Enternasyonalîzma Dînî û Serxwebûna Kurdistanê-3

Enternasyonalîzma Dînî û Serxwebûna Kurdistanê-3

Mijara Meşrûiyeta Serxwebûnê

2019-08-20 22:43
Nifûsa milletê kurd ji milyonan zêdetir e. Di vê çarçoveyê de wek grûpeke qelebalix bi tenê ew heye ku ne xwedî organîzasyoneke siyasî(dewletê) ye. Sedema vê çi ye gelo?
Di kîjan mijarê de em ê hikmekê bidin? Civakeke hişyar an însanekî ku li ser milê xwe mesûliyeta milletê xwe hîs dike, di her mijara ku dikeva qada wê/wî ya zanist û berpirsiyariyê de, dikare hikmekê bide. Em dikarin li ser dinyaya ku em tê de ne, waziyeta xwe, tarîx, dîn, pêşeroj, mahiyet û kêmasiyên xwe, li ser zulm û li ser hewcedarî û îdealên xwe hikmekê bidin.
Lê di vê rewşê de, li gorî taybetmendiyên kultûrî yên eslî ên me, kesên ku bi awayekî zîrekane û bi qabiliyet; bi rê û rêbazeke mantiqî, lêkolînerî, bê teref û zanistî difikirin û hereket dikin, dibînin ku di nav civaka kurdan de, hereket û perspektîfeke nû derdikeve. Bi gotineke din êdî kes nikare înkar bike ku di nav civaka kurd de, însanên wisa peyda dibin ku bi rengê xwe ên millî, xwedan îman, kultûr, berpirsiyarî û hetta xwedan seknekê ne. Ev însan xwedî perspektîf, exlaq û uslûbeke nû ne. Di vir de, armanca me ne behskirina mijareke îdeolojîk e. Bereksê wê divê gelê kurd, bi awayekî avamî û fikreke teng hikûm nede û bi eqlê “filan kesî”, “ bi gotina wî mezinî”, “bi fikra wî şêxî/meleyî” û bi “xewnên filan cemeat an komê” hereket neke. Lewra meseleya me ji vê muhîmtir û kûrtûr e.
Tişta ku ez dixwazim bêjim em bi çi çavî û rengî li dinyayê binêrin, bi wî rengî jî terza xwe ya jiyanê jî diyar dikin. Heke em bixwazin ferqa di navbera raman û şexsiyetên îdeal de, fêm bikin, divê em binêrin ku ew bi çi çavî li kaînat û dinyayê dinêrin. Her wiha bi vî awayî em ê fêm bikin ku filan cemaet, şexs û hereketên ku bi navê xizmetê peyda bûne, bi çi çavî li kurd û Kurdistanê dinêrin. Bi vî rengî em ê têbigihên ku ew bi çi çavî li siyaset û dinyayê jî dinêrin.
Bi sedan sal in ku pêşeroja gelê kurd hewaleyî “niyetên qenc” hatiye kirin. Di encamê vê de jî pirsgirêka Kurdistanê, wek polemîkeke besît hatiye hesibandin û ji xeynî hin şexsan nekariye xwe ji vê asta polemîkî xelas bike. Alî û derdorên cûr bi cûr ên kurd û tirk, dema polîtîkaya hikûmeta tirk a li ser kurdan rexne dikin, bi salan e têkiliya tirk – kurdan di çarçoveya fikr û ramanên cuda de dinirxînin. Heqê me nîne ku em bêjin tarîx çima wisa hereket nekiriye. Ji xwe ji bo me, wê zêde feydeya helwesteke bi vî awayî çênebe. Lê em dikarin fikr û ramanên xwe bêjin ku “bûyerek” çawa qewimiye. Ev yek jî ji bo tecrûbeyên tarîxî yên di pêşerojê de lazim e.
Lewra dewletên niha li ser tunebûna kurdan hebûna xwe berdewam dikin. Ev çawa dibe? Her tiştên wek; ilmî, kultûrî, ekonomîk, dîn û edebiyatê ku ev yek civakekê ava dikin, înkar dikin. Dikin ku kurd bibin xerîbên xwe. Bi gotineke din behsa “Teza mozaîka gelan” dikin. Mozaîk çi ye? Kevirekî bifikirin ku pênc aliyên wî hene. Di mozaîkê de bi tenê aliyekî wî kevirî xuya dibe. Lê aliyên din ên kevir di kûr de ne. Di nav heriyê de winda bûne. Yanî îddiaya “Biratiya gelan”, “Mozaîka gelan” ku dewama mêtingeriya civakî ye, projeyeke wisa ye ku gelê kurd têxe nava yek qalib û yek rengî. Kultûr çi ye? Kultûr tevahiya hemû tecelliyatên; hîssî, edebî, tarîxî, hunerî, manewî û dînî ye ku di seranserê dîrokê de wek encama; sembol, îşaret, adet, kevneşopî û terza civakî ya qewmekî peyda dibe. Ev hemû unsûr, nûnertiya; derd, daxwaz û hewcedarî, taybetmendiyên civakî û organîzeya ekonomîk ên qewman dikin. Loma slogana ku tê hildan “em li dijî asîmîlasyonê ne; lê ne li dijî entegreyê ne” , ne mimkûn e em vê sloganê ji bo kurdan wek pêşniyazekê qebûl bikin. Lewra heke milletekî ku ji aliyê civakî ve di bin mêtingeriyê de be, entegre bibe ev yek di nav xwe de asîmîlasyonê jî dihewîne. Çawa ku agir di nav xwe de dûmanê jî dihewîne.
