ROJA ALA KURDISTANÊ Û ÊRÎŞÊN HEMBER ŞÊX SEÎD

ROJA ALA KURDISTANÊ Û ÊRÎŞÊN HEMBER ŞÊX SEÎD

-Pirsa yekem, ez dixwazim ji kek Fûad bipirsim: Roja Ala Kurdistanê tê çi wateyê û ev hişmendîya neteweyî xwedî derketina vê rojê, em baş dizanin an kêmasî çi ye?

– Belê, di despêkê de komkujî ya Mereşê, divê em bi bîr bînin, 45 sal berê, li Mereşê, komkujîyek li ser kurdên elewî hate kirin. Wek her car, dewleta Tirkîye, kurdîtîya wan vedişêrin û tenê mesela elewîtîya wan derdixin pêş. Di eslê xwe de komkujîya Mereşê, komkujîya kurdan e û gelek însanên me bi zilm û zorek mezin hatin qetilkirin, em qesasên wan nalet dikin û wendakirîyê xwe yên li Mereşê jî bi bîr tînin. Ya duduya, 23 sal berê dewleta Tirkan bi 10 hezar esker hicûmî zindanan kirin, ji bona tecrîtê li ser wan ferz bikin, li wir jî 32 girtîyên sîyasî hatin kuştin, em wan jî bi bîr tînin.

Teorîyên Netewetî û Netewperwerîyê

Îjar em werin ser mijara Ala Rengîn. Niha gelek teorîyên netewetî û netewperwerîyê hene, bi giştî em kanin qala sê heba bikin: “Yek a avaker (Construktîvîzm), yek a Prîmordîal û ya sisîya jî Etnosembolîst e.” Bi taybet di van herdu yên dawî de, çi di Etnosembolîzmê de, çi teorîyên avaker de; sembol, ji bo miletan jî, bona miletperwerîyê jî, girîng in. Netîce; milet, yekitîya xwe bi awakî li ser van sembolna pêk tînin. Di nav van sembolan de yek jê a herî girîng jî Ala ye.

Alayên Dewletan û Alayên Miletan.

Ala jî,  bi du şiklî divê em binirxînin: “Yek, alayên dewletan û yek jî, alayên miletan.” Divê em, cûdahîyekê têxin nabêna wan. Alayên dewletan, piştî ku miletek dibe dewlet yan ji gelek pêkhateyan miletek dibe dewlet, bi awakî fermî ji xwe re alayekê hildibijêre.

Alayên miletan û alaya rengîn; alayek civakî ye, alayek dîrokî ye. Ev çend sal e li Başûrê Kurdistanê wek alayek fermî jî pêl dide, lê derketina wê ji tevgera milî derketîye û alaya rengîn em dikanin bêjin, ev 100 sal e heye. Bi îhtîmalek mezin berî alaya rengîn jî serdema mîrektîya û serdemên kevin, kurda gelek alayên cûrbecûr bi kar anîne. lê di serdema modernîtê de ala rengîn ev 100 salê wê ye.

Destpêka wê, xwe digihîjîne sala 1920an, wê çaxê grubek serxwebûnxwaz, ji Kurdistan Tealî Cemîyetî cûda bûn û Teşkîlatî Îctîmayî Cemîyetî ava kirin, wê çaxê alayek saz kirine. Piştre ew alaya komita îstîklal (Azadî) li vê alayê xwedî derketîye, du re gihaye XOYBÛNê, ji XOYBÛNê gihayê MAHABADê û ji Mahabadê jî gihaye Hewlêrê. Di vî 100 salî de, di alaya me de hin guherîn çêbûne gişt ne heman yek in. Parlamana Başûrê Kurdistanê ew standart kir, niha a ku em bi kar tînin ew alaya standart e. Lê alaya di serhildana Agirî de, çîyayê Agirî tê de heye, li Komara Kurdistanê a li Mahabadê pênûs û pirtûk tê de heye. Li Başûrê Kurdistanê ev standarîze bû êdî alayek rengîn ya standart heye ku li kîderê cîhanê û temama parçeyên Kurdistanê kurd bi gelemperî vê alayê wek alaya Kurdistanê dipejirînin.

