Enternasyonalîzma Dînî û Serxwebûna Kurdistanê-2

Enternasyonalîzma Dînî û Serxwebûna Kurdistanê-2

2019-08-08 11:37

Hüseyin Siyabend Aytemur

Pirdengî, Pirrengî û Yekîtî di Şaristaniyeta Îslamê de
Divê em vê mijarê di çarçoveya Rîseleyên Nûran de, li ser esaseke fikrî û ramanî binirxînin û bi taybet li serê bisekinin. Ez dixwazim behsa wê meseleyê bikim ku îro me herî zêde eleqedar dike û nûnerên îdeolojiya resmî bi çi terzê di vê meseleyê de hereket dikin û daxuyaniyan didin. Gelo hişmendî û îfadeyên wek; yek millet, yek welat, yek ziman, yek al, yek dewlet çi qas li gorî îslamiyetê ne. Gelo xaleke hevbeş a îslamiyetê û ya van îfadeyan heye yan na? Di navbera îslamiyetê û van îfadeyan de çi nakokî heye? Ji bo îzaha van mijaran û di roja me de misilman çawa xeletiyeke wisa dikin. Ez ê ji Rîsale-î Nûr û ji Qur’anê hin ayet û mînakan bidim. Ku ev heqîqat li dijî însan bin û ne li gorî berjewendiyên wî bin jî înşeleh dîsa jî ez ji aliyê çend xalan ve îzah bikim ku divê em van heqîqetan bînin ziman.

Rê û rêbaza xebata me, di bin sernavekê de gelek binbeşan jî dihewîne: Dîn û Millet, Îslam û Millet, Dîn û Ziman, Îslam û Ziman, Dîn-Erdnîgarî/Welat-Milliyet, têkiliya Îslam-Welat- Milliyet, Milliyet û Ummet/Enternasyonalîzm û nirxandina van mijaran di çarçoveya Rîsale-î Nûr de. Bi kurtasî ji kerema xwe vê metnê ku hûn lê guhdarî dikin/dixwînin wek sohbeteke piçûk bihesibînin ku em ê ji bilî van usûlûn li jorê li ser metodeke taybet nesekinin.
“Însan yek ummet bûn”(Sureya Beqerayê, Ayet:213) Ev ayet gelek balkêş e. Yek dewlet, yek al, yek ziman, yek qabiliyet, yek daxwaz, yek mahiyet, yek çarçove, yek perspektîf, yek çîn, yek rê, yek merhale, yek, yek, yek. û yek heta hetayê yek. Û pişt re em bûn şahid ku ev yek perçe bûn, “Her kes li gorî tebî’eta xwe (ya ku li serê hatiye xuliqandin) hereket dike.”(Sûreya Îsrayê, Ayet: 84)

Seîdê Kurdî, heqîqeta ku di Rîsale-î Nûrê de dibêje “Bê sînor û hesab tecelliyatên esma-î husnaya Xwedê hene.” Vê heqîqetê di seranserê kuliyata Rîsale-î Nûrê de, di şeş çarçoveyan de îzah dike. Dibêje “Curebûn û îxtilafên mexlûqatan ji ber curebûna wan tecelliyatan pêk tê. Va ye her mexlûqatê xwedî kemal û cemal bi awayekî fitrî dixwaze cemal û kemalatên xwe bibîne û nîşan bide. Ji ber vê sirrê ew esmaya muxtelîf ji ber ku daîmî û sermedî ne, bi awayekî daîmî dixwazin li ser hesabê Xwedê ku ji hemû qisûr û kêmasiyan dûr e, tezahûr bikin.

Ango dixwazin neqşên xwe bibînin; ango dixwazin di neynikên neqşên xwe de cîlweya cemalên xwe, în’îkasên kemalên xwe bibînin û bidin nîşandin. Ango dixwazin kitêba kebîr ya kaînatê û mektûbatên curbecur yên mewcûdatê herdem bidin nûkirin; ango ji nû ve li gor ya nû menedar binivîsîn; ango pêwsît e –li sahîfeyekê tenê bi hezaran mektûbên ji hevdu cuda binivîsîn û her nameyê jî derxin pêşberî nezera şihûdê ya Zatê Muqeddes û Musemmayê Aqdes- bi hev re nîşanî nezera mutealayê ya hemû zîşiûran bidin û bidin xwendin.”

