PÊŞGOTIN: ENTERNASYONALA BÊYÎ NASYONAL

PÊŞGOTIN: ENTERNASYONALA BÊYÎ NASYONAL

Rizgar Baran

Berê “rêka nekapîtalîst hebû”, welatên ji alîyê aborî ve şûnvemayî, anku negihaye kapîtalîzmê wê bi alîkarîya sîstema sosyalîst di ser wê re gav bikirina û bi rêyeke din xwe bigihandina sosyalîzmê. Bi têkçûn û li kapîtalîzmê vegerîna sîstema di rêça sosyalîzmê de, ew rê ji rojevê ket.

De were nuha kurterêyeke din ji alîyê hin derdoran ve tê pêşberî Kurdan, RÊKA NENASYONAL, anku bêyî neteweyîbûnê yekser derbasî enternasyonalîzmê bibe. Wek ku enternasyonal ne gaveke pêştir a nasyonalê be, lê di ser re gavkirina nasyon/netewe be. Weha didin ramankirin ku heke tu ji bo netewebûnê hewl bidî, tu nikanî bibî navneteweyî, û zimnen an rasterast hewldanên Kurdan ên netewebûnê wek paşverûtî, li dijî pêşketinê tên raberkirin.

Bê guman wek hemû teorî û sîyasetên xapînok û îluzyonî, ev yek jî bi zaneyî berê pêşqebûlên sefseteyî diçîne, hewl dide ku wan di ramanan de bi cîh bike, û li ser wê rêyekê dineqişîne ku tê de netewebûna Kurdan tuneye yan Kurd ê wê neparêzin, doza wê nekin. Lê ku Kurd nebin netewe bila bibin çi? Ji vê re bersîveke dirust nadin, lê çenek aqil têrê dike ku mirov bibîne ku Kurd wek netewe tev negerin, ew ê ji hev bikevin, di nav neteweyên serdestên xwe de bimehin, wenda bibin, û nebin tu tiştek.

Enternasyonalîzm navneteweyîbûn e, anku prensîpeke sîyasî ye ku nasyonalîzmê, neteweyîbûnê derbas dike, xwe tê de heps nake. ji wê ber bi parastina hevkarîyeke mezintir a sîyasî yan/û ekonomîk a navbera neteweyan ve diçe; ne ku gel dev ji netewebûnê berdidin, an pêvajoya netewebûna xwe betal dikin. Heta nuha nehatiye dîtin ku gelekî, neteweyekî weha kiriye yan daxwazeke weha dîyar kiriye, ev îcada nedîtî tenê ji bo Kurdan e.

Helbet, mijara enternasyonalîzmê divê li gora dem û dewranan, û her weha îdeolojî û bawerîyan jî were ravekirin û ji hev cudakirin; wek mînak di serdema Marks û Engels, û piştre Lenîn de derb li ser enternasyonalîzma çîna karkerên neteweyan e, ku yek bin û li dijî şerê serdestîya (çîna burjuvazî) neteweyan rawestin, kapîtalîzmê têk bibin, sosyalîzmê ava bikin, piştre Şoreşa Cotmehê biparêzin û hwd. Bê guman di wan serdeman de, mijar dijberîya hewldanên serdestîya neteweyan a li ser netewe û gelên din bû û enternasyonalîzm bêtir di vê çarçoveyê de dihat nirxandin.

Enternasyonalîstên lîberal jî hebûne, wek mînak di sedsala 19an de li Kralîyeta Yekbûyî (Îngiltera) Richard Cobden û John Bright li dijî Qanûnên Garis ên parastinxwaz radiwestin û Cobden awayê enternasyonalîzma xwe weha pêşkêş dike: Bazirganîya Serbest. Cobden bawer dike ku bazirganîya serbest ê welatan bi hev girê bide û bi wî awayî wan pasîfîze (aştîyane) bike. Adam Smith jî ramanên bi vî rengî dibêje.

