Rewşa Kurdîstanê û paradîgma nû ya Dewleta Tirk

Rewşa Kurdîstanê û paradîgma nû ya Dewleta Tirk

    HUSEYIN IŞLÎ: Ocalan got ku “Ez piştgîrîya paradîgmaya Dewlet Bahçelî û Erdogan dikim.” Ev paradigma çi ye?

FÛAD ONEN: Piştî wê gotina Ocalan tê gotin ku Baçelî û Erdogan jî temama şewirmendên xwe civandine, gotinin ev paradigma çi ye, Ocalan piştgirî dide çî me gelo? Paradîgma peyvek Grekî ye, peyvek kevn e û digihêje dema Arîsto.

Lê di salên 1960î de Thomas Kuhn pirtûkek nivîsî bi navê “Bingeha Şoreşa Zanistîyê” û di wê derê de paradigma ji nû de rojane bû. Thomas Kuhn di wê kitêbê de qala bîst cûre paradigma dike.

Li Tirkîyê jî sala 1992 yê de Fîkret Başkaya pirtûkek nivîsî bi navê “Îflasa Paradîgmayê”, van salên dawî jî behtirîn wek paradîgmayên postmodern  tên bi kar anîn. Esasê paradigma em dikanin bejin ku çerçeweyeke firefahm ya fikrî ye. Ji dêvla paradigma gelek car “sîstem” jî tê bikaranîn, “model” jî  tê bikaranîn.

Yanî çerçeweyek  te yî fikrî an modelek te hebe, tu di ser wê modelê re li heqîqetê digerî an jî tu ji xwe re heqîqetekê ava dikî. Bi kurtasî em dikarin bêjin paradigma ev e.

Paradîgma Komara Tirkîyê çiye? Gerek em li wê binêrin û ji wir werin paradigmaya Bahçelî û Erdogan. Paradîgmaya Komara Tirkîyê ji dewletê re avakirina miletekî ye. Piştî ku ji Osmanî derbasî komarê bûn, di destê wan de dewletek û ahalîyek hebû. Serhejmara wan dor 13 -15 mîlyona bû feqet li holê miletek tune bû. Li vê erdnîgarîyê mileteke bi navê tirk tu carî ne jîya ye. Dewlet di destê wan de bû, ji bona wê dewletê li ser linga bihêlin, xwestin ji vê dewletê re miletekî ava bikin. Yanî bi îngîlîzî dibêjin “nation bulding”( avakirina mileta ) ye. Esasa paradigmaya wan ev bû, modela ku dewlet pê kar dikir; avakirina milet bû.

Îjar di bin serwerîya vê dewletê de gelek miletên din hebûn, weke Kurdan,

Lazan, Ermenan, Ruman. Ji bo  ji vê mecmuayê miletekî derxin; mehkumî jenosîdê bûn.Gerek vî ahali bikin tirk û îslam. Di jenosîdê kurt de kêşeya Ermenîyan, keşeya sûryanîyan,Ruma, Lazan safî kirin; li ber wan tenê   kêşeya esasî ma heqîqeta Kurd û Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye ku ev sed sal e li gor vê paradîgmayê, li gor vê modela avakirina netewe, karê jenosîtkar dikin. Esasa paradigmaya vê dewletê ev e.Sloganên vê paradîgmayê jî yek milet, yek dewlet, yek welat, yek ala, yek ziman e. Hîn jî sîyasetmedarên tirkan kîjan derkeve ser televîzyonan  an pêş milet; tim van sloganan dibêjin yek yek yek yek.

Di hundir paradigmayê de beşên cûda jî hene, em bejin bi sedem ev dewlet ji aliyê Birîtanya û Fransa de hatîye avakirin; dewletek sekûler ava kirin. Gotin gerek ev dewlet seküler be li wir nesekinîn gotin em ê civatê jî seküler bikin.

Li gor qeneata min ev paradigma bira jî di salên 90 î de ji du alîya de îflas kir. Alîyê herî girîng, meseleya Kurd û Kurdistanê bû. Piştî ku li Başûrê Kurdistanê şerê kendavê yekem de edî li wê derê hikumetek ava bû; dewleta tirka nema dikarîbû bêje kurd nînin.

Bi sedem êdî li Başûrê Kurdistanê defakto nîv dewletek ava bû. Ê ku îflasa vê paradîgmayê anî ya ewil Başûrê Kurdistanê ye. Ji warê sekulerîyê de jî vê paradîgmayê îflas kir.Îro ê ku vê dewletê birêve dibin, esasen îslamîst in. AKP, beşek Îhvanî Mûslîmîn e.( bi tirkî mûslûman kardeşler ) Li holê dewletek laîk, seküler jî nema vê paradîgmayê îflas kir.