Wê demê; misilman, lîberal û aliyên din ên tirk, ereb û farisan îtîraz dikin û vê pirsê dikin: “Heke milletên cuda li ser çanda xwe serbixwe bibin û hewleke bi vî rengî dê ji bo fikra yekîtiyê ya ummetê ne wek derbeyekê be? Ku hemû ummet bi hev re hereket bike dê ev yek karê ummetê asantir bike. Ma “Mozaîka Gelan” ne ya herî îdeal e. Lê heke her netew hewl bide taybetmedniyên xwe yên cuda ên netewe biparêze û li gorî van saziyên xwe ava bike ev ê nebin sedema perçebûna ummetê.” “Dema însan li ser taybetmendiyên xwe yên netewî organîze bibin ev yek tefrîkayeke beeşerî ye.” Em dixwazin însan li dinyayê yekîtiyê ava bikin. Fikreke îdeal e ku hemû însaniyet xwe nîspetî çandekê bike. Lê dema netew taybetmendiyên xwe biparêzin û organîzasyonên xwe yên millî ava bikin dê ev yek nebe sedema perçebûnê?
Bersiva me dê “NA-NEXÊR” be. Lewra ev cudabûn dê bi tenê wek şeklî be. Pirbûna kultûran dê yekîtiya însaniyetê zûtir û rihetir ava bike. Kurd û tirkek kengê dikarin li hev bikin. Bi tenê dema em her du jî wek “însan” bên hesibandin dê wê demê ev lihevkirin pêk were. Lê heke em her du jî têkevin heman şekl û rengî, ez ê bibim wek kesekî di qalibê wî de. Lê ez ê nikaribim bibim muhtewaya wî. Di vê rewşê de kesê ne tirk, ne ereb jî divê wek însanekî bê hesibinan da ku wek “şexsiyetek” karibe bi yên din re yekîtiyekê ava bike. Ji bo vê mijarê em dikarin mînakeke bi vî rengî bidin. “Em bêjin 5 milyon tirk hene 5 milyon kes jî di bin hikûmdariya wan de ne. Lê heta ew 5 milyonên bindest hebin yekîtî ne mimkûn e . Lewra ew 5 milyon însan e, lê yên din wek însan nayên hesibandin. Pêşî divê ew jî wek însan bên hesibandin da ku yekîtî ava bibe. Kurdekî Kurdistanî, divê ewilî wek kurd be, lê heke bi taybetmediyên xwe yên kurd wek însanekî neyê hesibandin em ê wî ji her tiştê ku wî dike kurd dûr bixin. Heke ez ji edebiyat, huner, dîn û ji rûhê xwe yê Kurdistanî dûr bikevim û dûr bêm xistin û bi van re têkiliya min bê qutkirin wê demê ez ê ji însaniyeta xwe jî dûr bêm xistin. Wê demê ez ê têkevim şekl û şemalekî ku dişibe tirkan, dişibe ereban. Heke wisa bibe dê ew fikra ku dibêjin tirk û ereb dikarin bifikirin ;lê kesên din nikarin bifikirin, têkeve rewacê. Ma di vê rewşê de yekîtî mimkûn e? Naxwe divê her kes vegere ser eslê xwe, berê xwe bide netewê xwe. Û em werin asteke wisa ku bila him kurd karibin bifikirin him jî tirk û ereb. Bila him kurd karibin ava bikin û ji nîmetan îstîfade bikin him jî tirk û ereb. Bila him dînê min hebe him jî yê we. Wê demê wek du însanan (ne ku ew bibe axayê min ez jî bibim xulamê wî) em dikarin mil bi mil ji bo avakirina yekîtiya xwe ya însanî, werin bal hev û bifikirin. Helwesteke ji xeynî vê, ji bo fikr û ramana yekîtî û bihevrebûnê wê bi tene ne îxanet be. “Mozaîka gelan” bi tenê ûtopya ye. Bi vî rengî ya bê îmkan tê xwestin. Pêşniyaza entegrebûnê ya ereb û tirkan, di seranserê dîrokê de jî ji yekîtîyê zêdetir bûye sedema aloziyên civakî û siyasî.