Di serdema me de ji xwe enternasyonalîzmê wek rasteqînîyekê xwe daye qebûlkirin û sazîyên wek Neteweyên Yekbûyî, NATO, IMF, bilindsazîyên wek Komîsyona Ewropayê, Dadgeha Dadê ya Ewropayê û hwd ji mêj ve sînorên netewan derbas kirine. Yekîtîya Ewropayê yekîtîyeke sîyasî û ekonomîk a 28 dewletan e ku li gel sazkirina sîstemeke ekonomîk û pereyî, ji bo wê sîstemê, bêtesîrkirina sînoran, pêşxistina teknolojî û zanistîyê, reformên civakî, parastina hawirdorê û hwd jî armanc dike.
Lê ev pêşveçûn tev di navbera neteweyan de û bi razîbûna azad a neteweyan diqewimin. Çi rast çi çep, çi lîberal çi sosyalîst kesekî di enternasyonalîzma xwe de negotiye ku bila gelên bindest ên ku pêşî li netewebûna wan tê girtin, tên astengkirin ku pêvajoya netewebûna xwe temam bikin, nebin netewe, dev ji vê hewldana xwe ya netewebûnê berdin, û bibin dûvikên neteweyên serdest, bi taybetî jî îlhaqker û dagirkerên xwe.

Rewşa Polonîyan a di çend dehsalên berî Şerê Dinyayê yê Yekem de bi hin alîyên xwe ve dişibîya rewşa Kurdan a ji Şerên Dinyayê û vir ve. Ji ber ku mijara jorgotî bêtir ji alîyê çep ve tê rojevê, me got em lê binêrin ka di wê serdemê de Friedrich Engelsê li gel Karl Marks hemdamezrênerê Sosyalîzma Zanyarîn, bi mijara Polonyayê ya 1882an li ser netewebûna gelên bindest çi gotiye û biryar da ku nameya wî ya bersîva pirsa Kautsky ya li ser Polonyayê wergerînin Kurdî.

PÊŞGOTINA KAUTSKY

Kautsky di Aus der Frühzeit des Marxismus de (Ji Rojên Pêşîn yên Marksîzmê) weha dinivîse:
‘Demeke dirêj, di nav şoreşgerên Polonî yên ji her rengî de dîyar bû ku vecivandina Polonyayê yan qet nebe damezirandina dewleteke neteweyî ya Polonî xala yekem û herî girîng a bernameya wan pêk dihêne. Lê di 1877an de ji nav Polonîyan tevgereke sosyalîst rabû, ku di demeke kurt de bû du beşan; beşek bêtir bi meyla neteweyî û xwe disipêre bernameya kevn a neteweperwer û şoreşger, û beşekî din ku karaktereke bêtir enternasyonalîst wergirt û ku berî her tiştî şoreşeke enternasyonal a civakî doz kir, ku bi ser biketa wê neteweyên dîlgirtî azad bikira. Endamên vê fraksîyona piştre binavkirî ya sosyalîst qala bernameyeke neteweyî ya Polonî ya taybet nedikir. Di Cotmeha 1879an de, kovara bi navê Równosc (Wekhevî) bi dest xistin, li Cenêva dihat weşandin. Têkoşîna di navbera neteweperwer û enternasyonalîstên di nav sosyalîstên Polonî de bêencam dom kir. Dawîyê, Zurich Sozialdemokrat [organa Partîya Sosyal Demokrat a Alman a wê demê, ku Kautsky yek ji edîtoran bû] divîya li hemberî vê gengeşîyê helwestek dîyar bikira. Min ji Engels li ser meseleya Polonî nêrîna wî ya wê demê pirsî. Bersiva wî nameya 07.02.1882an bû.’

