Fuat Önen
Opozisyona dewletên dagirker ú Tevgera Rizgarîya Kurdistanê
Em ne opozisyona dewletên dagirker in. Em li ser xaka xwe doza deshilatdarîyê dikin. Dixwazin dawî li dagirkerîyê bînin. Di têkilîyên xwe opozisyona dewletên dagirker de divê em vêya ji bîr nekin.
Bi tecrubeyê dehan sal em dizanin ku bi gelemperî opozisyona van dewletan jî dagirker in. Doza wan bi dest xistina desthilatdarîya dewleta wan e.
Di kêşeya Kurdistanê de cudahîya opozisyon û desthilatiya van dewletan tuneye. Weke nimûne îro li Súrîyê kîjan hêza opozisyonê di mijara Kurdistanê de mafê dewlet bûyina me diparêzin? Ne yek jî. Heman tişt li Tirkîyê, îranê ú Iraqê jî derbasbar e.
Ji ber vê yekê li Rojhelatê Kurdistanê jî divê partîyên me yên sîyasî ne weke parçeyek ji opozisyonê lê weke talibê desthilatiya Kurdistanê tev bigerin. Tecrubeya darbeya Xomeynî li ber me ye. Di mijara Kurdistanê de birayê Şahê Ecem bû.
Helbet şerê navxweyî yên van dewletên dagirker derfetan ji tevgera rizgarîya Kurdistanê re derdixe holê. Belku weke paradoks xwîya bike lê ji bo em ji van derfetan fêde werbigrin divê em nebin parçeyek ji opozisyona dewletên dagirker.
EM EM in ango talibê desthilata welatê xwe ne. EM ne ji wan in û ne ji opozisyona wan in. Ú EM ne opozisyona wan in jî.
Têkilîyên me ú wan ne têkilîyê xwişk û biratîyê lê têkilîyê cirantîyê ye. Heta vê rojê me cîrantîyeke xerab bihurt. Bi sedem ku ciranên me di heman demê de dagirkerën me bún. Em doza wekhevmafıyê ango mafê dewlet búyinê dikin. Kî vî mafî binpê bike dagirker ú jenosîdkar e. Çi desthilat çi opozisyon.
Ger doza hevkarîyê li me tê kirin divê mafê dewlet bûyina me teslîm bikin.
Bila kes kesî nexapîne. Kêşe kêşeya dewlet bûyina Kurdistanê ye.
Dilê me li Rojhelatê welatê me diavêje.
Dilê me li Sanandajê, Mahabadê diavêje.
Ji dagirkeran ré mirin!
Jî Rojhelatê Kurdistanê re serkeftin!