SED SAL TÊKOŞÎNA NIVÎSKÎ

SED SAL TÊKOŞÎNA NIVÎSKÎ

M. MALMÎSANIJ

(…) Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di sala 1898an de li Qahîreyê hat weşandin. Wê gavê Împeratoriya Osmanî bi şêweyeke otokratîk û despot dihat îdarekirin. Lêbelê li dijî Sultan mixalefeteke xurt hebû. Di destpêka sedsala 19an de Turkiye, Yewnanistan, Arnawudistan, Bulgaristan, Yugoslavya, Bosna-Hersek, Lîbya, Misir, Erebistana Siûdî, Îsraîl, Libnan, Urdun, Îraq û Sûriyeya iro di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de bûn.Yanî yewnanî, arnawud, bulgar, sirb, ereb, cuhî, kurd, ermenî, asûrî, laz, çerkez di bin hukumdariya vê împeratoriyê de bûn. Hin ji van xelkan di sedsala 19an de ji bo serxwebûnê şer kir û bi alîkariya dewletên ewrûpî yên mezin jî serxwebûna xwe bi dest xistin; bo nimûne yewnaniyan. Hinên mayî jî bi taybetî xelkên îsewî (xirîstîyan) têkoşîna xwe li dijî Împeratoriya Osmanî, ji bo serxwebûn an jî otonomî domandin; bo nimûne sirb, bulgar û ermenî. Piştre ji tevgera xelkên misilman, tevgera millî ya ereban li dijî osmaniyan dest pê kir. Gelek roşnbîr û neteweperwerên van xelkan piştgiriya mixalefeta li dijî Sultan dikir. Lê kesên mixalif bi cezayên giran dihatin mehkûmkirin û sirgûnê welatên dûr dibûn; wek Lîbya û Erebistana Siûdî. Kurdê ku li Qahîreyê rojnameya Kurdistan derxist yek ji wan mixalifan bû. Wê gavê gelek kes ji wan mixalifan li Misirê dijiya; yên ku ji cihên sirgûnê reviyabûn li bajarên mîna Qahîre, Parîs, London, Zurîh û Romayê bi cih bûbûn.

Ji ber ku Miqdad Bedirxan ê ku rojnameya Kurdistan derdixist nexweş ket, birayê wî Ebdurehmanî berpirsiyariya rojnameyê ji hejmara pêncan pêve girt ser xwe. Ebdurrehmanî pêşî li Zurîhê, paşê li Qahîreyê, piştre li London û Folkstonê heta bi hejmara 31ê ev rojname derxist.

Civaka kurdî, civakeke feodal bû û kurd bi sultanê osmaniyan re sadiq bûn; herweha li gorê wê demê paş de mabûn. Tevgera millî li cem kurdan, li gor xelkên ku min destnîşan kirin, derengtir dest pê kir. Herweha rojnamegeriya kurdî jî bi giştî bi tevgera millî re mil bi mil pêş ketiye. Yanî kurdan piştî yewnan, ermenî û arnawudan rojname derxistine. Kurd ji van xelkên diyarkirî bi şûn de û osmanî jî ji milletên rojavayê bi şûn de bûn. Bo nimûne, sala 1454an Gutenberg kitêba pêşîn çap kir. Li çapxaneya Îbrahîm Muteferrîka -ku çapxaneya pêşîn a osmaniyan bû- sala 1729an kitêba pêşîn hate çapkirin (yanî piştî 275 salan).

Kitêba kurdî ya pêşîn a ku bi herfên erebî li Istanbûlê, di sala 1844an de hat çapkirin dîwana sofîyê navdar ê kurd Mewlana Xalidê Neqşîbendî bû. Kitêba kurdî ya ewil a bi herfên ermenî, încîlek bû ku di sala 1857an de hat çapkirin.

Di sala 1861ê de bi herfên alfabeya ermeniyan alfebeyeke kurdî li Istanbûlê hat çapkirin. Alfabeya kurdî ya bi herfên erebî di 1909an de lê a bi herfên latînî (a Celadet Bedirxan) di 1932an de hat çapkirin (berî wê, di 1929an de li Rewanê bi navê ”Ronayî : Kitêba Ewl Zmanê Kirmançî” kitêba Î. Marogulov û Dramvyanî derketibû).