Esasen sembolê miletan, divê zêde nîqaş li ser neyê kirin, mesela yek ji wan şehîdên miletan e; ev jî sembolek esasî ye. Li ser şehîdan jî divê nîqaş neyê kirin, ji kîjan partîyî dibe bila bibe, ji kîjan parçeyî dibe bila bibe, ên ku ji bo Kurdistanek azad û serbixwe têkoşîyane û di têkoşînê de jîyana xwe dest dane, ne şehîdên filan an bêvan partîyê ne, şehîdên miletekî ne. Yanî ên ku ji bo doza miletê xwe gîyanên xwe dabin, şehîdên vî miletî ne. Divê di vê partîyê de be an di wê partîyê de be, divê li ser vana nîqaş nebe, evana sembolên milî ne û kî ku; azadî, rizgarî û serxwebûna miletê xwe biparêze, divê li van sembolan xwedî derkevin.

Alaya rengîn jî heya sîh sal berê, tu nîqaşek li ser vê alayê tunebû, li her çar parçeyên Kurdistanê, li her derê dinyayê kîjan kurdekî welatperwer hebe, ev ala, alaya xwe dibine,  ji xwe miletbûyîn ji alîyekî yekîtîya giyanekî ye; yanî kurdek, li Dêrika Çayê Mazî jî, li Hewlêrê jî, li Sanandajê jî bi xwedî heman hest be wê çax em dikanin bejin ku ev civak bûye miletekî.

Mixabin, di van salên dawî de, di ser PKKyê û derdora wê re, li ser alaya rengîn jî êdî nîqaş vebû, dijminê me jixwe ji kevin de digotin ev alaya Berzanî ye. Halbûkî dema tu li dîroka alayê dinêre, herî dereng çûye Başûr. Yanî li Bakur derketîye, derbasî Rojava bûye, çûye Rojhilat, herî dereng li Başûrê Kurdistanê ev alaya bilind bûye.

Ev, buxtan e ku alaya rengîn bikin alayek partîyê, dijminê me, jibo me bê rûmet bikin wer dikin. Hêvî dikim ku ji niha pêve, li ser sembolên milî, li ser şehîdên vî miletî, li ser alaya vî miletî, li ser axa vî miletî nîqaş çênebin. Ji kîjan fikrê dibî bila bibê, divê ev sembolana bên parastin, ji tûne de ta ku, Kurdistanek serbixwe û yekgirtî çêbibe. Ger ev kêşe li pêy me ma pêve, êdî nîqaş serbest e. Yanî parlamena Kurdistana mezin dikare biryar bide, rengê alayê jî biguhere. Yanî ala ji bo dewleta, bo mileta bi taybet, bo miletê bindest ne heman tişt e. Yanî îro dewlet, Dewletên Yekbûyî yên Ameîkayê, zêde wek me, rûmetekê nadin alaya xwe. Esasen ev ên ku bûnin dewlet êdî ev sembolna, weke berê ne bi hêz in. Di hundir wan dewletan de êdî têkoşînê çînî, ê sinifî hene, xwedî ramanên cûda hene, gelek dewletan gelek caran alaya xwe guherîne.

Em bêjin, Iraqê di şerê Îranê de, Sedam Hisên, rabû alaya xwe guherî, ayeta quranê li ser alaya xwe nivîsî. Lê em, hîn di pêvajoya rizgarbûna vî miletî de ne, di vê pêvajoyê de; divê, sembolên neteweyî, bi rûmet bên parastin û nîqaşên pûç û beradayî, ji tune de li ser sembolan neye kirin. Vana jî: “Ala ye, şehid in, ax e.” Netîce, bi vana mirov dibe milet.

Sedemek din ku em bi xurtî li alayê xwedî derdikevin ew e ku; dijminên me, her hicûmî alaya me dikin. Mesela tirk dibêjin; “paçavra”ji alaya me re. Niha dijmin, ji kuderê li texî; divê, tu ji wê derê xwe biparêzî. Eger dijmin, hicûmî zimanê te dikî, divê tu zimanê xwe biparêzî! Eger dijmin, hicûmî şehîdên te dikî, (em ê qey bîstek din werin ser mijara Şex Seîd Efendî û şehîdên doza Kurdistanê ) divê tu li wan xwedî derkevî! Dijmin, hicûmî axa te dikî, welatê te nasnakî, divê tu aîdîyeta welatê xwe xurt bikî!