NAMEYA FRIEDRICH ENGELS

Yek ji erkên rasteqîn ên Şoreşa 1848an (û erkên rasteqîn, ne yên xapînok ên şoreşekê, her tim wek encameke vê şoreşê bi cîh dibin) hevcivandina neteweyên perçiqandî û belavkirî yên Navenda Ewropayê bû, bi mercê ku bi awayekî werarbar (jînbar) bûna û bi taybetî bi mercê ku ji bo serxwebûnê gîhaştî bûna. Ev erk bi destê bicîhênerên (tetbîqkirên) şoreşê, Bonaparte, Cavour û Bismarck ji bo Îtalya, Macaristan û Almanyayê li gora şert û mercên serwer ên wê demê hat pêkanîn. Îrlanda û Polonya mane. Em kanin li vir Îrlandayê li dervê mijarê bihêlin, ji ber ku ew tenê bi awayekî gelekî neyekser (îndîrekt) tesîrê li Parzemîna Ewropayê dike. Lê Polonya li navenda parzemînê cîhgirtî ye, û sexbêrîya (parastina) parvekirina wê ew girêk e ku Hevalbendîya Pîroz (Navê peymana 1815an a Awistirya, Prûsya û Rûsyayê) bi caran pev girê dide. Loma Polonya pir bala me dikişîne.

Heta ku gelekî mezin ji serxwebûna neteweyî bêpar be, di dîrokê de mimkun nebûye ku her tewre pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi cidîtî gengeşî bike. Berî 1859an, li Îtalyayê pirsa sosyalîzmê tunebû; her çend hêmana herî çalak pêk dihanîn jî, hejmara Komarparêzan bi xwe jî kêm bû. Tenê piştî 1861an tesîra Komarparêzan zêde bû û dûre hêmanên xwe yên herî baş transferî Sosyalîstan kirin. Heman tişt li Almanyayê jî weha bû. Dema ku Lassalle bi xweşbextî gule xwar, wî dikira wek têkçûyîyekî dev ji xebata xwe berda. Tenê dema ku di sala 1866an de li ser yekîtîya Prûsyaya mezin a Almanyaya piçûk [die grosspreussische Einheit Kleindeutschlands – ed] biryar bi rastî hat dayin, Lassalleparêz li gel partîyên bi navê Eisenach hinekî girîng hatin dîtin. Û tenê piştî 1870an, dema ku dilçûna destêwerdanê ya Bonapartîstan bi misogerî hat hilanîn, tevgerê bi rastî dest pê kir. Heke hîn jî Bundestaga kevn (parlamenta Alman) hebûya, Partîya me yê li ku bûya? Heman tişt li Macaristanê jî qewimî. Tenê piştî 1860an ew kişîya ser tevgera nûjen: li jor sextekarî, li jêr sosyalîzm.
Tevgereke enternasyonalîst a proleteryayê tenê di navbera neteweyên serbixwe de mimkun e. Çenek enternasyonalîzma komarparêzan a di navbera 1830 û 1848an de, li dora Fransayê civîya, ku di rêça azadkirina Ewropayê de bû. Loma şovenîzma Fransî weha zêde kir ku bû sedema mîsyona Fransayê ya rizgarkirina dinyayê û li gel wê, mafê xwemalî yê Fransayê ku her roj serkêşîya rêça me bike – nuha jî. (Blankîst tenê karîkatorekî vê nêrînê pêşêkêş dikin, lê dîsa jî di nav Malon û derdora wan de jî hîn pir xurt e.) Her weha di Enternasyonalê de jî têra xwe berbiçav e ku Fransî li gel vê nêrînê ne. Tenê bûyerên dîrokî kanin hînî wan– her weha çendên din – bikin, û divê her rojekê hînî wan bikin jî, ku hevkarîya navneteweyî tenê di navbera wekhevan de mimkun e, û heta yekemînê wekhevan jî pir pir ji bo tedbîreke acil kanin hebin

