Hevdîtin bi mebûsê Bedlîsê Yusif Zîya re

Hevdîtin bi mebûsê Bedlîsê Yusif Zîya re

Di vê dokumenta li jêr hatiye weşandin, hevdîtina Şaxovskoy (ataşeyê leşkerî yê sefareta Sowyet Rûsya li Enqerê) ya bi mebûsê Bedlîsê Yusif Zîya re hatiye raporkirin. Hevpeyvîn di formata pirs û bersîvande hatiye kirin. Mijara hevpevînê derheq pirsgirêka netewî ya kurd û helwest û nerîna Sowyet Rûsyayê ya derheq heman pirsgirêkê de ye. Herweha derheq heman mijarê de, çend pirsên taybet jî hatine axaftin.

Hêvîdar im vê dokumenta, quwasî dilopekê be jî,  ji bo têgîhîştin û pêşxistina şiûra tarîxê ya mirovê kurd, alîkar be.   

Rapora Şaxovskoy, karbidestê sefareta Sowyet Rûsyayê ya li Enqerê

Hevdîtin bi mebûsê Bitlîsê Yusuf Ziyar e.

Dokument – 2

                      Hevdîtin bi mebûsê Bedlîsê Yusif Zîya re

                      2 adarê 1923.

Gava ez derbasî mala wî [1] bûm, ew û Şêx Serwet bi hev re diaxivîn. Şêx Serwet mirovekî gelek şik li ser heye; di demek nêzîk de derbasî gruba yekê[2]  bû; ajanê Mistefa Kemal paşa ye. Gava min ew dît, pê re gîham wê qenaetê ku Mistefa Kemal, ji bona armanç û nîyeta endamê herî bi bandor ê grupa mixalefetê[3]  û her wiha nîyeta gruba mixalefetê têbighê, ew[4] şandîye.

Axaftina wan derheq kesayetîya dîktator, dihate kirin. Şêx Serwet pêşniyar dikir û digot: pewist e mirov rastarast erîşê bîne ser vi dîktatorî, lê belê nabe mirov pişta xwe bide hêzên xeter ên wek xelîfetê. Mebûs Yûsif Ziya li dij Şêx Serwet derket û got pêwist e mirov diktatorekî li dijî diktatorê dinê di şer xe û wan zeîf bixe û paşê jî herûduwan bi temamî ji ortê rake. Ango ji bona diktatoriya Mistefa Kemal ji ortê rabe, pêwist e mirov ewilî otorîta xelîfe li dijî wî[5] bikar bîne û paşê jî, li dijî dîktatoriya xelîfe rabe û wî jî, ji orte rake.

Bêdeng mayina min a di dema tevaya vê guftûgoyê de, ne xweş bû, lê tevilbûna min a nav peyva Şêx Serwet dikarîbû bi du awayî ji me re bi fêde baya. Yek: Şêx Serwet ê ajanê Mistefa Kemal, bi raporkirina hatina min a cem Yusif Zîya,dê nikarîba ti gûman çêke. Dudo: li gor bawerîya min a şexsî, çalakiyên gruba duyem a derheq vê têkîlîyê de, bi rastî ew ê biba helwestek paşverû û ne dihate qebûl kirin. Min her tim piştgiriya Şêx Serwet kir û li dijî Yusif Ziya derketim; bala gruba duyem a ku dixwast bi alîkariya xalîfe li dijî M. Kemal derkeve, kişand û netîcên neyînî ên helwestek weha, ji wan re diyar kir.

Hevpeyvina derheq vê pirsê de gelekî dewam kir. Piştî çûna Şêx Serwet, min û Yusif Ziya, dest pê kir, derheq hatina min a ji bo pirsa kurd, axivîn.

Yusif Ziya bersîva şertên berê yên ji min[6] xwestibû kir; min jî bersîvên neyînî dan.

Paşê, Yusif Ziya behsa sedemên sefera xwe ya Stenbol kir; derheq hevdîtina li Stenbolê ya bi kurê Şêx Ubêdulla-Şêx Ebdilqadir a ji bo zelalkirina danûstendinên pirsa kurd, axivî.

Min jê pirsî: Gelo Şêx Ebdilqadir ji ber bûyera[7] bi serê bavê wî Şêx Ubêdilla de hatibû, hewlnade dijminatiyê li dijî Rûsyayê, geş bike?. Wî bersiv da, ku ew rê nade tiştên weha û hevî dike, dê şêx Ebdilqadir li cem wî helwest bistîne. Lê wi dixwest, ku berî hevpeyvina wî a bi şêx Ebdilqadir re, bersîva Rûsyayê ya teqez bizanibe.

Wî derheq vê pirsê û şêweya guftûgoyan bi şêx Ebdiqadir re, çawa bimeşîne, nerîna min pirsî. Min bersiv da û jê re got: li gor nerîna min a kesayetî, bê ku ew sefareta me û hikumeta me mecburî tiştekî bike, bi hêvî û bawerîya dê piraya şertan dê bi erênî bê bersivandin, ew (Yusif Zîya F. N.) dikare guftûgoya bi şêx Evdilqadir re bidomîne û tenê bawerî û heviya ku ew ê piraniya şertên wan ji teref me de, bi rengekî erênî bên qebûlkirin, bidê.