Paradîgma ya ku Ocalan dibe “ez piştgirîyê didim”ew ne paradigma ye. Yanî pir bi hêsanî Ocalan karî bû bigota ez piştgirîya açilima Bahçelî û Erdogan dikim,karî bû bigota ez piştgirîya sîyaseta Erdogan û bahçelî ya nû dikim, karîbû bigota ez piştgirîya  Tirkîyeya sedsala 21ê dikim. Feqet paradigma bikar anî; bikaranîna têgehên bi vî rengî,ji nefahmkirinê ye. Jibo ên ku wê peyamê dixwînin tiştekî jê fahm nekin. Peyvên qelew û bê mane bi kar tînin.

Di paradigmaya tirka de di mijara kurda de çi guherîn çêbûye, ji salên 90î vir de êdî nabêjin kurd tuneye dibejin yeko yeko kurd heye, lê  miletê kurd tuneye û Kurdistan tuneye. Di hişmendîya Sîstema Serwerîya Tirk de, kurd du beşin; kurdên derve û kurdên hindur. Qesta wan ji kurdên hindur, kurdên Bakur rojavayê Kurdistanê û kurdên li Tirkîyê bi cîh bûne. Kurdên derve jî kurdên Rojhilatê Kurdistanê,Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û kurdek li ku derê dinyayê be, e vaya jî ji bo wan kurdên derve ne

Van salên dawî piştî şerê Kendavê li Başûrê Kurdistanê berê sîstemek federe ava bû, referanduma serxwebûnê pêk hat, Rojavayê Kurdistanê di ser kantona re be jî sînorê rojavayê Kurdistanê derket holê û tim tirsa vê dewletê ewe ku Başûr û Rojava bi serhevkevin,yek bibin. Di mesela kurdên derve de di vê sîyaseta  Bahçelî û Erdoganî vê taliye de çi heye, ev heye; ew ê berê hewl bidin hem Başûrê Kurdistanê hem Rojavayê Kurdistanê têk bibin.

Dewleta tirka ev deh sal e bi xurtî li Başûrê Kurdistanê kar dike ku sîstema federe ya Kurdistanê tek bibe. Li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregahên leşkerî ava kirine. Hedefa wanî ewilî, têkbirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Îcar ger ev ne pêkan be, konjoktura navdewletî rê  nede, koalisyona dijî DAÎŞê dewletên Awropa an Emerîka piştgirîya kurdan bidomîne, tirk mecbur bibin wan qebûl bikin, îcar dixwazin bibin mandaterên van her du parçeyan. Yanî bona Rojava, çi dibêjin berê berê dixwazin wan bê çek bikin û bi sîstema Suryê re entegre bikin.

Ger ev ne pêkan be divê em ê we himaye bikin, di sîyaseta wan î nû de ev her du xal heye. Plana ewilî tekbirin e; heger ev ji destê wan neye îcar di ser Ocalan re bi taybet Rojavayê Kurdistanê dibin hîmayeya xwe kin.

Ew tiştên ku Ocalan dibe paradigma, ev sîyaseta emperyal e. Yanî sekna dewleta Tirkîyê de tiştek din jî hatîye guherandin, hûn dizanin slogana wanî ewil “li hindur jî li derve jî aşitî” bû. Li hundir tu carî aşitî pêk ne anîn, ev sedsalê wan şerê Kurdistanê û kurdan dikin li hindur.

Lê heya bi salen du hezaran dewleta Tirkîye li derveyî sînorê xwe ne li pey şer bû. Di vî sedsalî de tene dagirkirina  beşekî Qibrisê heye û tumenek eskerên xwe jî şandin Kore yê.

Lê di vî bîst salên dawîn de em dibinin ku dewleta Tirkîye li derveyî sînorê xwe jî şer dike û xwedî bernameyek emperyal e. Li ku derê dinyayê şer bibe dewleta tirkan bi awakî di nav wî şerî de ye.Şer di nabena Azerbaycanê û Ermenîstanê de derket  dewleta Tirkîyê di nava şer de bû, li Lîbyayê şer dimeşînin hem leşkerên wan li wir e hem dironên wan, teyareyên wan li lîbyayê ne li Iraqê li Suryê şerekî didomîne, şerê Ukranya û Rusya de bi herdu alîya re ji bo berjewendîyên xwe têkilî danîn.

Em dikarin bêjin di sîyaseta dewleta tirkan de pêleke nuh e. Hedefên wan î jêremperyal hene, ji ber wê jî wê cûlhetê  di xwere dibînin  ku dibêjin “em dikarin başûr û rojava himaye bikin”.

Nuha kêşe esasen çi ye, ev rewş çawa destpêkir? Erdogan  di cotmehê de di vebûna meclîsa xwe de got “ Îsraîl piştî Lubnanê dê hicûmî me bike” hâlbuki li holê tu tehdîkekî Îsraîlê rasterast li ser Tirkîyê tuneye. Tirkîye endamê NATO ye  Îsraîl jî NATO ya  Rojhilatanavîn e. Derdê wan çi bû , tevî ku tehdîkek  wer tunebû jî Erdogan ev peyv ji bo çi got. Bi vê peyvê re  got gerek em bereya nav xweyî ( îç cepha xwe ) xurt bikin” li hember tehdîda Îsraîl.tehdîda qal dikirin ev bû. Dizanîbûn piştî Lubnanê  Surîyeyê jî  têk here û li Surîyeyê, Rojavayê Kurdistanê kurd hem bi rêxistin in hem çekdar in derfeta ku bibin dewlet derdikeve holê û ger ku ew derfet derkeve Başûr û Rojava bi ser hev kevin cih li Tirkîyeyê teng dibe.Tehdîta ku qal dikir esasen ev bû.  

