”Van mirovana ne ehmeq in. Ew berjewendiyên welatê xwe û neteweya xwe baş dizanin.” Yusif Zîya
Vê dokumenta li jêr hatîye weşandin, berdewamiya hevdîtinên Yusif Zîya û ataşeyê leşkerî yê Sowyet Rûsya, Şaxovskoy e.
Hevdîtin di 4ê adara 1923ê li mala Yusif Zîya beg, pêk hatîye. Hevdîtin bi heman rengî wek hevdîtinên berê, ji pirs û bersîvên Yusif Zîya û Şaxovskoy pêk hatîye. Di taliya axaftina wan de, Yusif Zîya lîsteyek rêvebirên kurd ên terefterên xwe ye, pêşkêşî Şaxovskoy dike. Ji ber ku van navên kesan, eşîr û deverên ew lê dijîn bi tîpên rûsî hatine nivîsandin, mimkun e min di wergerê de xelîtî kiribin. Heger xelîtî hebin, rica dikim, kesên navê van mirovan, eşîr û deverên ew lê dijîn, ên rast zanibin û ji min re binivîsînin, dê minetar bim.
Yusif Ziya
Dokuument – 4
4ê adara 1923ê.
Yûsif Ziya, vê carê ez li mala xwe qebûl kirim. Pirsa wî ya yekem ji min kir, ev bû:
– ”Tiştên nû hene, derheq şert û pirsên me de çi difikirin.?”
Min bersîv da, ku şertên wan tên guftûgokirin û em ê netîcên wan ji we re ragîhînin. Lê belê ji bona em karibin guftûgoyên tên kirin, hêsa bikin û bersîvêk zûtir bidin, pêwist e em derheq rewşa nû û mihtemel perspektîvên pêşketina wê, xwedi nerînek bêtir vekîrî bin. Wek numûne, (Şaxovskoy ji Yusif Zîya dipirse)[1]: çi pêwendiyên wan bi hikûmeta kurd ya li Mûsilê ya ku ji teref ingilîzan ve hatiye damezirandin û serokên wê Şêx Mehmûd û Mistefa paşa[2] ye, henin? Gelo şêx Mehmûd û Mistefa paşa xwe çawa didin nasîn?
Bersîva Yusif Zîya:[3] – ”Mejiyê vê hikûmetê general leytînant[4] Mistefa paşa yê. Ew,(berî bighêje hukûmeta kurdên başûr)[5] generalê genştab-serfermanederîya ordiya Tirkiyeyê ye. Temenî wî 60 sal e. Endamê partiya “Îttîlîyaf”ê ye. Li bajarên wek: Diyarbekir, Xerpit, Erzincan û y.w., xizmet kiriye. Piştî agirbesta Mondrosê û di dema hikûmeta Ferîd paşa de, Mistefa paşa serokê mahkema eskerî ya bilind bû; gelek endamên partiya Îttîhat a terefê ingilîzan bûn, kuşt. Ew anha wezîrê perwerdê yê hikûmeta kurd a li Mûsilê ye. Pêwendiyên min bi wî re henin.
Serokê hikûmetê şêx Mahmut ji Silêmaniyê ye; xwendina xwe jî li vî bajarî kiriye. Ew gelekî nayê naskirin û xwedîyê karaktereke lawez e. Berê terefterê tirka bû û ji bo wê jî, ji teref ingilîzan ve hate girtin. Bi wî re jî pêwendiyên min henin.
Ez ketim şikê, gelo ew (Yusif Zîya)[6] pêwendi û hevkariya bi mirovên eşkere bi ingilîzan re kardikin, bi çi awayî dinerxîne.
Yusif Zîya bersîv dide)[7]: -”Van mirovana ne ehmeq in. Ew berjewendiyên welatê xwe û netewa xwe baş dizanin. Em dihesibînin, pêkan e, em wan ikna bikin, ku em rast in û ji bona hevkariyê, wan bi alî xwe de bînin. Ez ê navên çend mirovên din ên bandora wan li ser kurdan heye, ji we re bêjim:
1. Seyid Ubêdilla – zade – Seyid Ebdikqadir – ji nav şêxên kurd yê herî berbiçav e û serokê şûraya dewletê ya berê bû. Xwedîyê bandorek mezin e. Ji Şemdinan e. Anha li Stenbolê li taxa Suadiye dimîne.
2. Şêx-ul-Îslam ê berê Heyderî – Zade. Alimekî dîni ye. Ji bajarê Silimanîyê ye, li Stenbolê li kuça Mugde dimîne.
3. Behrî-paşa-Zade-Baha-beg.
4. Ketran[8] Alî Bedirxan.
5. Hecî Musa – hema hema peşdarî hemû serhildanên kurda bûye. Nezî 30 salî li nefiyê jiya ye; anha li bajarê Mûşê dijî. Ji wezîfa qeymeqamtiyê a Hozanê hatiye avetin-ezilkirin û 8 mirovên wî hatine sêdar kirin. Van kesana peşdarî serhildana …[9]
6. Selaheddîn beg – ji ber ku peşdarî serhildana Bîdlîsê a sala 1913ê[10] bibû hate nefî kirin. Li Xerzanê dijî.
7. Cemîlê Çeto li Xerzanê.
8. Eminê Perîxanê li Beşîrî.
9. Kurê Îbrahîm paşa Mehmût beg li Wêranşahrê.
10. Kapici – zade – Mehmut efendî li Siwerekê.
11. Cûdî paşa li Siwerekê.
12. Begê xizriyan-hiziriyan[11] – Mehemed beg.
13. Begên Bîçar – Salih beg û Mehemed beg.
14. Seîc beg – Mehmûd beg û Fekîh beg. Fekîh beg ji eşîra Ardşîniya ye.
15. Begê Varto – Xalid beg, serokê eşîra Xîrotya-Hîrotya ye.
16. Serokên eşîra Hasar – Xalid beg, Hecî û Izet beg.
17. Ji eşîra Heyderan – Hisên paşa.
18. Serokê eşîra Senkar – Cemîl paşa-zade- Ekrem. Peşdarî gelek serhildanan bûye.
19. Abdul Mecîd beg ji Qerekîlîsê.
20. Lutfî Fexrî beg – berê mebûs bû.
21. Ji eşîra Şeriyaka – Ebdirehman axa. Anha girtiyê.
Pêwendiyên min bi van hemû mirovan ra heye û ji bo hemû çalakiyan amade ne.[12]
Ji ber ku mirovekî em ne li bende bûn hat, me hevpeyvîna xwe rawestand.
Enqere 5ê adarê 1923.
Wergerê dokumentê ji rûsî: Fewzî Namlî 21-04-2024
————————————————————————————————-
[1] F. Namlî
[2] Mistefa Paşayê Yemûlk ji başûrî Kurdistanê ye û li Suleymanîye bicîh bibû. F. N.
[3] F. Namlî
[4] Serbaz, teymen
[5] F. Namlî
[6] F. Namlî
[8] Mihtemele Kamûran be. F. Namlî.
[9] Kelîma tslîyê nehate xwendin. Îhtîmal e serhildana Bedlîsê 1914ê be. F. Namlî.
[10] Serhildana Bedlîsê di 1914ê de qewimî bû. F. Namlî.
[11] F. Namlî.
[12] Wer diyar e van kesayetîyên navên wan li jor hatine nivîsandin, hemû terefterê Komîta ne.