Min derheq çend şexsîyet û elementên li Kurdistanê, çend pirs jê kirin. Bersîva wî derheq wan de, ev in:

– ”1/ Hecî Mûsa, mirovê di hevdîtina me ya cara dinê de em derheq wî de axivîbûn, di salên 1890î de li Şamê komandarê jenderma- binbaşî, bû; di dema herba Cihanê ya yekê de, bi mêranî li dijberî Rûsyayê rawestiya. Pêwendiyên wî (Hecî Mûsa F. N.) bi Şêx Mahmût re û bi min re hene. Mirov dikare ji helwesta wî xwedî garantî be.

2/  Osman axa ji Tenzê ye û Emer Talîf ji Botvanê (dibe ku ji Botanê, an jîTatvanê be) ye. Emer Talîf xwedîyê 10 000 leşkerên çekdar in.

3/ Serokên Botanê ên vê demê ev in: Omer – Tamir, Ebdiranman – axa, Xoce Musang-Yakub – axa.

4/ Serokê eşîra …… (ne hat xwandin F. N.) Hecî Mûsa, Yûsif Ziya ye.

5/ Serokê eşîra Motka Şakirê Ferxo ye.

6/ Di vê demê de, serokê kurdên Xîzanê kurekî ji malbata seyîd Elî – Selahaddîn e. Li gor agahiyên vê taliyê, Selahaddîn li dijî Tirkiyê di rewşa serhildanê de ye.

7/ Ji malbata Bedir-xan paşa kurên wî ên sax in: Emîn Elî li Stenbolê û Kamiran Elî li Mûsilê ye. Ji ber, ku li herêma wan hikûm dikir çend begtî avabûne, naxwazin vegerin.

8/ Mirovê herî berçav û perwerdekirî Hemîd beg ji Vatê, bi min re di pêwendiyên herî nezîk de ne.

9/ Yek ji Şêxên Melkînê Şêx Mehmûd efendî li sencaxa Gencê dimîne.”

Yusif Ziya ji min derheq qedera Kamil beg pirsî. Min jê re got: li gor agahîyên li cem min, ew (Kamil beg F. N.) li Tîflîsê ye an jî li bajareke herêma Kafkasyayê ye.

Yusif Ziya derheq wî[8] de gelekî bi başî axivî û behsa başi û fêdeyên wî kir.

Li ser soza, ku ew[9] berî biçê Stenbolê, carek din em ê hevûdu bibînin, em ji hev qetîyan.

                      2 adarê 1923, Enqere

1/ Hecî Musa beg ji deşta Mûşê. Gelo Hecî Mûsa beg ew mirovê ku di salên 90î de li Şamê serdarê cenderma bû û di dema şerê Cihanê de li dijî Rûsyayê bi xurtî rawestiya bû? Têkîlîyên wî û Şêx Mehmûd çawa nin? Li cem me agahî henin, ku xwedêgiravî Şêx Mehmûd pişta xwe dide wî.

2/ Ebdile begê koçerî û Hecî Navrû li herêma Rewandûzê ne. Ew serokên kîjan eşîrê ne û xwe çawa didin nasîn?

3/ Gelo Osman axayê ji gelîyê Toyan, Omerê Temir (mihtemel e Batuanî be) û Osman Axayê ji Tanzê, dijîn?

4/ Serokên qezaya Erûhê, Berwarî, Şîrwan û yên dinê kî nin?

5/ Serokê eşîra Hoyt ki ye?

6/ Serokê eşîra Motka ki ye?

7/ Gelo hîn mirovên malbata Seyîd Elî serokên kurdên Hîzanê ne û bi taybetî kî ye[10]  ?

     


  • [1] Yûsif Ziya F. N.
  • [2] Gruba yekê, grubek meclîsa tirkan a sala 1923ê ye û alîgirê Mistafa Kemal in. F. N.
  • [3] Yusif. Ziya F. N.
  • [4] Şêx Serwet F. N.
  • [5] Mistefa Kemal F. N.
  • [6] Şaxovskoy F. N.
  • [7] Ji bo şikandina serhildana sala 1880ê ya bi serkêşîya Şêx Ubedullah, Împaratorîya Rûsya, di warê sîyasî û leşkerî de alîkarîyek grîng dabû dewleta Îranê. Şaxovskoy pirsa vê bûyerê û helwesta Şêx Ebdilqadir a derheq vê bûyerê de, ji Yusif Ziya dike. F. N.
  • 8 Şêx Ebdilqadir. F. N.
  • [9] Yusif Zîya. F. N.
  • [10] Şaxovskoy van pirsên li jor ên di heman dokumentê de, piştî hevdîtina bi Yusif Zîya re, li ser rapora xwe zêde kiriye. Diyar e, Şaxovskoy van agahîyan ji Yusif Zîya girtine, lê ji bo teqezkirin û ronîkirina wan, bersîvê ji xebatkarên wezareta karê derve dixwaze. Fewzî Namlî