RÊZE DOKUMENT

RÊZE DOKUMENT

Em ê rêze dokumentek a li ser têkilîyên tevgera azadîxwaz a neteweya kurd û dîplomatên Sowyetî yên li Tirkîyê û raporên wan ên derheq neteweya kurd, Kurdistan û tevgera azadîxwaz de, biweşînin.
Gringîya van dokumentan ev e: Dîplomatên sowyetî bi rêvebirên tevgera netewwyî ên wê demê, yên wek Xalid Cibrî û Yusif Ziyan re hevdîtinan çêdikin. Rêvebirên kurd daxwaz, nêrîn û armanca xwe ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî ji wan re dibêjin. Dîplomat jî axaftin, daxwaz û armancên rêvebirên tevgera neteweyê kurd ji wezareta xwe re rapor dikin û radigîhin. Li ser heman mijarê dîplomatên sowyetî jî nêrînên xwe ji wezareta xwe re rapor dikin. Herweha nêrîn û raporên wezareta karê derve jî derheq vê mijarê de hene. Dokumentên ku em dê biweşînin bi proseya Peymana Lozanê dest pê dikin. Van dokumentan di arşîva wezareta karê derve ya Yekîtîya Sowyetê de hatibûn tomarkirin û wek gelek dokumentên din heta sala 1993yan ji lêkolîneran re girtî bûn, ango veşartî bûn. Dokument ji orijînalên wan, ango ji zimanê rûsî tercûmeyî zimanê kurdî bûne. Bi derengî be jî, gelek ji van dokumentan ji teref lêkolîner û xwendavanên kurd ên li Yekîtiya Sowyetê dixwendin, hatine bidestxistin. Em dê hewil bidin bi rêzeweşanekê tercumeyên van dokumentan bigihînin raya giştî ya gelê kurd.

Em grîng dibînin çend gotinan derheq wate, giringî û rola arşîvgirtin û dokumentên arşîvan bi şêweyek gelemperî ji bo pêşketina civakê (di warê dîrokê, kulturê, zanistî û neteweyî) û bi taybetî ji bo gelê kurd çi ye, rawestin.

Arşîv ji destpêka şaristaniyê de wek dezgeyekê hertim hebûye; gotinek latînî ye ”archivum”. Wateya wê ya destpêkê: Xaniyek an cîhek bû: karmendên dewletê li wir diciviyan û biryarên siyasî-îdarî, civakî û hwd. distendin. Bi demê re wateya arşîvê hate guhertin û bi vê şêweyê hate pênasekirin: Arşîv bû dezgeyek ê dokumentan berhevdike, diparêze û ji bo bikaranînê amade dike.

Dokumentên arşîvan, çavkanî û parêzgehek giranbuha ye; informasyonên dîroka civakî, siyasî û kultura derheq rabirdû, ji bo dema hazir û dahatûyê li xwe digre. Ango arşîv rabirdû, dema nuh û dahatûya civakê bi hev ve girêdide. Bi alîkariya dokumentên arşîvan mirov tecrûbeyên xebatê, nisbî-relatif be jî, derheq rabirdûya bûyerên dîrokî, rêvebirên siyasî, civakî, kulturî û olî sûretekî objektif distîne. Ji ber ku di dokumentên arşîvan de beşekî girîng ên kultur, dîrok û tecrûbeyên tevgera civakê wek mîras û havizaya civakî tê parastin; berhemên edebî, dîrokî û rapor û agahîyên diplomatan, îstîxbarat û berpirsiyarên leşkerî jî di arşîvan de tên parastin. Agahîyên diplomat, îstîxbarat û leşkeran bêtir objektif û nêzîkî rastiyê ne, ji ber ku agahîyên weha divê hesbilqeder rast bin, ji ber ku ji bo dezgeyên fermî-dewletî tên amadekirin, da ew jî karibin li gor van raporan, siyaset an helwesta ji bo berjewendiyên dewletê pêwîst e, bên amadekirin.

