî û ya Şêx Mehmûdê Berzencî derdikevin. Dewleta Osmanî dît ku ev jî nabe ji nûh de li eşîran vegeriya û alayên Hemîdîye ava kirin.

Ji salên 1920an û heta bi 1945an perîyodek e, di têkoşîna rizgarîya milî de, pirsirêkek me ya yekrêzîya sîyasî tuneye.

Ji xwe li her parçeyekê sazîyek me serdest e, wek di destpêkê di Cemîyeta Teali ya Kurdistanê, Cemîyeta Teşkilata Îctîmaî, Komîta Îstiqlalê – Rêxistina Azadî, dûre Rexistina Xoybûn û li Rojhelatê Kurdistanê, Komela-Jekaf, Li Başûr Kurdıstanê Rêxistina Hêvî hwd.

Ji1945an pê ve, berê Partî Demokrat Kurdistan a Îranê, dûre Partî Demokrat Kurdistan a Iraqê saz bûn. Ji vegera Mûstefa Berzanî û heta bi sala 1975an, em dikarin bêjin monopolek, yekdestîyek siyasi li her çar parçeyên Kurdistanê hebû. Wê demê jî me nîqaşê yekrêziya siyasi ne dikir. Hin îstîsna tê de hene, weke li başûr, li rojhilat avabûna Komela Rêncderanî Kurdistan. Lê bi gelemerî li her çar parçeyên Kurdistanê Partiya Demokrat Kurdistan a Başûr weke monopolekê tesîrekî siyasî ava kiribû.

Tevgêra me ya rizgariya neteweyî, ji sala 1975an pê ve bûye pir partîtî. Di destpêkê de yekîtî niştimanî Kurdistan ji sê pêkhateyan hat avakirin.

Li bakur rojavayê Kurdistanê berê şeş, heft rêxistin bûn, dûre deh dozde rêxistin ava bûn. Başûrê biçûk gelek rêxistin ava bûn. Li rojhilat rêxistinin cuda cuda avabûn. Ji wê rojê û vir de yekrêziya siyasî bû pirsgirêkek şoreşa Kurdistanê.

Mixabin hin encamên nebaş jî derketin. Di serî de li aşûrê Kurdistanê dema YNK hat avakirin, ji 1975an heta bi 1998an di navbêrê de hin hevkarî kiribin jî, şerê hev kirin. Vî şerî bandor li her çar parçeyên Kurdistanê jî kir. Niha rayedarên başûr dibêjin: “ne birakujî bû, xwekujî bû”. Rast e xwekujî bû û vê hişt, ku gelek derfet ji destê siyaseta Kurdistanî derkeve.

Bakur rojavayê Kurdistanê, bi ya min du hewldanên hevkarîyê di wexta xwe de û cidî pêk hatîye. Yek jê hevkarîya neteweyî demokratîk e. Ji alîyên Partiya Karkerên Kurdistan (KIP), Parti Sosyalîst Kurdistan a Tirkiye û PDK-KUKê  hate avakirin. Bawer im ev di sala 1979an de bû.

Mixabin tam pêwîstiya me bi hevkarîyek weha hebû. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, ew hevkarî têk çû. Kesî ew hevkarî têk nebir, ew hevkarî ji hundir xwe de, têk çû.

Ya didûyan, di sala 2005an de berê Gruba Xebatê û dûre TEVKURD ava bû. Bîst sal berê rewşa siyasî li bakur rojavayê Kurdistanê pir xerab bû. Asta talebên neteweyî daketibûn asta herî jêr.

TEVKURD meydanxwendinek bû li hember siyaseta serdest û dewleta Tirkiyeyê.

Mixabin ew jî dema ku hin bêtir pêwîstî pê hebû, di salê 2012an de ji hundir de hate tesfîyekirin. Yanî vêya bi xêz dikim û dibêjim ne hevkarîya neteweyî demokratîk, ne jî TEVKURD ji aliyê dewleta dagirker ve an ji aliyê PKKê de nehat tesfîyekirin. Ji hundir de hate tesfîyekirin.

Di vê navbeynê de dikarin behsa YEKBÛN û PYSKê bikin. Ew jî hewldanên yekîtîyê bûn. Lê bi ya min dem derbas bûbû. Yanî ew hewldan salên 1981ê heta sala 1986a bihata kirin, karîbû hevkarîyek cidî derketa.

Siyaset karekî wisa ye. Tu bi demê re şer dikî û divê her deqe, her sanîye tu demê bişopînî. Li gor demê tu karibî biryaran bîdî. Dema tu li pê demê bimînî, ne pêkan e tu encamgir bî. Karê siyasetê karekî wisa ye. Ba awayekî weke karê muhendisî divê mirov lê binere.

Ev hevkarîya me ya nuha jî, bi zelalî bêjim hevkarîyek derengmayî ye.

Dema dawiya sala 2024an û serê sala 2025an, pêvajoya Baxçelî û Ocalan dest pê kir.

Partî grup û kesayetên Kurdistanî divê meydanek bixwendina û li hember vê hicûma dewletê ya siyasî, leşgerî, fikrî helwesteke Kurdistanî biparastina. Mixabin nebû.