Pırs: Kek Fûad, ev rewşa hanê çi ye, tu çi dibêjî, ev çi nakokî ye? Hem tu dibêjî: “Ez komînîst im, kürd im. Gelê kurd bindest e, hem ji bo azadî tu şer dikî û ji bo azadî canê xwe daye, jiber ku şêx e, ne proleter e, tu li hem der wî derdikevî.” Ji xwe di dîrokê de proleterya, qet di tu welatekî de şoreş çênekirîye. Wekî din jî di dîroka Kurdistanê de ew kesên ku şer kirin e, serokê wan; ne proleter in, hemû şêx in, seyid in, ronakbîr in, xwendekar in. Li vir kêmasîya me çi ye?

Bersîv: Yekem, mijar bila belav nebe. Em bi disiplin herin. Mijara komînîstîyê, di ser re mirov nikare nîqaş bike. Komînîstên Tirkîyê ên bi rêzikên komînîzmê ve giredayî ne, dizanin ku alaya vê dewletê, remza dagirkerîyê ye; komînîstên Tirkîyê ên bira komînîst, wê alayê naparêzin. Niha flamayên partîyan hene û alaya miletan hene; ji ber wê, di serî de min alaya miletan û alaya dewletan ji hev cûda kir. Îro, ji bo çi em Alaya Rengîn dixwazin li her der pêl bide, remza têkoşîna serxwebûnê ye, ji ber wê û temama pêkhateyên Kurdistanê, dikanin xwe di wê alayê de bibînin. Ew Ala, dikane yekrêzîya sîyasî jî pêk bîne. Yanî, komînîstên Kurdistanê, alaya wan sor e, dikanin sora alaya rengîn ji xwe re bihesibînin. Dîndarên me, îslamîstên me ji alaya kesk hezdikin, rengê kesk jî di alayê de heye, lîberalên me dikanin renge sipî ji xwe re bigrin yan jî aştîxwazên me. Lê bi sedem ku remza serxwebûna Kurdistanê ye û tenha di bin wê alayê de yekrêzîya sîyasî ya neteweyî pêk tê. Em wê alayê weke rûmetekê bilind dikin.

Êrîşên li ser Şêx Seîd Efendî, bi du alî ya divê em lê binerin; yek jê Ûmît Ozdaxi, Dewlet Bahçelî, Fatîh Altayli ye, dijminên me ne. Dema ew bi me re dijminatîyê bikin; ev tiştekî asayî ye. Îro dewleta Tirkîyê, li sê parçeyên Kurdistanê, şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Partî, sazî, rewşenbîrên vê nîzamê, pir normal e dijminatîya me jî bikin, dijminatîya Şex Seîd Efendî jî bikin.

Mijara Partîya Komînîsta Tirkîyê şaxa Dîyarbekir, tiştek dinê ye. Yek jê li hember Serhildana 1925an -ev serhildan jî, ne Serhildana Şêx Seîd e- Serhildana miletê kurd e. Li paş vê serhildanê, Komita Îstîklal, Rêxistina Azadî heye, ev serhildana miletekî ye. Li hember vê serhildanê, li ser navê komunîzmê, parastina Komara Tirkîyê rûreşîye! Ev ne komunîzm e, ev kemalîzm e! A dudu ya di nav teşkîlatên TKP de şaxa Dîyarbekir beyanek wer derxist; îcar ev dubare rûreşîye. Li wî bajarê ku Şex Seîd û hevalên xwe hatine sêdar kirin, li ser navê komînîzmê û bi destê kurdan hicûma li ser Serhildana 1925a û pêşengên wî du qata rûreşî ye.