Li gor van gotinên Erdogan Bahçelî derket pîyasê wî jî got “ bila Ocalan were guruba partiya DEMê bêje min partîya xwe lagiv kir û min leşkerên xwe belav kirin. Weke ku talimat da Ocalan. Ev ne banga muzakereyê ye yan pêvajoya aşitî demokratik, weke talimat Bahçelî derxist holê. Rola Ocalan di  vir de çi ye; niha Kurdistan ne parçeyeke berêya wan î hundirîn e. Em ne di bereya wan î di hindur de ne.Ew dewlet di hindur axa me de dagirker e ne ku em parçeyek ji bereya Tirkîyê yî hundur in.

Tiştên ji Ocalan û ji DEMê tên xwestin, kurdan bi giştî Bakur rojavayê Kurdistanê bikin parçeyek ji bereya wanî navxweyî an  bereya wanî hindur (îç cepheya wan) misyona ku li Ocalan bar dikin ev e. Sîyaseta kurd wê bejin “em jî  di hindur vê bereya navxweyî de ne û em ê bi hev  dure têbikoşin” Bi hev re li hember kê  ew ê têbikoşin, li vira em ê bên ser xala din, Sirri Sûreyya Onder kê temsil dike? Li Tirkîyê kedkarê sînemayê jî temsil nake ev mirov. Feqet li ser navê hareketa kurd dikare bi Enqerê re, bi Îmralî re, bi Qandîlê re, bi Rojava re dan û stendinê bike.

Esasen S.S.Onder dewletê temsil dike. Wî bi deve xwe gotîye                  “di pêvajoya 2012-2015 de  min wezîfeya partîyê nekirîye min wezîfeya dewletê kirîye. Nuha jî cîgirê serokmeclîsa tirkîyeyê ye yanî dewletê temsil dike. S.S.Onder dibêje ku “van kêşayan em di nav xwe de çareser nekin; heftê û du teref wê dest tê werdin. Ew her du teref jî Ocalan, DEM û dewlet e yanî li holê terefê Kurdistanê tuneye. Dewlet û kiregirtîyên dewletê ne.Heger em di nav xwe de safî nekin 72 teref dikare mudaxeleyî vê pêvajoyê bike.

 Wate, çi ye wateya wê li Rojavayê Kurdistanê QSD bi Emerîka re, bi dewletên Ewropa re xwedî têkilî ye alîkarî ji wan digire û ji 2014 an vir ve ev 11 sale bi hevre şerê dijî DAÎŞê dikin. Qesta wan dibên bila kurd ,hevalbendîyê bi koalisyona Ewrupî, bi Emerîka, bi Îsraîl re neke, bila werin em ji xwe re li hev bikin. Ew ên li ser çi li hev bikin qala ji bona ocalan mafê hêvîyê dikin, hin qala efûya gîştî dikin. Yanî li holê “talebên Kurdistanê talebên mîletê kurd tuneye” S.S.Onder wisa dibe.

Ocalan çi dibêje “emele emperyalîzmê li ser Tirkîye, Sûrye, Îran û Iraqê heye ez li ser modelekê dixebitim ku em derî ji emperyalîzmê re bigirin” Wate, tu miletê kurd temsil nakî, tu ji bona van  her çar dewletên dagirker li modelan digerî. Ev her çar dewletên dagirker xwedîyên milyonek çekdar in û sîlehên wanî şer qewî ne û bi sedan zanîngehên wan hene ew nikarin ji xwere modeklek ava bikin; Ocalan wê ji wan re modelê ava bike?         

Hedefa van dan û stendina Rojavayê Kurdistanê ye û ev rewşa ku Bahçelî,Ocalan û Erdogan dibin tînin, ne ji bona Tirkîye demokrat bibe an kêşeya kurd Kurdistanê li Bakurrojavayê Kurdistanê ya li Tirkîyê çareser bibe. Hedefa vê rewşê Rojavayê Kurdistanê têk bibin.

Du planên Erdogan hebûn di vê mijarê de, plana wan î yekem ew bû ku dewleta tirkan di ser Ocalan re PKK, PYD û Îhvan Mûslîmîn tazyîqê deynin ser Esat bi Esat re li hev bikin, foksîyona Tirkîye li Suryê xurttir bibe. Ev plana wanî ewilî têk çû. Esat qebûl nekir HTŞ çû Şamê. Îcar li Tirkîyê kirin weke dîlanekê “me li Suryê şoreş pêk anîye vana giş mirovên me ne” Lê di eslê xwe de ne wisa ye.

