ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEM Û BIRÎNA DEWLETA TIRKAN

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEM Û BIRÎNA DEWLETA TIRKAN

Şerê cîhanê yê seyem; ez ê ji gotineke Dewlet Baxçelî dest pê bikim. Di gulana 2023an de Dewlet Baxçelî got: ”Dinya diguhere, li herêma me jî guhertin çêdibin. Em hêvî dikin ku welatê me neguhere.” Ev dîskûra Dewlet Baxçelî, dîskûra dewleta tirkan ya 35 salan e. Ji 35 sal berê ve di hindur dewleta tirkan de terefekî dewletê, alîyekî dewletê, wer difikire ku dinya diguhere herêmê jî biguhere û tirsa guherîna me jî heye.

Sîyasetmedarên tirkan gelek caran vê yekê wekî mijara bekayê bi nav dikin. Bo dewleta wan, metirsîyek heye ku ev dewlet wek berê nemîne an dewlet ji holê rabe.

35 sal, di peyama Ocalan de jî hebû. Ocalan dibêje; piştî sosyalîzma reel têkçû, ev 35 sal in, PKK bê wate maye. Xwe dubare dike. Di heman demê de, di belavoka  PKKyê de jî 35 sal heye. Ew jî dibêjin; tiştê lazim  35 sal berê, herî kêm 25 sal berê tiştê lazim me bikira ji hin sedeman me nekîrîye, anha em gîhane wê qeneatê; divê, em partîya xwe fesih bikin û çekan dînin.

35 sal berê çi bû? 35 sal berê sosyalîzma heyî têk çû. Ew ên ku em qala wan dikin; giş, kêfa wan ji tekçûyîna sosyalîzma heyî re hat. Dewletên kapîtalîst; ji xwe armanca wan ew bû ku sosyalîzma heyî tek bibin. Û Tirkîye jî tê de, tu bigire tevahîya cîhanê, bi kefxeşî peşwazî li têkçûyîna sosyalîzma heyî kirin.

Baş e, dewleta tirkan bo çi têkçûna sovyetê ji xwe re wekî metîrsîyeke mezîn dît? Sedama wê ev e ku Yekîtîya Sovyetê bi tekçûna xwe nîzama cîhanê jî têk bir. Ev nîzama cîhanê ku heta bi sala 1990î hebû, di sala 1945an de ji alîye Yekîtîya Sovyetê, Bîrîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ve hatûbû avakirin.

Yekîtîya Sovyetê, lingekî wê nîzamê yê esasî bû. Ji dema ku ew ling şikest, ev 35 sal in, nîzamek li cîhanê tuneye. Şerê cîhanê yê sêyem,  encama vê ye. Yanê, dinya divê  ji xwe re nîzameke nuh pêk bîne.

Nîzamên cîhanê tiştê ku em gîhan  me dîtîn, bi şerê cîhane pêkan e. Şerê Cîhanê yê Yekem, bi xwe re nîzama koma miletan, nîzama cemîyetî akvam anî. Sîstemeke dewletê ava kirin. Ev teşkîlat, teşkîlateke kolonyalîst-emperyalîst bû. Hiqûqê wê li ser mandaterîyê jî ava bûbû. Feqet nîzamek dan cîhanê.

 Vê nîzamê, ji konferansa parîsê ya aşîtîye heta bi 1939an, 20 salan hikum kir. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de, ev nîzam çû. Li vir derdê sîyaseta tirkan an birîna dewleta tirkan ev e; Komara Tirkîyeyê wekî parçeyekî nîzama cîhanê û parçeyekî sîstema dewletan a koma miletan hatîye avakirin. Ne ku wan bi serê xwe dewleteke nuh ava kirine.

Ango Împaratorîya Osmanî, di şer de têk çûye. Wek Împaratorîya Avusturya-Macarîstan wek Împaratorîya Prusya ew ê parçe bibe. Di vî şerî de her du teref jî difikirin ku piştî şerê cîhanê devleteke bi navê Osmanî ew ê nemîne. Feqet, meclîsa Enqereyê bi Fransizan re, bi Îngîlîzan re li hev kir û Yekîtîya Soveyetê piştgirîyeke xurt da vê hewildanê. Bi destê emperyalîstan, komara Tirkîyeyê, wekî parçeyekî nîzama cîhanê ava bû.