Ne tenê TKP, THK (Tevgera Komînîstên Tirkîyê )jî beyanek derxistin û Komara Tirkîyê parastin. Niha di vir de du hicûmên wan hene; yek jê ew e ku ji Şex Seîd û hevalên wî re dibêjin “watan xaînî” divê em, li ser vê bisekinin: “Yekem Şex Seîd, ne ji welatê we ye. Ji bona tu ji yekî re bêjî tu watan xayînî ye, divê hûn herdu jî hemwelatîyê hevbin.” Şex Seîd, welatê wî diyar e, Kurdistan e. Û li Kurdistanê, ji bo azadîya miletê xwe têkoşîya ye. Hûn dikarin bêjin dijmin, lê ne hedde we ye hûn bejin “watan xayînî” bi sedem, welatên me ne yek in, em Kurdîstanî ne, hûn bê welat in!

Dijminatî bê minetî ye.

Tirkên rojava ne xwedîyê welatekî ne. Dema ev komar ava bûye miletekî tirk tunebû, welatekî tirka jî li vê erdnîgarîyê tuneye. Him bê welat in û him ji Şex Seîd Efendî û ji hevalên wî re dibêjin; “xayînê watan.” Ê me em ne bê welat in, em li ser axa xwe miletekî qedîm in. Şêx Seîd Efendî jî yek ji serkêşê Serhildana vî miletê qedîm e. Em ji wan re nabêjin watan xayînî, bi sedem, watanê wan tûneye ku watan xayînî bin. Yanî ji bo ku, mirov “xaînê wetan” be divê welatekî mirov hebe, ev ên bê welat, hicûmî me dikin û ji me re dibêjin “hûn xayînê watan in”ev durûtî ye. Dijminatîya wan qebûlê me ye, em dijminê hev in, rast e, ev sed sal e dixwazin welatê me, miletê me, ji holê rakin ji vê wêdetir dijminatî tune ye. Ji dijminatîya wan re, tu gazindên me tune ye. Dijminatî bê minetî ye, feqet bi dijminatîya xwe ve bi edeb bin. Bêjin: “Şex Seîd dijminê dewleta me bû. Şer kir, zora me çû. Me ew giş kuştin.”ev ya heq; dijminatî. Lê ev îdîayên bi vî rengî durutî ye.

Ya din jî dibêjin: “Kirêgirtîyên emperyalîzmê ne.” îtîraza van ê navê wan komunîst, di eslê xwe de kemalîst; îtîrazek wan jî ev e. Niha şerê 1918-1923an ji alîyê sîyaseta Tirkîyê ve geh dibên: “Têkoşîna rizgarîya millî bû. (mîllî kurtuluş)” Geh dibên: “Mûcadela millî bû.” Geh dibên: “Şoreşek bû.” Dema ku tu wer pênase bikî, kî li hember derkeve, dibêjin: “Hûn kirêgirtîyên emperyalîzmê ne.” Ka îjar li vê dere, emperyalist kî ne û kî kirêgirtîyê emperyalîzmê ye?

Yekem şerê 1918-1923an, ne şerekî li dij emperyalizmê ye, duyem ne şoreşek e, sêyem ne têkoşîna rizgarîya mîllî ye. Şerê 1918-1923an berdewamîya Şerê Cîhanê yê Yekem e. Erê di 1918 de li Awrupa ev şer qedîya ye. Dewletên Awrupa êdî şerê hev nakin, lê li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn, li Efrîka ev şer hîn didome.

Serokên tevgera 1918 û 1923 kadroyên Îttîhat Terakkî ne. Kemalîst jî di nav wan de ne. Di wan sala de dijminatîyek di nabêna Kemalîstan û Îttîhat Terakkîyan de tûneye, yê M.Kemal derdixe pêş; Talat Paşa ye, ew jî yek ji serokên Îttîhatçîya ne. Terefên vî şerî gişt emperyalist bûn û di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de desthilatîya Osmanîya, di destê Îttîhat Terakkî de bû. Eger ew şer, li gor rêzikên komînizmê, ev şer,  şerê parvekirina cîhanê ji alîyê emperyalîstan ve ye. Eger ev rast be, Îttîhat Terakkî û Osmanî jî terefekî emperyalist in.