Alternatîfa Erdogan ne HTŞ ye li Surîyeyê, alternatîfa wî  ÖSO ye Îhvan Mûslîmîn in. Ji xwe tu li  rewşa Suryê binere HTŞ; ÖSO navê wê kirin SMO (Artêşa milî a Surye) tev xwe nebirin Helebê, tev xwe nebirin Şamê di hikumeta avakirî jî cîh nedan îhvan Mûslîmîn an SMO- OSO .Li wir alternatîfa wan ev e, ji Ocalan ew ê çi bixwazin wê bêje talimat bide PYD,  bila PYD jî bi OSO re li hevbike ez ê wan herduya jî himaye bikim.  

 Ez beşek din jî bêjim û biqedînim. Em ne xerîbê vê sîyasetê ne. Sedsal berê jî dema şerê cîhanê yê yekem qedîya, Mistefa Kemal tu şêx û begê kurdan nema ku ne çû destê wan û ji wan re got ku “Îngîlîz in Fransiz in ew ê we bixapînin dibên em ji we re dewletê ava bikin wek wan nekin  em birayê hevin em ê dewletê bi hevre ava bikin” Piştî ku komar îlan bû ew şêx û begên kurdan ê ku Mistefa Kemal yeko yeko destê wan maç dikir giş daliqandin. Taleba wî heya avakirina komarê bû. Komar ava bû dest bi hicûmî Kurdistanê kir û ev siyaset ne tenê li Bakurê Kurdistanê meşand dema Şêx Mehmûdê Berzencî li Başûrê Kurdistanê xwest Qiralîyetekê ava bike Osmanîyan yûzbaşiyekî Teşkîlatî Mahsusa bi navê Ozdemîr Paşa şand Rewandizê ji bona di navbera Brîtanya û Şêx Mehmud de şer derkeve. Heta radeyekê jî bi ser ket.

Ev heman siyaset e, îro jî ji sîyaseta kurd re dibêjin ku “Bi tu kesî re nedin nestînin  em û hûn birayên hevin. Ev sedsal e tu jenosîdek domdar li ser kurdan tetbîq dike. Îro li sê parçeyên Kurdistanê tu şerekî hov û dagirkerane dimeşînî.Tu hicûmî Başûr dikî, hicûmî Rojava dikî, Bakur te kirîye zindanek vekirî. Biratîya me û te biratîya çi ye em dijminê hev in.

Hiquqê vê dewletê li hember Kurdistanê hiqûqê dijminatîyê ye.Sîyaseta kurd,terefên kurd divê vê ya tu car ji bîr nekin, ew li ser hiqûqa dijminatîyê bi me re kar dikin. Dîvê tu jî li ser hiqûqa dijminatîyê siyaset bikî. Ne ku tu hiqûqa biratîyê aştîyê. Van çîrokan, ev sedsale gelek car em pê xapîyane vê carê divê em pê nexapin.Li ber kurda fersendê dîrokî hene, sîyaseta kurd divê mezin bifikire tu carî nebin muxatabê pêvajoya Bahçelî, Erdogan û Ocalan. Pêvajoya me pêvajoya şer e rizgarîya milî ye. Ev pêvajo û Bahçelî,Erdogan û Ocalan tu carî nagihîje hev em dijî hev in.

Ez dibêm li ser paradigma ev bes e.

HÛSEYÎN ÎŞLÎ: S.S.Onder cara ewil ku ji Îmralîyê hat bi coş bû, cara duduya ku  çû û hat got ku “dewlet bo  pêvajoyê ne zelal e” gerek em ji vê ya çi fehm bikin?

FÛAD ONEN: Ev pêvajo di cotmeha 2024an de bi gotina Erdogan dest pê kir; ev tiştê xuyanî ye.Di esasê xwe de di cotmeha 2023yan de dest bi vî karî kirine. Piştî li Gazze şer destpêkir û hat fahm kirin ev şer wê li herêmê  belav bibe, dewleta Tirkîyê ,Erdogan û Bahçelî hedefa wan Rojavayê Kurdistanê bû. Ew ji wê çaxê de wan ev tehdit li ser xwe dîtin. Di hindur salekê de gelek car di ser Ocalan re bi PKK re hatîyê axaftin, bi PYD re hatîyê axaftin,bi rêxistina EWROPA re hatîyê axaftin amadebaşî kirine, piştî salekê Erdogan destpêkir ji raya giştî re vekir yanî piştgeha vê pêvajoyê zêdeyî salekeyê didome û xûyaye di wir de hin astengî hene, hem ji alîyê Qandîlê ve û hem helwesta Rojavayê Kurdistanê û hem bi giştî helwesta terefên kurd rê nadin wan ku bi hêsanî vê pêvajoyê bimeşînin. Ji ber wê behtir ê direye Bahçelî ye bi sedem  paş perdê hîn tam sererast nebûye Erdogan kêm dipeyîve Bahçelî wer hicûm dike û dibe “ divê em lê ecele bikin Ocalan derhal bang bike.”