Ji ber wê yekê, heta ku Polonya parçekirî û bindest be, ne partîyeke sosyalîst a xurt bi xwe kane di welêt de pêşde bikeve, ne jî têkilîyeke navneteweyî ya rasteqîn kane di navbera partîyên proleter ên li Almanyayê û hwd û penaberên Polonî de pêk were. Her gundî yan karkerekî Polonî ku ji qesweta gelemperî hişyar dibe û ji bo berjewendîya giştî tev li xebatê dibe, berê rastî bindestîya neteweyî tê. Ev rasteqînî li her derekê wek astenga yekem tê pêşîya wî. Rakirina wê, mercê bingehîn ê pêşketineke bijûn û azad e. Sosyalîstên Polonî yên ku rizgarkirina welatê xwe naxin serê bernameya xwe, bi min wek sosyalîstên Alman xuya dikin, ku berî her tiştî rakirina qanûna li dijî sosyalîstan, azadîya çapemenîyê, komelsazî û civînê daxwaz nakin. Ji bo kanîna şerkirinê divê berê xakeke ku li ser li pê be, hewa, ronayî û cîhê mirov hebe. Yan na hemû galegalên teralîyê ne.

Berî şoreşa bê, ji nû ve sazkirina Polonyayê mimkun e yan na, (ev) ne girîng e. Di tu rewşekê de ne erka me ye ku em Polonîyan ji hewldanên şerê ji bo mercên jîyanî yên pêşketina wan a siberojê vegerînin, an wan qane bikin ku serxwebûna neteweyî ji alîyê nêrîna navneteweyî ve mijareke pir duyemîn e. Dijberî wê yekê, serxwebûn bingeha hemû çalakîyên navneteweyî ye. Bêtirê wê, di 1873an de hew mabû ku şerek di navbera Almanya û Rûsyayê de pêk bihata, û sazkirina tewreyekî dewleteke Polonî, ku kanîbû dûre navika dewleteke rasteqîn pêk bihanîya, gelekî mimkun dibû. Û heke begên min, Rûs, dek û dolabên xwe yên Panslavîst û ajîtasyonên li Hersekê di demeke nêzîk de ranewestînin, dibe ku bikişin nav şerekî weha ku ji bin dernekevin, tirsa herî mezin a Awistirya û Bismarck. Tenê partîya Panslavîst a Rûsyayê û Çar balê didinê ku bihêlin mijara li Hersekê girîng bibe. Çeteya keleşên Bosnayî çi qas kêm bala me dikişîne, ew qas jî em balê didin wezîr û burokratên Awistiryayî ku nuha li wê derê ev çend qerepere dikin. Loma, bêyî şoreşê jî, tenê bi rêya pevketineke Ewropîyan, sazkirina Polonyayeke eslî [Kleinpolen – ed] ne dûrî mimkunbûnê ye; eynî wek Almanyaya Prûsyayî ya eslî [Kleindeutschland – ed] ku ji alîyê bûrjûvazî ve hat îcadkirin, ne bi rêya şoreşê yan xeteke parlamenterî ya xewna wan, lê wek encama şer.

Loma bi dîtina min, li Ewropayê du netewe hene ku ne tenê mafê wan ê neteweperwerîyê, lê her weha erka wan jî heye ku berî ku bibin enternasyonalîst, bibin nasyonalîstîk: Îrlandî û Polonî. Heke pir nasyonalîstîk bin, ew şêweyê herî baş ê enternasyonalîstan in. Polonîyan ev yek di hemû krîzan de fêm kir û di qadên şer ên hemû şoreşan de îspat kir. Hêvîya wan a ji nuh ve sazkirina Polonyayê rakin, an wan qane bikin ku Polonyaya nuh wê di demeke kurt de bi xwe ber bikeve himêza wan, wê eleqeya wan a Şoreşa Ewropayê jî biqede.

Bi tu awayî tu sedemeke me ya taybet tuneye ku em hewldana wan a ku nayê înkarê asteng bikin. Di serî de wan di 1863an de metoda şerkirinê ya ku Rûs nuha bi serketineke mezin zarî (teqlîd) dikin, îcad kir û bi cîh anî (binêrin li Berlin und Petersburg, pêvek 2); û dûre di Komuna Parîsê de, ew yekane sertîpên pêbawer û xwedî kanîn bûn.