Heçî rojnamegerî ye, rojnameya pêşîn a bi tirkî Takvim-i Vakayi sala 1831ê (yanî 222 salan piştî derketina rojnameya pêşîn a almanî) derket. Û wek min berê gotibû rojnameya kurdî ya pêşîn di sala 1898an de, yanî ji ya tirkî jî bi derengtir hatibû weşandin.

Bedirxaniyan piştî rojnameya Kurdistanê di sala 1900î de li Qahîreyê rojnameyeke din jî derxist. Di sala 1908an de li Turkiyeyê şoreşek burjuva-demokrat çêbû û îdareyek meşrûtî saz bû. Di eynî salê de kurdan cara yekemîn li Istanbûlê komeleyek millî ava kir û sê rojname derxistin. Di sala 1909an de li Kurdistanê, li Diyarbekirê, cara yekemîn di rojnameyekê de tekstên kurdî hatin weşandin.

Lêbelê di sala 1909an de rojnameyên kurdan hatin qedexekirin û berpirsiyarên wan hatin girtin û teqîbkirin. Pîremêrd (M. Tewfîq]) û Sureyya Bedirxan bi daxwaza îdamê hatin mehkemekirin. Sureyya bi îdamê mehkûm kirin lê paşê cezaya wî hate guhertin û ew sirgûn kirin.

Di sala 1913an de li Istanbûlê sê kovarên din hatin weşandin. Di sala 1914an de li beşê Asyayê, li rojhelatê Împeratoriya Osmaniyan, li Bexdadê cara yekemîn kovarek kurdî hate weşandin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem rewş hinek hatibû guhertin. Hêza osmaniyan kêm bûbû. Îngilîzan Kurdistana Iraqê ya îro û frensiyan Kurdistana Sûriyeyê ya îro dagir kiribû. Paşê, gava tirk mexlûb bûn îngilîzan Istanbûl jî dagir kir. Kurdan nîsbeten ji bêhêzketina osmaniyan îstîfade kir û di navbera salên 1917-1920î de sê kovar li Istanbûlê, yek li Qahîreyê û yek jî li Diyarbekirê derxistin.

Siyaseta îngilîzên ku Iraq û Kurdistana Başûr xistibû bin destê xwe ji ya tirkan cihê bû. Şûna ku kurdî qedexe bikin, wan di bin kontrola xwe de, li Silêmanî û Bexdadê ji bo propagandaya xwe û kêrî xwe dest bi weşana kovarên kurdî kir. Wan propagandaya xwe bi kurdî dikir. Di navbera salên 1918-1925an de bi kêmasî sê kovar derxistin. Li başûrê Kurdistanê kurdan li dijî îngilîzan, di bin rêberiya Şêx Mehmûdê Berzencî de şer dikir. Şêx demekê xwe melîkê Kurdistanê îlan kir. Di navbera salên 1922-1927an de kurdan li Silêmanî û Bexdadê heft kovar derxistin. Li başûrê Kurdistanê weşana rojname û kovarên kurdî dom kir. Ez dê li vir bêtir li ser Kurdistana Bakur rawestim. Min dixwest ez behsa çapemeniya kurdî ya li beşên Iraq, Îran, Sûriye û Ermenistanê jî bikim lê mixabin ji ber nebûna wext ez nikarim.

Em vegerin bakurê Kurdistanê: Di sala 1923yan de îngilîzan û tirkan li gorî lihevhatinekê, di navbera xwe de Kurdistan parve kirin. Bakurê Kurdistanê dan tirkan, Başûr ji îngilîzan û Başûrê Rojava ji frensiyan re hiştin.