Heta ku ew kêşene çareser nebe nizanin ew ê bi Ocalan çi bidin gotin. Gerek sahne hazir bibe ku wexta ku Ocalan got peyva wî neçe serî nayê hesabê dewletê. Enstrumanek wek Îmralî di desten wan de ye naxwazin ev enstrüman bê bandor bibe.Ji ber wê tiştekî zelal nabêjin ne ku hedefên wan ne zelal in. Hedefên wan zelal in lê ew ê çawa bigihên vê hedefe?

Sedema ku Ocalan dibêje paradigma û ez li modelekê digerim ev e. Ocalan nikare bi rasterast derkeve bêje bila PYD jî PKK jî temama partîyên kurdan ji Tirkîyê re teslîm bibin. Ocalan peyvek wer nabêje ew ê bixemilîne şaxa jê berde ji bona wan şaxa jî hîn pêwistî bi dan û stendina heye hîn hevdû tam îqna nekirine.Ne zelalîya heye ev e an na di hedefên dewletê de tu ne zelalî tuneye û di sekna S.S.Onder de jî tu ne zelalî tuneye.

S.S.Onder mîsyonerê vê dewletê ye misyona xwe bi cîh tîne problem ne dı wi de ye problem; ew ên ku ew derxistine pêş û kirine terefek kirine  temsîkarek, problem di wir de ye. Gerek miletê me bertek nîşan bide êdî. Ev çend zelal e ku mîsyonerê dewletê  li ser navê me van karan ji bona çi dike? Rewşa wan bi vî rengî ye.

Alîyek vê pêvajoyê jî ji bo  sîyaseta hindur a Tirkîye ye. Tê gotin ‘Erdogan dixwaze carek din bibe serokdewlet, Bahçelî dixwaze afek giştî derkeve bi sedem di qetilkirina   Sînan Ateşê kevne ûlkûcû de îşaret rêvebirîya MHPyê nîşan dide. Ev mehkeme bidome an Erdogan ji desthalatî bikeve dawe ê bigihîjê MHP jî ji ber wê MHP dikare terefdarê afûyek giştî be jî.

 Van hesabên navxweyî ye,ê me em hesabên wan î navxweyî ji wan re dihêlin; gerek em li hesabên xweyî navxweyî bigerin.Yanî sîyaseta Kurdistanî li hember vê dikare çi bike û divê çi bike? Konsantrasyona me divê li ser vê be, van ê dinê bila ew ji xwe re nîqaş bikin.

Erdogan careke din dibe serokê dewletê, yekî din dibe serokê dewletê yanî ev dewleta dijmin, dagiker û jenosîdkar kî bibe serokê wê heman tişt e. Bi guherîna serokê dewletê, dewlet naguherin. Ji bona wê ez alîyê sîyaseta tirka a navxweyî nîqaş nakim em ji wan re bihêlin têra xwe hene bira ew ji xwere nîqaş bikin. Em ê çi bikin pirsa esasî ew e

HÛSEYÎN ÎŞLÎ : Mamoste, tam di vê deme de hevdîtina kek Mesût Berzanî û General Mazlum Ebdî tu çawa dibine?

FÛAD ONEN: Bê şik di nabêna Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di çi hevdîtin çêbibe,çi encamên erênî jê derkeve cîhê şanazîyê ye, dereng mane lê tev dereng mana xwe jî danûstendina  di nabêna kek Mesût û mazlum Kobanî re baş e gerek bibe ,feqet a muhim ew ê ku aso ya wan çi ye? Yanî Başûr û Rojava nêzî hev bibin ew ê bi hevdure çi bikin divê vê ji me re bêjin. Beyana kek Mesût a vê taliye “ger hewce bike em ê alîkarîya leşkerî jî bidin” beyanek gelek maqul e.

Kek Mesût ji rojavayîya dixwaze ku yekrêzîya sîyasî ava bikin û li hember Şamê cepheyek kurdan ava bikin; vêya 15 sal e temama kurdan dibêjin. Cîhê şanazîyê ye ev jî baş e lê hedef wê çi be yanî di vî şerê cîhanê yê seyem de tu ji şerê Suryeyê de bigire ev 14 sal e, tu ji Iraqê de bigire  ev 30 sal e; bereya şerê cîhanê ê Rojhilata nêzîk û Rojhilata navîn germ dibe.