Îzaha vê beşa ku wek heft xal me behsa wê kir gelek dirêj e; lê gelek xweş e. Niha tişta ku bi taybet dixwazim li serê bisekinim ew e ku “curebûna mexlûqatan” û “cudabûna wan” ji ber curebûna wê tecelliyatê pêk tê. Ango gelek cureyên esmaya Xwedê hene.

Bi gotineke din esmau’l etfal, ji esmau’l husnayê peyda dibe. Lewra Cewşen vê yekê ji me re wek ders dide. Nav û nasnavên Xwedê yên cuda cuda hene. Tecelliyat û hinceta her nav û nasnavî cuda cuda ye. Ji ber vê yekê çawa ku çi zindî çi ne zindî hemû mewcudatên di kaînatê de, ji hev cuda ne, wek “şexsekî” di navbera her însanî de jî ferq heye. Ev yek jî ji ber cureyên wê tecelliyatê pêk tê. Ferqên di navbera her nebat, her tiştekî zindî, her netew, her ziman û her cinsî de, ji ber vê hindê ne. Her wiha ji bo ku “cûreyên wê tecellliyatê” her tim berdewam bin divê ferqiyetên her unsûr û hemû tiştên xwedan ruh bê parastin. Di vê rewşê de mirov dikare behsa “faaliyat-î Rebbaniyeyê bike.” Kî li ber vê yekê rabe û jê re muxalefetê bike wek ku li ber esmaya Xwedê rabe ku bê sînor û bê hesab e. Di heman demê de ji bo berdewamiya van ferqan; divê rewşên wek; mirin, zewal, dûrketin, musîbet, bela, nexweşî û hwd. hebin. Însan wek mîsaleke piçûk ya vê kaînatê ye. Bi gotineke din wek ku kaînat piçûk bûye û bûye însan, ku tu însan mezin bikî dibe wek kaînatê, van hemû ferqan di fitrata xwe de dihewîne. Him ji aliyê manewî him jî ji aliyê maddî ve wek nexşeyekê ye, ango heke “îxtilafên mexlûqatan yên curbecur” ji ber keyfiyeta “wan teceliyên curbecur” yên ji hevdu cuda be, wê çaxê di mahiyeta her mirovekî de Kurdistanek, Hindistanek, Yewnanistanek, Asyayek, Ewropaye,k Tirkiyeyek û Erebistanek jî heye.

Yek ji awayên “tecelliyata cureyan” jî ew e ku netewek ferqa hebûna xwe karibe bi her awayî nîşan bide. Dîsa lazimiyeke “cureyên tecelliyatê” ew e ku du neteweyên cuda bi rengên xwe karibin wek hev ji îmkanan îstifade bikin û bi vî rengî biratiya xwe bidomînin. Çiqas çand û kultûr zêde bibin yekîtiya însanî jî ew qas hêsantir dibe. Gelo kurdek û tirkek kengî dikarin li hev bikin. Ji bo ku her du li hev bikin bes riyek heye. Ew jî divê her du “însan” bin. Lê heke em her du jî yek cure bin ez ê bibim wek mirovekî di şekl û şemalê wî de, lê ez ê nikaribim bibim wek muhtewaya wî. Di vê rewşê de ji bo yekîtiya însanî, divê kesê ne tirk jî wek însanekî bê hesibandin û qiymetê bibîne da ku wek ”şexsek” karibe bi kesên din re were ba hev. Ji bo vê meseleyê em dikarin mînakeke bi vî rengî bidin. Bila 5 milyon tirk hebin 5 milyon jî di bin hikûmdariya wan de kesên din hebin. Lê heta ev 5 milyon kesên bindest hebin yekîtî ne mimkûn e. Lewra 5 milyon însan e; lê yên din wek însan nayên hesibandin. Divê pêşî ew jî wek însan bên hesibandin da ku yekîtî çêbibe. Kurdekî Kurdistanî, divê pêşî wek kurd be. Heke wek kurdek neyê hesibandin em ê wî ji her tiştê ku wî dike kurd cuda bikin.

