NY ne Yekitiya Neteweyan e lê Yekitiya Dewletan e.

NY ne Yekitiya Neteweyan e lê Yekitiya Dewletan e.

Em li bereya Girêspî-Serêkanîyê bi leşkerî têk çûn. Sedema vê têkçûnê diyar e. Em êdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şerê partîzanî nakin, cografyayekê, perçeyekî ji welatê xwe diparêzin. Di roja îroyîn de, ancax bi dewletbûyînê û bi xwedîbûyîna çekên ku di destê dewletan de ne, parastina welêt dikare pêkan be. Şerê partîzanî li dij dagirkeran şerekî jiqewetxistinê ye. Şerekî demdirêj e û armanca wê ew e bide nîşandan ku domandina dagirîyê, ji bidawîanîna dagiriyê bi mesreftir e. Ev şer, li Kurdistanê sed sal e berdwam e.

Fuat Önen

Pirs 1- Li ser peymanekê, di navbera Rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de, tê axaftin. HSD, li dij Tirkîye û rêxistinên hevalbendên wê, wek rêbazeke têkoşînê bi Rejîma Sûriyeyê re li hev kiriye. Gava ku em li naveroka vê lihevkirinê dinihêrin, ya ku li pêş dixwiyê, temînkirina ewleyîya axa Sûrîyeyê ye. Ev lihevkirin ji bo kurdan çi tîne û çi dibe? Lazim e çawa bê nirxandin?

Bersîv 1- Di serî de, divê ku ez vê diyar bikim, mijara ku em li ser niqaş dikin sefera dagirkerî ya Dewleta Tirkiyeyê ye li beşeke Rojavayê Kurdistanê. Em dihesibînin ku ev dewama dagirkirina Efrînê ye. Hedefa vê seferê dagirî û jenosîd e. Serokê Dewleta Tirkîyeyê, li Yekitiya Neteweyan şemayekê nîşanî wan da û got ku niyeta wî heye du milyon penaberên ereb li Rojavayê Kurdistanê bi cih bike. Bi derxistina kurdan ji Rojavayê Kurdistanê, bi hewldana bicihkirina ereban û bi guherandina demografiya wir paqijiya etnîkî ye û kiryareke jenosîdal e. Ji tawanên li hember mirovatiyê ye. Mixabin ev hedefa jenosîdal ji alî Koma Netewayan ve nehat mehkûmkirin. Di vê wateyê de, ji ber ku NY vê axaftina jenosîdal mehkûm nekir hiqûqa xwe bi xwe jî binpê kiriye û careke din jî daye nîşandan ku ew ne Yekitiya Neteweyan e lê Yekitiya Dewletan e.

Em li bereya Girêspî-Serêkanîyê bi leşkerî têk çûn. Sedema vê têkçûnê diyar e. Em êdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şerê partîzanî nakin, cografyayekê, perçeyekî ji welatê xwe diparêzin. Di roja îroyîn de, ancax bi dewletbûyînê û bi xwedîbûyîna çekên ku di destê dewletan de ne, parastina welêt dikare pêkan be. Şerê partîzanî li dij dagirkeran şerekî jiqewetxistinê ye. Şerekî demdirêj e û armanca wê ew e bide nîşandan ku domandina dagirîyê, ji bidawîanîna dagiriyê bi mesreftir e. Ev şer, li Kurdistanê sed sal e berdwam e. Ancax gava ku mirov ji şerê partîzanî derbasî şerê cepheyî bibe yanê dest bi şerê ji bo parastina axê bike û ne xwediyê wan çekan be ku di destê dewletê de hene an jî di bin ewleyîya dewletên bihêztir an saziyên navneteweyî de nebe wê çaxê têkçûyîn di şerê çepheyî de bivênevê ye.