Ez di wê bawerîyê de me ku 10 salê li pêşîyame li Suryê ew ê şer bidome. HTŞ û Golanî nikarin Sûrîyeyek yekpare biafirînin. Îro  Sûrîye parçe ye, yê ku dixwestin li Iraq û Sûrîye neteweyekî ava bikin esasen BAAS bû lê li Iraqê jî li Sûrîye jî  heta Nasir jî dixwest Misrê ava bike,  Qaddafî dixwest Lîbya ava bike piştî bi 10an sala milet ava nebûn.Sûrîyeya ku BAAS nikarîbû miletekî lê ava bike; HTŞ û Golanî qet nikare ava bike. Ev paradigmaya dewleta tirka a Natîonal Building (avakirina milet) di heman deme de paradigmaya BAASê jî bû. Îro ji HTŞ yê dixwazin ne pêkan e. Li wir kurd hene, dûrzî hene,nusayrî hene, ermenî suryanî hene û vana giş çekdar in. Ji vê derê Sûrîyeyek yekgirtî dernakeve ji ber vê ev 10 salên li pêşîya me li gor min wê şer bidome li Sûrîyeyê

Hedefa sîyaseta kurd di vî şerî de divê yekîtîya Rojava û Başûrê Kurdistanê be û hedef dewletbûyîn be. Di şerê mezin de pêşengên sîyasî divê mezin bifikirin, ne tenge-partîyî û ne tenge-parçeyî bifikirin. Bi tena sere xwe ji Rojavayê Kurdistanê dewletek dernakeve. Lê Rojava û Başûr bi ser hev bikevin, pêşîya dewletbûyînê vekirîye,  ji tune de stratejîya me ya esasî divê ev be. Tu vê dike hedef, şertên navdewletî rê nade te tu bi federasyonê qayil dibe, bibe lê hedefa sîyasî a stratejik divê tim ev be.

Qedera her çar parçeyên Kurdistanê tarîxîyen yek e û çareserîya wan jî yek e lê îro qedera Rojava û Başûr rojane jî bûye yek yanî aktüel e yekîtîya Rojava û Başûrê Kurdistanê û siyaset divê wer lê binêre. Di vir de xalek esasî, enerjî û qontrolkirina  rêya enerjîyê ye. Tu jî çêtir dizanî şerê cîhanê şerê emperyal, hedefên wanî girîng çavkanîyên enerjîyê ye û qontrolkirina rêyên enerjîyê ye.

Di vî şerê Rojhilata nêzîk de jî xaleke esasî kontrolkirina rêyên enerjîyê ye.Li wir du alternatif pêşbazîya hev dikin yek a Çînê rêya Îpekê, yek jê a Hîdîstanê rêya Baharatê tê di Îsraîl re digihêje  Behra Sipî. Îsraîl li rojhilatê Behra Sipî ji xendî xwe lîman nehişt. Lîmanê Suryê, Lubnanê, Filîstînê giş bi bombebaranê ji holê rakirin.

Nuha şerê li Suryê didome, xalek wê yî esasî koridora enerjîyê ye ku ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê digihîje Ûrdunê di ser Îsraîlê re  digihîje Behra Sipî. Başûr û Rojava yek bigrin vê rêyê qontrol bikin,an wek du federasyon vê rêyê qontrol bikin, pêwistîya  Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi çar dewletên dagirker namîne Ew dê petrola xwe ,gaza xweyî sirûştî  bi vê korîdorê bigîhêjînin Behra Sipî. Ew ê bê bîra we çend sal berê tankerek petrole a Başûrê Kurdistanê şeş meha li deryayê gerîya, kesî nedikirî dûvre Îsraîl ew tankêra petrolê kirî.

Sîyaseta kurd divê mezin bifikire. Di vê çerçoveyê de tiştê ku kek Mesût ji bo Rojava bike a herî girîng; yekrêzîya sîyasî li Başûrê Kurdistanê ava bike.Yekitîya hêzên peşmerge saz bike. Ev çar meh in hilbijartin çêbûye, demildest hikumetekê ava bikin. Dema ku Başûr li hindur xwe yekrêzîyê û  hêzên peşmerge nekin yek; ev stratejîya milî nameşe.

Hevdîtin ê çêbibin feqet li wê derê du dewlet heye dewleta Partî Demokrat û dewleta  Yekitî Niştiman. Yekîtî Niştiman heya nuha sîyasetek nêzî Bexdê û Îranê dimeşand, Partî Demokrat jî sîyasetek  nêzî Tirkîye dimeşand. Doh jî di beyana kek Mesût de dibe “têkilîyên me û Tirkîye baş e û ev têkilî ji bo herêmê jî ew ê baş be”Mazlum Kobanî jî ji kek Mesût xwestîye ku kêşeyên nabêyna wan û Tirkîyê çareser bike.

Halbûkî a ji me re lazim, em kêşeyên nav xwe çareser bikin. Dema em kêşeyên nav xwe çareser bikin, ihtîyaca me tune ku kêşeyên me û dijmin çareser bibe.Problema me ku em kêşeyên xweyî navxweyî çareser bikin. Li Rojavayê Kurdistanê demildest yekrêzîya sîyasî gerek pêk were, li Başûrê Kurdistanê gerek pêk were û rêberên, pêşengên  herdu parçeyan bi vê baş bizanibin qedera wan rojane bûye yek,mecbur û mehkumê hevdû ne. Ji bona yek bigrin divê ne li bende Emerîkîya û ewropîya bin, herdû teref jî xwedî tecrûbe ne. Ev 150 sale em şerê rizgarîya milî didin, tecrûbeya me ya 150 salî heye pewistî tuneye  kes di nabeyna me keve û me bigihîjînî hev.