Bi vê hêncetê, mirovên ku li dijî têkoşînên neteweperwer ên Polonî şer dikin kî ne? Yekem, bûrjûvazîya Ewropayî û meylên wê yên sosyalîst ku ji raperîna 1846an û vir ve Polonîyan qet bawerî bi wan nehanîne, û duyem Panslavîstên Rûs û mirovên di bin tesîra wan de, yên wek Proudhon ku bi berçavkên rengîn ên Herzen lê dinêre. Di nav Rûsan de, baştirînên wan jî, îro tenê pir kêm kes hene ku ji meyl û bîranînên Panslavîst azad in. Bi mîsyona Panslavîst a Rûsyayê pir bawer in, wek ku Fransî ji bûyina xwe ve xwedîyê înîsîyatîva şoreşê ne. Lê ya rastî, Panslavîzm dûyek e ku li paş wî hikumranîya dinyayê tê veşartin, di pelerînê netewetîya Slavîk a namewcûd re xwe dide der; û ji ber vê yekê, dijminê me û her weha yê gelê Rûsyayê yê herî xerab e. Ev dûyê veşartinê wê di roja xwe de bi hewayeke sivik re here jor, lê belê di vê navê de dibe ku ji bo me pir kirêt be. Şerekî Panslavîst, wek lengergeha dawîn a Çarîzm û Paşverûtîya Rûsyayê, di vê kêlîya hanê de tê amadekirin. Wê bi kêr bê yan na, pir gengeşîbar e, lê belê heke şer dest pê bike, tiştek misoger e: li Almanya, Awistirya û heta Rûsyayê, pêşveçûna ku bi hişmet ber bi şoreşekê ve diherike wê bi tevayî serobin bibe û ber bi rêçeke din ve biçe, yeka di serî de ne berbînbar (nayê texmînkirin). Pir pir em ji sê heta deh salan wenda bikin, li Almanyayê bêhnvedanek ji bo ‘dewrana nuh’ a qanûna bingehîn û dibe ku li Rûsyayê jî. Encama herî muhtemel sazkirina dewleteke piçûk a Polonî [Kleinpolen – ed] di bin desthilatîya Almanyayê de xuya dike, bi Fransayê re şerekî tolhildanê, nuhkirina antagonîzmên neteweyî, û di dawîyê de sazkirina Hevalbendîyeke Pîroz a nuh. Loma Panslavîzm, her çend lingekî wê di gorrê de be jî, ya rastî hema ji ber vê yekê, nuha ji her demê bêtir dijminê me yê herî kujer e. Ji bo Katkoff, Aksakoff, Ignatieff û derdora wan vî tiştî bi taybetî zanibin: çer ku Çarîzm were xistin û gelê Rûsyayê derkeve navenda dikê, hikumê wan diqede. Ev e sedema vê hewldana canxiraş ji bo şer, di demekê de ku xezîne deyndar e û tu banker naxwaze ku qiruşekî jî bi deyn bide hikûmeta Rûsyayê.

Sedema ku Panslavîst ji Polonîyan ew qas bi kujerî nefret dikin ev e. Ew yekane Slavên antî-Panslavîst in. Loma ew xayînên doza pîroz a Slavistanê ne û divê bi darê zorê di nav împeratorîya Slavîk a mezin a Çar de bên bicîhkirin, ku serbajarê wê yê siberojê Çarigrad, an ku Konstantînopl e.