Ji ber wê ye ku  Dewleta Tirkîyeyê, ji têkçûna nîzama cîhanê bi tirs e. Dibejin; ji me re mijara bekayê derketîye. Heta bi Şerê Cîhanê yê Duyem, Komara Tirkîyeyê, destekî wan bi Sovyetê re destekî wan bi Bîrîtanya û Fransa re di hindur nîzama Cîhanê de ji xwe re cîyek dît.

Di Şerê Cîhane yê Duyem de Komara Tirkîyeyê, hetan bi sala 1943yan hevalbendê Hîtler bû. Dilsozê Hîtler bûn. Yanî ew rojnemaya Cumhurîyetê ya ku di salên 1960-1970yan de wek rojnamayek çepgir me diwxend û me pêşnîyar dikir, ji 1939an heta 1943yan propagandaya Hîtler û faşîzmê  dikir û di serpereştîya Înonu de  di despêkê de li wî terefî cîh girt. Gerek bê bîra me ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî kadroyên ev dewlet damezirandin, mitefîkê almanan bûn. Bandora perwerdeya almanan jî li ser wan hebû.

Ji 1943yan û pê ve, piştî ku li Stalîngradê hicûma Hîtler hat sekinandin, hat fahmkirin ku Hîtler ê têk here, Almanya yê têk here, Komara Tirkîyeyê ji nû ve xwe nêzîkî koalîsyona dijfaşîzmê  kir.  Ew jî ji Sovyet, Amerîka, Brîtanya û Fransayê pek dihat. Di dawîya şer de jî, di sala 1945an de li hember Hîtler, (ew Hîtlerê ku tekçûyî) şer îlan kirin.

Şer qedîya. Dewleta Tirkan li dinyayê, dewleta herî bê îtîbar bû. Bi sedem sê salan bi faşîstan re tevgerîya û dû re xwe sipart vê derê, Komara Tirkîyeyê ne cîhê bawerîyê bû. Dîsa pirsa bekaya wan derket. Vê jî bejîm, dema ku di sala 1941î de Sovyetê ji bakur ve û Biritanya ji başûr ve Îran dagir kirin, Dewleta Tirkîyeyê ket teyaquzê. Got; Îran hat dagirkirin, rojhilata Kurdistanê dê bibe dewlet. Hem li gel Sovyetê hem li gel Amerîka û Bîrîtanyayê danûstendin çêkirin, gotîn; em qebûl nakin, bi tu awayî li rojhelata Kurdistanê tiştek bibe. Di têkçûna Komara Kurdistanê ya 1946an de jî bandora vê sîyaseta tirkan heye.

Komara Tirkîyeyê wê çaxê, leşker şandin Koreyê li ser daxwaza Amerîkayê. Teslîmî Amerîka û dewletên Ewrûpayî bû û got min qebûl bikin, ez ê ji niha pê ve karê we bikim. Bi vî awayî di  sala 1952yan de bûn endamê NATOyê. Komara Tirkîyeyê, ew bêpênase mayîna xwe bi ketina Nato dabûr kir.  Dû re bû berendamê Yekîtîya Ewrûpayê. Heta bi sala 1990î Tirkîye xwedî pênaseyekê bû. Endamê NATOyê bû. Berendamê Yekîtîya Ewrûpayê bû û li terefê rojavayîyan cîh digirt.

Di sala 1990î de dewleta Tirkîye, dîsa ket nav tirsekê. Tirsa vê dewletê tenha Kurdistan e. Îro li pêşîya projeya Komara Tirkîyeyê, tekane asteng Kurdistan e.  Hûn dizanin; ev Komar ji alîye alaktonan ve û ew ên ku ne xwedîye vê erdnîgarîyê ne hatîye damezirandin. Van alaktonan li vê dewlete xwedî derketine û xwe di ser vê dewletê re penase dikin. A ku vê qebûl nake, tenê heqîqata Kurdistanê ye. Ji ber wê, piştî ku hat fahmkirin nîzama cîhanê belav bû, Dewleta Tirkan dîsa got; mijara me ya bekayê heye. Dê Amerîka, Îsraîl û Birîtanya ji kurdan re dewletekê ava bikin. Tirsa wan ewqas e. Mijara wan a bekayê, wer bi peyvan dixemêlînîn, mirov dibêje qey tiştekî dibejin. Tiştê ku dibêjin ev e; ger Kurdistan bibe dewlet em ê têk herin.

 Ne tenê li Bakur Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê li kê derê kurd bibin dewlet an bibin dewleteke federe, dibên ji bona dewleta me, mijara mayin û nemayine ye. Mijara bekayê ye.