Rejîma tirkan ji sala 1924an û pêve nivîsandin û axaftina kurdî (ji bilî li malê) qedexe kirin. Rejîma nuh herweha gotinên ”kurd” û ”Kurdistan”ê jî qedexe kirin û ji kitêb û xerîteyan derxistin. Rejîmê îddîa dikir ku kurd tirk in. Ecêb e ku rêvebirên Komara Tirkyeyê di pirsa zimanî de ji osmaniyan paşverûtir û şoventir bûn. Bo nimûne, Dewleta Osmaniyan rojnameya xwe ya pêşîn a resmî, Takvim-i Vakayi piştî 1839an him bi tirkî him jî bi erebî, yewnanî û ermenî weşandin.

Li dijî zordestiya dewleta tirk gava kurdan daxwaza mafên xwe kirin, gelek serhildan çêbûn, di salên 1925, 1927-30 û 1937-38an de şerên dijwar pêk hatin, bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi sed hezaran kurd hatin sirgûnkirin bo derveyî Kurdistanê.

Li Turkiyeyê, Mustafa Kemalê ku rejîmek despot û bi takepartî saz kribû, “takeşef” hat îlankirin û heta mirina xwe -sala 1938an- li ser hukum ma. Piştî mirina wî Îsmet Înönü “şefê millî” hat îlankirin. Heta sala 1946an Turkiye ji alî şefek û partiyek hate îdarekirin. Di sala 1946an de hin partiyên din hatin damezrandin. Di wan salên bi zilm, tirs û xof de çu rojnameyek an jî kovarek kurdî li Turkiyeyê nehate çapkirin, heta sala 1948an. Piştî sala 1948an kurdan bi zimanê tirkî çend kovar derxistin lê ne mimkin bû ku tekstên kurdî bêne weşandin; bi tenê bi awayekî endîrekt behsa kurdan dihat kirin. Di sala 1960î de qanûna esasî ya Turkiyeyê hat guhertin û hin mafên demokratîk pê re hatin qebûl kirin. Bi wê qanûna esasî re, piştî 40 salan cara yekemîn kurdan di navbera salên 1962-1970î de bi zimanê tirkî û kurdî hin kovar li Istanbûlê derxistin. Lêbelê hemî hatin qedexekirin û berpirsiyarên wan hatin girtin.

Di sala 1965an de rewş hate guhertin; piştî 45 salan kurdan ji nû ve dest bi avakirina rêxistinên demokratîk û siyasî kirin. Van rêxistinan bi awayekî periyodîk kovar derxistin. Hin ji wan legal hin jî îllegal bûn. Lê yên legal jî piştî middetekê dihatin qedexekirin. Di salên navbera 1975-1980î de bîst kovar û rojnameyên weha li Turkiyeyê hatin derxistin. Gava ku di sala 1980î de ordiyê dest danî ser îqtîdarê ew kovar û rojname hemî hatin qedexekirin û nema derketin.

Ez dixwazim behsa hin xusûsiyetên wan kovar û rojnameyên ku di wê periyoda behskirî de hatine derxistin bikim. Gelo bi çi awayî ew kovar û rojname hatin weşandin, belavkirin û xwendin?

Ya yekê gelo ew weşan çawan bûn? Ya duyem miameleyeke çawan didîtin? Yanî polîs û dadgehên dewletê li hember wan kovar û rojnameyan çi dikir? Xwendevanan reaksiyoneke çawan nîşan dida?

Heke em bi cihê çapê dest pê bikin: Weşanên legal carina li Kurdistanê lê bi giştî li Istanbûlê an jî li Ankarayê dihatin çapkirin. Weşanên îllegal ne li çapxaneyan lê bi daktîlo dihatin nivîsîn û paşê dihatin zêdekirin.

Zimanê weşanan bi giştî bi tirkî bû. Di dema osmaniyan de di rojname û kovarên kurdî de ciyê kurdî zêdetir bû. Di weşanên piştî sala 1970î de jî kurdî roj bi roj zêde dibû. Piraniya rojname û kovarên ku di wê demê de hatin derxistin bi kurdî-tirkî (kurdî û tirkî) bûn. Heta sala 1980î bi tenê kovarek ku bi temamî bi kurdî bû hate derxistin: Tîrêj. Û herweha heta nuha li Turkiye û Kurdistanê bi tenha ev kovar wek kovareke edebî derketiye. Ez pê kêfxweş im ku ez yek ji wan kesan im ku di derxistina vê kovarê de beşdar bûne.