Referandûm
Aliyên ku li dijî referandûma ji bo serxwebûna Kurdistanê derketin, wek argûman gotin: “Ev referandûm ne meşrû û qanûnî ye.” Lê li ber me mînakên wek; Kosova, Yugoslovya û Sirbistanê hene. Ji ber vê yekê tu qiymeta van îtîrazan nîne. Lewra Iraqa ku bi destê Îngilistanê hat avakirin, gelek dişibe van welatên Balkanan ku ev yek jî him ji bo Emerîkayê him jî ji bo hêzên navneteweyî ne tiştekî xerîb e. Piştî ku Kosovayê serxwebûna xwe îlan kir Sirbistanê li ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî îtîrazî vê biryarê kir. Lê dadgehê (di hiqûqa navneteweyî de, qedexeyeke li ser îlankirina serxwebûnê nîne) qerar da ku îlankirina serxwebûnê ne li dijî hiqûqa navnetewî ye. Dadgehê, sepandinên dewletan ên di navbera sedsala 18 û 20an de, li ber çavan girt û li ser vê esasê diyar kir bi awayekî yek alî îlankirina serxwebûnê ne qedexe ye.
Di sedsala 20an de, gelek referandûmên ji bo serxwebûnê hatin kirin. Di navbera salên 1905-1991ê de, 52 referandûmên ji bo serxwebûnê hatin kirin. Ji sala 1991ê û heta vir jî 105 referandûmên ji bo serxwebûnê hatin kirin. Ji bilî Kurdistanê; Katalonya, Kaledonyaya Nû û Bougainvilleyê sê refarandûm li dar xistin.
Ji 53 refarandûmên ku ji sala 1991ê pê ve hatin kirin, ji bo 26an rizaya hikûmetên navendî tunebû. Balkêş e gelek dewletên ku berê di bin serdestiya dewletên din de bûn, bêyî ku ji hikûmetên navendî destûrê bigirin çûn referandûmê û di encamê de serxwebûna xwe îlan kirin.Wek mînak hemû welatên ku berê di bin hikûmdariya Rûsyaya Sowyet de bûn, bêyî ku jê destûrê bigrin referandûmên serxwebûnê li dar xistin. Rûsyaya Sowyet di serî de, îtîrazî van îlanên serxwebûnê kir. Lê niha hemû bûn dewletên serbixwe. Heta niha 111 dewletan, tevî îtîrazên Sirbistanê ku dewam dikin, Kosovayê wek dewleteke serbixwe nas kiriye.
Kurdistan, piştî refarandûmê wê bi Bexdayê re dest bi muzakerayan bike. Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ku em krîtera ji bo serxwebûna Kurdistanê li ber çavan bigin, divê em ji bîr nekin ku referandûma serxwebûnê ne li dijî hiqûqa navnetewî ye. Tu qiymeta wê yekê jî nîne ku Bexda Îtîrazî referandûmê dike.
Posîzyona Tirkiyê jî şaş e. Lewra dema di sala 1971ê de, di navbera Hikûmeta Iraqê û Mele Mistefa Barzanî de li ser otonimiyê peyman hat îmzekirin, Hikûmeta Tirkiyê li dijî vê yekê derketibû. Hetta wek roja me gef li kurdan xwaribû. Rojnamegerekî ji Cenabê Mele Mistefa dipirse û dibêje:
Cenabê Barzanî, hûn di nav sînorê Iraqê de li ser axa xwe dijîn. We, ligel hikûmeta Iraqê li ser otonomiyê peymanek îmze kir. Her çiqas ev yek ne bi dilê Serokê Dewleta Iraqê Seddam Huseyn be jî ew li hember we wek neyarekî jî hereket nake. Lê li aliyê din ê sînor rayedaarên tirk, di hemû firsetan de gefan li we dixwin. Tu dikarî behsa sedema vê yekê bikî?
Mistefa Barzanî vê bersiva dîrokî didiyê. “Heke ji vir çûkek rabe bifire û biçe daristanên Efrîkayê li ser darekî hêlîna xwe çêke û -bi zimanê çûkan- bibije “ez kurd im ev der jî Kurdistan e” wê demê dê rayedarên tirk bi hemû îmkanên xwe dest bi seferê bikin û dê biçin hêlîna wî çûkî xera bikin.

NÎŞE: Têgeha “Ummetê” yek ji sifatên herî hêja yê Pêxemberê Îslamê(s.x.l.) ye. Tê maneya rê. Manewî ye. Ne posîzyoneke sabît e. Armanca organîzasyoneke wisa nake ku însanên îro difikirin. Bi kurtasî civak û xelkê asas digre û li gorî wê posîzyonekê diyar dike. Qebûl nake ku xwe li ser esasa îktîdar û dewletê ava bike û bi wî rengî bi civakê re têkiliyekê deyne. Lewra Qur’an zêdetir xitabî ewam û xelkê dike.