Niha peyva emperyalist jî, yek berî Lenîn bikaranîna wê heye, yek jî piştî Lenîn. Berîya Lenîn, gotina emperyalizm, ji bona ew dewletên ku li dor xwe fireh dibin, welatên din dagir dikin, ji bona wan dihate gotin. Piştî ku peyva kolonyalîzmê derket û Lenîn got: “Emperyalizm, kapîtalîzma monopolîst e.” ew wateya wê hat guhertin. Bi wateya ewilî, dewleta Osmanî ji xwe, dewletek emperyalist e. Îttîhat Terakkî û komara Tirkîyê jî dewletek emperyalîst in. Serhildana 1925an, li hember dewletek emperyalist e. Hûn nikanin vêya bi hevkarîya emperyalîzmê ve îzah bikin. Kadroyên Serhildana 1925an, şerê dewletek emperyal dikin. Hûn emperyalîya dewleta xwe vedişêrin, hûn têkoşîna mîllî ya Kurdistanê, dikin hevkarê emperyalizm ê. Di vê xalê de jî tu dokument li ber destê wan tune û di rastîya xwe de jî Îngîlîzan, tu alîkarî nedaye Serhildana 1925an.

Komara Tirkîyê tesadûfek dîrokî ye.

Kadroyên Komîta Îstîklalê Yusuf Zîya Beg û Xalid Beg, di 1923- 1924an de bi Sovyetê re têkilîyên wan hene. Îngîlîz, ne pişgirên Serhildana 1925an e.  Lê di wan salan de dewleta Tirkîyê, hem bi Fransa re, hem bi Dewletên Yekbûyî Amerîka re, hem bi Îtalya re û di bin re jî bi Îngîlîzan re ew hevkarin. Ê ku hevkariya emperyalîzmê dikin; Komara Tirkîyê bi xwe ye. Jixwe Komara Tirkîye, projek dewletên emperyalist e, yanî ên ku ev komar ava kirine, di bine wê de esasen hişmendiya Biritanya heye. Biritanya xwestiye, li hember Sovyetê, dewletek tamponî hebe, gotîye: “Em bi vê dewletê dikarin pêşî li belavbûna komînîzmê bigirin.” Di heman demê de Yekîtîya Sovyetê jî fikirîye ku: “Dewletek li vir hebe, li hember Biritanya, ew ê ji me re bi tampon be.” Yanî salên 1918 û 1923an, herdu dewletên dijminê hev, di mesela komara Tirkîyê de, wek hev difikirin. Herdu jî li hember hev, pêwistî bi dewletek tampon dibinin, komara Tirkîyê jî encama vê hewldanê ye. Esasen Komara Tirkîyê tesadûfek dîrokî ye û ji damezirandina wê de û heya bi îro, tim bi emperyalîstan re hevkarî kirîye. Ê ku li ser navê emperyalîstan, çûne Koreyê li her derê cîhanê kirêgirtîyê emperyalîzmê bûye, Komara Tirkîyeyê ye.

Ew, vê rewşa xwe vedişêrin û dixwazin bi awakî sexte îdîa bikin ku Îngîlîza piştgirî daye Serhildana 1925an ji bona Musilê; yanî Başûrê Kurdistanê bi destbixin. Halbûkî dema Serhildana 1925an de konsulekî Biritanya, raporê dişine ji Londonê re, dibêje ku: “Em fikir dikin ku dewleta Tirka li pişt vê serhildanê be”

Analîza wê ew e ku dewleta tirkan, kurdên Bakur rakir ser niga, ji bona kurdên başûr jî rakin ser niga, Musilê ew bi dest bixin. Binêre du dewletên emperyal; Biritanya û Komara Tirkîyê, herdu jî di heman deme de li hember vê serhildanê ne. Ê kirêgirtîyê emperyalîzmê dewleta tirkan û kadroyên wan in. Serhildana 1925an li ser dînamîkên Kurdistanê derketîye. Ên ku ev serhildan li darxistine, kadroyên modern in. Ji xwe ev ne Serhildana Şêx Seîd Efendî ye, piştî kuştina Xalid Beg û Yusuf Zîya Beg, êdî pêşengî, bo Şex Seîd Efendî dimîne, ew jî vê ya wek wezîfeyek millî û dînî qebûl dike û pêşengîya vê serhildanê dike.