Ji ber ku kurdî qedexe ye di warê zimanê nivîskî de hin gelş hene. Ji hêlek piraniya kesên ku bi kurdî dinivîsin ji ber ku çu car di dibistanan de bi zimanê daykê nexwendine, gava dixwazin li ser gelşên rojane binivîsin pêrgî dijwariyan dibin; ji hêla din xwendevan di xwendin û fêmkirinê de pêrgî zehmetiyan dibin. Herweha gelşên termînolojî hene. Bo nimûne, di maneya gotinên frensizî wek journal, gazette, hebdomadaire, magazine, revue, feuille bi tenê du gotinên kurdî rojname û kovar (bi kurdîya Başûr govar) têne bikaranîn. Herweha divê ez bibêjim ku gotina ”govar” cara pêşîn piştî sala 1926an hatiye bikaranîn.

Kesên ku rojname û kovarên kurdî derxistine ne kesên rojnamevan bûn ku li xwendegehan rojnamegerî xwendibin, piraniya wan ew kes bûn ku bi siyasetê ve mijûl dibûn. Hema bêje hemî amator bûn. Di nav rojnameyên kurdî de rojnameyên rojane tune ne. Piraniya wan mehane, hin jî ji panzdeh rojan carekê an jî heftane derdikevin.

Ji ber ku ew rojname û kovar nikarin muxabirên profesyonel bidin xebitandin tê de nûçêyên bûyerên aktuel pir kêm tên nivîsîn. Gelek caran bi meqaleyên dirêj tije ne.

Bi taybetî ji ber tadeya dewletê û qedexekirinê, jiyana weşanên perîyodîk ên kurdî pir kurt e. Bo nimûne, çar heb ji wan bi tenê hejmarek derketin. Yên ku ji deh hejmaran zêdetir derketine şeş heb in; yên ku ji bîst hejmarê zêdetir derketine sê ne û ji wan dido di dema osmaniyan de derketine. Kovara ku -heta 1980yî- herî jiyandirêj bû, bi 44 hejmaran Özgürlük Yolu bû.

Ji ber gumana ku dê neyên derxistin û ji ber tirsê, abonetî ne gelekî zêde bû.

Hema bêje li paş hemiyan rêxistinek siyasî hebûye. Ji ber ku kurdî qedexe ye û mirov nikare ji weşanên kurdî pere kar (qezenc) bike, kes û dezgehên ne siyasî bi vî karî mijûl nabin. Yanî ji ber vî sebebî hêla tîcarî ya karê rojnamegeriyê pêş de naçe.

Ji ber qedexebûnê hemî çapxane jî weşanên kurdî çap nakin. Ji ber ku mimkin e bêne cezakirin. Hin kurdan ji bo helkirina vê gelşê, xwestine çapxane bikirrin. Bo nimûne, konsolosê osmaniyan li Genevê (Cenevreyê), di 14ê Gulana 1904an de di nivîseke resmî de dinivîse ku wî xeber stendiye ku Evdirehman Bedirxan û Ebdullah Cevdetî ji Almanyayê makîneyeke çapê ya mobîl siparîş kirine, dixwazin çapxaneyek li Genevê vekin û dest bi tîcaretê bikin.