Gelek terefan gotin belkî ji vê pêvajoyê tiştekî xêrê derkeve, belkî PKK dest ji sîlahê berde, belkî rewşa Tirkiye û bakur rojavayê Kurdistanê aram bibe. Lê jî salekê bêtir me wext derbas kir.

Ev komîteya me heya gîha tekstek bangdêrîyê, di şêş mehan de şazdeh civîn çêkir. Karê siyasetê bi vî rengî nameşe.

Îro ez qebûl dikim ku ev hewldanek derengmayî ye. Lê axir dive em ji derekê jî dest pê bikin.

Hicûmek hovane li ser her çar parçeyên Kurdistanê heye. Navê vê hicûmê ga Tirkiyeya bêteror e, ga entegrasyon e, her carê navekî lê dibin. Ji aliyê din jî navê vê hicûmê bûye Pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk.

Di eslê xwe de dewleta Tirkiye, hevalbendê wan ê li herêmê û li cîhanê, dixwazin pêşî li dewletbûyîna Kurdistanê bigirin.

Dewleta Tirkiye dît ku Suriye dê destabilize bibe û dûre ew ê bigihîje Îranê, rojhilatê Kurdistanê û başûrê biçuk xwedî desthilatek Kurdistanî be, em nikarin Bakur Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin. Ev pêvajo ji bona vê derketiye. Vacibê her Kurdistanîyekî ye li dijî vê pêvajoyê derkevin.

Mixabin, sinifa me ya sîyasetê li her çar parçeyan piştgirîyek xurt didin vê pêvajoyê. Di serî de rayrdarên başûr. Kî ji wan devê xwe vedikin, ji kîjan partiyê dibin bila bibin, dibên em piştgirî didin pêvajoya baxçelî û Ocalan.

Ocalan her roj li Îmralîyê dijûn û tehdîda ji Mesûd Barzanî re dike, lê Mesûd Barzanî dibê ez piştgirî didim pêvajoya Baxçelî û Ocalan. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev helwest tenê xisarê nade başûrê Kurdistanê, herweha xisarê dide bakur rojavayê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê.

Li rojava, dewletên dagirker gihaye armancên xwe. Feqet li rojava şer neqediya ye. Têbînîya min, ew e ku deh salên pêşiya me dê li Suriye şer be. Tamama partî û saziyên Kurdistanî divê xwe ji şerekî re amade bikin. Şerê me û rejîma Suriye hîn neqediya ye.

Deh panzdeh salan me şerê DAÎŞ’ê kiriye û panzdeh hezar ciwanê me şehîd ketine, lê şerê me û rejîma Suriye hîn li benda me ye.

Heman tişt bo başûrê Kurdistanê heye. 

Binerin, li ser gotina entegrasyonê dixwazin siyasetê Kurdistanî têk bibin, pêşî li dewletbûyîna Kurdistanê bigirin.

Başûrî heger li Suriye û li Tirkiye piştgirî bidin entegrasyonê, ne dûr e xelkê ji wan re bêjin madem entegrasyon tiştekî baş e, li Suriye û li Tirkiye tiştekî baş e, dibê hûn jî entegreyî Bexdadê bibin.

Planên bi vî rengî li ser medyayê em hemû dixwînin. Ana li benda şerê Îranê ne. Piştî şerê Îranê, hicûma vê dewleta dagirker ew ê hîn bizext û bizor be.

Ji ber vê yekê divê siyasetê Kurdistanî xwe ji çîrokê aştiyane û biratîyê rizgar bikin. Li hember me dijmin hene. Ji tune de divê hûn bêjin ev dijmin in.

Tu ji dijminê xwe re bê ku Rastiya welatê te bê qebûlkirin. banga aştîyê bişînî, ev ne aştî ye, ev teslîmiyet e. Sinifa me ya siyasetê divê demildest ji wê rizgar bibe, li her çar parçeyên Kurdistanê xeta Kurdistanî bê lidarxistin. Şerê me yê dawîn hîn li bendê me ye. Dibê herkes xwe ji şerê dawîn re amade bikin.

Hevalên hêja Kurdistanê yên ezîz, yekrêziya siyasi an yekîtîya neteweyî ne çewale ke, ku tu kanibî her tiştî, her kesî têke hundir vî çewalî. Bi prensîb e, kî ku li bakur rojavayê Kurdistanê mafê serweriya milletê Kurd neparêze, hedefa wî ya siyasî ne serweriya neteweyî ya milletê Kurd be, di hundir vê hevldanê de cîhê wî tune ye.

Yekîtî ne ew tiştek ku kî ji kê derê bê bira were. Yekîtî ne ew tiştek e ku yên li ser siyasetê ticarêtê dikin, ji bona kursiyekê hezar teqleyî davêjin, werin xwe li vir paqij xwiya bikin. Cîhê wan divê di yekrêziya siyasî ya neteweyî, nîştimanî de tune be. Malavayîyê li we dikim, ji we gişan re serkeftinê dixwazim.