KURDÎZADE AHMED RAMİZ (1878-1940)

KURDÎZADE AHMED RAMİZ (1878-1940)

Seîd VEROJ

Dema behsa weşangerî û perwerdeyîya bi zimanê kurdî bête kirin, navên ku pêşîyê werin jimartin, bêguman yek ji wan Ahmed Ramiz e. Ji destpêka sedsala bîstan ve heta mirinê, hemû jîyana wî bi mijûlayîya xebat û sîyaseta kurdînîyê re derbas bûye. Ew ne tenê weşangerekî sereke yê weşangerîya Kurdî bû, herweha damezirêner û xebatkarekî aktîf ê Cemîyeta Azmê Qewî ya Kurdistanê (CAQK) bûye.

Li gor zanîn û belgenameyên berdest, CAQK yekemîn rêxitina modern a Kurd e ku di sala 1900î de, bi serokatîya Fikrî Efendîyê Dîyarbekirî hetîye damezirandin û Ahmed Ramizê Liceyî jî yek ji damezirêner û endamê çalak ê vê rêxistinê bûye. Ahmed Ramiz, di destpêka sedsala bîstan de yek ji wan kesên sereke û navdarê tevgera Kurd e ku bi xebatên xwe yên rêxistinî, nivîskarî, rewşenbîrî, weşangerî û sîyasî tête naskirin. Wî, bi xebatên xwe yên li ser perwerdeyî, weşangerî û çapemenîyê, ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, xizmetên gelek girîng kirine. Ev xebat û xizmetên wî, di rêya hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya Kurd de, pêngavên pirr girîng in. Em dikarin bibêjin ku bi rêya xebatên weşangerî û çapemenîyê, pêşxistina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, parçeyek ji hewldan û armanca peydakirina zimanekê hevpar û neteweyî ye.

Kurdîzade Ahmed Ramiz, digel xebata xwe ya nav rêxistin û sîyaseta Kurdan, muxalifekî dijwar ê dema îstibdada Ahbulhemîd û piştî ragehandina Meşrûtîyeta Duyem jî yê rêxistina Îtihad û Teraqî bû. Desthilatdar û rêvebirên her du dewran jî, ji ber xebatên wî, ew tawanbar kirine û ji Îstenbolê dûrxistine, nefî kirine. Di dema îstibdadê de, di sala 1904an de, ew nefîyê Qehîreya Misrê kirine; di dema desthilatdarîya Îtihad û Teraqîyê de, bi berdewamî gef li wî xwarine û di serê sala 1912an de jî, ew, nefîyê bajarê Kastamonuyê kirine.

Ew, bi van xebatên xwe yên pirralî, bûye yek ji tevkarên sereke yê avakirina nasnameya neteweyî ya kurd. Wî ji bo biserxistina armanca xwe ya neteweyî, hemû teklîfên bona meqam, bertîl û rişweta rêvebirên Îstibdada Abdulhemîd, zordestîya Îtihad û Teraqî û komara Kemalîst red kirine. Xebata ji bo hişyarkirin û xizmeta miletê kurd, di ser hemû berjewendîyên şexsî û grubî de dîtîye, ji ber vê, bûye mexdûrê her cûreyê zixt û cezayên desthilatdarîya sîyasîya wê demê.

Eger tarîxa ji dayikbûn û mirina Ahmed Ramîz rast be, wî, di 64 salîya xwe de ji nav me koç kirîye. Di nav vê muddeta jîyanê de, bi tevî hemû tengasî û astengîyan, xem û xîyala wî, xebat û xizmeta wî ji bo hişyarkirin û azadîya miletê Kurd bûye. Di vê rê de, ji tu fedekarîyê xwe nedaye paş, ew ji dil û can xwebexşê doza rewa ya milletê Kurd bû. Lewma di Reşbelekê de gotîye: “Eger emrê min bihatana firotin bêtereddud minê bifirota, di riya Kurdan da serf bikira.”