Di sala 1919an de piştî ku çapxaneyek kirrî, Ekrem Cemîl Paşa li Diyarbekirê dest bi derxistina rojnameya Gazî kir. Dibe ku ev li Kurdistanê çapxaneya kurdî ya herî pêşîn be. Di sala 1959an de Musa Anterî çapxaneyek kirrî û kovara Mezopotamya di wê çapxaneyê de, li Diyarbekirê çap kir. Li başûrê Kurdistanê rojnamevan Huseyîn Huznî Mukriyanî û Pîremêrd xwediyê çapxaneyekê bûn. Li Kurdistana Rojhelatê, di dema Komara Kurdistanê de çapxaneya hikûmeta kurdan hebû. Li çiyê, li şikeftan jî rojname û kovar hatine çapkirin. Nimûneyeke balkêş rojnameya Bangî Kurdistan e ku di sala 1922an de derket. Gava ku di navbera kurdan û îngilîzên kolonyalîst de nakokî derketin, îngilîzan bajarê Silêmanî da ber bombeyan. Ji ber vê yekê serokê kurdan Şêx Mehmûd û alîgirên wî berê xwe dan çiya. Di Şikefta Ceseneyê (Eşkewtî Cesene) de bi cih bûn û ev şikeft wek merkeza ordiya kurdan bi kar anîn. Gava çûn çiyê çapxaneya xwe ji bîr nekirin, bi xwe re birin. Di vê şikeftê de Bangî Kurdistan çap kirin. Di dema şerê pêşmergayetî de jî -ku di salên 1960î de dest pê kiribû- hin kovar li başûr, rojhelat û bakurê Kurdistanê hatin derxistin. Çi bigre hemî kovarên siyasî bûn.

Qedexekirin û zordarî bi xwe re hin fenomenên balkêş peyda dike. Yek ji wan gelşa nasnavê (pseudonym) ye. Gelek nivîskar û rojnamevanên kurdan di şûna navê xwe yê rastî de nasnavan bi kar tînin. Helbet hin semedên din jî hene ku ev insan nasnavan bi kar tînin lê yek ji wan, tirsa ku dê bên naskirin e. Hin nivîskar û rojnamevanan gelek nasnav bi kar anîne. Bo nimûne, bi qasî ku min tesbît kirîye, şaîr û rojnamevanê kurd Pîremêrd herî kêm 24 nasnav bi kar anîne. Ji ber ku hin rojnamevan û nivîskaran di dema xwe de nasnav bi kar anîne hîn jî em nizanin ka ew kî ne. Yanî ew demekê dirêjtir ji daxwaza xwe nenas mane!

Guhdarên hêja,

Ji tiştên ku heta nuha min behs kir tê fêmkirin ku qedexe û sansur bo çapemeniya kurdî gelşên sereke ne.

Dewleta tirk ji çapemeniyê gelekî ditirse. Dewlet gelekî bêedaletî dike loma ditirse. Ji rojnamevanên kurd vediciniqe. Dewleta tirk bi hemî awayî hewl dide, tedbîran digire da ku rojname û kovarên kurdî negihîjin destê xwendevanan.

Heke em sansura xwebixweyî (otosansur) deynin aliyekî, mirov dikare tedbîrên jêrîn diyar bike:
Di qanûnan de bendên cezayan dihêne danîn da kesên ku di weşanên kurdî de dinivîsin, wan çap dikin, belav dikin û dixwînin bêne cezakirin. Kovar û rojname carina tên sansurkirin. Bo nimûne, hin beş ji nivîsê tên derxistin û tê nivîsîn ku çend rêz jê derxistine, an jî cihê ku ketiye ber sansurê vala dimîne.

Azadiya fikirî û çapemenî, ji bo medeniyetê wek pêşketinên herî mezin tên qebûlkirin, lê çi heyf ku ne berê ne jî nuha ev azadî li Turkiyeyê tune ne.

Heke digel hemî dijwariyan rojnameyên kurdî bêne çapkirin, vêca polîs wan dide ber hev. Gef li rojnamevanên kurdî tên xwarin, ew tên girtin, tên mehkemekirin, tên revandin, tên teqîbkirin, eşkence li wan tê kirin, tên birîndarkirin û carina tên kuştin jî. Nimûneyên weha hene: Rojnamevan Kemal Fevzî di sala 1925an de hat îdamkirin. Berpirsiyarê kovara Kawa, Huseyîn Şen, bi eşkenceyê hat kuştin. Musa Anter ku di gelek kovarên kurdî de xebitiye, di heftê û çar saliya xwe de ji alî hêzên nihênîyên dewleta Turkiyeyê hat kuştin. Û em dizanin ku gelek rojnamevanên din di van salên dawîn de hatine kuştin.

