DESTHİLANÎN FERECA XÊRÊ YE

DESTHİLANÎN FERECA XÊRÊ YE

Fuat Önen

1- Biryara vekişandina ji Rojavayê Kurdistanê, rê li parçebûna sîyaseta navxweyî ya DYA yê vekir. Nuha di mijara Rojavayê Kurdistanê de du DYA hene. Ev jî ji nuh de, di sazkirina Rojhelata Nêzîk û Navîn de girîngîya Kurdistanê nişan dide. Dînamîkên Kurdistanê û girîngîya jeo-stratejîka Kurdistanê ji mûhayeleya sinifa sîyaseta me gelek wêdetir e.

2- DYA dewleteke emperyal û zirhêz e. Têkilîyên wan bi terefên xeyrî wan re li ser berjewendîyên wan û stratejîya wan a zirhêzî ye. Di têkilîyên bi wan re cîyê gazindan nîn e. Trump ne kesekî ji eşîreke Kurdistanê ye ku em doza bi cîh anîna sozan lê bikin.

3- Karesatên ku li Kerkûkê û li Efrînê rûdan, diviyabû bi me bida fahm kirin ku DYA ne ew evserên ku li sehayê ne. Sozên devkî û bi taybetî yên leşker û personelên îstîxbaratê ji bo tu dewletan ne sened in. Li Başûr û Rojavayê welatê me sinifa me ya sîyasetê diviyabû vê rastîyê bizanibin. Ji Reqayê heta Mûsilê bi hezaran şervanên me hatine kuştin di operasyonên DYAyê de. Rojekê tenê rayedarekî fermî yê DYAyê negotiye ku parastina Kurdistanê li hemberî êrîşên ji derve erka me ye. Têkilî di asta ekonomik û leşkerî de maye lê tu garantîyên sîyasî nehatiye sitendin. Ev ne kêşeya sîyaseta DYAyê lê kêşeya sîyaseta me ye û tunebûna hişmendîya dewletbûyînê bi sinifa me ya sîyasetê nişan dide.

4- Şerekî dûrûdirêj li bende me ye. 15-20 salên li pêşîya me ev şer dê bi gurtir bidome. Dem ne dema bêhêvîtîyê ye lê dema li xwe haybûyinê û ji nuh de organizebûyinê ye. Terza sîyaseta heyî pêşî li me xetimandî ye û em bi xeterên mezin re rûbirû hêştiye. Li Kurdistanê tesawûrkirina dewletên partîyî, xurtayîya desthilatî û hişmendîya partîyî, lawazîya hişmendîya dewletbûyînê û desthilatîya navendî di serî de ji bo wan partîyan û ji bo miletê me xwekujî ye.

5- Divê li hember van hicûmên dagirkeriyê bereyeke berxwedêr bê avakirin. Tu parçeyê Kurdistanê ne malê tu partîyê ye. Hicûm jî ne tenê li ser partîyekê ye. Axa ku tûşî hicûmên dagirkerane dibe axa ME ye. Parastina wê jî erka ME ye. Duh li Kerkûk û Efrînê wisa bû îro jî li Rojhelatê Ferêt wisa ye.

6- Divê DYAyê bizanibe ku ew li Rojhelatê Ferêt ME bi tenê bihêle ew jî dê li Reqayê, Mûsilê û li her deverê Kurdistanê bê ME bimîne. Divê PYD vê yekê bi zimanekî fesîh ji muxatabê xwe re beje.

7- Divê demildest sinorê nabêna Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji holê rabe û çûyina Rojavayê Kurdistanê ji her partî, kesayet û sazîyên Kurdistanê re vekirî be. Û divê PYD dev ji hikumranîya partîtî berde, desthilatiya Rojavayê Kurdistanê bi hêzên Kurdistanî re parve bike.

8- Li her parçeyê Kurdistanê divê dev ji sîyaseta parastina yekîtîya axa dewletên dagirker bê beradan. Erka me parastina yekîtîya axa Kurdistanê ye.

9- Li Bakurê Kurdistanê, dewlet dê hîn bi tundtir were ser welatperweran, divê li her derê, avakirina komîteyên parastinê, di rojeva me de be.

10- Em hîna baş pê nizanin ku Dewleta Tirkîyê û DYAyê li ser çi li hev kirine û ev operasyona dagirkerane dê li ku bisekine. Dewletên Ewrûpî û Rusya dê çi helwest bigirin. Lê dewletên emperyal bi çi awayî biryar bidin û li ser berjewendîyên xwe çi rê bidin Dewleta Tirkîyê jî, çareserî bi hişê dewletbûyînê, bi hedefên neteweyî û Kurdistanî avakirina bereyeke berxwedêr e. Weke her car em dibêjin:
DESTHİLANÎN FERECA XÊRÊ YE.