Nuha dibe ku hun ji min bipirsin ka qet sempatîya min ji bo gelên piçûk ên Slavîk heye yan na, ku bi sê xencerên li laşê Slavistanê xistî (Alman, Macar û Tirk) hûrhûrî ji hev belav bûne. Bi rastî pir kêm sempatîya min ji bo wan heye. Qîrîna êşa Çeko-Slovak ‘Boze ak jus nikto nenj’ na zemi ktoby Slavom [sic] spraviedlivost cinil?’ [‘Xwedayo, ma qey mirovek li rûyê erdê tuneye ku layiqê Slavan bide wan?’ – ed] ji Petersburgê tê bersivkirin û tevaya tevgera neteweyî ya Çek ber bi hêlekê ve xûz dibe, ku Çar ê tê de spraviedlivost ciniti [layiqê wan bide wan– ed]. Heman tişt ji bo yên din jî, Sirb, Bûlgar, Sloven. Rûtenên Galîçyayî (qet nebe beşekî wan). Lê em nikanin li gel van armancan bin. Tenê bi rûxandina Çarîzmê re, xwezîyên neteweyî yên van gelên qambost (cûce) wê ji meylên Panslavîst ên hikumranîya dinyayê azad bibin, tenê wê gavê em kanin bihêlin ku ew bi xwe li çarenivîsa xwe xwedîtîyê bikin. Û ez qane me ku şeş mehên serxwebûnê wê têra piranîya Slavên Awistro-Macarî bike û wan bîne cîhekî weha ku wê lava bikin ku cardin bên pejirandin. Lê ev neteweyên piçûk divê tu carî nebin xwedîyê mafê pêşîlêgirtina dirêjkirina tevna rêhesina Ewropî bo Konstantînoplê, ku nuha li Sirbistian, Bûlgaristan û Rojhilatê Rûmelîyê wek mafê xwe dibînin.

Em werin ser cudatîyên navbera Polonîyên li Swîsreyê, ew pevçûnên navbera penaberan in, pir kêm caran girîng dibin, û bi taybetî jî yên navbera komeke penaberan ku wê sê salên din salvegera xwe ya sedan pîroz bikin, û di navbera wan de ew delka hindurîn a hemû penaberan hebe: tiştekî nuh bikin, an qet nebe plan bikin; planekê daye pey yeka din, teorîyeke qaşo nuh ketiye şûna yeka din. Ji tiştên ku min heta nuha gotine dîyar dibe ku em nêrînên mirovên bi Równoscê (baskê enternasyonal) ve têkilîdar parve nakin, û me ev yek ji wan re di deklarasyoneke bi hênceta pîrozkirina salvegere pencîyan a 29ê Mijdara 1830an de gotiye, ku di civîna Genêvayê de hat xwendin. Hun vê deklarasyonê di Rapora civînê de bi Polonî çapkirî dibînin (Sprawozdanie z miedzynarodowego zebrania zwolanego w 50 letnia rocznice listopadowego powstania przez redakcje Równosci w Genewie, Biblijoteka Równosc: Nr 1, Geneva, 1881, pp 30 ff). Xuya dibe ku koma Równoscê dikeve bin tesîra gotinên radîkal xuyakirî yên Rûsên Genêvayê, û nuha dixwazin biselimînin (îzbat bikin) ku lomeyên nasyonalîzma şovenîst li wan nakevin. Ev fitilîna (çerxbûna) ku tenê di dozên herêmî û demkî de tê dîtin wê bêyî ku tesîreke zêde li Polonyayê bi xwe bike, bibihure, û ne hêja ye ku bi hûrgilî were pûçkirin.

Bi vê hêncetê, em vê gavê di lihevkirina siberojê ya di navbera Polonî û Lîtwanîyan, Belorûs û Ûkraynayîyên Polonyaya kevn (mezin) de, ne jî ji bo lihevkirina sînorê bi Almanyayê re, alîyekî nagirin.

Hevkarîya mihteşem a navbera karkerên Alman û yên Çek li Bohemyayê bêtir diselimîne ku dilçûnên Panslavîst ên profesoran û bûrjûvazîyê çi qas kêm di karkerên li welatên qaşo “bindestkirî” gerîyaye.