KTyê di vê sefera xwe de, li dinyayê tenê maye. Di serî de li nav DYAyê de, YE, Yekîtîya Ereban û li temamê dinyayê dengê îtirazê li dij vê seferê bilind bûye. Divê ku siyaseta kurd vê hewaya erênî baş bihêjîne û hedefa xwe ya siyasî (Serxwebûna Kurdistanê) bilind bike û têkoşîna xwe bidomîne. Li hember vê hewaya erênî ya li dinyayê bersîvdayîna herî cidî, bi hedefa serxwebûnê, yekîtîya neteweyî ye. Di gel ku hemû dinya vê seferê li hember kurdan wek êrîşekê terîf dikin û li dij derdikevin, şermeke mezin e ku hîn jî hin partiyên kurd qala bihevrejiyanê, aştî û lidijderketina şerî dikin. Ev helwêstgirtin ji alî ramanî de kurdan bêçek dike û ji aliyekî din de jî karekterê vê seferê yê dagirî û jenosîdal bin cil dike.

Em nikarin qala lihevkirina HSDyê bi Sûrîyeyê re bikin. Ji bo ku HSD êrîşên Dewleta Tirkiyeyê bisînor bike, Rûsyayê û Sûrîyeyê vexwendiye Rojavayê Kurdistanê. Em nekarin bêjin ev pêstirîne jî lê ev piştpêgirêdan e. Bêhişîyekî mezin e ku dibêjin me ev ji bo ewleyîya Sûriyeyê û yekîtîya axa wê kiriye. Lewre ji Cemiyetê Akwam ve heta niha, pîroziya yekîtiya axa dewletan û destnedayîniya wê argûmenteke kolonyalîst e û derew e. Heke ji bo me tiştekî pîroz hebe ew jî yekîtiya axa Kurdistanê ye. Parastina yekîtî û ewleyîya axa dewletên ku yekîtiya axa Kurdistanê parçe kirine, ne karê siyaseta kurd e.

Ez qet texmîn nakim ku HSD bi dewleta Sûrîyeyê re bikare hevkaryeke demdirêj pêk bîne. Ku vê pêk bîne dê vegere ta serî. Loma PYD ji 2011an heta 2014an jixwe bi Dewleta Sûrîyeyê re hevkarî pêk anîbû. Di 2019an de, bêyî ku bibe xwediyê statûyekê lihevkirina bi Sûrîyeyê re tunehesibandina wan bedelan e ku pirî caran tînine ziman. Ji ber vê hindê ez dixwazim vê, ne wek lihevkirin lê wek bêhndayîn, hêjandina rewşê û li gor rûhê zemanê hewldaneke nû ji bo vebûneke siyasî binirxînim. Ev jî ancax bi hevkariya hemû partiyên siyasî, di serî de yên li Rojavayê Kurdistanê û yên li Kurdistanê li ser hedefa neteweyî dikare pêk were. Lazim e ku HSD veguhere bibe HKD. Berî her tiştî divê ku yekîtiya Hêzên Kurdistana Demokratîk bê pêkanîn. Rojavayê Kurdistanê parçeyekî Kurdistanê ye. Gihîştina bi parçeyên din re jî têde, divê ku ji her awayî hevkariyê re vekirî bin. Gava ku meseleyê bi vî awayî hilnedin dest, pêkanîna hevkariyê bi Sûriyeyê re ji bo demekê êrîşên TCyê bi sînor bike jî lê talûkeya jenosîdê yê bidome. Ev jenosîd çi bi destê Tirkîyeyê be, çi bi destê Sûriyeyê be dê ji bo kurdan çi bi ser bixe?
Gava ku ez vê dibêjim ez ne zehmetiya li Rojavayê Kurdistanê û ne jî têkoşîna şervanên wê ya ku zor dide hişê mirovî, ji ber çavan narevînim. Ev hene, lê divê ku mirov ji vê rewşê derkeve, xwe biguherîne û têkoşînê bi terzeke nû bimeşîne.
Bi vê pirsê ve girêdayî, ez hewceyî pê his dikim ku vê notê li jêrê pêve danim. Rejîm, bi wê çarçoveya lihevkirinê ku ketiye herêmên kurdan, ji xelqên wan deran îfadeyên bi van rengan tên axivîn.