Gotinek : ” Dewlemendî û xezîneyên welatekî, dewletekê an neteweyekî kare talan bibe û numûneyên weha gelek in. Mirov dikarin piştî demekê wan şûnde bîne. Lê mixabin tiştê nepêkan ew e, ku mirov nikare materyalên arşîvan ên wenda bûne bi şûnde bîne”. Mixabin, karesata hatiye serê neteweya kurd ev e. Ji bo ku ne bûye dewlet, dagirkeran dest daniye ser dokumentên arşîvan, her weha hemû tiştên bi dîrok û kultura neteweya kurd ve eleqeder tune, kirin e, tehrîf kirin e an jî veşartin e. Ev jî diyardeyek jenosîdkar e. Babetek ji siyaseta înkar û tûnekirina neteweya kurd û welatê wî Kurdistan e. Materiyalên arşîvan, çavkaniyek grîng e: bi mirovan re zanîn, hest, hafize û şiûra dîrokê, kulturê, civakê, ziman, û nasandina rêvebir û kesayetiyên grîng çêdike; şiûra neteweyî û welatparêzîyê pêş dixe. Herweha arşîv wek diyardeyek manewî, xwedî rolek grîng e di formgirtina nêrîna derheq jiyanê û xurûra neteweyî ya cîlên nûh.

Di jiyana mirovan a manewî-rûhî de tiştê herî metirsîdar nezanebûna dîrok û kultura gelê xwe ye, ew jî bi têkbirina rabirdûyê pêkan e. Kambaxiya hatiye serê neteweya kurd bi vê nirxandinê re guncaw e. Dagirkerên Kurdistanê gelê kurd bi darê zorê ji rabirdûya xwe bêpar hiştine. Jiber ku wan, bi darê zorê, talan û diziyê dest danîne ser hemû dokument û berhemên dîrokî, sîyasî, edebî û kulturî-folklorî yê neteweya kurd. Gelek ji wan îmha kirine, tahrîf kirine û yên mayin jî di ambarên xwe de ji bo têk biçin, veşartine.

Ev çend sal in bi alîkarîya xebata hin xwendevanên kurd eşkere dibe, ku di arşîvên dewletên dagirkeran de bi hezaran dokument û berhemên edebî yên netewrya kurd, ên veşîrtî hene. Hêja ye mirov xebata van kesan pîroz bike. Divê em bizanin, dagirker van dokumentan ne ji bo wan biparêzin ew veşartine, berovacî wê, ji bo gelê kurd ji wan bêpar bihêlin, da karibin rê li ber zanîn û pêşketina hest, hafize û şiûra mirovên kurd bigrin; derheq netewe, dîrok, kultur, ziman û xebata rêvebirên xwe bê agahî bimînin, ew vedîzîne û veşartine. Ji bo ku neteweya kurd tûşî felaketên mezintir nebe û bikaribe li xwe vegere, mirovên kurd ên zanin, kanîn û derfeta wan hebe divê bêgûman û bêtexsîr bixebitin û encamên berhemên xwe bigihînin gelê xwe. Ev vatinî û berpirsiyariya mirovên neteweperwer û welatparêz e. Xebata di arşîvan de jî beşek ji heman vatinî û berpirsiyarîyê ye.

Em dê hewl bidin bi kurtî bersiva çend pirsên tekîlîyên tevgera netewî ya kurd bi dîplomatên Sowyetî yên wek: Sowyet Rûsya an paşê Yekîtîya Sowyetan ji bo çi pêwist dît bi rêvebirên kurd re têkevin têkîlîyên dîplomatik? Çi li herêmê qewîmî, çi guhertin di mêzêna hêzên hêrêmî û navneteweyî de çebûn? Giringiya tevgera neteweyî û Kurdistanê ji bo siyaseta Sowyetê ya bi cîranên xwe re çi bû?
Şerê Cîhanê yekê di nav du grub dewletên mezin de rûda. Li hêlekê dewletên Antant: Brîtanya, Fransa, Rûsya û Italya û li hêla din dewletên navarasta Ewropa: Almanya, Împaratoriya Macar-Avusturya û Dewleta Osmanî ji bo nakokî û pirsgirêkên xwe yên navneteweyî çareser bikin û kolonî û bazarên cîhanê li gor berjewendiyên xwe parve bikin, şer dest pê kirin.

Di pêvajoya şer de li gor salnameya rûsî di 7ê November ango latini 24ê Oktobrê 1917an de li Rûsyayê Şoreşa Oktobrê pêk hat û partiya Komunist-Bolşewîk bû desthilatdar. Desthilatiya bolşewîkan ne tenê guhertinek desthilata siyasî ya di çerçovaya sîstemê de bû; bûyerek gelekî mezin û grîng bû. Di asta cîhanê de erdhejeke gelekî xurt a siyasî-civakî bû. Navenda wê Rûsya bû; bandora wê li tevaya dinyayê û bêtir li Rojavayê Ewropa dihate hiskirin.