Ên ku ev serhildan plan kirine, ji bona wê li her deverê Kurdistanê kar kirine; “Komîta Îstîklal an Tevgera Azadî” ye, her du nav jî tên bikaranîn. Piştî kuştina Yusuf Zîya û Xalid Beg, Şêx Seîd Efendî derdikeve pêş,  General Îhsan Nurî di nav de ye, Fehmî Bîlalê Liceyî di nav de ye, ev giş kadroyên modernîst in.

Rast e, Şex Seîd Efendî, xwedî hestîyarîyek dînî ye, şêxê Neqşîbendî ye, lê axirê tu li kîjan tevgera mîllî bineri, li Emerîka Latînî jî, li afrîka jî, li Asya jî oldarên wan miletan jî tev li tevgerên millî dibin heta pêşengîya millî dikin. Kes nabêje: “Emer Muxtar, yekî misilman bû, Serhildana wî îrtîca bû.” kes tiştekî wer nabêje. Ev hişmendîya tirkan ya sîyasî û îdolojîya wan î fermî, berê cîhekî maqûl didin xwe: “Me şoreşek çêkiriye, me medeniyet anîne, kurd kevneperestbûn, dixwestin îrtîcayê bînin.” ev esasen, tezên Kemalîzmê ne, tezên dîroka fermî ne.

Wan tezên dîroka fermî; mixabin, îcar bi destê ku partîyên navên wan komînîst dimeşînin. Ji xwe xurtbûna Kemalîzmê, piştî salên 1960î, bi destê çepgiran, di nav girseyan de belav bû. Yanî, berî 1960î erê kadroyên dewletê Kemalîst bûn, lê di nav milet de ne berbelav bû. Bi sedem ne berbelav bû; Menderes, qanûnek derxist bo parastina M. Kemal. Dizanî bû ku di nava milet de dijberîyek, dijminatiyek li hember M.Kemal heye, ji bona wî biparêzin, bi taybetî qanûnek derxistin. Piştî 1960î darbeya 27ê Gulanê, dîsa bi destê çepgiran; ji Dogan Avcioglu bigire, heta bi DevGencê virde wirde, evan hilmek dan Kemalîzmê û ji nûh de di nav girseyan de belav bûn. Ev ên ku liser navê komînîzmê, dijminatiya têkoşîna miletê bindest dikin û Komara Tîrkîyê a dagirker û jenosîdkar diparêzin, du cara nalet li wan be! Hem navê komînîzmê xera dikin û hem jî eşkere, zilm û zordarîya Komara Tirkîye diparêzin.

PIRS: Eger Tevgera Azadî bi Îngîlîza re hevkarî bikirana, têk nediçû. Ev fikra min e.

BERSIV: Komara Tirkîye, projeya Îngîlîza ye. Îngîlîz alîkarî nadin serhildanên kurdan. Niha tirk dibêjin: “Me li hember heft duwela şer kirîye.” ji 1918an heta bi 1923yan şerê wan li hember Biritanya, li hember Fransa, li hember Îtalya tuneye; hewl didin bi wan re li hev bikin. Ên ku şerê Îngîlîza kirine; dîsa kurd in. Şêx Mehmudê Berzencî ye, ê ku şerê îngîlîza kirîye. Li dinyê, cara yekem ên ku bi teyaran sîvîl bombebaran kirine Îngîlîz in û li Silêmanîyê bombebaran kirine. Ên li Entabê, Mereşê, Ruhayê, ên ku şerê Fransiza kirine jî ne artêşa Tirka ye. Dîsa ehle wê derê ne, însanê we dere ne, piranîya wan kûrd in.