Belavkirina weşanan jî bi serê xwe problem e. Şîrketên belavkirinê û postexane weşanên kurdî belav nakin. Pirî caran xortên milîtan, hetta carina zarok jî bi vî karî radibin. Heke rojnameyek ji alî rêxistinekê ve bête derxistin, endam û alîgirên wê wê belav dikin. Ev xebat gelek caran bi awayekî nihênî dibe. Rojname yan jî kovarên kurdî gava ku li mala xwendevanekî bêne dîtin ji alî polîs ve ew wek delîlên sûcdariyê tên bikaranîn.

Kovar û rojnameyên kurdî çiqas tên xwendin? Çu îstatîstîk û lêkolîn di vî warî de tune ye lê em dizanin ku kurdî ji tirkî kêmtir tê xwendin, ji ber ku kurdên ku dikarin bi kurdî bixwînin ne gelek in.

Derheqê tîraja kovar û rojnameyên kurdî de tu agahdarî nîne. Lê derheqê çend heban de hin agahdarî hene. Di rojnameya Kurdistan (rojnameya pêşîn) de hatiye nivîsîn ku ji her hejmarê 2000 heb belaş tên şiyandin bo Kurdistanê. Tîraja kovar û rojnameyên ku di salên 1970î de derketin, di navbera 5000 û 40 000î de bû.

Mijara nivîsên wan kovar û rojnameyan ne warek tenê bûye lê warên cihê-cihê bûne. Pirî caran naveroka wan bi nivîsên siyasî û ravekirinan dagirtî bûye.

Tiştekî din ê ku divê bête gotin ev e: Çapemeniya kurdî di bin hakimiyeta mêran de ye. Dengê jinan hema bêje qet nayê bihîstin. Lê pir kêm bin jî nimûneyên maqaleyên ku balê dikşînin ser gelşa jinan hene. Bo nimûne, ez di rojnameya Rojî Kurd a ku hîn di sala 1913an de derketiye de rastî nivîsekê bi navê “Kürtlerde Kad›n Meselesi” (Meseleya Jin Li Cem Kurdan) hatim. Lê kovarên jinan pir kêm in. Yek ji wan kovara Afret (Jin) bû ku di sala 1959an de li Bexdadê bi kurdî û erebî derdiket. Li Kurdistana Bakur, di nava berpirsiyarên kovar û rojnameyên kurdan de çu jin tune bûn. Bi tenê kovara Ala Rizgarî îstîsna ye ku berpirsiyara wê Hatîce Yaşar bû.


Dibe ku ev kurtebehsa ji dîroka çapemeniya kurdî ya ku min li vir behs kir bi zilm û zordarî û bi peyvên moralxirabkirinê dagirtî be, lê li dawiyê ez dixwazim du tiştan bînim bîra we:

A yekemîn, digel hemî kêmasî û bêimkaniyan çapemeniya kurdî ji bo pêşketina kurdiya nivîskî û ji bo zindîhiştina şiûra kollektîf a kurdan roleke pir girîng leyîstiye. Çapemeniya kurdî, heta dereceyekê, zordestiya ku rejîmên osmanî, tirk, îngilîz, iraq, îran û sûriyeyê li kurdan kiriye, qeyd kiriye.

A duwemîn, digel hemî zordestî û barbariya li Kurdistanê, peyva azad bêdeng nemaye, rojnamevanên kurdan teslîm nebûne, şerefa peyva azad parastine û diparêzin. Ji ber vê yekê em deyndarê wan in.

Ez axaftina xwe bi hêviya ku ev sal li hemî dunyayê ji bo azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê bibe sala têkoşîneke zêdetir, diqedînim. (…)*

Yê ku ji swêdî wergerandiye:
Serdar ROŞAN

  • Ev nivîs, tekstê wê axaftinê ye ku di hefteya kurdî de, di 02.03.1998an de, li Stockholmê hatiye kirin.
    Malmîsanij; “Sed Sal Têkoşîna Nivîskî”, Wergera ji swêdî: Serdar Roşan, Çira: Kovara Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Hejmar: 14, Järfälla-Sweden, Havîn 1998, r. 29-35