Rojhelatê Kurdistanê (1)

Rojhelatê Kurdistanê (1)

Fuat Önen
-1-
Ev çend roj in li Rojhelatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê pêşandanên girseyî li dar dikevin. Sedem ekonomîk xwîya dike û buhakirina nirxê neftê li pêş e. Lê ev tene xwîyang e. Bi salan e rejîmeke otoriter û totaliter hilma civaka Rojhelatê Kurdistanê û îranê çikandî ye. Çalakîyên girseyî bi taybetî li dewletên dagirker û totaliter carekê dest pê bike mirov nizane dê bi kîjan alî ve biherike û dê çi rengî bigire. Bi sedem ku rejîm her pêşandaneke girseyî weke fermana mirina xwe dibîne û tu carî li rêyên aştîyane û dîalogê nafikire. Çakûç di destê wan de ye û herkes ji bo wan weke mîx xwîya dike. Ji alîyê din ve girse jî di nav çalakîyan de têne guhertin û gelek car sedemên destpêkê dibin teferûat. Talebên nuh, hedefên nuh li qadên çalakîyan serwer dibe. Ji ber vê yekê divê em bi baldarî , hestîyarî û îhtîyat nêzîkî van bûyeran bibin.

Ji bo me ya girîng dahatûya Rojhelatê Kurdistanê ye. Tecrubeyên sed salan ew e ku kengî van her çar dewletên dagirker di qeyranên sîyasî re derbas dibin, fatûreya wê ji gelê me re derdikeve. Lê li alîyê din ji bo neteweyê me ji bin nîrê dagirkerîyê derkeve jî divê ev dewletên han di nav qeyranên kûr de bin. Ango rewşên wisa ji bo me hem derfetan hem jî xeterîyên xurt dihewîne. Bi ya min sîyasetmedarî jî ew e ku balansa derfet û xeterîyan baş bi rê ve bibe. Ango derfetan nerevîne û gelê me ji xeterîyan biparêze.

Partîyên Rojhelatê Kurdistanê (PAK;PDK-Î) bang li gele me yê Rojhelat dike ku tev li pêşandanan bibin û talebên neteweyî derxînin pêş. Bê qeyd û şerd em bi gelê xwe û partîyên wan î welatperwer re ne. Lê em hewce dibinin ku bêjin ji tecrubeyên Başûr (bi taybetî yên salên 1990-2003) û tecrubeyên Rojava (yên 2011-2019) ders wergirin. Balansa derfet û xetereyan ji çav nerevînin. Berteka dewleta Îranê li hemberî van pêşandana dê li Kurdistanê û Îranê ne weke hev be. Divê ev neyê ji bîr kirin.

Ev nêzî 20 salî ye ku em dibêjin em di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de ne û Kurdistan bi her çar parçeyên xwe dê welatê navendî yê vî şerî be li herêmê. Di vî şerî de tenha bi perspektîfa desthilatdarîyê em dikarin bibin aktorekî sîyasî. Ger asoya me bi sînorên dewletên dagirker ve bisînorkirîbe em ê tu caran nebin aktorekî sîyasî. Di vî şerî de, di serî de dewletên cîhanê yên zirhêz û dewletên dagirkerên Kurdistanê xwedî hesabên kolonyal û emperyal in. Ji bo em ji wan re nebin alav û ji hedefên xwe dûr nekevin pêwîst e em xwedî hesabekî neteweyî yê bilind, stratejik û hevpar bin. Îro ji her roj bêtir em nêzîkî vê hedefê ne. Başûr xwedî statuyeke meşru ye. Bi refrandûma serxwebûnê asta hedefa neteweyê me bilind kiriye. Li cîhanê weke rêvebirîya Başûrê welatê me tê pêşwazîkirin. Rojava di pêvajoyeke xerternak re derbas dibe. Sê dewletên dagirker (Tirkîye, îran, Sûrîye) bi hev re dixwazin bêhnê lê biçikînin. Lê vê carê li cîhanê bi tenê neman. Beşek ji Dewleta DYA, bi giştî dewletên Ewropa û ji her alîyê cîhanê li dijî dagirkerîya dewleta Tirkîyê piştgirî wergirt.

Ger li Rojavayê Kurdistanê li ser hedefên neteweyî yekîtîyeke sîyasî pêk were, ji bo weke Başûr li cîhanê meşrûîyeteke neteweyî negire tu sedem nîn e. Kîjan parçe di rîzgarîya neteweyî de gava bi pêş ve bavêje ew ji parçeyên din re piştgeheke xurt e. Mixabin di vê pêvajoya hestîyar de hêvî ji Bakur ne zêde ye. Kontrola dewletê li ser tevgera sîyasî li Bakurê Kurdistanê xurt e. Di şerdên ku dewleta Tirkîyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund dimeşîne, tevgera legal ya bi ser PKK ve di bin bandora partîyeke Tirkîyê de ye. Û hinek partîyên me yên din jî bûne dûvikê vê partîyê. Di demeke kurt de şikandina kontrola dewleta Tirkîyê li ser tevgera sîyasî zehmet e. Lê em dizanin ku gele Bakurê Kurdistanê di her şerd û mercan de berxwedêrîya xwe nişan daye. Potansîyeleke neteweyî û berxwedêr heye. Kêşe organize kirin û birêvebirina vê potansîyelê ye.

Partîyên me yên Rojhelatê Kurdistanê divê di vê çarçoweya fireh û Kurdistanî te tevbigerin. Dilê me li Rojhelatê welatê me diavêje.
Ji dagirkeran re mirin!
Ji têkoşer û çalakvanê Rojhelatê welatê me re şan û şeref!!