CHP jî weke AKP dagirker û jenosîdkar e

CHP jî weke AKP dagirker û jenosîdkar e

Fuat Önen
Em vê hişmendîya “pêşverû” û “demokratên” serdestan ji nêz ve nas dikin. Peyvên di salên 2005-2015da de AKP dihanî zimên, îro CHP dihîne zimên. Esasen raporta SHPê ya di sala 1990î de bi navê “raporta rojhelat” hatibû weşandin destpêka van “açilim”a ye. Qala edalet, demokrasi û çareserîyê dikin. Bêyî ku rasteqînîya milet û welatên kurda nas bikin. Ango di serî de bêedaletî, nedemokratî û bêçaretîyê qebûl dikin. Em jî ew jî dizanin ku “acilim”e ku rasteqînîya welat û miletê kurda nasneke ne adil e û ne demokrat e. . Ji bervê yeke jî tu çaresrîyê jî bixwe re nahîne.

Rewş ev e. Le hişmendiyeke têkçûyî di sîyaseta Bakurê Kurdistanê de serdest e. Û ev hişmendîya têkçûyî vê lîstika “pêşverû” û “demokratên” serdestan didomîne. Lîstik ne ya wan e ew di vê lîstikê de fîguran in.Dansa bi AKPre 10 sala hate kirin qedîya, partnere nû CHP ye.

Şaredarê bajarê Stenbol Ekrem Îmamoglu li ser rêya dawetek li Batmanê qaşo ji bo piştgirîya HDPyîyan li dij qeyûman li Amedê zîyareta şaredarên HDPê kir. Bi çoşeke mezin hate pêşwazî kirin. Ji aliye HDPyîyan ve zîyareta Îmamoglu bilind hate nirxandin. Her du alîya dîyarî dan hevdu. Diyarîya îmamoglu postere Mistefa Kemal bû. Bi hev du re li ber medyayê bi diyarîyên xwe poz dan.

Ev cüret û cesareteke mezin e ji bo îmamoglu. Mistefa Kemal bixwe serqeyûm e li Kurdistanê. Li her kuçe û kolanên Amedê postere wî tev Alaya Tirka dardakirî ye. Ev ne dîyarî le tehdîd e û bi tirkî “haddini bildirmek” e. Peyam vekirî ye hun piştgirîya me şaş fehm nekin. Bi şerde ku hûn hedê xwe bizanibin ango koletîyêqebûl bikin û dev ji mafê neteweyî û welatekî rizgar berdin em piştgirîyê didin we. Mixabin mazuvanê wî ji xwe hedê xwe zanin û zûde dev ji sîyaseta li ser Axê beradane. Ji ber vê yeke Îmamoglu li bajarê Kurdistanê bersîveke Kurdistanî negirt. Hişmendîya têkçûyî ev tehdit û heqaret b iken derbas kirin. Quretîya serdestan ji îmamoglu re ma. Nevîyê Topal Osman bila baş bizani be ku ev quretî ne ji heqê wî û ne ji hedê wî ye. Zû an dereng dê rahêjin poster û peykerên kale xwe û ji vî welatî biteqizin.

Piştî vê rûreşîya hane bi kêf û eşq “pêşverû”yê serdesta, dagirkerê qure û xwedî hişmendîya têkçûyî yên “me” xatir ji hev xwestin. Pêwîste miletê Kurd jî êdî xatir ji projeya entegrasyonê HDP û sîyasetmedarên xwedî hişmendîyeke têkçûyî xatir bixwaze.

Kî ku kêşeya Kurdistanê weke li Tirkîyê kêmasîya demokratîyê an weke bêedaletîyeke neqanûnî pênase bike, nokerê dagirkerîyê ye. Kî ku di nav sîyaseta serdest ya Tirkîyê de ji xwe re li hevpeymanên stratejik digere di listikeke dagirker de fîguran e.