“Şexsiyeta Yûsif Ziya beg û rola wî, di pirsa kurdî de”.

“Şexsiyeta Yûsif Ziya beg û rola wî, di pirsa kurdî de”.

Di heman demê de, wan (Xalid beg û Yusif Zîya) bi min dan fêmkirin: Heger ew bersîvekê  ji bo sozên dane, tesdîk dike nestînin, ew dê bihesibînin, ew sozên Aralov û Şaxovskoy dabûn wan, bê esas in û hemû guftûgoyên bi wan re hatine kirin, bimeqsed in û ne ciddî ne. Herweha ew, (dîplomatên sowyetî F.N.) li hember mirovên kurd û yekîtiya wan a ji bo ”Kurdistanek Azad” a ku wê ji her tiştî pîroztir dibînin, bê hurmet in.

Berî çend rojan di Pêlkurdê de dokumentek bi navê ”Komîta Stenbolê û Komîta Erziromê bûne yek rêxistin”, hate weşandin. Di vê dokumentê de bersîva pirs û gûmanên konsulê Erziromê Pavlovskî, yên derheq Yusif Zîya beg, ji teref sefareta Sowyetê, tê bersivandin. Di vê dokumentê de, herweha helwest û bersîva Xalid begê Cibrî û Yusif Ziya ya derheq sozên dîplomatên sowyetî dabûn, bi şêweyek vekîrî hatiye zelalkirin-ravekirin.

Dokumenta arşîvê:

Ji konsil Povloskiy ê li Erziromê

10. 06. 1923. N. 337.

Pirsa kurdî

Şexsiyeta Yûsif Ziya beg û rola wî di pirsa kurdî de, ya ku di destpêkêde min jê gelekî gûman û texmîn dikirin, piştî, ku min bersîva telegrama xwe ya der heq wî de ji Enqerê stend, heta derecekê hate fêmkirin.

Tê gotin, ku agahdriyên Ziya (Yusif Zîya F.N.) begê ji min re gotibûn û min wan di rapora 11ê gulanê de ragihandibû, rastin û pêwendiyên Ziya li gel heval Aralov û Şaxovskoy hebûn. Li gor gotinên Ziya, van hevalana û bi taybetî Şaxovskoy, xwedêgiravî gotiyê, ku ew (Şaxovskoy F.N.) xusûsî ji teref Moskova de hatiye tayinkirin, da gûftogoyan bi komîta Stenbolê re bimeşîne. Ji wî re soz danin, ku ew ê alikariya wî bikin. Ji bo destpêkê 50 000 lîreyên Tirkiyê, li pê wê 40 000 tiving û paşê dîsê pere. Ziya, di nav re di bîra xwe de anî û got:

                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                      Herweha ji bilî alîkariyê ve soza 4000-5000 lîre pêşniyarî şexsê wî bi xwe kirin, lê wî ew redkir. Ji ber ku alikariya şexsî, ji bo amanca esasî tu manê nade. Ziya beg bi soza ku ew ê alîkariyê li Tîflîsê bistîne, cara dudiyan hatiye xapandin. Cara yekê, ew ê li Stenbolê 50 000 lîre stendiba, her çiqas çû Stenbolê, lê tiştek bidestnexist. Yûsif Ziya bi serokê komîta Erziromê Xalid beg re (komîta Stenbolê û komîta Erziromê bûne yek rêxistin) hatin cem min. Wan xwest, di ser min re bi awakî nîhaî têbigihên, gelo esas ji wan guftûgo û sozên ji teref karbidestê sefareta me Şaxovskoy de hatibûn dayin, hene an na?

Bi van armancan, wan ji min xwestin ku ez nerîna (karbidest û dîplomatên Sowyetê F.N.) ên li Enqerê û Moskowayê fêm bikim, gelo ew (Xalid beg û Yusif Zîya F. N.) dê hîn li benda vê alîkariyê bin. Di heman demê de, wan bi min dan fêmkirin, heger ew bersîvekê ji bo sozên dane, tesdîk dike nestînin, ew dê bihesibînin, wan sozên Aralov û Şaxovskoy dabûn wan, bê esas in û hemû guftûgoyên bi wan re hatine kirin, bimebest in û ne ciddî ne. Herweha ew (dîplomatên sowyetî F.N.) li hember mirovên kurd  û yekîtiya wan a ji bo ”Kurdistanek Azad”  a ku wê ji her tiştî pîroztir dibînin, bêhurmet in.

Ji bo pirsa derheq şexsiyeta Yûsif Zîya û rola wî ya di pirsa kurdî de û herweha, ji bo rastiya sozên alîkariyê yên ji bo komîta Kurd û meblaxê Ziya beg dîyarkiribûn fêmbikim, telegramek ji Enqerê re rêkiribû. Min tenê bersîva ku wan (dîplomatên sowyetî F.N.) soza 5000 lirî bidin şexsî wî (Yûsif Ziya F.N.), stend. Min derheq rapora xwe ya ku min tê de nivisîbû Ziya beg ehemiyetê nade alîkariya şexsî, ti bersîv nestend. Ji bo wê, soza çiqas alîkarî hatibû dayin, heta niha jî ez nizanim.