Vê jî bêjim û biqedînim. YNK jî PKK jî sîyaseta nêzî Bexdê û Şamê û Îranê dimeşandin; baskê  Îranê li Rojhilata nêzîk û Navîn şikest.Hîlala wanî Şîa ji Tahranê destpêdikir Baxdat,Şam, Lubnan, Fîlîstîn digîha Yemenê. Fîlîstîn û Lubnan û Surye çû  maye Yemen Iraq ji derveyî Îranê.

Yemen her roj di bin bombebarana Îsraîl de ye. Ji nuha pê ve şerê Îsraîl û Emerîka û îranê  ew ê di ser Iraqê re bimeşe divê em xwe ji vê re amade bikin û partîyê me yê heta nuha di bereya Îranê de cîh digirtin divê demildest ji wê bereyê derkevin, ew bere dê bibe hedefa koalîsyonê û Îsraîl. Wexta em vê dibêjin em nabêjin  ji bereya Îranê derkevin werin têkevin bereya Tirkîyeyê. Bereya Kurdistanî ferz e li ser me yanî em vê bereyê saz bikin,  fersenda dîrokî li pêşîya me ye eger em nikaribin vê bereyê saz bikin ev fersend bireve xeterîyên mezin li pêşîyame ne û vê carê mesûlê têkçûnê  tenê sinifa me yî  sîyasetê ye, em giş in yanî.

HÛSEYÎN ÎŞLÎ:  Pirsên temaşevanan hene: Mamoste Fûad, di vê rewşê da sekna Başûrê Kurdistanê ew ê çi be û sehne çawa were amadekirin, Qendîl û QSD yekser bikarin xebera Ocalan bikin?

 FÛAD ONEN: Başûrê Kurdistanê em ji 30 salî de negrin ji 2005an vir ve çavê her kurdekî li wê derê ye. Ew der, di nav her çar parçeyan di ê berê berê nêzî armancê bûne, nîv dewletek li wir heye, rewatîyek navdewletî jî afirandine îro li Hewlêrê kosulxaneyê gelek dewletan hene.

Lê li wir Porblema me, pêwistîya me bi dewletekê heye Kurdistan ji xwe parçe bûye. Başûrê Kurdistanê bila nebe du dewlet û du parçe. Bona Başûr karibe rola xweyî Kurdistanî bilîze, demildest hikumetek milî, bernameyek milî,artêşek milî û ekonomîyek milî pêwîst e. Vê bangê ev 30 sale her kurdekî dilsoz li wan dike.

Van mehên dawî kek Mesût jî alîyê Bafil Talabanî jî dibêjin em amadene yek bigirin, lê hîn hikumetek ava nekirinin, hîn projeyek yekgirtina pêşmergeya li holê tuneye.

Em ji ber wê her bang dikin û hêvî û daxwaza me ew e ku li wir bernameyek milî, hikumetek milî û ne tenge-parçeyî û ne tenge-partîyî; Kurdistanî , li wir ava bibe ew ê fêdeyê bide her çar parçeyan û her kurdekî li her çar alîyê dinyayê.

Di vî şerê Sûrîyyeê de, rewşa Surîyeyê ku nuha tê de ye ku ev şer berdewam bike, ev ferz e. Di ser wê yekrêzîyê re dikarin doza yekrêzîyê li Rojavaya jî bikin û herdu teref bi hev re jî dikarin bernameyek hevpar ava bikin. Wê çaxê gotina kek Mesût a ku dibêje “ ger hewce bike em dikarin alîkarîya leşkerî jî bikin” wê çaxê ev gotin cihê xwe digire.

Sahne min fehm nekir yanî sahne ku tirk ji bo açilima Bahçelî û Ocalan hazir dikin? Eger ew  sahne be, bi du hawa dimeşînin bi hawakî şerekî tun di li Rojava dimeşînin. Bi taybet li dor Minbicê, li hinda Baraja Tişrînê li her deverê Rojavayê Kurdistanê bombebaran e.Li hindur her ku diherin girtîyê sîyasî zêde dikin alîyê kurda li alîkî êdî di nav xwe de jî yanî Erdogan û Bahçelî ji bo hikmê xwe bidomînin gerek dewletek esker, polîsa ava bikin û hewla wan ew e. Anuha jî defakto dewleta  heyî dewleta esker polîsa ye.

Ji alîkî de zilma xwe zêde dikin,hicûma xwe zêde dikin ji alîyê din de jî Qayûma davêjin ser beledîyeyên DEMê û CHPyê, ji alîyê din jî banga xurtkirina bereya navxweyî bereya hindur dikin û bang dikin “em  kurd û tirk birayên hevin”sahne bi van herdu şêwaza hazir dikin.