Heke ez ji ruh, edebiyat, dîn û hunera xwe ya Kurdistanî dûr bikevim û dûr bêm xistin, bi van re têkiliya min bê qutkirin, wê demê ez ê ji însaniyeta xwe jî dûr bêm xistin. Wê demê ez ê têkevim şekl û şemalekî wek ê tirkekî. Her wiha wê demê dê ew fikra ku tirk karibin bifikirin lê kesên din nikarin bifikirin, têkeve rewacê. Di vê rewşê de wê yekîtî çawa pêk bê? Em bigihên asteke wisa ku bila him kurd karibin bifikirin him jî tirk. Bila him kurd karibin ava bikin û ji her tiştî îstîfade bikin him jî tirk. Bila him dînê min hebe him jî yê te, dewleta te heye divê ya min jî hebe. Wê demê wek du însanan (ne ku ew axayê min be ez jî xulamê wî bim) em dikarin mil bi mil û yekîtiya xwe ya însanî pêk bînin.

Naxwe encama “curebûna tecelliyatê” ye. Îfadeya; yek dewlet, yek welat, yek millet, yek ziman li dijî “curebûna tecelliyata Xwedê ye û li ser wê wek îftirayek e. Lewra her kes û her tiştê xwedî sifatên kemal û cemal, bi awayekî fitrî û wek encameke xuliqandinê, dixwazin kemal û cemalê xwe bibînin û nîşan bidin. Ji bo vê hîkmetê ew esmaya muxtelîf (cuda cuda) jî ji bo ku daîmî û sermedî ne, dixwazin bi awayeekî daîmî li ser hesabê Xwedayê mezin ku ji hemû qisûr û kêmasiyan dûr e, tezahûr bikin. Yanî dixwazin neqşên xwe nîşan bidin.

Lewma:

Îslam dînek e û îradî ye. îslam di esasê xwe de jî ne zarokê qewm û nijadekê ye. Yek ji delîlên eşkere yên vê yekê jî ev e. Zanist, kultûr û fikra îslamê ji Kurdistanê heta bi Endulûsê belav bû. Lê Mekke, Medîne û hemû Nîvgirava Erebî ku îslamiyet li vir peyda bû, piştî ku ew kelecana ewil a siyasî sekinî, ketin halên xwe yên berê ku pasif û lawaz bûn. Çavkaniyên sereke ji aliyê kurdistanê/Dînewer/Xoresanê ve hatin nivîsîn.
Îslamiyetê ji roja ewil ve hewl da ku kiras û nasnameya erebî ji xwe dûr bixe.
Qur’anê pişta xwe nedaye ereban. Qebîleya Qureyşê, di nav ereban de ya herî bi îftîxar bû ku Cenabê Pêxember (s.x.l.) û muhacirên ewil ji vê qebîleyê bûn. Lê Qur’an ne ku pesnê vê qebîleyê bide bereksê wê bi îfadeyên giran û bi zimanekî tund behsa ereban dike. Di çarçoveya psîkolojiya civakî de, diyar dike tu kes wek ereban nakevin heqê kesekî û ne di nav nîfaqê de ne. “ji aliyê kufr û nîfaqê ve ji ereb/bedewiyan dijwartir tu kes nîne”(Sûreya Tewbeyê, Ayet, 97)

Ev perspektîfa îslamê ya li ser ereban, nîşan dide ku îslamiyet ne li ser nijadekê hatiye avakirin, ereb ne xwedî û merivên dîn in, lê yek ji muxatabê wê ne. Emewî, wek milliyeteke nijadperest hatine hesibandin û diyar e pişta xwe dane erebtiyê da ku hereketa fikrî ya îslamiyetê îmha bikin û muqabilê wê karibin siyaseta xwe ya emperyalîst û nijadî têxin rewacê.

Qur’anê ,bi awayekî berbiçav wek rastiyên xwezayî û objektîf piştgirirî daye hebûna milliyetan. Ayeteke Qur’anê heye ku piranî wê wek delîleke wisa nîşan didin ku îslamiyet milliyetan înkar dike. Lê ew ayet di esasê xwe de bereksê vê yekê îspat dike.
Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me, hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hevdû nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qiymet ew kes e ku xwe diparêze.(Sûreya Hucûmatê; Ayet, 13)

Ev ayet gelek zelal û eşkere te. Her wiha bi vî awayî behsa hin meseleyên bingehîn û zanistî jî kiriye.

