Pivanek lé ser Rewşa Suuni yen ( iraqé u Suryi ) Erebên Sunnî yên Iraqê çi kiribin, Erebên Sunnî yên Sûriyê jî heman xeta dûbare kirin. Dema Emerîka di sala 2003-yê de rejîma Seddam rûxand û desteya rêveberiyê durist kir; şekle rêveberiya Iraqê wek dewleteke federalî, fireh-hizbî, fireh-neteweyî, demokratik û parlementerî hate pejirandin.
Erebên Sunnî îtîraz li şeklê sîstema nû kirin û berevanî ji rejîmeke unîterî, yekalayî, yekrêveberî û yekneteweyî kirin. Ew li ser vê sîstema gorbigora berê ewqas sor û bi israr bûn. Heta îddîa dikirin ku Iraq ew qeder welatekî yekperçe ye, heta tu bibêjî qey li Iraqê mêr û jin, zarok û extiyar jî nîn in. Her wekî ku însanê Iraqê bi xwe cînsekî ji mirovên dî cipûcuda be! Xewn û xeyalên wan esre seadeta wan serdemê Seddam Huseyn bû. Her israr dikirin ku bila hêzên Emerîka demeke berê zûtir ji Iraqê vekêşin.
Bi zenna wan ger hêzên Emerîka ji Iraqê vekêşin, Tirkiye û dewletên Erebî dê piştevaniya wan bikin. Hingê ew ê karibin bi şêweya înqîlabeke leşkeri ji nû ve vegerin ser textê Iraqê. Wê Iraq tev bibe ya wan tenê. Wê demê Şîiyan hêj desthilata xwe li Iraqê xurt nekiribûn, wan federalîzm qebûl dikir. Lê belê dema hêzên Emerîka ji Iraqê vekêşiyan Şîiyan bi piştevaniya Îranê goşt li Erebên Sunnî qetandin. Cîh û warên wan wêran kirin û nema federalîzm ji bo Erebên Sunnî qebûl kirin. Vê carê Sunniyan piştevaniya xwe ji federalîzm û sîstemeke ne merkezî îlan kirin. Destên xwe li ser çokên xwe dan poşmaniya xwe anîn ziman û ji bo sîstemeke federalî bang kirin. Lê belê çi feydeya Şîiyan nema xwestekên wan qebûl kirin.
Lewra êdî Şîiyan her tişt li Iraqê xistibûn destên xwe, Iraq dagir kiribûn. Dema xelqê Suriyê jî ji bo azadî, edalet, demokrasî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet li hemberê rejîma barbara Beasî ya xwînmij dest bi xwepeşandan û protestoyan kirin, dewletên derveyî fişar xistin ser rejîmê, dinyaya medenî li hêviya vê bû ku dijberiya Sûriyê li ser şeklê rejîmeke demokratik, fireh-hizbî û fireh-neteweyî li hev bikin da ku piştevaniya wan bikin.