Hinek dibêjin avêtina qayûma û girtina însana dijî vê pêvajoyê ye ez wer nafikirim. Ev zilma mezin ku dikin ne dijî pêvajoyê ye. Yanî avêtina qayûma û girtina sîyasî û pêvajoyê wek nakokî dibînin; vê pêvajoyê wek pêvajoyek çareserîyê, wek pêvajoyek aşitîyê, wek pêvajoyek demokrasîyê dihesibînin û nakok dibînin.

Ev pêvajo ne tiştekî wisa ye ne pêvajoya aşitîyê,biratîyê, çareserîyê ye. Pêvajo, pêvajoya teslîm girtina sîyaseta kurd e! Ev pevajo hicûmeke li ser sê parçeyên Kurdistanê! Tu di hicûmê de be tê bombebaran jî bike, tê qayûm jî bavêje, tê însana jî bigire.

HÛSEYÎN ÎŞLÎ: Pirs heye: Mamoste Fûad ji bo Tramp çi dibêje?

FÛAD ONEN: Tramp ew îşaret da got “Kapîtalîzmê dinya anîye kîjan rewşê”Du namzetê serokdewletîya Emerîka hebû ku Emerîka hikum li dinyayê dike, yek wek Tramp beredayî bû ê din jî yekî Biden xurifî bû. Encama kapîtalîzmê ku dinya giş rizandine. Nuha ji me dixwazin ku  em bawer bikin ku li Tirkîyeyê Bahçelî û li Sûrîyeyê Golanî ew ê demokrasîyê bîne, tışteki wer ecêb heye? Feqet vayê dibên  û gelek însan jî jê bawer dikin. Civat rizandine.

Îcar bi Trump sîyaseta Emerîka dê çiqas biguhere em hîn baş pê nizanin. Trump û Elon Mask, hicûmî Ewropîya dikin û dixwazin Ewropa hîn bêhtir di warê ekonomik de jî kontrol bikin. Trump cara yekem wexta bû serokdewletê Emerîka bi dokûmenta wanî ewlekarîyê de got”dijminê esasî Çîn e” nuha jî wer xuya ye ku eger di mesela Sûrîyeyê û Ukrayna de di nabêna Putîn û Tramp de li hevkirinek hebe; Tramp dixwaze berê xwe bide Çînê. Yanî Çînê ji xwe re tehdîda herî mezin dibine.Ew dikare rê lê veke ku giranîya xwe ji van herêman bikşînê, feqet dewleta Emerîka PENTAGON e, CENTOM e cara din jî xwest vekişe rê nedanê Ew kadroyên anîne hikumetê behtir kadroyên şerbaz xwîya dikin û li heremê terefdarên Îsraîl in û piştgirê şerê Îsraîl in.

Nuha em li bendene ka ew ê balansek çawa ji dewleta Emerîka derkeve. Em vana gişa dişopînin, lazim e em gişa bişopînin li gor wê helwest bigirin e vaya temam lê a muhîm em ê çi bikin? Ew girîng e. Îro 300 hezar leşkerên me hene, dewleta tirka jî 400-500 hezar leşkerên wan hene. Feqet ev 300 hezar ne artêşeke, 3  artêş in û her artêşek di kontrola partîyekê de ye.

Eger bi hişmendîyek neteweyî û fahmkirina vê momenta dîrokî em tev bigerin; artêşek ji 300 hezar  leşker pêk tê bi rêveberîya sîyasetek milî de be, em dikarin têsîrê li sîyaseta Emerîkîya,Ewropîya, Îsraîlîya û temama dewletan bikin.

Weke sîyasetmedarekî em dişopînin, mesela Fransa van salên dawî li Sûrîyeyê dixwaze însîyatîf bigire,bi sedem Sûrîye, Lubnan, Bakurê Efrîkayê heremên nûfuza ê Fransayê  ê dîrokî ne,ji bona wê helwesta Fransa muhîm e.Helbet em ê vana gişa bişopînin û li gor wê pêwistî hebe sîyasetê bikin lê a muhîm sîyaseta me ye, em ê çi bikin?

HÛSEYÎN ÎŞLÎ: Mamoste. zemanê me qedîya gotinek te hebe keremke.

FÛAD ONEN: Belkî di bernameya din jî min gotibû, çi li dinyayê çi li herêma ya şoreş pêşîyê li şer digre ya jî şer rêya şoreşan vedike. Îro şoreşek pêşî li vî şerî bigre li welatên Ewropa, emerîka xuya nake.Îro dînamîgên şoreşa Kurdistanê ji her derê dinyayê zindîtire. Bi taybet ciwanên me, sîyasetmedarên me divê van dînamîgên şoreşa Kurdistanê bibînin û ala şoreşa Kurdistanê bilind bikin.*


* Dengê Kurdîstan tv Huseyîn Îşlî

26.01.2025


* Dengê Kurdîstan tv Huseyîn Îşlî

26.01.2025



Rewşa Kurdîstanê û paradîgma nû ya Dewleta Tirk