Wê çaxê di hindur dewleta tirkan de, du mêyil saz bûn. Hûn dizanin, piştî tekçûyina Sovyetê, li Evrûpa li Amerîka li temama dinyayê, hin guherîn çêbûn. Bi sedem, sîstema rojavayî ya li dijî Sovyetê xwe program dikir. Dema sovyet û sosyalîzma heyî têk çû, li tevaya dinyayê guherîn çêbûn. Mesala, li dewletên Ewrûpayê gladyo belav bû. Herkesî gotin van dewletên emperyalîst rûvîya xwe paqij dikin.

Dewletek neguherî, ew jî Komara Tirkîyeyê ye. Li hember guherînê asê ye. Yanê dibêjin ger guherînek çêbibe, em ê tek biçin. Di hindur dewletê de ew hişê ku ji wê re digotin baskên avrasyayî bi taybetî di nav artêşa Tirkîye de; gotin, xetereyeke mezin heye, Amerîka, Îsraîl û Brîtanya ew ê Kurdistanekê ava bikin.

Şerê kendavê yê ewilî wer fahm kirin. Beşekî dewletê jî taleba restorasyonê dikir. Yanê dinya guherî, divê em jî li gor şertên dinyayê hin guherînan çêbikin. Ev teref, bi navê Tugut Ozal wan tê pênasekirin. Wê çaxê Turgut Ozal got: ”Em ê yekî deynîn, sisîyan bistînîn. Em ê tev li şerê kendavê bibin.” Ev baskê artêşê -ku em dibêjin baskê avrasyayî- pêşî li vê girt.

Niha tirs çîye? Di sala 1870yî de li tevaya cîhanê, 25 dewlet hebûn. Ên ku wek dewlet tên qebûlkirin. Yanê, gelek formên jêr dewletan hebûn; wek mîrektî, wek  mîrnişînîyên Kurdistanê. Lê  wek dewlet, bêtirîn ew dewletê ku em  jê re dibêjin împaratorî, 25 heb bûn. Îro ne şaş bim 208 dewlet hene. Nexwe, di 150 salan de 180 dewlet lê zede bûne. Ev dewlet an di dema şerê cîhanê de an jî piştî şerê cîhanê ava bûne.

Wate; wexta ku nîzamek li cîhanê tune be, miletên bindest dikanin ji wê derfet bigirin, bibin xwedî dewlet. Tirkîye di mijara Kurdistanê de wek muhendîsan kar dike. Û pir zû dibinîn ku çi li pêşîya Kurdistanê ye.

Li Başûrê Kurdistanê piştî ku  di şerê kendavê yê yekem de herêmeke defakto ava bû, parlamanek li wir ava bû. Piştî îşgala Iraqê ya ji alîyê Amerîkayê  di sala 2005an de derbasî nîzamek federe bûn. Ev bo dewleta tirkan bû xetereyek li ser bekayê.  Ji ber wê ye ku ev sed sal e, ev dewlet -vî 10 salên dawîn dînîn alîkî- tenha şerê Kurdistanê meşandî ye.

Li vir ez dikanim bejîm; tu kes ji me naxwaze, li her derê dinyayê şer hebîn û însan ben kuştin. Feqet şer heqîqetek e. Heqîqeta cîhanê, Şerê Cîhanê yê Sêyem e.

Vî şerî, 35 sal li pişt xwe hiştîye. Gor stratîjîstên Amerîkî, 35 salên din jî dê bidome. Taybetmendîya vî şerî heye. Ev şer ne wek  Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem e. Di wan şeran de du bere hebûn. Wan li Evrupa bi giranî şerê hev dikirin û li deverên din jî şerê hev dikirin. Di vî şerî de zilhêz nikarin rasterast  şerê hev bikin. Bi sedem, çekên di destên wan dewletanan de bên teqandin, dikarin vê dinyayê 10 caran xera bike. Ew çend çek komkirine dewletên zilhezê cîhanê. Ji ber wê rasterast ew şerê hev nakin. Li terefê din şerê hevdu dikin. Ya din; ev şer, tenê li reşaya dinyayê nameşe. Ev şer, li behran, li bin behran û li fezayê dimeşe.

Niha mijara hişê çêkirî aktuel e. Hişê çekîrî jî encama legerînên leşkerî ne. Yanî, ev qûbeya pola ya Îsraîl, bi hişê çekîrî tê îdare kirin. Çendek berê gotin; Rusya, sîlehên nukleer li fezayê bi cîh dikin. Rusan înkarkir, lê îhtîmal e; ango, li fezayê jî ev şer dimeşe.