Bolşewîk bîryara ji şer vekşin stendin û dest pê kirin artêşa xwe ji deverên ku dagir kiribûn vekşîyan. Şoreşa Oktobrê û biryara bolşewîkan a ji şer vekişandinê stratejî, plan û îstîqameta şer guhert; mêzêna siyasî û leşkerî ya hemû hezên di şer de li bin guhê hevûdu xist. Ev bûyer ji bo hemûyan bibû metirsiya mayin û nemanê. Ne tenê deshilata van hêzan, herweha sistema kapitalist ketibû xeteriyê. Ji ber ku armanca bolşewîkan ev bû: dê sîstema kapîtalist li ser rûyê erdê têk bibirina û sistema sosyalist li seranserê cîhanê serwer bikirana.

Şerê Cîhanê yê Yekê di 11yê Novembera 1918an de bi serkeftina dewletên Antant û şikestina dewletên Ewropa navendî û dewleta Osmanî bi dawî hat. Dewletên Antant şertên xwe bi peymanên cuda li ser van dewletan ferz kirin. Dewletên Antant (Brîtanya, Fransa û Italya), herweha emerîkî û japonî ji bo Rûsyayê dagir bikin û dawî li desthilatdariya bolşewîkan bînin, yekîneyên arteşa xwe li gelek deverên Rûsyayê, Turkistan û Kafkasyayê bi cîh kirin; bi muxalefeta Rûsyayê re îtîfaq çêkirin û bi çek û hemû îmkanên din, alîkarîya wan (Denikin û Kolçak ango artêşa spî) kirin.

Ji hêlekê de nakokî û berjewendiyên cûda ên di nav dewletên mutefîk; astengî û pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî yên yek bi yek di hundurê xwe de; westandina ji ber şerê bi salan, derfet û cesaret ne dida wan bi Sowyet Rûsyayê re dest bi şer bikin. Pêvajoya têde derbas dibûn ew mecbûr dikirin li rêyên çareserîyên nûh bigerin. Ji hêla din de bolşewîk, ji bo şoreşa xwe li Ewropa fireh bikin şerê Almanya kirin. Di şer de şikestinek xerab anîn û mecbûr man peymana Birest Litovsk (3 adarê 1918) ya şertên wê ji bo bolşewîkan gelekî giran bûn, qebûl bikin. Ango ji bolşewîkan re diyar bû ew dê nikaribin şoreşê berdewam bikin û li Ewropayê serwer bikin. Ew jî wek hêza dijber li reyên nuh ên çareserî û hevûdu qebûlkirinê gerîyan. Nakokî û dijberiyên her du terefan berdewam bûn, lê ne di asta şerê hevûdu bikin de bû. Liv û tevgera dewletên zilhêz û mêzêna siyasî-leşkerî ya di nav van hêzan de gîhabû wê astê ku, nizamek nuh ya dinyayê, ya du sîstemên dijberîhev bi hevûdu re mayinê qebûl bikin, ferz dikir. Ango konjukturek û pêvajoyek nuh a du sistemiyê qebûl dike, dest pê dikir.

Di heman pêvajoyê de Sowyet Rûsya ji bo bikaribe li herêma Kafkasyayê desthilata xwe serwer bike bi tirkan re îtîfak çêkir û di şerê li dijî Yunanistanê de çek û pêdivîyên leşkerî da kemalistan. Serkeftin û serwerbûna desthilata kemalîstan li Tirkiyê mêzêna hêzan a li herêmê guhert. Di encama van têkîlîyan de Sowyet Rûsyayê bi Tirkiyê û dewletên cîran (Îran û Afganistanê) re, ji bo berjewendiyên ewlekariya dewleta xwe têkîlîyên diplomatîk danîn û di sala 1921ê de peymanên dostane ên cîrantiyê bi wan re vajo kir.

Dewletên Antant ji têkîlîyên kemalistan û Sowyet Rûsyayê ne razî bûn û metirsiya wan ew bû: dê Sowyet Rûsya bi têkîlîyên bi ser kemalîstan re, nufûza xwe li Tirkiyê û herêmê serwer bike. Hemû dewletên Antan Peymana Sewrê ji bîr kirin. Fransa (21.10.1921) li Enqerê bi dizî peymana aşîtîyê vajo kir û leşkerên xwe ji Klikyayê vekIşandin. Şertê wan ji tirkan ew bû: têkîlîyên xwe ji komunistên Sowyet Rûsyayê bibirin. Herweha Italya, Norweç, Avusturalya, Swêd û Çekoslowakya jî di taliya sala 1921ê û destpêka 1922 yan de bi tirkan re lihevhatin pêk anîn.
Brîtanya jî têkîlîyên xwe bi tirkan re bi dizî dimeşand. Hewl dida bi tirkan re di parvekirina Kurdistanê û pirsgirêka tengavên Çanakale û Stenbol li hev bike da nakokiyên hukûmeta kemalîst û Sowyet Rûsyayê kûr bike. Armanca dewletê Antant ev bû: Gemiyên şer ên dewletên axa wan ne li ser Behra Reş, karibin di tengavan de bi serbestî derbasî Behra Reş bibin. Kemalist bi rexmê peymana bi Sowyet Rûsyayê re, şertên dewletên Antant qebûl kir.