Ya ewil: Bi vî rengî cara ewil însaniyet tê tesnîfkirin û di heman demê de ji aliyê “zayendê” ve tesnîfekê dike ku di tarîxê de wek kategoriya ewil a muşexes e.
Ya duyem: Piştî tesnîfkirina li ser zayendê bêyî ku navberek bê dayîn di çarçoveya “millet û qebîle” an jî milliyetan de însaniyet wek kom tê tesnîfkirin.

Ya sêyem: Li vir bi kurtasî em dikarin bêjin ku di çarçoveya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de, îdeolojiya PKKê û îdeolojiya resmî ya yek dewlet yek millet, di heman çarçove û kategoriyê de ne. Her wiha ji aliyê encamên xwe ve jî bi heman şiklî hereket dikin.

Qet behsa wê grûpbûnê(komkomîbûn) nake ku di nav civak an millletekî de, li ser nakokiya îktîsadî ya di nav xelkê de peyda dibe. Lewra bi înkarkirinê hewl dide hemû nêrînên çînî bên redkirin û ew “xeyrî tebî’î”, bi zimanê Îslamê “xeyrî îlahî” bên dîtin; û were fêmkirin ku ev tiştekî wisa ye ku civakan, pergalan, peymanan û qanûnan derxistiye holê.

Qesta min a ji fikrên çînî marksîzm û burjûvaya lîberal e ku her du jî wek îdeolojîk gelek nakokiyan di xwe de dihewînin. Ya ewilî di felsefeya xwe ya tarîxî de hebûna nakokiyên çînî wek mecbûriyetekê dihesibîne û hewl dide bi awayekî zanistî hebûna wê îspat bike. Di îdeolojiya xwe de, çînekê – proleteryaya pîşesaziyê- ji xwe re wek bingeheke yekane û eslî qebûl dike û bereksê wê fermana çînên din radike da ku bên tunekirin û serê xwe li berê bitewînin. Kategoriya çînî li ser rûyê erdê wek krîtereke tekane û mutleq dihesibîne. Her wiha bi vî rengî tesnîfa ku li gorî milliyetan tê kirin li ber çavan nagre.

Ji ber vê hindê di vê îdeolojiyê de behsa “têkiliyên mêtingeriyê” nayê kirin ku di rastiyê de ji ber nakokiyên di navbera milletan de pêk tên ku çîn jî wek kategorî binbeşeke milletan in. Marksîstan/PKKê, di sedsala me de, li ber mêtingerîkirina milletan zeaf nîşan dane û carnan jî rengê vê yekê guhertine. Wan di nav herketên ji bo serxwebûnê yên li Kurdistan, Efrîkaya Bakur, aliyê Efrîkaya ku ne ereb in, Hindistan û li welatên ereban cih negirtiye. Sedema vê yekê jî wek me behsê kir ew nêrîna îdeoljîk e ku bes bi nezerekî meseleyê dinirxîne û milletan wek “hebûnên serbixwe” nehesibîne.
Lîberalîzma burjuva û kapîtalîst jî di esassê xwe de li ser hebûna teqez a wan çînan ava bûye ku aliyek zengîn e aliyek feqîr e, aliyek bindest e aliyê din jî serdest e û wek mêtinger e. Ji bilî civaka çînî tiştekî din nafikire.

Ya çaran: Piştî ku jin û mêr ji aliyê zayendî ve tên tesnîfkirin, behsa ferqa di navbera milletan de jî tê kirin û ji bo vê jî tesnîfek tê kirin. Ev yek jî îspat dike ku ferqa di navbera milletan de wek ferqa zayendî heqîqeteke berbiçav û muşexes e.

Ya pêncan: Xwedê dibêje wek afirandina zayendan, millet jî me afirandin.(Me afirand, me çêkir). Bi vî awayî diyar dibe hebûna milliyetên serbixwe û meşexes ne wek teoriyeke felsesî, peymaneke siyasî yan jî îdeolojiyeke di fikr û hîssê de ye. Wek rastiyeke fitrî ya xuliqandinê ye.

Ya şeşan: Ji hemûyan girîngtîr, hikmeta hebûna ferqa îlahî û fitrî ya di navbera milliyetan de, sedema eslî ya wê yekê ku însan di nav vê civaka mezin de bûye wek grup û milliyetan. Ev yek di heman demê de hikmeteke mezin di xwe de dihewîne, zanistî ye û di heman demê de pêşketî û însanî ye. (Hikmet: Heke tiştek bi huner û nîmet be, meslehat û armanceke wê hebe û di nav daîreya qanûna îlahî de be ji wê re hîkmet tê gotin.)