Li her parçeyekî Kurdistanê xetereya jenosîdal berdewam e.
Pirs 2- Ji raya giştî ya dinyayê re hat ragihandin ku di navbera DYA û rayedarên Tirkiyeyê de peymaneke agirbestê hatiye îmzekirin. Ew peymana ku ji bo pênc rojan hatiye diyarkirin tenê şertê wê yê ku derketiye pêş ew e ku HSD ji herêmên ku lê ye bikişe. Îro HSDyê ragihand ku ji Serêkanî û Girê Spîyê vekişiyaye. Tu vê vekişînê çawa dinirxînî? Vekişîn ji bo kurdan windayîyek e? Ji bo demeke dirêj çi xeterî li benda kurdan in?

Bersîv 2- Sefera TCyê ya li Rojavayê Kurdistanê, di siyaseta DYAyê de bûye sedema dabeşbûnê û ev giring e. Sedema vê jî giringiya jeopolîtîk ya Kurdistanê ye ku ew welatekî navendî ya Rojhilata Nêzîk e. Her çiqas partiyên siyasî yên kurd vê fêm nekin jî lê em dibînin ku DYA û heta hemû dinya vê fêm kirine. Hem êrîşa TCyê ya berfireh hem jî berteka dinyayê ku li dij vê nîşan dide giringiya vê radixe ber çavên me. Ew tiştî ku di navbera DYA û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin ne diyar e ka çi ye. Agirbest di navbera aliyên ku şer dikin de dibe û TC bi siyaseta xwe ya înkarok û îmhaker hîn jî kurdan wek terefekî nabîne. Di eslê xwe de hemû hewldana wê ew e ku kurdan ji terefiyê derxe. Li ser Rojavayê Kurdistanê (û li ser hemû parçeyên Kurdistanê) şerê parvekirinê didome. YE, DYA, Rûsya, Çîn, Yekîtiya Ereban û dewletên kolonyalîst yên li herêmê li pişt deriyên girtî li ser çarenûsa Kurdistanê biryar didin, hin caran qirên dikin û hin caran jî li hev tên. Di gel ku hesaba her aktorekî li ser Kurdistanê heye, tunebûna hesabeke yekgirtî ya kurdan xala me ya herî zeîf e. Giring e ku em hesabên wan bizanibin lê meseleya esasî ew e ku em bibin xwediyê hesabeke yekgirtî. Ancax ev hesaba yekgirtî dikare wan hesaban bizivirîne lehê Kurdistanê. Ev Şerê Dinyayê yê Sisêyan ku li dinyayê û li herêmê didome şerekî demdirêj e. Ya herî giring ku me ji nijadkujiyê biparêze û bi dewletavakirinê me derxe ser sehneya tarîxê dê ev hesaba yekgirtî ya neteweyî be.

Bêguman vekişîna HSDyê windayîyek e û pejirandina têkçûyîna leşkerî ye. Di vî şerê demdirêj de têkçûyîn jî, paşve vekişîn jî rewşeke ku tê fêmkirin. DYA û Rûsya bi hev re rê dane dewletekê ku xwediyê artêşeke mezin ya diduyan ya NATOyê ye, û wê jî hemû giraniya xwe da ser du bajarokên biçûk û “zafer”eke leşkerî bi dest xist. Ev têkçûyîn hêjayîya berxwedan, fedakarî û meydanxwendinê danaxe. Ya giring ew e ku mirov sedemên têkçûyînê rast fêm bike û xwe veguherîne da ku têkoşînê di rêyeke rast de bimeşîne. Bi ya min ev rêya rast bi hedefa neteweyî yekîtiya kurdistanî ye. Heke bi DYA, Rûsya, YE, Sûrîye û bi Tirkiyeyê re hevdîtin jî û lihevxistin jî çêbe divê ku ev li ser bingeh hilanîna hesaba yekgirtî ya neteweyî be û divê ku yekitiya kurdistanî vê yekê bike. Divê ku partiyên kurdistanî ji hevkariyên leşkerî yên ku ji hevkariyên siyasî bêpar in, dûr bisekinin.