Niha bi dewletan re têkilî dayîn, li gor rewşê, li gor konjoktûra cîhanê ye. Mesela kurdan xwestîye bi Biritanya re kar bikin, serdema Kurdistan Tealî Cemîyetî, çûne bi Biritanya re danûstendin kirine û gotine em ê sînorê xwe daxin Behra Sipî, hevdîtinên wan hene, ji Biritanya xwestine, gotine:  “Hûn pişgirê me bin, em ê dakevin wir.” Feqet, Birîtanya piştgirîya kurdan nekirîye. Ji 1922a pê ve( ev mijarek dîrokî ye em nekevin nav.) Komîta Îstîklal, dema bi konsulê Sovyetê ê Erziromê re rûdinin, dibêjin: em ê dewletek ava bikin, em ê dakevin Behra Reş.”

Di 1920-1921 de hedefa rexistinên millî yê Kurdistanê derketina Behra Sipî, bi sedem difikirin ku Biritanî dikanin alî wan bikin, feqet Biritanî alî wan nakin; Biritanî dibin hevalbendên Kemalîstan. Piştî ku tê fahmkirin; Komara Tirkîye, bi Plansazîya Biritanî ye, tevgerên millî yên kurdan îcar diherin bi Sovyetê re danûstendin dikin, dibêjin: “Em ê derkevin Behra Reş.” heta konsulê Sovyetê ji wan dipirse, dibê: “Ma ew ê Trabzonî qebûl bikin?” dibe: “Me lihev kirîye, li wira pirsgirêk tûneye.” Yanî dema tu şerekî bimeşînî, helbet tu yê li derfetan bigerî, lê di Serhildana 1925an de ji kok ve derew e, Biritanîya tu piştgirî nedaye Serhildana 1925an, ê kirêgirtîyê emperyalîzmê jî ew in û ê bi xayîntî hicûmî Kurdistanê kirine jî ew in.

Yekrêzî ya nav mala kurd: Ala Kurdistanê

Gotina dawîn; nifûsa şehîdên Kurdistanê, hejmara şehîdên Kurdistanê, ji nifûsa gelek dewletên heyî zêdetir e û em hejmara wan nizanin, lê em dizanin, bi sed hezaran Kurdistanî, ji bo azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, jiyana xwe ji dest dane. Ev, xaleke ku em li ser vê temama terefên sîyasî dikarin bibin yek. Ala jî tiştekî wisaye, ji kîjan rengî, ji kîjan hişmendî an bawerî dibe, bila bibe, ev tiştên ku dikanin yekrêzî ya nav mala kurd saz bikin, ev sembol in; divê bi vî çavî em lê binerin.

Mijara Ocalan zêde ne pêwîste mirov li ser bipeyive. Yanî bi sedem, Ocalan li wir napeyive, dewlet di ser wî re peyama dide me. Gotin, gotinên dewletê ne. Yanî, Komara Demokratik, ne teza Ocalan e. Komara Demokratik, berîya Ocalan jî sîyasetmedarên tirkan gotîye. Di nav mala kurd de jî ê cara ewilî ê anîye ziman, Orhan Kotan e. Ev teori, teorîya dewletê ye. Dewlet ji alîkî de bi xwe dibêje, ji alîyê din de jî, ji bo îjar miletê me ji rê derxe, di ser hinek esilkurd re tînin ziman.

Nakokîya Antagonist

Yên li alaya xwe û li şehîdên xwe xwedî derkeve, nikare Komara demokratik a Tirkîyê biparêze. Ji herdu ya yek e: “Tu hem bêjî, Komara demokratik a Tirkîyeyê û hem tu bêjî, ala rengîn nabe. Tu hem bêjî, Komara Demokratîk a Tirkîyê, hem bêjî Seyid Riza, Şex Seîd Efendî, hem bêjî General Îhsan Nurî, nabe.” Berê me digot: “Nakokîya antagonist.” Hin nakokî hene, bi silametî jî mirov dikare çareser bike. Hin nakokî jî hene ku -em ji wan re dibên- nakokîyên lihevneker, antagonist, ew bi lihevkirinê çareser nabin. Ew bi şer û têkoşînê tên çareserkirin. Tu dê xwe, li ser dijminê xwe ferz bike, malîyetekê ji vê dewletê re li Kurdistanê derxe, vê dewletê ji Kurdistanê biqeşitîne.   

Xelat tv 19-12-2023