Îfadeya ku dibêje “da ku hûn hev nas bikin”, -yanî me di nav însanan de milletên cur bi cur ava kirin da ku ew hev nas bikin-, bi qenetea min mirov vê îfadeya “hevnasînê”, di têkiliyên di nav milletan de ne ku tê xwestin têkeve şûna wek: “nakokî” “berberî”, “pesnêxwedayîn” û “xwemezinhesibandin”ê. Bereksê wê di esasê xwe de behsa rastiyeke zanistî dike. Ew jî ew e ku “hevnasîn”-naskirina hev- encama mantiqî ya ferqa fitrî ya di navbera milletan de ye.

Hadî em bêjin em behsa vê yekê nekin, hevnasîna hev; ne têkiliyeke exlaqî û siyasî ye ku hatiye sererastkirin û bi peyaman e. Bereksê wê sedema eslî ya wê yekê ye ku ev ferq derkeve holê û însan bibin wek millet û qebîle. Zimannas dibêjin “Heta tu zimanekî biyanî hîn nebî tu nikarî zimanê xwe hîn bibî.” Civaknas jî dibêjin roja ku însên têgeha “yê din” (l’autrui) fêm kir wê demê têgeha “ez”ê (le moi) cara ewil peyda bû. Heta ku “şexsiyetek” bi “şexsiyetên din” re têkiliyekê daneyne nikare şeklekî bigre û hebûna xwe pêk bîne. Ev heqîqeta ku behsa têkiliyeke diyalektîk a di navbera du aliyan de dike, bi taybet derbarê milliyetan de gelek dirûsttir e. Lewra milliyet di rastiyê de li hember milliyetên din hebûna xwe zelal dike û rûh dide wê. Prof. Gurvitch dibêje: Milletê rûs, dema ku piştî Şoreşa Bolşewîkan, di dema şerê duyem ê cihanê de, faşîzm ji bo qetla wî hat, xwe nas kir û ji xwe re ruhek peyda kir.

Di dîroka me de jî tam di wan heyaman de ku hebûna kurdan tê înkarkirin, em kurd bi kelacaneke mezin hewl didin hebûn û mahiyeta xwe îspat bikin. Her wiha dîsa di wan heyaman de, ew ruhê millî gelek bi quwwet bûye û bi vî awayî berhemên wek Mem û Zîn, Şerefname û efsaneyên qedîm bi awayekî menzûm hatine nivîsîn û me xwestiye dîrokê cardin zîndî bikin. Divê em bizanibin ku milletê kurd, di serî de li hember îslamiyetê hewl nedaye ku hebûna xwe îspat bike; lê piştî ku Cengîz Han, Hulagû, an dewletên wek Safewî û Osmaniyan ku bûne bela serê Kurdistanê û hewl dane wê bikin perçakî berjewendiyên xwe, li dijî wan muxalefet kirine, ruhek bi dest xistiye, dest bi hereketê kiriye û hebûna xwe bi awayekî eşkere nîşan daye.

Lewra muxatabê ewil ê kurdan îslamiyet bû ku wan gazî vê baweriyê dikir û armanca wê jî ne tunekirina milletê kurd bû. Lê pişt re hêzên din ên biyanî hewl dan kurdan tune bikin û xwe ji milletê kurd mezintir hesibandin.

Di heyama me de jî li welatên bindest ku mêtingeran ew der ji xwe re kirin wek axa xwe, milliyet înkar kirin, wek xwediyê wir hereket kirin û çand û kultûra xwe bi rengekî serdest li wir bicih kirin. Di rewşeke wiha de jî ji van deran milliyetên xurttûr peyda bûn. Gelo kesekî ku nebûbe şahidê vê yekê heye gelo.

Em dibînin ku mêtingerî di îcad û îhyakirina milletên nû de û ji bo ku milliyetên berê cardin rabin ser piyan, dibin sedema tesîreke mezin. Ev gotina sosyolog Shandel girîng e ku dibêje: Anti-semitizm( dijberiya li dijî cihûyan)Xiristiyanî û faşîzma welatên Rojava bû sedem ku siyonîzm peyda bibe, siyonîzm jî bû sedema peydabûna Pan- erebîzmê.