Pirsgirêka tengavan ji bo Sowyet Rûsyayê fenomenek hayatî bû. Çîçerîn grîngîya tengavan ji bo Sowyet Rûsyayê weha dinirxand: Giringiyeke tengavan a îqtîsadî heye; berê şerî ji sedî heftê îxracata genim ji Rûsyayê di ser van tengavan re dihate kirin. Herweha giringîya van tengavan a ji bo berevaniya welatê me heye. Ji peymana Mudro vir de gemiyên biyanî yên herbê derbasî Behra Reş dibin û ewlekariya cumhurîyetên Sowyetê dixist xeteriyê. Herweha dewletên Antant di ser van tengavan re silah dişandin ji hêzên dijî Sowyetê yên wek Denikin û Vrangelê.
Hemû têkîlî û guftûgoyên di nav hukûmeta kemalîst û dewletên Antant de, şertên têkbirina Peymana Sewrê nexşerêya Peymana Lozanê amade dikir. Dîplomat û îstîxbarata Sowyet Rûsyayê van têkîlîyên dîzî yên kemalîstan ji nêzîk ve dişopandin û agahî ji dewleta xwe re radigîhandin. Sowyet Rûsya ji têkîlîyên kemalîstan ên bi dewletên Antant re ne razî bû. Li gor peymana bi tirkan re vajo kiribûn, diviyabû kemalîst bi van dewletan re neketibana nav têkîlîyên weha û bi taybetî çareseriya pirsgirêka tengavan li gor berjewendiyên dewletên Antant ji bo Sowyet Rûsyayê metirsiyek mezin bû.

S.A. Aralov, di salên 1921-22yan de sefîrê Sowyetê yê li Enqerê bû. Aralov, têkîlîyên kemalîstan ên bi frensî û îngîlîzan re weha şîrove dike: Di meha Hezîrana 1922an de ofiserê frensî Mujen ji bo peymana leşkerî bi kemalîstan re vajo bike bi dizî hatibû Enqerê. Mistefa Kemal di hevdîtina bi Aralov re digot îngîlîz ji bo aşîtîyê ti gavan navêjin û wateyek siyasî ya hatina generalê îngîlîzTaunshend tune ye. Aralov dibêje: di 22 Hezîrana 1922an de M. Kemal Taunshed hevûdu li Konyayê dîtin. Paşê generalê îngîlîzî hat Enqerê û li wir jî hevdîtin bi Rifat paşa re berdewam kirin. Wezîrê karê nav xwe Fethî beg bi heman genaralî re li Beyrutê hevdîtin berdewam kir; M. Kemal derheq van têkîlîyan de bêdeng bû.
Aralov her weha helwesta hukûmeta kemalistan a li dijî îngîlîzan jî şîrove dike û dibêje: heta hezîrana 1922ê çapemeniya tirkan li dijî îngîlîzan gelekî êrîşker bûn. Ji hatina Taunshend pê de êrîş hatin rawestandin. Berovacê wê reaksiyonên hukûmeta kemalîst li dijî hukûmeta Sowyetê hatin guhertin. Li dijî konsulxane (ya li Beyazîdê) û nûnerê Sowyetê yê ticarî axaftinên neyînî hatin kirin; komunist hatin girtin. Hemû ev kiryar diyardeyên lihevkirina bi dewletên Antan re û rêxweşkirina ji bo konferansa Lozanê bûn.

Sowyet Rûsya li dijî vê siyaseta Tirkiyê ya di pêvajoya Peymana Lozanê de dest pê kir bi rêvebirên tevgera netewî ya kurd re (ji bo tirkan xeta sor bû), têkîlî daynin. Herweha damezirandina Kurdistana Sor (7 temmuz 1923) li Sowyetê jî teqabûlê heman pêvajoyê dike. Mirov dikare van herûdu diyardeyan ji bo heman armancê binirxîne. Ango bala tirkan bikşîne da wan di têkîlîyên bi dewletê Antant re firên bike.