Li her parçeyekî Kurdistanê xetereya jenosîdal berdewam e. Ew reaksiyona ku dinya li dij sefera TCyê nişan dide giring e ji bo pêşîlêgirtina jenosîdê û ev di dîroka Kurdistanê de cara pêşîn e. Lê dîsa jî her têkçûyîn vê xetereya nijadkujiyê zêde dike û ev xetere ye ku bûye sedem ji bo vekişîna HSDyê. Em di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin, ev pêvajoyeke wisa ye ku li aliyekî bi talûkan û li aliyekî din jî bi fersendan têr û tejî ye. Bêyî ku em xwe ji rasteqîniya li sehayê biqetînin, em mecbûr in ku bi hev re, rê peyda bikin da ku têkoşîna rizgariya xwe ya neteweyî veguhêzînine(bikişînine) asteke bilindtir ya ku ev e ji 150 salan zêdetir e didome.

Divê ku Tevgera Siyasî ya Kurd kirîza kûr ku Tirkiye têde ye bibîne û xwe amade bike ji bo şerekî demdirêj.

Pirs 3-Tu nêzikayîtêdana Rûsyayê li hember peymana ku di navbera DYA û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin çawa derpêş dikî?

Bersîv 3- Rûsya, ji leyîska ku di navbera Trump û Erdoxan de didome agahdar e. Heke ev leyîska Trump veguhere û bibe siyaseta DYAyê, yanê heke DYA ji Sûrîyeyê vekişe, dê Rûsya lê bixebite ku vê valatiyê tejî bike û rejîmê li temamê Sûriyeyê bike serwer. Jixwe rejîm bi Rûsyayê re ket Menbîç û Kobaniyê ji ber wê lazim e em meseleyê wiha bibînin û ev, bi lihevkirina Rûsya û DYAyê pêk hat. Heke TC bikeve wan cihên ku DYA vala kiriye, dê Rûsya îtiraz bike. Ji niha de mesajên bi vî rengî bi ser rejîmê ve dide û taleb dike ku ji derveyî wê hemû hêzên biyanî ji wir vekişin. Ji bo jinavêrakirina rasteqiniya Kurdistanê, ew dansa siyasî ya ku TC bi Rûsya û DYAyê re didomîne, pir dirêj nikare bimeşe. Rasteqîniya Kurdistanê TCyê xistiye nav krîzeke kûr ya siyasî. Ji bo ku xwe ji vê krîzê xilas bike di navbera Rûsya û Amerîkayê de diçe û tê lê ev jî dê krîzê kûrtir bike. Divê ku Tevgera Siyasî ya Kurd vê bibîne û xwe amade bike ji bo şerekî demdirêj.
Ew Rûsyaya ku li herêmê siyaseteke statukoparêz dimeşîne, sînorên dewletên heyî dipîrozîne. Nêzikayîtêdana wê li hember miletê kurd nêzikayîtêdaneke wisa ye ku van sînoran esas digire. Ji ber vê, hevkariyeke stratejîk di navbera Rûsya û partiyên siyasî yên kurdistanî de, qet nebe ji bo aniha ne mumkin e. Lê ji ber ku dibêje di nav van sînorên heyî de ji xelqê kurd re rêzgir e, hevkariyên taktîkî mumkin e.

Bi hezkirin, silav, ewleyî û piştgirî ..
Mezopotamya Ajansı/Mehmet Halit Çetinbaş