Niha, paktek bi navê AUKUS heye. Amerîka, Brîtanya û Avusturalya di sala 2021î de ev pakt îmze kirin. Navê vê peymanê, Peymana Keştîyên Binbehr ên Nukleer e. Di destpêkê de divîya ev keştî ji Fransayê bikirîna. Peyman di nabêna Fransa û Avustralyayê de hebû. Di 2021î de di derbekê de ew peyman xera bû û ji dêvila wê peymana Brîtanya, Amerîka û Avustralya saz bû.   

Ev peyman çi ye? Hedefa vê peymanê Hînt-pasîfîk e. Li vê derê keştîyên binbehrê yên nukleer bigerînîn. Fransa wê çaxê got: ”Nato, mejîmîrî bû ye. Yanê hevalbendê me, di piştê de li me xistin û Nato mejîmîrî bû ye.” Ên bertek nîşanî vê dide kî ne? Di serî de Çîn e. Çîn dibêje: ”Ev kar li dijî me tê kirin.”

 Wate; ev şerê cîhanê, li her deverê kaînatê dimeşe. Ser behrê, bin behrê, fezayê dimeşe. Dewletên zilhêz rasterast şerê hev nakin. Piştî şerê Ukrayna û Rusyayê destpêkir, hinan gotin: Metîrsîya şerê nukleer heye, şerê cîhanê yê destpê bike.

Li gor min, ev 35 sal in, ev şer didome. Di vî 35 salî de nêzîkî 30 dewletên nuh derketîn ser dika dîrokê. Ev jî encama tunebûna nîzama cîhanê ye. Tramp dibêje: ”Granada bidin min, Panama hunê bidin min, Gazze jî bona pîknîkê cîyekî xweş e hunê wê jî bidin min. Li dinyayê nîzamek hebûya, kesî nikanîbû tiştên wisa bigotina. Ev şerek e, şerê cîhanê ye. Ji me re alîyê wê yê muhîm ev e; tekçûna nîzamê, bo dewletbûyîna Kurdistanê derfetên mezin derxistiye holê. Her çar parçeyên Kurdistanê bereyên vî şerî ne. Ango; îro, li başûr û rojava ber bi çav e. Ne dereng e li Rojhelatê Kurdistanê ew ê  berbiçav bibe,li Bakurê Kurdistanê ew ê  berbiçav bibe.

Cîyê mixabînîyê ye ku, sîyaseta kurd, a ku heta bi sala 1990î Kurdistaneke  Serbixwe û Yekgirtî diparast, piştî ku şerê cîhanê, ji vê hedefa stratejîk re şerdên guncav derxist holê, dev ji hedefa Kurdistana Serbixwe û Yekgîrtî berdan. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, di salên 1990-1993yan de destpêkir, ji salên 1999-2000an vir de bi giştî di hindur sîyesata Kurd de baskekî serxwebûnxwaz tu bigire nema. Hin grûp û kadroyên serxwebûnxwaz hene. Lê sîyaseta  Bakur Rojavayê Kurdistanê li dijî gîyanê demê tev digere.

Gîyanê demê, doza dewletbûyînê li Kurdistanê dike, sinifa me ya sîyasetê ji dewletbûyinê bi dûr dikeve. Parçebûna Kurdistanê, ji alîyê sîyaseta kurd ve bi giştî êdî tê qebûlkirin, ango tu bibêjî: ”Ez ê li Tirkîyeyê fedaral bim, li rojava otonom bim, li başur federal bim, nizanim li kê derê kantonal bim, ji xwe tu, parçebûna Kurdistanê qebûl dikî. Tu, sînorê dewletên heyî esas digirî. Tu di hindur sînorên dewletên heyî de li çareserîyê digerî.”

Li gor min; ev helvesta sîyasî, li dijî gîyanê demê ye. Gîyanê demê, banga dewletbûyinê li Kurdistanê dike. Şer mezin e.  Di şerê mezin de bi hedefên mezin, tu dikanî bibî aktorekî sîyasî. Di şerê mezin de, tu bera pê demokratîkbûyîna Turkîye, Surîye, Iraq û Îranê bidî tu nikarî bibî aktorekî sîyasî û serbixwe.


* 30-04-2025 Doz Köroglu Karasalan

Geşedanên Herêmê û Rojeva Kurdistanîyan 1.

Şerê Cîhanê yê Sêyem