Sowyet Råsya ji sala 1920î de hewl dida derheq pirsgirêka netewî ya kurd de agahî bide hev. Wek nimûne: Di jimarê nimra: 1, 1920î ya ”Kovara Gelên Rojhilat” (Журнал Народы Востока) de yek ji mijara divabû li ser bixebitibana mijara Kurdistanê ya civakî-aborî, têkîlîyên gelê kurd bi tirkan re, pêwendiyên neteweyî, rola dewletên zilhêz li Kurdistanê û hwd.

Di sala 18.01.1923yan de wezareta karê derve yê Sowyet Rûsyayê ji Sefîrê xwe yê li Enqerê Aralov re nameyekê rê dike. Di nameyê de pirsa doktor Fuad û rola Kurdistanê di têkîlîyên Brîtanya û Rûsyayê de dike û herweha derheq heman pirsgirêkê de daxwaza agahîyên bêtir dike. Di 12.02.1923an de Karmendê wezareta karê derve yê berpirsiyarê beşê Rojhilat S. Briks di nameya xwe ya ji Aralov re dinîvîse: ”Heta nuha derheq pirsgirêka kurd de agahî di destê me de gelek kêm in. Em dixwazin hun bala xwe bêtir bidin vê pirsgirêkê. Li ser pirsgirêka derheq Kurdistanê de intresa me heye”.

Briks di nameya xwe ya 21.04.1923an de ji Aralov re, dixwaze: ”Hun karin talîmatê bidin konsulê xwe (Povlovskiy F.N.) yê Erziromê da ji me re materialên balkêş yên derheq pirsgirêka kurd û herweha bi wê ve girêdayî agahîyên derheq bajarên rojhilat ên di dema talîyê de karakterekî bêtir cidî stendine, bişîne. Bidestxistina agahîyên derheq vê herêmê, di wextê xwe de ji bo me gelekî girîng in.
Ji naveroka nameyên diplomatê Sowyetî diyar dibe, ew ji siyaset û têkîlîyên kemalîstan ên bi dewletên Antantê re ne razî ne û ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin û dizayneke li gor berjewendiyên xwe bidin, têkîlîyên kemalîstan, pirsgirêka neteweyî ya kurd ji nêzîk ve dişopînin û bi alîkariya îstîxbarat û dîplomatên xwe agahîyên girîng berhev dikin. Di dokumentan de, dê agahî berfirehtir bin. Bi hêvîya van dokumentan ji mirovên intrese wan hebe alîkar bin.

Dokumenta li jêr hatiye weşandin ji sê nameyan pêk tê. Nameya yekê, nameya Konsulê Sowyet Rûsyayê yê li Erziromê Povlovskîy e. Pavlovskîy di nameya xwe de derheq Komîta Erziromê û rêvebirên wê de agahîyan radigîhîne. Pavlovskîy, derheq pirsgirêka netewî û giringiya Kurdistanê û siyaset û helwesta Rûsyayê nirxandinekê dike.

Nameya duyem, derheq şert û biryarên Komîta Eziromê ne. Komîta Erziromê bi 10 şertan nerîn û daxwazên xwe ji hukûmeta Rûsyayê re radighînin.
Nameya sêyem, nameya Xalid Cibrî ye. Xalid Cibrî der heq rewşa herêmê, helwesta tevgera kurdî-netewî li dijî siyaseta îngîlîzan û muhtemel pêwendiyên bi Sowyet Rûsyayê re çêbibin nirxandinekê dike.

Dokument: 1
Nama konsilê Rûsyayê yê li Erziromê Pavlovskiy ji sefîrê Rûsyayê yê li Enqerê Aralov ra. Erzirom. 20.12.1922.

Not:

Xalid Cibrî û Yusif Ziya du rêvebirên ”Tevgera Azadî” ne. Hevdîtin û hevpeyvînên bi wan re hatinin kirin ji taliya sala 1922an heta sala 1924an berdewam dikin. Li gor axaftinên diplomatên rûsî, ”Tevgera Azadî” di bin navê ”Komîta Serxwebûna Kurdistanê” radighînin. Di Gulana 1923yan de Komîta Erzirumê bi serokatiya Xalid Cibrî û Komîteya Stenbolê bi berpirsiyariya Yusif Ziya, bi hev re ”Komiteya Serxwebûna Kurdistanê”radigihînin.