Bi îhtîmalek mezin, axaftinên heval Aralov û Şaxovskoy bi Yûsif Ziya re kiribûn (axaftinên derheq pirsa kurdî û soza alîkariyê ji bo tevgera netewî ya kurd), ji bo me tenê ehemiyetek wê akademîk heye.

Piştî ku min sozên ji Ziya begê re hatine dayin analîz kirin, ez gîham wê baweriyê ku ev axaftinên akademîk in. Ji gotinên Yûsif Ziya diyar e, ku soza 50 000 lîreyî û 40 000 tivingî hatiye dayin. Eger, vê peşniyara bi rastî cidî be, wê bi tu awayî nikaribe şertên karekî cidî li Kurdistanê bê kirin, pêk bîne. Ji ber ku zahmet e mirov texmîn bike ku kurd karibin xwe bi vê meblaxa alîkariyê mahdut bikin. Ve ya ji teref Ziya beg jî tê tesdîqkirin. Ew vê alîkariyê wek destpek dibîne. Ji aliyê din ve, şertê tenê (li gor gotina Ziya beg) yê kurdan daniye ortê: dijminên Rûsa, dijminên kurdan e, …

Encamên nelihevkirineke wisa ev in:

Ziya beg, axaftinên bi heval Aralov û Şaxovskoy re, bêprensîbî dihesibîne. Ew (Yusif Zîya F.N.), di hesibîne: ji teref mirovên (dîplomatên sowyetî F. N.) wî bi wan re guftûgo dikir,  heqeret ne tenê li wî, herweha li komîta Kurd jî hatiye kirin. Ziya beg derheq alikariya ji teref Rûsyayê de, dema li Tîflîsê bû, his kiribû hatiye xapandin. Li vê derê, gava min pê da fêmkirin, ku em vê gavê hazirin ji bo soza hatiye dayin, tenê 5000 lîreyî bidinê, Yusif Zîya bi temamî ji cidîbûna niyeta me şaş ma û pêre hewce nedît bersîva pirsên me, yên li pê wê hatin kirin, bide.

Komîta Kurd a Erziromê

Ji dema Ziya beg hate Erziromê, helwesta komîta Erziromê ji teref vî mirovî (Yûsif Ziya F.N.) de, bi awakî giştî hatiye tehrîqkirin. Xalit beg, ji serê heft mehan û heta niha, têra xwe bi sebir li benda bersîva (dîplomatên sowyetî F.N.) şertên Komîta Erziromê ye.

Şertên komîtê: Damezirandina Kurdistanek azad di bin hîmaya Rûsyayê de ye. (Nameyên Komîta Erziromê û Xalid begê Cibrî heft meh berê, bi reya konsilê Erziromê ji Moskovayê  re hatibû şandin F.N.). Bi hatina Ziya beg û ne serkevtina Xalid beg di guftûgoyên bi me re, wî (Xalid beg F.N.) jî qerar stend ku ew ê daxwazên wî  jî dê bênetice bimînin. Her çiqas min hewlda bûyerê nermtir bikim (…. Çend gotin ne hatin xwandin F. N.), lê belê Xalid beg hemû têkîliyên xwe ji min birî.

Ji ber hemû tiştên li jorê hatine nivîsandin, Xalid beg (ê ku bi Yûsif beg re biryara nîhaî dane, dê herûdu komîte: komîta Stenbolê û ya Erziromê, ew ê bi hev re kar bikin), qerar daye, dê tercûman Simaîl beg ê endamê komîtê û her weha, yê karê pêwendiyan û tercûmaniyê bi min re dimeşand, ji bo karê armancê bişîne Trabzonê. Simaîl beg ew ê li wê derê pêwendiyên di nav her du komîteyan de bimeşîne.

Ji ber ku herûdu (Xalid beg û Smail beg F. N.) mirovên bi me re dilsoz bûn û herweha hin endamên komîteyê, yên dost bûn (ji bo karê komîtê F. N.), barkirine bajarên din, ez vê gavê, nikarim derheq pirsa kurdî de, agahdariyên erênî, di wextê xwe de bistînim. Li cem min derheq komîta kurd, di meha derbasûyî de hin agahdariyên piraniya wan abistrak-nedîtbar in, hene. Ez dizanim, bi rexma tirk Xalid begê taqîp dikin û sê mirovên wî yên kurye girtin e, ew her pêwendiyên xwe yên bi Kurdistanê re didomîne. Hemû rojan ji herêmên Kurdistanê gundiyên kurd tên Erziromê; dibin mevanê Xalid begê û heta derengî ew bi wan re dişêwire.

Der heq rewşa li Kurdistanê, çi li bakur û çi jî li başûr, nikarim tiştekî bibêjim. Di dema taliyê de bi çûnûhatinên telegramên di nav konsilê tirka û Enqerê de hereketek ketiye Rewandûzê. Telegrama 18ê adarê ya ji Enqerê re hatiye rêkirin, radigîhîne ku ji teref kurdan,  ên serokê wan Simko ye, nêviyê leşkerên tirkan (jimara wan teqrîben 500 leşker in) ên li Rewandûzê hatine kuştin  û qasî wan jî, dîl hatine girtin. … (min hewce nedît hevoka taliyê wergerinim F. N.)      

AVP. R.F.

F. 0132.

Op. N. 7.

Por. N. 362.

Pop. N. 146.

List: 225-227.

Wergerê dokumentê ji rûsî bo kurdî: Fewzî Namlî