Millet, bi tenê dema ku di navber wan de pirsgirêk û alozî hebin, bi ruh û bi quwwet nabin. Bereksê wê bi saya têkiliyan jî hevdû nas dikin. Di esasê xwe de, dema du alî “hevdû nas dikin” wek encama wê “xwe nas dikin” Di vê heyama me de, di navbera millet û çandan de danûstandin heye, têkilî xurttûr dibin. Di heyameke wisa de ev têkelbûn, têkiliyên dualî û hatina ba hev, rengê milletan berbiçavtir û zelaltir dikin, hizra millî xurttir û zelaltir dikin. Em dibînin bi vî awayî her millet ji xwe bawertir, dibe xwediyê wijdanekî zelaltir.

Ya heftan: Di dewama ayetê de dibêje “Li cem Xwedê, kesê herî bi rûmet ew e ku xwe zêdetirîn diparêze.” Ev îfade wek piştrastkirina wê yekê ye ku sedema piştgiriya ji bo hebûna fitrî a milletên cuda, ne “fexr û pesindayîn” e, “hevnasîn” e. Bi vî awayî rê li ber wê yekê girtin ku milliyet bibe wek nexweşiyeke însanî û têkeve xefika nîjadperestiya heyama cahiliyeyê ku ji bo milliyetê wek nexweşiyeke mezin e. Her wiha bi vî awayî milliyet kare xwe ji xefika xayrî însanî ya rasîsîzm û faşîzmê jî xelas bike ku di heyamên modern de peyda bûne. Ji aliyê din ve dike ku “fazîleta însanî” bi “esaleta millî” re bi aheng be û meseleya “serdestbûnê”ne di çarçoveya têkiliyên di navbera milletan de, di çarçoveya têkiliya di navbera Xwedê û însanan de ango di çarçoveya nirxên însanî û exlaqî de behs dike.

Divê kurdên ku bi awayekî azad difikirin û serxwebûnê dixwazin, li hember “xîlafeta” tirk, fars û ereban, pişta xwe bidin prensîba “wekheviyê”-prensîba wekheviya milletan a îslamiyetê-. “hêjabûn” -hêjabûna tirkan, farsan, ereban- xwe dispêre vê, ew bi xwe jî taybetiyeke îlahî didine wê; ji bo -Îmamet/Osmanî/Qureyşîtî- û “Şiubiyeta” di sedsala yekemîn û duyemîn ya hîcrî de wekî nav li xwe kirine û li hember şîara xîlafetê bilind kirine û her wiha vî navî jî mîllîbûn bi wan daye qezenckirin, wekî mesned jî ev ayet nîşan dane, ev yeka tesaduf jî nîne.

Ev yek jî nîşan dide ku wê heyamê ne ku milliyet tên redkirin, bereksê wê tên qebûlkirin, serxwebûn wek heqekî tê hesibandin û li ser wan mirov dikare meşruiyetekê ava bike. Di heman demê de, wê tişta ku em wek îslam û têkiliya milliyet bi nav dikin, îzah dike û diyar dike tê çi wateyê.

Seîdê Kurdî jî gelek caran behsa “pirrengî, pirdengî û yekîtiya di nav şaristaniya îslamê de dike. Em dikarin bêjin îslamiyet hewl daye wek baweriyeke yekane “yekîtiya xwe biparêze.” Lê ev yek li aliyekî, îslamiyet, bi saya şekl û hebûna milletên cuda rengîntir bûye û bi vî awayî “yekîtiya dîn” û “pirdengî û pirrengiya” milletan aniye ba hev.
Di perspektîfa Rîsale-î Nûr de, yek ji mijarên herî baş ku min jê îstîfade kiriye ev meseleya “dîn” û “milliyetê” ye. Di vê mijarê de, fikra min bi kurtasî wisa ye: Têkiliya di navbera milliyet û dîn de, wek têkiliya di navbera “şexsiyet” û “baweriyê” de ye.

Wek Fransa û Îngîlîstan dibe ku çend millet mensûbên heman dînî bin. Bereksê vê wek Kurdistan û Hindistanê dibe ku di nav milletekî de, çend dîn jî hebin. Loma dîn û milliyet, du kategoriyên cuda ne û bi qeneta min min ne hemwate ne û ne jî ziddê hev in.